BİR ANTLAŞMA; DÖRT İTTİHATCI BİR BOLŞEVİK
Bîşar Norşîn · 7 ay önce
Alixan Aras · 22.07.2005 · 2 görüntülenme
Ji Rojnameya Xebat
W: Aso Zagrosî
Do, roja 03.03.2005, serê sibê Hola Muzexana Folklorî li Duhokê, li jêr çavderîya birêz Samî Şoreş, Wezîrê Rewşenbîrî ê Hukumeta Herêma Kurdistanê û bi amadebûna birêzan Qadir Qaçax, berpirsê Liqê û Şîrîn Amedî, Sekretera Yekîtîya Afretên Kurdistanê û cîgirê Parêzgerê Duhokê û hejmarek rewşenbîr û nivîskar ji Duhok, Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Musil û ji Kurdistana Bakur di Festîvala Sadiq Bahadîn Amedî de beşdar bûn...
Di destpeka festîvalê de birêz Adil Hesen, rêvebirê rewşenbîrî û hunerî li Duhokê peyîva bixêrhatinê xwand û dîyar kir ku festîvalên vî rengî ên berdewam bên sazkirin ji bo rewşenbîr û hunermendan çi çûne ber dilovanîya xwedê an jî saxbin...
Paşe birêz Samî Şoreş, Wezîrê Rewşenbîrî peyîvek xwand û têda dakokî li ser kir ku, Wezareta Rewşenbîrî ê Hukumeta Herêma Kurdistanê berdewam dê piştevanîya çalakîyên vî rengî bike ji bo hemû rewşenbîran, ên ku xebat û xizmeta peyîva Kurdî kiriye û daxwaza serketinê ji bo bernamên festîvalê kir...
Piştî wî jî birêz Gurgîs Şilîmun, cîgirê Parêzgarê Duhokê peyîvek pêşkêş kir, têda bi navê kargêrîya parêzgehê destxweşî li Wezareta Rewşenbîrîyê û Rêvebirîya Rewşenbîrî li Duhokê kir ji bo encamdana festîvalên vî rengî ên rêzgirtinê.....
Paşe jî hunermend Cemal Mihemed Edîb, çend parçên mûzîqê bi amîrî kemanê jenîn....
Piştî hemû axivtinên xêrhatinê, Dr. Bedirxan Sindî, sermînarek li jêr navê " Sadiq Bahadîn, Kesayetî û Kartêkirin"ê pêşkêş kir û çend rûpelên zêrîn ji xebata rewşenbîrî û zimanvanî a xwedê jê razî Sadiq Bahadîn berçavkirin...
Her wisa demjimêr sê piştî nîvro, birêz Ebdulwahab Xalid Musa semînerek li jêr "Rendana Hizra Zimanvanî li nik Sadiq Bahadîn" pêşkêş kir.
Hez jî gotinê ye, îro(04.03.2005) di çarçoveya bernamên festîvalê de ev çalakîyana tên pêşkêş kirin..
Demjimêra 10'ê pêş nîvro Dr. Mesud Kitanî dê semînerekê li jêr navê "Alîyên Folklorî di Berhemên Sadiq Bahadîn Amêdî de" pêşkêş bike...
Her wisa demjimêr sêyê êvarê birêz Mihemed Abdullah Amêdî, dê semînarekê li jêr navê "Jîn û berhemên Sadiq Bahadîn Amêdî" pêşkêş bike.. Demjimêr çarê êvarê festîval temam dibe....
Henüz yorum yok — ilk yorumu siz yapın.