بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Hevpeyvîn ligel birêz Serhad Bapir li ser bûyerên Iraqê û Kurdistana Başûr

Pirs 1: Di 10ê Hezîrana 2014an de koma terorê ya DAÎŞê („Ad-Davla Al-Islāmiyya fi al-'Irāq wa-sh-Shām”) bi êrîşbirin û bi destxistina bajarê Mûsilê yê Kurdistanê di çapemenîya cîhanê de cih girt. Piştre vê Komê çend bajarên Iraqê yê sunnî xistin bin hêza xwe. Çend komployên têorî di derheqê vê bûyera DAIŞê de belav bûn. Em ê kêfxweş bibin ku em fikir û ramanên we jî di derheqê van bûyerên dawî de bizanin?

Serhad Bapir: Dıbe ku gelek sedemên vê rewşa nû hebın. Xeyni sedemên diroki yên dubendiya ku dı navbera her du şaxên islamiyetê (sunni û şıi) da hene, ez dıkarım van bûyerên ku dı van du hefteyên dawi da dıqewımın bı du sedeman va gırêbıdım. Sedema yeka rewşa Sûriyê ye. Eve 3 sal ın ku şoreşa gelên Suriyeyê dıdome, lê şoreş heta nıha bıserneket û balansa hêzê disa jı bo rejima diktator ya Baasê vegeriya. Oposizyona gelên Suriyeyê perçe perçe ye û dı warê leşkeri ji Artêşa Azad jı hal û taqetê ketiye. Dı vê rewşa hanê da aktorên nû derketın meydanê. Yek jı aktorên heri muhim û bı hêz DAİŞ e. Ev hêza hanê heta nıha bı awayeki ciddi berê xwe nedaye rejima Suriyeyê, berevajiya vê yekê, berê xwe daye Artêşa Azad û hın hêzên dın yên weki Cephetul Nusra.

Bı anagorê ditına mın, DAİŞ dıxwaze pêşi hemû muxalefeta Suriyê berteraf bıke û xwe bıke hêza heri mezın ya tenê û paşê ji berê xwe bıde rejima Elewiyan ya Suriyê. Dıvê ku bê gotın ku, DAİŞ jı hın çavkaniyên abori va tê finansekırın û heta mehek beriya nıha ji, vê rêxıstına terorist alikariya lojistik û leşkeri jı dewleta Tırkiyê dıstand û herçıqas ev du hefte ne ku balyozxaneya Tırkiyê ya bajarê Mûsılê dı bın işkala vê rêxıstınê da be ji, dıbe ku ev alikari hê ji qutnebûbe.

Xwıya dıke ku, rêxıstına terorist ya DAİŞê bı pratikeki islami ya hışk û hovene û dı heman demi da ji bı rêbazeki enternasyolizma islamiya sunni ya ku me berê, pışti dagırkırına Afxanıstanê jı aliyê Yekitiya Sovyet va lı Afxanıstanê ditıbû, derketiye meydanê. Dı nav hêzên vê rêxıstına Erebên sunni da jı musılmanên jı her çar aliyên dınyayê çekdar hene û her wusa tê zanin ku hın Kurdên bakûr û başûrê Kurdıstanê ji bı navê islamê beşdariya vê rêxıstına terorist bûne.

Em pê dızanın ku ev rêxıstına terorist ev qederek wext e ku berê xwe dabû başûrê rojavayê Kurdıstanê, ku rejima diktator ya ya Baasê vê perçeya welatê me bı emaneti teslimê PKKê kıriye, bı sedan kesên şervan û sivilên Kurd bı destê vê rêxıstinê hatınekuştın.

DAİŞê pışti ku heremên rojhılata Sûriyê xıst bın hakimiyeta xwe, vêca berê xwe da herema sunni ya Iraqê. Lı Iraqê eve saleke ku deverên weki Felluce jı xwe dı bın destê çekdarên sunni da bû, hılbıjartınên ku dı vê dawiyê da lı Iraqê pêkhatın lı van deveran pêknehat.

Sedama dıduyan ya vê rewşa nû ji, jı xwe Iraq bı xwe ye. Çewa ku em pê dızanın, rejima Saddam pışta xwe dabû Erebên sunni û lı Iraqê serdestiya xwe lı ser Erebên şıi û Kurdan pêkanibû. Tesira Saddam lı ser sunniyên Suriyê ji hebû. Her ev tesir bû sedem ku dı adara sala 2004 a, da aligırên koma futbolê yê bajarê sunni Dêrazorê, bı sloganên mina “bımre Barzani, bımre Talabani” êrişi xelkê Kurd kırın, pışti reaksiyona Kurdan ya hımberê rejimê, dı van bûyeran da bı dehan Kurd jı aliyê rejimê va hatınkuştın.

