BİR ANTLAŞMA; DÖRT İTTİHATCI BİR BOLŞEVİK
Bîşar Norşîn · 7 ay önce
Alixan Aras · 22.07.2005 · 2 görüntülenme
11-05-2005
Kî re çi...ez dıxwazim tev li dîrokê bipeyîvim.Dixwazim gilî yên xwe dîrokê re bikim.Ji ber ku dîrok rast e..Ji ber ku bê dîrokî derew e.Banga
Dilên ku pelax bune nakim.Banga kes yên ku warê siyasetêde kirêjin û qirêjî yên xwe hewl didin ku wek paqijî nîşan bidin kes yên ku bi dîrokê dileyzin û tu car guh nadin dîrokêkes yên ku carna ken dikeve dîrokê u hinek bikene, ew bi deq û leystikan astengî dikin rêya dîrokê..Yên ku ji bo serrastîya dîroka me ya netewî, çi pêvîst e nakin, bi gor daxwazî yên xwe dikinyên ku pir diaxifin û destên xwe nakin bin kevirekîEz banga wan nakim
Ez wesîyame.
Ez li dubaretîyande wesîyame.. Wek belavokên ku ba û baranande wenda dibe..Wek agahdarî yên ku kolanande dikeve bin lingan..wek nakokî yên ku ka tu dibêjî ji bo ne çarreserîyê henin.Wek stran yên ku nayê guhdarî kirin.Wek dapîr a min a reben ku jîyana xwe de zikê me têr dikir û me zarok û nêvî yên wê, dema mirina wê de ne, pişta mirina wê de hêjatîya wê fem kir.Ez bi xwe wê demê dapira xwe gerîyam gerîyam..Ew êdî tune û ez vala wesîyam gera xwe de
Îcar hun dizanin çı qewimî gelê dar û kevirê welatê min? Ez we re dibêjimdapîra min li kurdistana başurde serê xwe bilind kirli wir de naw pelên dîrokê de kenîya..Lewra ku ez banga dîrokê dikim..Ji ber ku dîrok me re başurde keniya.Ala me ya netewî li başurde bilind kir û berbanga me germ kir.Ewrên reş û tarî yên serê me, li başurde qelişand.
Ez ji kar û barên vala de wesîyame...gotin û peyîvên vala de....
Ew gotinên ku tenê ji bo gotinan hene...ew gengeşî yên ku tenê ji bo gengeşî hene..Ew sîyasetmedarên kurdistan yên ku rohanîya dîroka me ya başur fem nakin an jî naxwazin fem bikin...ez dev li wan ber didim..serê xwe da tînim ser germîya başûr u dilê xwe li bin ala netewî de dişom.Jı ber ku ew pîrozbahî a min e, ji ber ku sedema ser û bin buyîna me, çerixandina dîroka meye..ji ber ku başur de dîroka me pişta xwe li erd de bilind kir û xwe rast kir..
Ma doza netewayî çîye ?doza azadî çi bu? Ala netewîya me ku îro başurde bilind e, em ger ku we neparezînin, edî em çi bikin?bila xwezila bakur u rojhilat de jî ew ala me bilin ba...xwe bîr nekin, dîroka me u ala me, li başurde ketîye rê u li ber bakur û rojhilat dimêşe.Hun dizanin ala me li başurde were xwar çi dibe?sed sal rukenîya dîroka me xwe bîr bikin...
Ez wesîyame...ez kar û barên vala de wesame..ez banga dîrokê dikim..ew dîroka me ya ku hinek li başur de ken ketîye ruh û ruye wê.
Xwe kurdistan de fireh bike dîrok..
Ka min re bibêje ez çi û çawa bikim? Ka bibêje ez çawa ew ronahîya te biparezînim?
Ilhami Sertkaya
Henüz yorum yok — ilk yorumu siz yapın.