Siyaset

BIHARA RES/ helbest Helecpce

Alixan Aras · 22.07.2005 · 2 görüntülenme

Bihara Reş

Hemîfeslê me vek hev tên
Ne başîtî , xirabî

Bihar hat û me hîvî bû
Zevî şînbe

Kulîlkê me dev bi ken bin
Deşt û dera

Çêlik bête naw hêlînê
Derdê xwera

Ew biketin baveşînê
Cûckê xwe ra

Verzêr dû av û zevyê bû
Biket genim

Bikete bax,bike bêstan
Bo zarûkan

Vê bihara xweş û rengîn
Binişkêda

Esmanê saf me bû tarî
Bû guregur

Ne bokesê feqet me ra
Bû mij,dûman

Bû mijekî gelik nexweş
Li kurdan re

Me rêşandin jehra semî
Ji Helebcê

Gêr û hêr bûn zarûkê me
Piçûkê me

Li medrise , zanîngehan
Ser kitêban

Bo hemêşe çon xewêde
Çon biheştê

Çon asman nav istêra
Bo hemêşe

Naw hewala naw hogira
Bûne şehîd

Naw landik û qundaxade
Dixendiqîn

Paxla daykan de disotin
Nedgirîn

Dayk û landik pevre sotin
Bi kîmyavî

Tewav gulê gulistanê vê biharê
Per per kirin

Mêr û jinê vî welatî danîn qebra
Deste cemiî

Bûne qiddîs bûne melek
Li dîrokê

Nav asmanê dilê mede
Bûn sitare

Bê deb û resm bêkifn û kes
Bê ser sida

Danîn qebra bi têkilî
Bi bêdilî

Naçin li bîra me tucar
Ev karivan

Hemêşe li vê heywa buhar
Me dibe girîn

Rondik li çavan têne xwar
Bê ixtîyar

Dinyayê hêç guh pê neda
Mal şevitîn

Yêk kir sered yêk kir bêjîng
Dinya bû ker

Dujminê me mehkûm nebû
Vî heq hebû

Van kanîyê neftê hebûn
Van genc hebû

Van top hebûn tifeng hebûn
Zor qevi bûn

Ew qatil û tawanbar bûn
Hizra mede

Ne li Imrîka û Firense re
Bi hizra van

Em canî û tawanbar bûn
Terorîst bûn

Kurdê ezîz me tu caran
Bihar nebû

Ema bizane visa nabe
Der dê webe

Bihar dêbêt dêbibe sayî
Şew dê here

Seyid Feysel Moctevî
9.9.2004 Senendec
Helbest : Nû

mojtavy@hotmail.com

İlgili

Yorumlar (0)

Henüz yorum yok — ilk yorumu siz yapın.