Berjewendîyên Me Li Gel Kîye… ?

Rojhat Badikî · 11.05.2017 · 2 görüntülenme

Berjewendîyên Me Li Gel Kîye… ?

26 salê kû li Bashurê Kurdistan hêzek yekgirtu u netewî tune ye. Li gor amarên Wezareta (  Wezareta bê wezîr ) Pêşmergeyên Kurdistan bi navê 432 hezar  muçe distînin lê ;  45 hezar Pêşmerge girêdayê Wezareta Pêşmerge ye. Pêşmergeyên din gîrêda yê PDK u YNK’ ye u ferman ji desthilatdarên van partîyan digrin.

 

26 sale kû deshilatdarên Bashurê Kurdistan ji bo damezrandina hêzek yekgirtu u netewî gav navêtên, asteng derxistên.

 

Ev demek dur u dirêje kû pispor u şêwirmandên leşkerî ên hevpeymanan li Bashure Kurdistan ji bo damezrandina leşkerek yekgirtu u netewi xebat dikin. Dema amadekirina  rapor u projeyan rastî gelek çewtîya hatin.  Ji bo ji nukirin-reform rêkxistina Pêshmergeyên Kurdistan u dur li bandora partîyan : projeyek pêşnîyaran kû ji 35 xal pêkhatîya pêşkeşê deshilatdarên Bashurê Kurdistan kirin.

 

Ji bo bêser u berbun ji holê rabe, ji bo hêzek netewî u nujen , ev gav ; gavek erênî u gelek bashe. Pêwîste deshêlatdarên Bashurê Kurdistan ji van derfetan sud wergirin…

 

Niha Dewletên Yekgirtu ( USA) bi biryarek fermî pedawîstên sher- çek u teqemenî didin hêzên Rojavayên Kurdistan. Ev buyer ; di dîroka Xebata rizgarxwazîya gelê Kurdistan da, buyerek yekeme zalhêzek wek USA bi fermî çek dide  Shervanên Kurdistan.

 

Min çend car di gotarên xwe da li ser vê pêvajoyê sekinîm u min got : Hatina terorîstên Dewlata Islamî u Pishgirîya dewleta dagirker a Tirk`a derfetek zêrîne ji serxwebun azadîya Kurdistan ; pewîste rêber u rêkxistên Kurdistan bi bernameyek rêk u pêk pêshwazî li vê derfetên zêrîn bikin.

 

Hinek dîtin heye kû dibêjin USA u dewletên hevpeyman j ibo berjewendîyên alîkarî u pishtgirî didin Kurda… Raste hîç dewletek bibê berjewendî alîkarî nadin…. ! Lê dema berjewendîyên hêzên zalhêzan li gel berjewendîyên netewa Kurdistan yekbigre….ji bo çi em bijên na… ?

 

Tishtek zelal u ronîye : Hevpeymanî u berjevendî ; du brayên cêvîne…nefer an dewlet bê berjewendî xêrxwazî li kesî nakin. Îro berjewendîyên me u dewletên zalhêzên dunyayê yekdigrin u ev dewletên zalhêz dixawazên nexsheya rojehelata navên biguherînin.

 

Di nav van buyeran da pirsek girîng tê holê Kî sudmend u kî zerarmendê guhertina nexsheya rojhelata navîn dibin ?

 

Dîyare dewletên dagirker naxwazin nexsheya rojhelata navîn bê guhertin, sinur ji holê rabin.. Guhertina nexsheya rojhelata navîn ; têkçuna rewsha dewletên dagirker u damezrandina dewletên nu ye..

 

Berjewendîyên xelkên Kurdistan di guhertina nexsheya Rojhilata navînda ye. Divir da berjewendîyên me u ên dewletên zalhêzên dunya yekdigre.

 

Pêwîste Gelê Kurdistan  u bi taybetî serkirdên Kurda vê rewsha nu bidin berçavên xwe u têklatîyên xwe li gel dewletên dagirker li bin çav derbasbikin. Rêyek din tune. Îro berjewendîyên zalhêzên dunyayê u dewletên dagirkerên Tirk u Faris di yek cih da naçin u nakokên ; Hêz u Serkirdên Kurda yan xemgîrê berjewendîyên xwe bin u nakokîyên navxo bînin ser mizê projeyek netewî amade bikin u li gel dewletên zalhêzên dunyayê herên nav bereyek yan bidin pashkoyê dewletên Dagirker.

 

Rêye yekem serxwebun u azadîya Kurdistane, Rêya duhem ; rêya bindestî u koletîye…. !

 

Rojhat Badikî

 

 

İlgili

Yorumlar (0)

Henüz yorum yok — ilk yorumu siz yapın.