De paş stûyê xwe bixwirînin, li paş xwe nenêrin û bicehimin, herin...

Mancel · 25.06.2008 · 1 görüntülenme

[img]http://images.sportsline.com/u/photos/soccer/img10877543.jpg[/img]

Mala Xwedê sed caran ava be, sed şabaş jê re. Em vê gavê ji we xelas bûn.

De herin, hela binêrin bê çawa ye, tîmên din ji we xweştir dilîstin, lê we carê bi siûd û tesadufan di deqîqên, heta sanîyên dawî de, bi awakî maç didizîn.
Kesekî tiştek ji we û fûtbola we fahm nedikir. Lê me Kurdan û wekî din hindikahîyên netewî yên mexdûrên we baş didît û fahm dikir ku çawa pêla şovenîzm û faşîzma netewa we radibû.

De herin, îcar we çi anî serê tîmên din, vê carê Almanan eynî tişt anî serê we; qet xweş nelîstin, lê di deqîqa dawîyê de maç ji we dizîn û em ji we û vê pêla fûtbola we ya ku nijadperestîya we hildigirt, bi ser serê me de bilind dikir, xelas bûn.

De herin, ne oxir be ji we re, oxira we hebe jî ne ya xêrê be, dijminên hebûna me.
Ev gog e, lawê min, girover e, carekê jî bila di deqîqa dawî de bi we nekene.
Vê carê ne gog, lê bahoza nijadperestîya zarokên Kemal ji dîreg vegerîya
Bi hêvîya ku rojekê jî ji dîregê miletên rasteqîn ên Kurdistan, Anatolya û Trakyayê vegere.

De paş stûyê xwe bixwirînin, li paş xwe nenêrin û herin, bicehimin...
Sporê ji sporvanan re bihêlin da ku em jî bi kêfxweşî û bê fikarên nijadperestîyê temaşe bikin...

De biqeşitin, ew xwîna di damarên we de ku we digot qaşo “bi esil/asîl“ e, vê carê “qudreta ku hun mutacê wê bûn“ neda we, ne wisa?
Xem nexwin, esilê wê xerab e ji bo wê...

De herin, bicehimin, em çend maçên mayî bi kêfxweşî û bi aştî ji xwe re temaşe bikin.

Mancel

İlgili

Yorumlar (1)

berwarto · 18 yıl önce

Dema te xweş kek mancel, İşev lı qehweyek tırka mın temaşeya Tırk û Elemana kir. Elemanýan li paş ustîyê Tirka xist û Tirk ji cehinimîn û çûn.Li wederê wek min temeşewan hebun.Murîdên evdilkemal jî hebun û gelek li berxwe diketin.Ya herî mezin ew bu ku berxwekevtina Evdilkemalcîyan. Ez kêfxweşım û işev bi dilek xweş razım. De noş û can keko.

Mancel · 18 yıl önce

De em îşev bi dilekî xweş razên, kekê min, şev xweş, hêvî dikim em car caran wisa dengê te bi Kurdîya te ya şêrîn bibihîzin li vir. Mancel