3 kürd savas pilotu oldu-PNA

Nemirdani · 02.02.2010 · 1 görüntülenme

Kurdistanî - SÊ KURD BÛN FIRROKEVANÊN CENGÊ 2-Feb-10 [10:51]
PNA – Piştî nemana rejîma berê ya Iraqê – rejîma Be`sê – xoleka firrokevanîyê hat vekirin û çend efseran beşdarî tê de kirin. Di evê xolê (korsê) de sê efserên kurd jî hebûn û bi awayekî serkevtî bûn firrokevan. Bê goman, ev firrokevanîya han jî ya firrokeyên cengê ye.

Li angora gotina ragirê koleja firrokevanîyê Elî Huseyn, di evê xolê de 17 efser beşdar bûbûn û di nava erk û rahînanê de, kar û çalakîyên mezin encam dane.

Elî Huseyn got: evan efseran di maweya (muddeta) salekê de, tenê firrokeya JetRanger dihajotin.. ev xola han a firrokevanîya cengê, yekemîn xola piştî nemana rejîma Seddam e.

Elî Huseyn weha jî got: ji nava ewan 17 efserên firrokevan, sê (03) firrokevên kurd hene.. evan efseran rahînanên xwe li ser nûtirîn corên firrokeyên cengê dîtine.. rahînanên wan di bareya gelek amîrên dinên asmanî jî de bûne.

İlgili

Yorumlar (0)

Henüz yorum yok — ilk yorumu siz yapın.