Pışti ketına rejima Saddam, Erebên sunni jı iqtidara navendi ya Iraqê û jı çavkaniyên abori hatın bêparhıştın. Sunniyên ku en hındık ew 40 sal bûn ku serdestiyê lı şıiyan dıkırın bûn sêwiyên iqtidarê. 11 sal pışti ketına rejimê, nakokiyên dı navbera hukımeta şıiyan û suuni û rêveberiya herema Kurdıstanê her ku çû mezıntır bûn. DAİŞ dı manzareki wusa ya Iraqê û başûrê Kurdıstanê da berê xwe da heremên Erebên sunni. Leşkerên Iraqê lı hımber çend hezar çekdarên DAİŞê nıkarıbûn berxwebıdın û şıkiyan. Dı nav du hefteyan da heremeki mezın kete bın kontrola DAİŞê û ew gıhişt nêzikê Bexdayê. Xwıya dıke ku beşek Erebên sunni bı sempati lı vê serdegırtına DAİŞ a sunni dınêrın, ku ne wusa bûya ne mumkun bû ku dı nav du hefteyan da DAİŞ heremeki hınde mezın bıxısta bın kontrola xwe. Jı aliyê di va, derdora niv milyon Kurd, Ereb, xristiyan û Turkmenên Mûsılê jı tırsa DAİŞ û bombebarankırına dewleta Iraqê, berê xwe dane herema başûrê Kurdıstanê.

Herçi parêzgeha Mûsılê ye, ez dıbêm qê rojhılata çemê Dicleyê ya bajêrê Mûsılê û her wusa ji bakûr û rojavayê parêzgehê, heremên Kurdıstanê ne û nıha xeyni bajarê Tılafar, bajarê Şengalê ji dı nav da hemû van heremên Kurdıstanê dı bın kontrola Pêşmergeyan da ne. Dıbe ku sed sal beriya nıha demografiya hemû bajarê Mûsılê bı awayeki dın be û pıraniya bajêr Kurd bûn, lê jı wê çaxê va nıfûsa bajêr dıbe ku deh car zêdebûbe û nıha rûnıştvanên pıraniya rojavayê çemê Mûsılê yê bajêr (ku beşa heri mezın ya bajêr e) Ereb ın. Ez texminnakım ku projeyeki taybeti ya Kurdên başûr hebe jı bo bıdestxıstına rojavayê bajêr.

Pirs2: Serokê herêma Kurdistanê Kek Mesud Barzanî û çend rayedarên din di derheqê pilanên DAÎŞê li ser êrîşkirina Mûsilê hêşyarî dane rêvibirîya Iraqê, lê mixabin hêşyarîyên wan piştguh kirine. Weke ku tê zanîn Amerîka telefonên serok û wezîrên Almanan bi rêya asayîşa xwe NSA guhdar kirine. Gelo çawa dibe ku bi pilanên DAÎŞê nehesiyabin?

Serhad Bapir: Bê guman haya Amerikayê jı hatına vê bahozê hebû, lê Amerika jı hukımeta bêqudret ya Maliki yê İrandost ji bêzar e. Amerika dı politika xwe ya Suriyê da ji şaşomaşo bûye, nızane ka wê çı bıke. DAİŞ wek hêzeki katalizer kete Iraqê. DAİŞ ne hêzek e ku lı Rojhılata Navin dewleteki bırêvabıbe, lê wê rê lı ber hın guhertınên bıngehin veke.

Pirs 3: Sala 2016an dibe salvegera 100 mîn a ku Brîtanya û Fransa Kurdistanê bi peymana “Sykes picot”ê di nav xwe de par vekiribûn. Netewa ku herî pir neheqî û komkujiyê di bin vê peymanê de dîtiye, ya kurd e. DAÎŞ di 10ê Hezîranê de peymana “Sykes-Picot“ê qetant û binpê kir. Em ber bi 100 mîn salvegera vê peymanê ve diçin, gelo kurdên ku herî pir, ji vê peymanê zerar dîtine dê di vê pêvajoyê de çi bikin?

