ABDULLAH GÜL’ÜN „KAYSERİLİ“ ATASI ŞÊX ÎBRAHÎM HUSEYÎN SÎWASÎ KÜRD OLMASIN?
Aso Zagrosi · 2 yıl önce
A. Bedirxan · 24.04.2010 · 1 görüntülenme
Kemal Burkay bi bîranînên xwe dixwaze paşeroja me gemar bike û pêşeroja me şolî bike
Sekreterê Giştî yê PSK yê Kevn Kemal Burkay, di pirtûka xwe ya bi navê “Anilar-Belgeler“ (Bîranîn-Belge) (cilda 2.) de, pirsgirêkên sîyasî û rêxistinî ku di demên berê de hatine jîyîn, bi lênerîn û ezmûnên bi tûmî şaş carek din tîne rojevê. Piranîya her rêxistin, partî û hema çi bigire kadirên di her qonaxê de, ku di 40 salên dawîn de, di demajoya tekoşîna demokratîk a neteweyî de cîhgirtine û keda xwe dane, di vê pirtûkê de lênerîn û ezmûnên şaş ku bi awakî wan yan jî rêxistinên têde cîhgirtine têkildar dike dibîne.
Wekîdin her xwendevan, cîhana raman û rewşa derûnî ya Kemal Burkay ku bi şêweyên cuda rûdidin, bi hêsanî kare bibîne. Di vê pirtûkê de, xwe di navenda hertiştî de dîtin, rastî û serfirazî para xwe, lê şaşî û kêmanî para wekîdin rêdan, li kesên din ji jor de nerin, wan biçûk dîtin û hertim wan xerab rêdan û avêtina wan, lênerînek bi rik û nefret serwer e. Wek mînak, piranîya kadirên avakar û rêvebirên partîya xwe “ji tiştekî re nabin“, “kêrnehatî“, “tirole“, “zexel“, “dizek“, “lumpen“, “komplokarî“, “bendparêzî“, “mizawir“, “tirsonek“ û heya ku “xayin“, “kujer“ û hwd bi nav dike. Lê ya ecêb, gava Burkay hevalên xwe werê rêdide, weke ji bîrkiriye ku ew serokê wan e. Burkay bi vê helwesta xwe, ji cîlên nû re dibe mînakek xerab û ji wan re mîratek neyênî dihêle.
K. Burkay di pirtûka xwe de, ne tenê êrîşî hevalên xwe û yeko yeko mirovan dike, li hemberî rêxistinên Kurdistanî û kadirên wan yên di vê demajoyê de cîhgirtine jî, di nava helwest û bêîzanîyek bi tûmî mandelkar û êrîşkar de ye. Helwesta wî bi tûmî dilşikên e û şêwaza wî mirov diêşîne. Di helwest û şêwaza wî de bi çûkxistin heye û vacek kêmdîtin serwer e. Li hemberî kevne heval û dostên xwe çepê tirk jî kubartir û naziktir tevdigere. Heya xwendevan di ziman, şêwaz û vac wî de dibîne ku kevnedostên xwe mezin dike. Vê helwesta Burkay ya dualî, helbet sebebê wê ya xwedîyê bingeha dîrokî heye. Wî ji serî de, di warê ku Tirkîyeyî ye, yan Kurdistanî ye hilbijartinek zelal rêneda, tim di navbênê de ma, di hemû jîyana xwe de teorîya vêya kir. Xwendevan di pirtûkê de, hîna şopên vêya û rewşa dunya derûnîya wî ya hundirî ku dabeş bûye dibîne.
