BİR ANTLAŞMA; DÖRT İTTİHATCI BİR BOLŞEVİK
Bîşar Norşîn · 7 ay önce
Alixan Aras · 22.07.2005 · 2 görüntülenme
Daxuyaniya Çapemeniyê ya Fonda Çandî û Hunerî bo avakirina Tv.yonekê
an pêkanîna projeyeke bo Telvizyneke nüh.
FONDA ŞIVAN PERWER JI BO ÇAND Û HUNERA NAVNETEWÎ
û Komiteya birêvebirina GEL-AG
Di derheqê projeya 2003 2005 ji bo avakirina Fond u Tv kanalekê de, em xwe berpirsiyar dibinin ku raya giştiya gel di derbareyi kar û xizmet û bidesxistinên xwe de agadar bikin.
Projeya ji bo TV ya navnetewiya Kurd û damezirandina Fonda Çand û Hunerê bêtir ji bo xizmeta çand, huner, pirsgirêkên diroki, rojane û sosyal di bara jiyana gel û dewlemendkirin, pêşbazi û pêşvebirina hemu eymetên netewi li ser bingehek serzêdekirin rawestiya bû.
Di vê çarcewê de, hemkariya bi navê GEL-AG ji bo karê parmendiya(hisse senet) hemparî hate damezirandin. GEL-AG li gel Şivan Perwer bi coşeke mezin kete nava xizmeta gring, barekî giran rakir ser mil û li gelek welatên Ewrûpa civîn, konsert û cocktail(resepsiyon) amade kir. Li piştî van çalakî û livbaziyan, ji gelek deveran alikariya abori bi dest xist, lê mixabin ji ber zor têkûzî û astengiyan proja Tv hîn negihiştiye armancê, belê Fonda Çand û Hunerê bi serkeftin hat damezirandin.
Ev projeya giranbiha ya TV ya Navnetewiya Kurd hîn pêknehatîye û vê gâvê di navbera encamê de xizmeta bergihandinê berdewam dike. Hinek derfetên aborî bi dest xistiye û li gel GEL-AG tête parastin. Wek GEL-AG em herdem xwe li hemberê aligir, gel û parmendên xwe berpirsiyar dibînin.
Parek ji bidesthatina derfeta abori teslimi Fonda Muzik û Hunerê bû û ew jî îro di nava kapîtala Fondên Navnetewî de parastîye kû ji bo Fond fermi bidirûve, biryara kanûna bingehîye. Para dî jî weki me li jor got, di destê GEL-AG de ye.
GEL-AG alikari û piştgiriya parmendan bi awaki ronak û bawer diparêze û divê ta bighê armancê wê xizmeta giranbiha berdewam dike. Em herdem amadene gel, aligir û piştevanên xwe yên hêja li ser vê mijarê agahdar bikin.
Di vê barê de em xwe herdem berpirsiyar dibînin û ji gel û parmendên xwe pir spas dikin û alikarî û piştgiriya wan giranbiha dinirxînin.
Giessen. 30.Gulan 2005
FONDA ŞIVAN PERWER JI BO ÇAND Û HUNERA NAVNETEWÎ
û Komiteya birêvebirina GEL-AG
Henüz yorum yok — ilk yorumu siz yapın.