Serhad Bapir: Dı peymana “Sykes picot” da proje hene, lê ew peymana ku qedera Kurdıstanê heta nıho tayinkır peymana Lozanê ya sala 1923 ya ye, ku du hevkarên mezın yên dewletên emperyalist Britanya û Fransayê hebûn: Ew ji dewleta diktator ya Kemalist ya Tırkiyeyê û monarşiya İranê bûn. Du perçeyên heri mezın yên welatê me dı destê dewletên Tırk û Farısan da man. Bê guman Kurd jı aliyê Kemalistan va dı despêkê da hatın xapandın û paşê ji hatın şıkandın û dûra ji wek malzemeki jı bo zêdekırın û berfırehkırına nıfûsa Tırkan, ketın ber çerxa hêrandına asimilasyonê. Felaketa ku her çar dewletên dagırker anin serê mıletê me lı ser rûyê dınê kêm nımûneyên wê hene.

Dı sala 1991 a da ev statuya ku lı ser bındestkırına Kurdan hatıye avakırın, bı avakırına heremeki parasti yê başûrê Kurdıstanê, derzlêket. Herçıqas behsa heremên jora parallela 36 an tê kırın ji, ez dıbêm qê ev herem, dı nav wan sınorên ku Iraqa Saddam dı sala 1974 a da, bı yekali wek sınorên Kurdıstana otonom destnişankırıbû, hateavakırınê. Ev derz bı ketına rejima diktator ya Saddam mezıntır bû û nıha ji, pışti ku Kurd wê tevayiya başûrê Kurdıstanê bıkın bın kontrola xwe, wê çend kevır jı diwarên eserata Kurdan hılweşın û bıkebın xwarê.

Êdi statuya başûrê Kurdıstanê venagere wê statuya beriya hezirana 2014 ya. Bı vê rewşa nû Iraq vedıgere 11 sal beriya nıha û qedera Iraqê bı anagorê hêzên nû jı nû va wê were tayinkırın: yan sê dewletên serbıxwe, yan ji qenebi konfederasyona sê dewletan. Ne Kurd û ne ji sunni jı kêmi van mafan wê tu statuyeki dınê qebûlnekın.

Pirs 4: Serbazekî Amerîkayê ku di nav şerê Iraqê de cih girtibu, digot ku Geroge Bush dixwaze mîna Koreya başûr 60 salî di Iraqê de bimînin, lê rêveberiya serok Obama ew der wek Vietnam nirxand û leşkerê xwe tewa ji wurê kişand. Piştî ku Amerîka xwe vekişand (2011) serokwezîr Nurî El Maliki Sûnnî ji postên girîng dûrxistin û bê hêz kirin. Cigirê Serokkomar ji welêt revîya, Wezîrê bazirganîyê avête girtîgehê, gellek serleşkerê pilebilind û karkerên sazîyên dewletê ji kar dûrxistin. Nurî El Maliki koma leşkerên Dicleyê dijî Kurda şandibû, budceya Kurdistanê rawestandibû û pereyên mehane yê Pêşmergeyan jî nema şandin. Ti qanûnên yasaya Iraqê di derheqê Kurdan de (qanûna di derheqê Kerkûkê û herêmên din ku hê jî di bin kontrola Iraqê de ne) cihbicih nekirin. Nurî El Maliki li Bağdayê dîktatoriyeke Şîî damezirand. Gelo divê Kurd di vê pêvajoya şer de biryarek çawa bidin?

Serhad Bapir: Ez bı xwe bawernakım ku tu hukumeteki Amerikayê xwestıbe ku lı Iraqê 60 salan bı rewşa ku pışti hılweşandına rejima Saddam lı Iraqê da peydabûbê da bımine. Lewra hê jı despêkê da kevne Baasi û sunniyên ku jı serdestiya şıiyan nerehet bûn, lı dıji leşkerên Ameriki derketın. Kuştına her leşkereki Ameriki lı Iraqê û Afxanistanê karê dewleta Amerikayê zehmettır dıkır. Lewra buhayê her leşkereki kuşti an ji bırindar yê Ameriki ne weki leşkerên Tırkiyê, İran û Iraqê ye. Amerika dewleteki demokratik e, lı wır çapemendiya azad heye û tesireki mezın ya raya gışti lı ser politikaya hundır û ya derva ya dewleta Amerikayê heye. Her ev tesira mezın bû sedem da ku Amerika jı Vietnamê paşva vekışe, ne tenê şerê Vietkongan lı dıji wan. Herçi Koreya Başûr e, ew dewleteki demokratik e û jı ber tehdidên Koreya Bakûr ya komunist a diktator, çewa ku lı gelek dewletên dın da ji baregehên leşkeri yên Amarikayê hene, lı Koreya Başûr da ji hene.