Piştî tevgera berxwedana neteweyî ya Dêrsimê di 1938 de têkçû, li Bakurê Kurdistanê demek dirêj bêdengî çêbû. Di serê salên 1960 an de, pêlek nû ya livbazîyê xwe rêdide, demajoyek vejînê ji nû de destpêdikir. Partîya Demokrata Kurdistan – Tirkîye ku di 1965 an avabû, di dema nû de destpêka rêxistinîya sîyasî ya pêşî bû. Piştî avabûna PDK-T, em dibînin ku di serî de li Stenbol, Enkara û Amedê, li gelek deverên Tirkîye û Kurdistanê Ocaxên Çandî yên Şoreşgerên Rojhilat (DDKO) avabûn. Ji 1960 heta serê 1970 potansîyelek mezin ya welatperwerên Kurd çêdibe. Di pêkhatina vê potansîyela welatperwer de û heta 1975 an, em Kemal Burkay nabînin. Di vê heyamê de Burkay bi kevnedostên xwe re ye; ew hêza xwe ji bo “TIP“ (Partîya Karkerên Tirkî) ê bikartîne. Balkêş e Burkay, di Bîranîn`ên xwe de, him di cilda yekê û him jî di ya dudoyan de, vê demajoyê nabîne. Naxwaze, ji dervî xwe hebûna rêxistin û partîyên din yên ku di vê demajoya zahmetkêş, kadirên wan yên mîna ku bîrê bi derzîyê bikolin, di nava lêgerînek bi sergêjanî de bûn, bi hezar zor û zahmetî ku di hewildanên birêxistinkirina gundî, karker, esnaf û ciwanên Kurd de bûn bibîne. Tu xwendevanê pir yan hindik ku hayê wî ji vê demajoyê heye, nikare çavê xwe ji mandelkirinek bi vî rengî re bigire. Gava K. Burkay bi kevnedostên xwe yên TIP û çepên Tirk re li ser Tirkîye û rizgarkirina Tirkîye teorî diberhimandin, gelê Kurd du lawê xwe yên fedekar mîna Seîd Elçî û Seîd Kirmizitoprak şehîd dida. Bi vê bûyera bextreş ve PDK-T ji du alîyan ve bêserî ma. Her ji bo çiye, him vana û di wê demê de, bûyerên din yên dîrokî ku li Kurdistanê diqewimîn û kesayetîyên girîng ne xwedîyê rûmetek ku di pirtûkê de cîh bistînin. Tuneye, çimkî Bîranîn di wê heyamê de, rûdanên girîng yê wê demê ku ji dervî wî pêkhatîye, bi vacek mandelkar nexwestîye bibîne.
Dewleta Komara Tirkîye, bi ajotina sîyaseta bişaftin û kedîkirinê, bandora ku li ser Kurdan hîştîye tê zanîn, kesayetîyên sîyasî ku di bin bandora vê sîyasetê de mane jî kêm zêde tên naskirin. Şopa ku vê sîyaseta li ser kesayetîyên Kurd hîştîye, çi bigire rewşek xerakir derxistîye holê. Loma mejîyên gelek şexsîyetên Kurd çi bigire hatîye dîlkirin. Hinek bi derengî be jî, hinekên li vêya hayîbûbin jî, di warê mejî de, dîwarên stûr yên esaretê ku mêtinkaran di serê wan de bicîhkirîye, bi temamî hilneweşandine. Di encama vêya de rêxistinîyên ku di pratîkê de sazkirine, di warê raman û armancan de herdem seqet mane. Çimkî lingekî van rêxistinîyan Kurdistanî ye, yê din jî li metropolên mêtinkaran maye û qetandina ramiyarî ya ji mêtinkaran bi temamî pêkneanîne. Hîna ji dema Îttîhat-Terakkî û heta niha gelek mînakên vêya hene.
Burkay, çima naxwaze bibîne ku ji ber temen û ezmûna xwe, ji berpirsên rêxistinên din bêtir berpirsîyar e? Her xwendevanê ku pirtûka wî dixwîne, bêşik pêwîstî bi bîranîna vêya tîne. Baş e, niha ciyê K. Burkay û partîya wî li ku ye? Ger armanc rizgarîya Kurdistan û neteweya Kurd be, wê gavê ya zêde rexnedike û dibê, ew rêxistin “tunebûn“, “belavbûn“, “ji wan zere nema“, dîsa, ji wan kadirên ku biçûk dibîne û heqaretê li wan dike cudatir Burkay û partîya wî çi kirîye? Gelek biçûkbe jî, armancek zelal û vekirî jî tunebe, “bila hebe lê ya min be!“ Binêre, vaca Kemal hemû vêya bûye. Bêşik, ji têkçûna ku çêbû, her rêxistinê para xwe girt. Helbet rêvebirên hemû rêxistinan ji vêya berpirsîyar e. Lê berpirsîyarîya Burkay`ê ku xwe xwedîyê mîsyonek mezin dibîne, ji ya herkesî ne girantir e?
