بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Hilbijartinên Başurê Kurdistan u PÊŞEROJA kurdistan-3 u Dumahî

Ger, PDK-GORRAN-YNK-YEKGIRTU u KOMEL, karibin, li ser esasên bingehî koalîsyona netewî li ser bernamekî hawbesh, hikumeta nu damezrînên, ji bo serdemê niha gelek bashe. Pêkva li gel yek, karin li dijî Baxda u pirsgirêkên navnetevî u li dijî zext u xwesepandina Tirkîye u Îran derkevîn. Pirgirêkên xwe yên navxo karibên bi rêya dîalog bi hevdîtina-çareser kin.

Ji bo PDK jî bashe ji ber :rêya çareserîyek vedibe ji bo, pirsgirêk u gîrûgiriftên li ser dêrijkirina serokatîya herêma Kurdistan u projeya destura Kurdistan. Herçika YNK, pishgirî da ji bo dêrijkirina serokatîya Berêz Mesud Barzanî, lê înshikak u dubendîyek mezin ket nav YNK. Li ser Projeya « destura herêma Kurdistan » jî nakokîyek mezin heye. Ji xeynê PDK, tu partî pishtgirî nadin u dixwazên, destnivîsa destura Kurdistan carek din wegere parlementoya Kurdistan u li ser wê projeyê carek din guftugo bikin.

U ji ber pir eger u buyeran, koalîsyona bi bernamekî hawbesh kû ji alîyê; PDK-GORRAN-YNK-YEKGIRTU u KOMAL bi pishtgirîya kêm netewên Kurdistan pêk bê, ez bawerim bashtirîn rê u bashtirîn çareserîyeke ji bo pirsgirêkên Kurdistan.

Rojhilata naverast u li gelek cîhan peshketênên gelek bash tên rojevê. Gelên bindest, mafên xwe ên netewî bidest dixin u li ser axa xwe azad u serbixwe dijîn. Mirov kare bi asanî bêje kû pêvajo u serdema, devletên li ser esasê netewî tên damezrandin dest pikirîye. Gelên katalon u basq pêshkeshîya vê serdemê dikên, devleta Filistin jî, li rêye. Heta niha xebat u planên PDK u YNK bêhtir li ser parastîna herêmin di bindestên van da bu, an ji bo berjevendîyên xwe kar dikirên. Koalîsyon, hikumeta hawbesh kare, ev xebatên tesk u herêmperest bishkêne u li ser astê yek perçeyê kar bike.

Lê astengên herî mezin li ber koalîsyonek hawbesh eve, gelo YNK u PDK bi rastî deshilatdarîyê li gel gel GORRAN-YEKGIRTU U KOMEL ra parve bikin ? Yan, ger GORRAN-KOMEL u YEKGIRTU beshdarîya hikumetê bibin, bi rastî karibên bivên-bibin shirîkê hikumetê ? Ji ber, GORRAN rexneyên tund, li PDK u YNK dikir u sher li dijî gendelî-bertêl ragihandibû. Ji alîyê din, daxwaza damezrandina hêz, sazî dezgehên netewî dikir u dixwaze, Pêshmerge, polîs, îstîxbarat u hêzen din ji bin bandora PDK u YNK derkeve u girêdayê hikumeta Kurdistan be. Ya din, ji bo pêkhatîna hikumeta nu, bi taybetî rola Tirkîye u Îran hikumeta Kurdistan çawa be ! çi bandor u zextek deynîn ser YNK u PDK !

Daxwanîyên vê davîyê, ên berêz Ashtî Hawramî derhekê Petrol u hevpeymanîya dewleta dagirker a Tirk gelek xetere ji pêsherôjê Kurdistan !

Van pirs u u hên gelek pirsên din min dike nav fikara, Ji ber xwest u realîta bashurê Kurdistan realîta me Kurdan, u cureyên-sheklên têklatîyên me u devleten dagirker, hinek ji hevdi durên ! Lê dîsa jî ez vê senaryoyê, senaryo ya pêkhatina ji YNK-PDK-KOMEL-YEKGIRTÛ u GORRAN jo hikumeta nu makûl dibînim ! Kare ji bo hinek astenga, bibe çareserî u gotara Kurd yekbixe.

Ji alî yê din, ji ber du herêmîya Bashurê Kurdistan senaryo ya pêk hatina hikumeta nu ji alîyê GORRAN-YNK-YEKGIRTU u KOMEL an PDK-KOMEL-YEKGIRTU u kotayên kêmneteve, durên ji realîteya Kurdistan u du herêmîya Bashurên Kurdistan.