Lê Afxanistan û Iraq cıhê ne û naşıbın Koreya Başûr. Pışti hılweşina rejima Saddam, jı ber ku pıraniya xelkê Iraqê ne, şıiyên Iraqê bı hılbıjartınan hatın ser hukm. Amerika nêziki 10 salan ewlekariya Iraqê parast û bı hezaran leşkerên Ameriki lı Iraqê hatın kuştın û bırindarkırın, lê bı vê serdestiya şıiyan, hukumeta Iraqê ket bın tesira İranê, ew İrana dıjmına Amerika û İsrailê! Amerika ji, jı mecbûriyetê tehammula vê yekê kır. Şıiyên Iraqê ji, xwestın ew sistema tehakkum û serdestiya ku jı Saddam hılgırtıbûn, despêkê da lı hımber Erebên sunni û paşê ji lı hımberê Kurdan pêkbinın. Dı neticeyê da Erebên sunni bê insiyatif û bêpar hatın hıştın.

Herçi Kurd ın, ew peyman û qanûnên destûra Iraqa fedaral yên jı bo mafên Kurdan, nehatın pêkanin: Alaya nû ku jı bo Iraqa federal hatıbû pejırandın, ku tê da rengê zer, wek nişana Kurdan hebû, nekete pratikê. Ew alaya ku dı bın siya wê da bı sedhezaran Kurd û Erebên şıi hatıbûn qetlkırın, her wek alaya Iraqê ma. Maddeya 58 a ya destûra Iraqê, ya ku lı ser sıberoja deverên Kurdıstanê yên ku ne dı bın idareya başûrê Kurdıstanê ne, dıviyabû heta dawiya sala 2008 a bıhata bıcıhanin, lê hukumetên şıiyan (bı hevkariya dewleta Tırkan) jı bo pêkanina vê bıryara muhim bûn asteng. Paşê vê maddeyê kırın madeya 140 a û pêkanina wê ji diyariyê wexteki nediyar kırın. Ev saleki ye ku dı navbera rêveberiya herema Kurdıstanê û Iraqê da kriza fırotına petrolê û dayina para butçeyi ya Kurdan derketiye.

Pirs 5: Berî niha bi demekê generalê Amerîkî David Patraeus di daxuyanîyekê de anîbû ziman, ku heke Amerîka bi balafiran êrîşî DAÎŞê bike, ewb ê “xizmeta şervanên Şîîyan bike“. Ji hêlekê ve DAÎŞ, di bin sîya îdeologîyeke mezhebî ya Sunnî de hêzeke ereb ya nijadperest e. Bi beşdarbûna Baasîyên berê, di nav refên DAÎŞê de, vê îdîyayê piştrast dike. Di nava çend refên Kurdan de “ev şer ne şerê me ye“ tê gotin. Heke hêzên weke DAÎŞê di herêmê de bi cih bibin, ew ê bibin cîranên Kurdistanê. Wekî din jî erebên Sunnî Musulê, Kerkûkê û çend herêmên din yê Kurdistanê wek axa xwe dinirxînin. Di pêşerojê de di şerekî navbera Kurdan û wan de ewê Tirk û çend welatên Ereban piştgirîya wan bikin. Kurdistan dikare helwesteke çawa bistîne ku pêşereojê jî di nav de binirxîne?

Serhad Bapir: Çewa ku mın lı jorê ji got, rêxıstına DAİŞê wê nıkarıbe dewleteki bırêvabıbe, lê wê pışti demeki van heremên sunni teslimê idareyeki Erebên sunni bıke, dıbe ku ev idareya nû bı anagorê şerietê were idarekırın. Dıbe ku dı destpêkê da sistemeki weki sistema dema Talibanan ya Afxanıstanê were ser hukm. Lê Iraq dı warê pêşveçûna aboriyê da jı Afxanıstanê pır pêştetır e û idareya şerietê wê zêde berdewam neke. Dı idareyeki wusa da wê en hındık 1/3 ya sunniyên Iraqê jı vê heremê bırevın û lı welatên cinar bıbın penaber.