Burkay, dîroka me ya sîyasî ya 40 salên dawîn û mirovên di vêya de cîh sitendine, bi şêwazekî li gorî cîhna ramanê xwe şîrove dike, rastîyên pêkhatîye berevacî dike û agedarîyek şaş dide cîlên pêşerojê. Di pirtûka xwe de bi vê şêwazê, tenê şaşîyên mezin rênade, ew hişê cîlên pêşerojê jî tevlîhev dike, dixwaze civatê bi giştî bixapîne. Di vê xalê de, gîyanê şehîdên me yên pîroz ku li hemberî sîyaseta zordarîya mêtikaran ku li welatê me pêkdihat, bi xîret berxwedan û jîyana xwe ji destdan jî diare! Bi K. Burkay re “nan û xwê“ jî tuneye. Xwendevan di pirtûka wî de zerekî vêya jî nabîne. Berxwedanên li zîndanê yên hevalên wî ku jê veqetîyabûn, wek “jest“ û “pêşandanê“ artîstîk ravedike. Dîsa K. Burkay, li hemberî kadirên mîna Zekî Adsiz ku ji partîya wî veqetîyan û rêxistinek din avakirin kîn û nefreta xwe vedirşe, ji kadirên wek Ûrfan Alpaslan re ku veqetîyan û di rêxistinên din de cîgirtin û di tekoşîna rizgarîya gel de şehîd ketin dibê, “heder bûn“, bê çiqas bêwefa ye, mûhakemak çiqas seqet û şaş dajo li alîkî, ji alî din ve çiqas bûye hêsîrê xwedbînîya xwe rêdide. Ast û vatinîya wan çi dibe bila bibe, ji kîjan rêxistin û partîyê dibe bila bibe, her mirovên keda wan di doza rizgarîya Kurd û Kurdistan de hebe, îşkence dîtibe, şehîd bûbe, rûmeta hevbeş ya vî gelî û ya me tevan e. Divê em li tevan xwedî derên. Di kesayetîya Necmettîn Buyukkaya, Ûrfan Alpaslan, Mehmet Urun, Yilmaz Demîr, Îbrahîm Ulug, Ferhat Kurtay û gîyanên pîroz yên bi sedan û hezaran qahremanên bênav bi vê sebebê em li vê derê carek din bi rûmet bi bîrtînin. Di zîndana Amedê de ji TKSP Yilmaz Demîr; “yên ji bo azadîyê şer nekin, ji wan re nayê gotin azadîxwaz!“ got û şehîd bû, şehîdê me tevan e. Di zîndana Amedê de, yê gava bêhna xwe ya dawîn sitend jî “Bimre mêtinkarî! Bimre emperyalîzm! Bimre dîktatorîya Faşîst! Bijî serxwebûna Kurdistan!“ got qahremanê PDK-T-KUK Îbrahîm Ulug (Mele Brahîm`ê Dêrikî) şehîdê me tevan e. Dîsa di zîndana Amedê de ji bo riswakirina zordarî û îşkenceyên hovane yên dîktatorîya faşîst-leşkerî ya mêtinkar Ferhat Kurtay û hevalên xwe ku xwe şewitand, şehîdê me tevan e. Vana û gelekên qahremanên wek wan lawên gel yên ku şehîd bûne.
