ABDULLAH GÜL’ÜN „KAYSERİLİ“ ATASI ŞÊX ÎBRAHÎM HUSEYÎN SÎWASÎ KÜRD OLMASIN?
Aso Zagrosi · 2 yıl önce
01.07.2008 · 1 görüntülenme
Xwendewanên hêja,
Camêr û ciwanikê forma Kurdîstanêre,
Bi rastî gelek carna min bixwe jî bi zimanê tirkî dinivisî.Ji bo nivisên dirêj zahmete ku mirov bixwîne û bigehîş e.Lê zimanê gengeşîye dibe ku bi kurdî be.
Kin tê girtin û alozî jî peyda nabe.Qal û qir jî çênabe,lovma ez bixwe wek bîryarek dikarim bejim ku ez carek din bi tirkî nenivîsînim.Brayêk nagehîşin fêr bin,ez ji wana lêborîn dixwazim.
Helwesta xwe li ser bingehîya tirkî danaynim.
Zimanê kurdî hebun e û rumet e.
Ez vî rumetê naxînim.
Dema we xweş.
Her bîjît zimanê kurdî.
Aso Zagrosi · 2 yıl önce
Aso Zagrosi · 3 yıl önce
Brahim Ziravav · 4 yıl önce
Brahim Ziravav · 6 yıl önce
diyar amed · 18 yıl önce
ewar ba$ kek berwarto bi rasti gotinete xwe$in bele girtina biryareki wusa gora ditinamin pir zuye heger birayeki kurdi zimane kurdinizane u bi tirki nivisi teji ditki peviste bersiveki binivisi dibet mirov hinek fireh bifikire biryareki wusa pi$te piroziya $ore$a kurdistan gelek giringe wi deme eweku nizanibe zimane kurdi divet di dewaire u karxane kurdistane kar ji wanra qedexe bit.gellek birayeme zaza hene nikarin bi kurdi binivisin divi demeda zimane tirki em bikarbinin jibo me ne kemasiye her ziman miroveke ziman zanebun gelek cihada mirova ra faydeye ne zerare.ez kurdi .erebi .turki. farisi.almani. xwe$ dizanim fransi u ingiliziji.hinek dizanim.bo insaneku bixwazin bi zimane kurdi binivisin jibonawan hurmet u rez digrim.hevidarim di daxwaz u armancaxwede pirozbin. bowe hemuya silav u hurmet .biminin xwe$iyeda.
Berwarto · 18 yıl önce
Kek Dîyar, Di nivîsa xwede tu tînî ziman ku bîryar min zu hatîye girtin. Wellahî bra em dereng ketinin.Kar û barê me bi nivîsa tirkî xizmeta zimanê tirkî ye. Ger di warê kêmasîyadaye, dibe ku em kêmasîyen xwe çareserkin. Gelo çima zu ye.?Em di her qonaxê de dereng ketinin.Bê waxtîya mezin ewe ku em derengîya xwe bibînin.Bila zaza bi zazaki,her devok bi kar were. Zimanê axaftinê û gengeşîye em dikarin bi kurdî bişopînin.Di vîya de qusur nîn e. Silav û dem xweş. Ez lı ser navê xwe tînim ziman ku ez bi kurdî beşdarbım.
bedirxan · 18 yıl önce
Birez kek berwarto Rast dibeji.Zimane me hebûna me ye. Bi kurdi nivsandine tengasiyen min gelekin.Bele ez soz didim te ez ji bi tirki nanivsinim. Eger ve kemasiyen min hunun ziman ez keyf xwes dibim. Silav û rez keke ye heja.
Memyan · 18 yıl önce
Dest xweş kek Berwarto!! Ziman hebune netewî ye, divê her netew berî hertiştî zimanê xwe bikar bîne! em Kurd jî devê, em bi zimanê xwe bi axivin u binivîsînin. silav rez
Berwarto · 18 yıl önce
Kek Bedirxan, Wey tu her bîjît.Kemasîyên te ser sera ser çava.Ne pir grîng e.Ewê hedî bi hedî ava be. Bi nîvîsandina kurdî tu yê kêmasîyên xwe çareser bikî.Bi kurtî dest pê bike ewê serrast be.Ez jî qasê ku bizanibim arîkarîya bira yê xwe bikim. Ne meseleyek grînge, kemasî yê me hemuya he ye.Lê dibe ku em arîkarîya hev jî bikin.Ji min soza mêrê berê. Gel silav û rêz ji min. Her bîjît brayê Bedeirxan,hezar car bîjît bi zimanê bav û kalan.