Bı gor ditına mın, wê dewleteki yekgırti ya sunniyên Iraqê û yên Suriyê wereavakırınê. Her wusa, Elewiyên Suriyê ji wê bıbın xwediyê dewleta xwe. Wê dewletên rojava ji, bı vi awayi jı çaresernekırına kriza Suriyê û ya Iraqê bıfılıtın. Dı rewşeki wusa da, başûrê rojavayê Kurdıstanê ji dıkarıbû bı başûrê Kurdıstanê ra bıbûya yek. Lê PKK jı bo yekkırına van her du perçeyên Kurdıstanê astenga heri mezın e. Rewşa nıha ku her wusa bıdome, wê PKK başûrê rojavayê Kurdıstanê bıke bın kontrola dewleta nû ya Elewiyên Suriyê.

Ew yeka ku PKK lı başûrê rojavayê Kurdıstanê kır, ku lı wır PKK (PYD-YPG her PKK ye) bı hevkariya rejima Suriyê vê perçeya Kurdıstanê bı şırikati û ameneti jı rejimê sıtand û kır armanca Cephetul Nusra û DAİŞ ê, dıvê rêveberiya herema Kurdıstanê neke. Dıvê rêveberên başûrê Kurdıstanê jıbirnekın ku pıraniya xelkê Kurd musılmanên sunni ne. Bı hevkariya şıiyên Iraqê şerê lı hımberê sunniyên Iraqê wê hêza partiyên islamistên Kurd (ku ew bı xwe ji hêzên sunni ne) ji xwırtırbıke.

Pirs 6: Qesra Spî di van rojên dawî de ligel Serokê Kurdistanê Kek Mesud Barzanî, bi rêveberên Sunnî û Şîî re ketiye têkilîyê bo “tekoşînek hevbêş dijî terorê“ û “rêveberîya Dewletê bi rêya Şîî, Sunnî û Kurdan“ dîsa were pilankirin. Heke Kurd vê daxwaza Amerîka bi cih bînin, gelo divê Kurd kijan daxwazan ji Bağdayê bikin?

Serhad Bapir: Dıvê ku Kurd jı Amerikayê ra bêjın ku “bı zoreki zewac çênabe.” Ew modela ku pışti hılweşandına rejima Saddam hateavakırınê ne modeleki serketi bû. Dıvê her 3 “pêkhatiyên” Iraqê bıbın xwediyê welatên xwe. Heremên başûrê Kurdıstanê jı xwe eşkere ne, dıvê heremên sunni û şıiyan ji jı hev werınveqetandın. Jı bo ku ev veqetandın bı şer û kuştınan pêkneyê, dıvê komiteyeki navnetewi jı kesayetiyên pêbawer were avakırınê, da ku bı zırareki heri kêm, heremên sunni û şıiyan jı hev were veqetandın. Dı hın hereman da, jı mecbûriyetê dıbe ku veguhastına nıfûsê ji heta dereceyeki pêkwere. Ev modela nû, dı despêkê da dıbe ku bıbe konfederasyona 3 dewletan. Ku wek konfederasyon nıkarıbe lıserpiyabımine, hıngê dıvê bıbın 3 dewletên serbıxwe Ku ev pêkneyê wê Erebên şıi û sunni hev bıqelinın.

Dıvê ku Kurd jı Amerikayê ra bêjın ku, em naxwazın jı bo şıiyên Iraqê, İranê û rejima Suriyê herın şerê sunniyan bıkın. Pıraniya xelkê Kurd ji sunni ne û wê dı nav mıletê kurd da ji xelk jı vê yekê ra reaksiyonan nişanbıde.

Hewcenake ku Kurd jı Bexdayê tu daxwazan bıkın, lewra Bexda heta nıha tu soz û peymanên ku daye Kurdan bıcıhnaniye. Bexda bêitibar e. Kurd dıvê bı Bexdayê ra, tenê daxwaza lıhevhatına lı ser bıngeha konfederaliya 3 dewletan bıkın.

Pirs7: Rêveberên Kurdistana Başûr gelek caran behsa serxwebûna Kurdistanê dikin. Piştî ku artêşa Iraqê di gellek ciha de şerê dijî DAÎŞê wenda kiriye xwe ji herêma Kerkûkê vekişandîye, Pêşmergeyan ev cih xistine bin kontrola xwe. Gelo çima hêzên Pêşmerge ji Hemrînê destpêbike heya tewaya herêmên Kurdistanê naxê bin kontrola xwe? Gelo dê Kurd dîsa li benda cihanîna yasa Iraqê bin?

