Siyaset

BEXTRESÎ

Alixan Aras · 22.07.2005 · 2 görüntülenme

BEXTRESÎ

ji hemdê xwe derket
bayê sibeh
hunikîya êvarê.

ewrên res ku
di ser cîyayên mede radigirt
dibu tifaq.

ji bê hemdîyebu barê ku werdigerîya
di binda qudim
per u baskên ku skestî
diket bêhalîyê.

Dosdibu
serî lê digerand dîsa
jîyan a ku bi sond
bi qesem
disopîya.

Heramî bu
ziman ji dev hati bu ghirtin
ghotin wenda
mejo belayî
xwe nediparast.

bê hewes dimesîya
bê kêf radiza
sevên tarî
ked u emegên ku vala cubu
dima.

li ser hêla cepê derewîn
li ser hêla rastê birîndar
nedilivîya .

pisk a resêsê diwesand
dem dereng
sewt sivik bu.

rêwîyê cîya u banîya bu
qudim ku vebe rê u ribar kin dibu

Birînên xwe di kewda
Hesreta xwe di dilda vesart
Berbanga sibeh bu
Di serde gûleyên resêsê dibarîya
Ê romê bun.

İlgili

Yorumlar (0)

Henüz yorum yok — ilk yorumu siz yapın.