Em Tehdît û Gefxwarinên li Mamoste Ismail Beşîkçî Rûreş Bikin...

Mancel · 07.01.2009 · 1 görüntülenme

Wek ku tê zanîn dost û parêzvanê Kurdan ê hêja û canfîda Mamoste Ismail Beşikçi di hin nivîsên xwe de bi zimanekî maqûl û zanistî li PKK û rêberê wê, A Ocalan rexne girtibû ku çima rêxistineke ewqas zirecêb mezin, daxwazên ewqas piçûk dike.

Bi kurtî mamoste Beşîkçî dixwest bibêje ku hun gel in, milet in, lê çima hun doza mafên gelan ên netewan nakin û ji dewsa wan, un mafên yek bi yek kesan dixwazin, hun çima ji bo Kurdan tiştên kolektîf naxwazin, mafên netewan naxwazin?

Mijar gişt ev e. Nuha di vê rexneyê yan pirsê de, çi çewtî heye gelo? Kurdek, rêxistinek Kurd, sazîyek Kurd çima aciz bibe ji vê? Heke acizî çêbibe, gelo çavkanîya vê acizîyê çi ye?

Îcar acizî berê ji rêberê PKKê, A Ocalan hat. Yekser erîş li mamoste Beşîkçî kir û ew bi Zîya Gokalp re beramber kir, got ku Beşîkçî bûye Z Gokalpê Kurdan.

Z Gokalp wek ku tê zanîn, bi xwe esil-Kurd e, lê parêzvanî û pêşkartîya teorî û îdelojîya Tirkkirina hemû gelên di nav sînorên sîyasî yên Tirkîyê de kiriye. Bê guman di pêş hemûyan de miletê Kurd dihat, ji ber ku daqurtandin û mehandina Kurdan hinekî zehmet bû.

Anku Z Gokalp ji bo tunekirin yan Tirkkirina miletên bindest xebat kiriye, [b]hevkarîya serdestan[/b] kiriye û bi wê hatiye naskirin.

Îcar mamoste Beşîkçî jî ji bo parastina mafê [b]miletekî bindest[/b] (miletê Kurd) bi hezar berdêlan xebat kiriye, [b]hevkarîya bindestan[/b] kiriye û bi wê hatiye naskirin.

De ka bibêjin, bi çi mejîyî, bi çi ûcdanî, bi çi exlaqî meriv dikane herduyan bide ber hev û yek bihesibîne?

Dema ku mijar tê ser Kurdên neteweperwer ku doza mafên gelê Kurd dikin, Tirkên nijadperest dibêjin, Kurdên nijadperest, ev êdî bûye sîyaseteke dewletê û propagantîstên wê, bi wî awayî neteweperwerîya Kurdan ku ji sedî sed meşrû ye, bi nijadperestîyê reş dikin, krîmînalîze dikin.

Nuha jî dixwazin vê herîyê li mamoste Beşîkçî bikin, mafparêzîya wî di bin sîya Z Gokalp de veşêrin.

Qey ew jî têrê nekiriye, di nivîsekê de gefan lê dixwin, dibêjin tu çîzmê derbas dikî, anku hedê xwe derbas dikî.

Anku heke tu bibêjî çima rêxistina herî mezin a Kurdan ji bo gelê Kurd mafên gelan, ên miletan naxwaze û ji dêvla wan ên yek bi yek kesan dixwaze, ew dibe derbaskirina sînorên tehamula wan; sînorê wan hatiye li milet-nebûna Kurdan sekinîye.

Ji kuderê hatin kuderê? Xwedê meriv şaş neke, ji rê dernexe, meriv bi rastî jî ji kirasê xwe derdikeve.

Bê guman, ev herî avêtin, tehdît û gefxwarin ne rewa ne û nayên qebûlkirin, divê di cîh de yekser bên rûreşkirin. Ji şûna ku hun belaya xwe bi mamosteyê hêja, dostê Kurdan didin, li xeta xwe binêrin, vegerin ser xeta Kurdistanî; devdirêjîya Kurdistanî û dostên netewa Kurd nekin.

Mancel

İlgili

Yorumlar (3)

Kajin · 17 yıl önce

Silav û rêz Kajin

Ézdi $ér · 17 yıl önce

Dest Xwe$ Mancel, Geleke hemu saziyén, partiyén u mirovén Kurd bi hérsek mezin u tuj pi$tgiriya mamoste Ismail Be$ikci bike.! Ew kes, parti u saziyén ku ismail Be$ikci bi heri u tehdidan dixwazin dengé wi bigrin geleke bi $ekleki organize (wek Qampanya, Bevaloka Capemeniyé,u.h.w) béne de$ifre kirin. Ko tu keseki, saziyek an ji dewleteki wek dewleta tirk nekaribe dest diréjé mamoste Ismail Be$ikci bike. Geleke milleté Kurd bi taybeti é bakur Qampanyayek mezin ji bo mamoste ismail Be$ikci vebike u pi$tgiriya xwe bi dengeki bilind bine ziman, ku dost u dijminé Kurdan rind fém bike, ku Ismail Be$ikci ji aliyé milleté Kurd té parazkirin. Parazkirina (parazkirin ne ku tené cebren e, hewcey mamoste tuneye, lé belé parazkirina a manewi ) é Ismail Be$ikci bo milleté Kurd pir u pir giringe! Lewra milleté Kurd bi taybeti é bakur deyndaré Mamoste Ismail Be$ikci,ye...! Ézdi $ér

Anonymous · 17 yıl önce

Kurdiya xirap, kurdiya tirki (turk-kurtcesi!) a ROJ TV yan ji a hin derhelen din pir sas u bi xeleti wisa dibeje! Le bele rasti wisa ye: [b]GEFDAYINEN li Mamoste Ismail Besikci rures bikin![/b] Yan ji: [b]GEFDAYINEN li SER Mamoste Ismail Besikci rures bikin![/b] Rez u slav Mamosteye Kurdi

Mancel · 17 yıl önce

Sipas ji bo agahîya te, lê ez ji vî awayê reÅ¡ û spîkirina peyvan hez nakim, te çawa ji derekê bihîstibe, wan û min jî ji derekê, bihîstiye, xwendiye. TiÅ¡tekî ku meriv bibêje ev çewt e, ev misoger rast e jî tuneye di navbera her duyan de, ne jî te tu delîlên lîngûîstîkî dane me. Her du awa jî ne tiÅ¡tekî ku meriv pir xwe pê biêÅ¡îne. Hebin jî dibin, tunebin jî. Wa ye me versîyonek jî ji te bihîst, heke têkeve serê me em ê bikar bînin û ewqas. Xaleke din ew ne mijara rêzimanê ye, ya hilbijartina peyvan e. Rêz û silav Mancel