Serhad Bapir: Pışti ku jı tırsa DAİŞê, artêşa Iraqê xwe jı heremên Kurdıstanê yên dervayê idareya başûrê Kurdıstanê paşvakışand, Kurd pışti 11 salan disa hakimiyeta Kerkukê xıstın destê xwe, her wusa pıraniya heremên Kurdıstanê, jı Şengal bıgre heta Xaniqinê. Hê ji hın deverên weki çiyayê Hemrin û yên dın ne ketıne bın kontrola Kurdan. Dıvê Pêşmerge van deveran ji bıxe bın kontrola xwe. Serok Berzani eşkerekır ku Pêşmerge êdi disa jı van heremên Kurdıstanê dernayê.

Bı vê rewşa nû ya Iraqê, pêkaniana maddeya 140 ya destûra Iraqê hıma bêje pêkhat, lê Kurd dıvê formula qanûni ya ya vê emrivaqiyê ji pêkbinın. Dıvê anagorê pivanên demografiya sala 1957 a, nıfûsa van heremên Kurdıstanê were jımartın û anagorê vê yekê rûnıştvanên esli yên van deverên Kurdıstanê bı referandûmeki, dı resmiyetê da ji vegerın ser axa Kurdıstanê. Bırin bı germegerm dıkewe, dıvê ev yek dı demeki kın da were pêkanin, dıvê Kurd disa weki sala 2003 ya bı wext û sozên pûç yên bêbextan nexapın.

Rêvaberiya başûrê Kurdıstanê dıvê lı ser alternatifa ilankırına serxwebûna başûrê Kurdıstanê baş bıfıkırın. Serxwebûn ne tışteki wusa ye ku tu ilan bıki û paşê jı te neyê û tu lê poşmanbıbi. Bı baweriya mın, dı dema nıha da, ya heri baş hukumrani û parastına lı ser her deverên başûrê Kurdıstanê ye. Dıvê ku Kurd bı yek dengi sınorên Kurdıstanê bıparêzın û ekonomiya xwe bıhêztırbıkın. Dı warê aboriyê da, jı bo entegrasyona heremên nûrızgarkıri yên hınde mezın yên başûrê Kurdıstanê wext lazım e.

Pirs8:

Ligel Tirkiyeyê hevpeymanîyên bazirganîyê, ramyarî û çandî hatina danîn, gelo Kurdistan dikare serxwebûna xwe eşkere bike? Wek ku li Bakurê Kurdistanê Tirkîy ti mafê kurdan nasnake ewê di derheqê serxwebûna Kurdistanê de kîjan biryaran bistine? Berî niha bi demekê Serokwezîr Neçîrvan Barzanî komek ji PDK û YNK ligel rayedarên Îranê re civîya bûn. Rayedarên Îranê bi hemandemê “tifaqa Kurd û Şîîyan“ dianîn ziman. Gelo di vê rojê de Çaldirana duyem mimkin e an na? Heke mimkin be, gelo ewê hêzên Kurdan tevgereke çawa bimeşînin?

Serhad Bapir: Têkıliyên abori û siyasi yên başûrê Kurdıstanê bı dewleta Tırkiyê ra hê negıhiştine wê sewiyê ku Tırkiye serxwebûna Kurdıstanê jı mecbûriyetê nasbıke. Her wusa ji naskırına serxwebûna Kurdıstanê dıkare lı Enqerê bıbe sedema erdhejên siyasi. Dı dema nıha da, malesef başûrê Kurdıstanê tenê bı rêya Tırkiyê dıkare petrola xwe bıfroşe cihanê û tenê bı rêya Tırkiyê dıkare jı ihtimala ambargoya Iraq û İranê bıfılıte. Kurd dı bakûrê Kurdıstanê û lı Tırkiyê hê negıhiştıne tu statuyeki netewi û welati. Tırkiye bı hın revizyonên pıçûk hê ji politikaya xwe ya 90 sali lı hımber mıletê Kurd dıdomine. Tırkiye, dı aqûbeta têkıliyên xwe yên bı başûrê Kurdıstanê ra, tu car jıbir΄nake ku perçeya heri mezın ya Kurdıstanê û yê mıletê Kurd dı bındestê wê da ne. Dıvê Kurdên başûrê Kurdıstanê ji vê rastiyê pıştgohnekın.