Egerekî din a mezin jî heye kû PDK u YNK carek din pêkva Hikumeta nu avabikin. Ez bawerêm encamên vê gelek bash nabe ji bo doza Kurdistan. Ev xal, bandora dewletên dagirker Îran u Tirkîye, li ser Kurdistan zêdetir dike. Manîpûlasyona fifty-fifty, j ibo pêshketina civaka Kurd u demokrasî yê ne bashe ! li Bashur’e Kurdistan rewsha aborî diferansa yekhevîya nabeyna çîn u civak, mezintir dike, pirsgirêkin, social, aborî, kelturî pirtir dike.

1-Pirsgirêkên navnetevî :

Bi Kûrtayî :

1-Pirsgirêken li gel Baxda ;
a- Benda 140 an pirsgirêka Kerkuk u Musil kû dike % 40 axa bashurê Kurdistan hê wenegerîya ye, ser herêma Kurdistan.
b- Pirsgirêka Petrol u peymanîyên li gel shîrketên bîyanî.
c- Pirsgirêka Pêshmerge.
d- Bûtçe.
e-
2-Pirsgirêkên li gel Îran
3-Pirsgirêkên li gel Tirkîye
4-Pirsgirêkên li gel Emerîka
5-Lawazîa xebatên dîplomasî u karên lobî.

Pirsgirêkên Navxwo yî :

Her çika em egerên hemû têkçun u shikestina xebata u bizava Kurdistan, didin pal dijminên dagirker jî, lê li gor bîr u bawerîya min ; egerên serekî hêz u serkirdên Kurdistane, yanî serokatîya doza Kurdistan e. Hîç demek, serokatîya têkoshîna doza Kurdistan ne li gor astên, doza Kurdistan bun. Hemu dem, gelên Kurd u doza Kurdistan kirin qurbanê xwe ên berjewendîyên teng-tesk.

Niha li bashurê Kurdistan dewletek nîmçe-nîv serbixwo heye kû destkevtîyek mezine ji bo serxwebun u azadîya gelên Kurdistan. Lê mixabin li Bashurê Kurdistan.

Li Bashurê Kurdistan manîpûlasyonek mezin heye, jîyana ferd u civakê di bin çavdêrî-kontrol da ye, PDK u YNK, ji hemu varî da, kontrola jîyanê kirine bindestê xwe :

a- televizyon, rojname, kovar, yan direkt girêdayê PDK-YNK`ne yan jî indirekt bi rêyek din, din bin kontrola wanda ye.
b- Zextên PDK u YNK, li ser hêza sêyemîn a medya
c- Hêzên çekdar, wek pêshmerge, polîs, asayîsh girêdayê PDK u YNK`ye.
d- Du istîhbarata Kurdistan heye, yek dibin Kontrola Mesrur Barzani ya din di bin kontrola Bafêl Talabanî da ye. Istihbarata Kurdistan, girêdayê Malbata ye.
e- Serbixwe ya Sazîyên demokratîk u sivîl yan tune yan jî bi sheklekî, kirine bin kontrola xwe.
f- Desteya Dadgeha Bilind Serbixwe nîne.
g- li ser pirsgirêkên navxwe u navnetevî, gotara hawbesh-yekgirtî a hêzên Bashurê Kurdistan tune ye u her hêzek li gor berjevendîyên taybetî, li gel Tirkîye, Iran u devletên din têklatî datînên……hwd hwd.

Bu kûrtayî ; Hilbijartinên Bashurê Kurdistan (21.09.2013) derfetek mezin derxist holê ji bo pêsheroja Kurdistan. Ger hêzên Bashurê Kurdistan ji xeletîyên xwe ên kevn ders derxên-sud wergirên, ayîndeyê Gelê Kurdistan ronî u gesh dibe. Her çika, desthilatdarên Bashurê Kurdistan, ji Bashurê Rojavayê Kurdistan çend gav avêtên jî lê mixabên ne di astê, kû gelê Bashurê Kurdistan, çav li rê bu.

Ez hêvîdarêm, PDK bi taybetî Serokê herêma Bashurê Kurdistan Mesud Barzanî, polîtîkayên xwe ên li gel Tirkîye-AKP, carek din çavra derbaske u pishtgirî nede leyîstoka AKP-Apo. Têklatîyên li gel Tirkîye u Îran ne girtî u pîshtperde be, vekirî u li ser astê rêzgirtin u ne li dijî Bakur u Rojhilat be. Sînorek ji bo dagirkirina Tirkîye di alî aborî, çand u kelturî da deyne. Tirkîye bi rêya bazirganî u Cemeata Fethullah Gulen, Bashurê Kurdistan dagir dike.

Em bi hêvî ya hikumetek netewî çav li rêya Bashurê Kurdistanê

Serfirazî u serkeftên ji bo Gelê Kurdistan, sershorî tekçun jî ji bo dijminê Kurd u Kurdistan……

08.10.13

Rojhat Badikî

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.