بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Hilbijartinên Başurê Kurdistan u PÊŞEROJA KURDISTAN-1

Hilbijartinên Bashurê Kurdistan, her çika bi aramî xelas bu jî, lê roja pishtî hilbijartinan, gengeshe alozî dest pêkir. Ev alozî heta eshkerekirina encaman, ewê berdevam bike. Hemu kes li gor berjewendiyên, xwe encamên jilbijartinan shîrove bikin u xwe serkeftîyên hilbijartinan bidin nîshandan. Alîgirê PDK, serkeftina PDK heta % 52 derxistê li davî hatin li ser % 36- 37 da sekinîn. Lê teshtêk dîyare kû tû partîyek bir serê xwe nikare hikûmet avabike. Je ber vî, hikûmeta nu a herêma Kurdistan ewê li ser bingehê pir partî- li ser bigehên koalîyan were avakirin. Kî bi kîra hevalbendî bike ji bo koalîsyon hê zelal nîne. Helwesta Gorran ji bo beshdarbuna hikûmeta nu, pirsyarê nu bixwera tîne !

Ji ber nebuna sazîkî usa, em gelek tishtan hinda dikin u dikevên dafêkên dewleten dagirkeran u mixabin carna jî dibin bashko yên wan. Van buyeran jî ji ber nebuna civakekî rîsipî ya an nebuna sazîyekî hawbesh u neteweyî ye. Ger sazîyek me a netewevî hebuna, mirov dikarî bu bi asanî, pirsgirêkin xwe bi riya dan u stendin, bi riya guft u goh çareserî bikira..

Lê mixabin, herçika hilbijartin, serketî bi davî hat jî, hên pirsgirêkên mezin li benda çareserîyê ne. Bersîv u sheklê çareserkirina van pirsgirêka, kare, tesîrek-bandorek mezin li ser pêsherôja Kurdistan u gelê vî bileyze. Mirov kare van pirsgirêkan bi du shîva, di bin du benda da bi nav bike ;

1-Pirsgirêkin navxe.

2. Pirsgirênên navnetevî.

Berîya kû ez werîm ser van pirsgirêka, derhekê van pirsgirêka shîrove li darxîm, dixwazim carek din li ser bîr u bawerîyên ên bakur, kû piranîyên wan xeletên. Demê ez gotar, shîrove u nuçeyên li ser Bashurên Kurdistan dixweynim ; mat dibînim. % 90 van ji rastî yê durên realîte u rastîyên Bashurê Kurdistan pisht perde dikin-vedêshêrên.

Minak ; gotara berêz Sinan çiftyürek li ser hilbijartinên Bashurê Kurdistan xwend, bi shîrove yên xwe, dîyar dibe kû, agahdarîya vî berêzî, ne li ser rewsha Kurdistan heye u ne jî dizane, encamên hilbijartina çîye ! Ji bo shîrove ya Berêz Sinan, pîvan u çavkanî çîye nizanim. Veka mirovekî çepê Tirk, nizîkê resha Bashurê Kurdistan bibe u lêkolîn bike !

Berî ya çend gotên li ser PCDK jî bêjim, dixwazim bi zelalî bêjim kû mafê hemu Kurdistanîyan an hemu hêz u partîyên Kurdistanî heye, li herderê Kurdistan mafê vî yên jîyan u rêkxistên u xebatên siyasî-polîtîk heye. Hîç sazîyek an dezgehek nikare maf u heq bide xwe, xebat u mafê jîyanê rêkxistên u partîyên Kurdistanîya qedexe bike. Ev xal pri girînge u pêviste ney gengeshe-nîkashkirin !

Lê mafê tu partî u rêkxistêna tuneye, destkevtîyên, gel u Kurdistan têxên xeterî yê, sazî u dezgehên netevî nasnekin, rêz u îhtîram nedin wan. Li Bakurê Kurdistan dîtinek xelet u çewt li ser Pçdk heye. Pçdk, pashkoy PKK`ye, ne bi xebatên xwe ne bernameyên xwe dikare, li Bashurê Kurdistan bibe, bedîl. Pçdk ji bo dijayetîkirina Bashurê Kurdistan avabîye u her bivî sheklî hatîye naskirin. Ji ber vî a herî bash Pçdk, li Bashurê Kurdistan xwe helbiweshîne u ji bin, bandoran derkeve an li gor realîteya Bashurê Kurdistan xwe bi rêkxe.

Li Bakurê Kurdistan, ji xeynî PKK, hinek layanê din jî, gelek shîrove u nûçeyên xelet, li Bakurê Kurdistan belav kirin u manîpûlasînek xerap bikarhanîn. Mirov kare bêje, piranî ya van alîgirên PDK-Barzanî bun u li rojname u ragihandênîn li ser PDK kar dikin. li gor berjewendîya partî Barzanîyan rastîyan ; çep u rast dikin, agahdarîyên bêbingeh belav dikin, manîpûlasyonek mezên li nav gel belav dikin, xeletî u shashîyên serokê Herêma Kurdistan u serokê hikûmeta herêma Kurdistan vedêshêrên, wan jî rexne u berpisryarîya kêmasîya dur dixin.

Ez niha verêm ser rewsha navxwo yê Bashurê Kurdistan an pirsgirêkên Bashurê Kurdistan.

Her çika em bi hemu bîr u bawerî u bi derfetên xwe,pishtgirîya Bashurên Kurdistanê bikin, lê pêwîste mirov çavê xwe negre, çavposh nebe. Ji bo alîyek, ji bo parastina Bashurê Kurdistan pishtgîrbe u bi hemu derfet u îmkanên xwe amade be, Sazî u dezgehên Bashurê Kurdistan biparêze u ji alîyê din jî çavê li dijî xeletî u çewtîyên partî u hezên Bashurê Kurdistan, negre, Berjewendîyên xwe ên biçuk u berjewendîyên taybetîyên xwe, nedên pêsh berjewendîyen gel u welat. Parastina berjewendîyên shex u partîyan nedin pêsh !

Ji ber van egeran pewîste, rêvebirina bashurê Kurdistan, zagon-destura Kurdistan, ji xwarê heta zorê were guhertên. Belkî sîstema îro ji bi salên 90 bash bu lê li gor serdema îro, pir pashketî ye, pewiste guherandin u reform bê çêkirin.

Bidome.....

Rojhat Badikî
25.09.13

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.