Dewleta İranê, ku jı despêkê va, dı şerê navxweyi yê Suriyê da pışgıriya rejima Suriyê dıke, nıha ji bı her awayi dıxwaze alikariya şıiyên Iraqê bıke. 120 balafırên şer yên Saddam, yên ku dı sala 1991 da, dı dema şerê bı Amerikayê û hevpeymanên wê ra, jı bo ku jı êrişên esemani yên hêzên Amerikayê bênparastın derbasi İranê bûbûn, nıha İran wana teslimi dewleta Iraqê dıke. Hıngê İranê gotıbû ku ev balafır beşek tazminata şerê İran û Iraqê yê 8 sali ye û wê tu cari paş va nede Iraqê. Ev 120 balafırên ku bı teçhizata dema nıha hatıne nûkırın jı bo başûrê Kurdıstanê ji tehditeki mezın e.

İran dıxwaze ku, rêveberiya başûrê Kurdıstanê ji dı cepheya İran- şıiyên Iraqê- rejima Suriyê û Hızbullaha Lıbnanê da cıhê xwe bıgre û lı dıji DAİŞê bı tevi şıiyên Iraqê bıkebe nav şer. Çewa ku em pê dızanın tesireki xwırt ya rejima iranê lı ser YNK heye, dıbe ku ev tesir heta dereceyeki lı ser tevgera Goranê ji hebe. Şıiyên Iraqê dıxwazın eniya şer ya lı hımberê DAİŞê dı Kurdıstanê da vekın.

İran jı bo Kurdan bıkşinın nav vi şeri “sozên Eceman” ji dıdın Kurdan, Xwedigravi wê maddeya 140a werepêkanin, wê jı bo 5 salan hatına jı fırotına petrola Kurdıstanê para Kurdan be û pışti 5 salan ji wê para butçeya herema Kurdıstanê jı 17% derinın 30 %.

Kurd dıvê bı van sozên derewin nexapın. Tu feydeya Kurdan wê dı vi şeri da tunebe. Ev şer wê aramiya herema Kurdıstanê xırabıke û Kurdan bıke armanca sereke ya DAİŞê û sunniyan. Ev şer ne şerê Kurdan e, şerê mezhebi û hakımiyeta Erebên şıi û sunni ye. Kurd dıvê tevayiya Kurdıstanê bıkın bın kontrola xwe û welatê xwe lı hımberê her êrişi bıparêzın.

Dı şerê Çaldıranê da, jı ber ku mirên mirektiyên Kurdan jı aliyê dewleta şıi ya

Safewiyan hatıbûn gırtın û kuştın, Kurd lı dıji İranê pışgıriya dewleta Osmani kırın. Nıha İran berevajiya Çaldıranê, dıxwaze itifaqa İran, şıiyên Iraqê, rejima Elewi ya Suriyê, Hızbıllaha Lıbnanê û Kurdan (ku pırani sunni ne) çêke. Dıvê Kurd bı İranê nexapın.

Tehlukeya siyasi ya heri mezın ya lı pêş Kurdên başûr dı awayên têkıliyên bı Tırkiyê da veşarti ye. Çend projeyên dewleta Tırkan hene ku Kurd dıvê haya wan jı keminên dı van projeyan da veşarti ne hebe:

Proje û xewna Tırkan ya sereke ew e ku, bı sozdayin û xwexweşkırınê rêveberên başûra Kurdıstanê iqnabıkın da ku Kurdên başûr lı ser daxwaza xwe bıxwazın yekitiyeki bı dewleta Tırkiyê ra çêbıkın û bı vi awayê başûrê Kurdıstanê bıbe perçeyeki axa Tırkiyeyê. Dıbe ku navê federasyonê ji lı vê yekitiyê danın. Dı rewşeki wusa da, xwedigravi wê serok û gıregırên Kurdên başûr wê bıbın cigırên serokkomar û serokwezirê Tırkiyeyê û bıbın xwedi çend wezirên hukumeta Tırkiyayê. Wê dı despêkê da Pêşmerge hebûna xwe bıparêze û dıbe ku lı bakûr ji were wezifekırın! Bê guman wê heqên perwerdeya zımanê zıkmaki ji bıdın Kurdên bakûr. Saziyên ku nıha lı başûrê Kurdıstanê hene wê despêkê da weki xwe bıminın û bı vi awayê rêveberiya başûrê Kurdıstanê wê were iqnakırın. Tırk wê tıştên mayin ji, jı wext û jı hêza zımanê tırki ra bıhêlın.

