ABDULLAH GÜL’ÜN „KAYSERİLİ“ ATASI ŞÊX ÎBRAHÎM HUSEYÎN SÎWASÎ KÜRD OLMASIN?
Aso Zagrosi · 2 yıl önce
SERDAR ROŞAN · 03.10.2009 · 1 görüntülenme
» Abdulmelîk Firat
şêxê min çû
mîrê min çû
ava feratê diçe
piçûkekî dusalî mîrê min e
li vagona tirkan surgûn e
ji xinûsê surgûnê gundekî tirkan e
mîrê min nevîyê şêxê mezin e
li dîyarbekirê ew dilciwan e
bi serbilindî li ber sêdara guran e
giregirên wan rêz bûne
li bendî xatirxwestina dilpola ne
şêxê min xortekî ciwan e
dibêje
nevîyên me
dê bigirin heyfa me di zeman e
mîrê min hîn piçûk e, dilzîz e
li ber malê dilîze
trên diheje
vagon diheje
rê dûr e
sar e
bazekî ji pacê dixuye bi wêne
mîrê min dikene
dibêje
binere bazekî dayê
gelo niha em li kû ne li ber vê bayê
trên diçe
ber bi xerîbîyê diçe
rê dûr e
mîrê min hûr e
mîrê min xewnek dibîne
li xewnê baz dibîne
mîrê min xatir xwest duhî
got
wext e
lazim e
ez êdî herim sehî
bi edeb û fikir bû
bêrîya bazê xwe kiribû
li ba bazê xwe ye niha
li rex baz difire li tenha
bi hev re li milkê xwe dinerin
bi hev re li milkê me dinerin
şêxê min xatir xwest
mîrê min xatir xwest
zarokekî piçûk
li ber malê dilîze
trên diheje
vagon diheje
ber bi xerîbîyê diçe
ava feratê diçe
-----------------------------------
Nivîskar: SERDAR ROŞAN rosan21@nefel.com
Nefel
Aso Zagrosi · 2 yıl önce
Aso Zagrosi · 3 yıl önce
Brahim Ziravav · 4 yıl önce
Brahim Ziravav · 6 yıl önce
Anonymous · 16 yıl önce
Aferin iste boyle yaz. Kurt aydin ve demokratik hareketi yoktur falan fistan turk sovenlerinin sozlerine kanmistiniz ve gozukapali turk sosyal sovenlerinin ardindan gidiyordunuz. Nihayet gerceginizi kavradiniz her ne kadar gecte olsa. Umarim bir daha ayni hataya dusmezsiniz. Weysi