Şik tuneye ku em û bi giştî gelê me, gîyanê şehîdên me yên pîroz ku bi berxwedan jîyana xwe dane bi rûmet bi bîrtînin, em cîyê wan yê di dîrokê de dibînin, di vê mijarê de yên nikarîbûne bi serbilindî û rûyekî sipî berxwebidin ku radestbûne wê bi şermezarî bên yadkirin. Dîsa em û gelê xwe, li hemberî zordarîya mêtinkaran berxwedane û karîbûne li pêya bimîne wan wek dîlaweran dibîrtînin.
Pirtûka Burkay ya bi navê “Anilar-Belgeler“, him rêxistinên di wê demê de hebûn û jîyana xwe ya sîyasî berdewam nakin, him jî kadirên sereke ku di serî de di paratîya wî de cîh digirtin, di wê demê de kadirên rêxistinên din ku vatinî û berpirsîyarîyên girîng hilgirtibûn nîşan digire, bi helwestek mandelkar, sûcdarkirinên bêasas, şîrovên qestî, îthamên biçûkxistin û tije heqaret û hwd. tijeye. Heta ku Burkay, di pirtûka xwe de, bi armanca ku îro jî kadiran li hember hev bi karbîne, bi vegotinên ji vêya re xizmetê dike, dixwaze mirovan bera hev bide. Loma wê demê gelek kadirên rêvebir yên di astên cûda ku di rêxistinên cudareng de kardikirin, him wek rêxistin û him jî wek kes pêwîstîya bersîfa vana dibîne. Bêşik ev mafek e û berpirsîyarîyek e. Beşekî jixwe ji niha de bersîf daye, beşek jî di amadeyîya vêya de ye, beşek jî di lêgerîna vêya de ye. Lê îmkanê herkesî tuneye ku bersîfa tiştên ku di pirtûka “Anilar-Belgeler“ de hatîye nivîsandin bi hûrgilî bide. Îmzeya hinekên ku di vê daxwîyanîyê de heye, belkî jî pêşde di çerçoveyek firehtir pêwîstîya bersîvdanê bibîne.
Em yên di vê çerçoveyê de difikirin ku îmzeya me li jêr heye, li rûmetên xwe yên hevbeş ku girêdana bi derbasbûna xwe xwedî dertên, pêwîstîya vatinî û berpirsîyarîya li hemberî pêşeroja xwe û cîlên nû, em vê daxwîyanîyê pêşkêşî rayagiştî ya welatperwer dikin û em hêvî dikin kû yên di vê bawerîyê de ne jî vê daxwuyanîyê îmze bikin.
http://rojakurd.blogeiland.nl/shoutbox.php
İmzekir:
A.Baki Adsız, Aytaç Bazencir, Azize Aymaz, Bakiye Sefali, Baran Boskan, Berçem Sefali, Beriwan Aymaz, Cahide Özkök, Cano Amedî, Cevdet Bucuka, Çeto Omerî, Dilşan Bazencir, Serdar Sefali, Fatma Adsız, Ferhat Amedî, Ferhat Baran, Fevzi Bazencir, Filinta Adsız, H. Yurtsever, Hikmet Kuran, Hozanê Qamîşlo, Hüseyin Cici, K. Newroz, Kadir Emsiz, Kenan Fani Doğan, Kenan Baran, Lokman Polat, Mahmut Küçüköner, Mehmet Kocak, Onur Sefali, Ozan Dilbixwîn, Ömer Xelikî, Qedrî Lalanî, Rifat Eroglu, Rifat Sefali, Rojbin Adsız, Sait Aymaz, Sefik Çakırgöz, Selim Murat, Serhat Aymaz, Sıddık Bozarslan, Sidar Sefalı, Sipan, Şadiye Adsız, Şervan Adsız, Şeyhmus Ceylan, Xalıt Bazencir, Xidir Uso, Yahya Kaplan, Yemen, Z. Xebat
Aso Zagrosi · 2 yıl önce
Aso Zagrosi · 3 yıl önce
Brahim Ziravav · 4 yıl önce
Brahim Ziravav · 6 yıl önce
Henüz yorum yok — ilk yorumu siz yapın.