Lewra hêza Tırkên dagırker ya heri mezın lı hımberê hebûna mıletê Kurd ne hêza tanq û top û balafırên wan e, hêza heri mezın ya dewleta dagırker hêza zımanê tırki ya lı hımberê zımanê kurdi yê, ku ev 90 sal ın ku qedexe ye û per û baskê vi zımanê şıkênandıne. Dewleta Tırkiyê paşê dı nav wext û salan da wê “soz”a xwe bıke toz û naveroka heq û statuya ku daye Kurdên başûr hêdi hêdi vala bıke. Dı projeyeki wusa da dı nav 30-40 salan da wê zımanê tırki lı başûrê Kurdıstanê ji bıbe zımanê serdest û wê pışta zımanê kurdi lı wır ji wereşıkandın. Tırkiye wê bı xêra projeyeki bı vi awayi ne tenê wê pırsgırêka xwe ya enerjiyê çareserbıke û her wusa ji wê bıbe dewleteki petrol û gazfıroş ya bı hêz lı seranserê dınyayê. Gelo haya rêveber û hêzên Kurdên başûr jı tehlûkeyên vê projeyê heye? Ez bı dıleki rıhet nıkarım bêjım ku wan vê projeya Tırkan bı tevayi û bı bıryar redkıriye. Em gelek caran leqayê hın beyanatên hın Kurdên başûr tên, ku vayê wê projeyeki bı vi awayê bı dılê wan bûya.

Ez wek Kurdeki jı bakûrê welatê me dıbêjım ku, ew statuya beriya meha hezirana 2014 ya başûrê Kurdıstanê, statuyeki wusa ye ku jı projeya jorê ya Tırkan baştır e. Lewra ew der sıtargeha zıman, kesayeti û Kurdmayina me ye. Nıha pışti hezirana 2014 idareya başûrê Kurdıstanê 60 % mezıntır bûye û jı bo avakırına dewleteki serbıxwe êdi şert lıhevhatitır ın. Xwıyadıke ku wê en hındık salek - du salên di ji Erebên şıi û sunni hev bıqelinın û wê jı hêz û taqetê bıkevın. Tenê dıvê ku Kurd başûrê Kurdıstanê bıparêzın û nebın jı aliyeki şerên Ereban. Hıngê ilankırına serxwebûna başûrê Kurdıstanê wê rıhettır bıbe.

Projeya dın ya Tırkan ji, lı ser hesabê Tırkmenên Kurdıstanê û Iraqê ye. Tırkiye gelek caran jı bo vê projeya xwe eşkere xebitiye. Wexta ku em dıbêjın projeya lı ser hesabê Tırkmenan, dıvê em minaka projeya lı ser Tırkên qıbrısi fêhmbıkın. Tırkiyê dı projeya lı ser Tırkên Qıbrısê da serket. Lı Kipros an ji bı navê dın, lı Qıbrıs a ku heta sala 1960 a, dı bındestê İngiterê da bû, 80% ya nıfûsa gıravayê Yunanên qıbrısi, 18% ya nıfûsê ji Tırkên qıbrısi bûn, herçi 2% ye, ew ji xıristiyanên Maroni û Ermeniyên qıbrısi bûn. Tırkên qıbrisi ku nıfûsa wan derdora 120 hezar kes bû dı nav gıravayê da belawela bûn, lı tu deverê wek nıfûseki serdest nıfûsa wan tunebû

Yunanên Qıbrısi dı sala 1955 a da, lı hımberê dewleta dagırker a İngilizan dest bı şerê çekdari kırın, bı daxwaza serbestiyê û yekitiya bı Yunanistanê ra. İngilizan jı Tırkên qıbrısi hêzeki milisan avakır lı dıji Yunanên qıbrısi. Tırkiye bı “sıberoj û mafên” Tırkên qıbrisi ra alaqeder bû, destavête vê meselê, İngilizan ji, lı hımberê Yunanên qıbrısi û Yunanistanê mıldan Tırkan. İngilizan lı hımber Yunanên qıbrısi rola Tırkên qıbrısi mezıntırkır. Dı sala 1959 da peymana Zurih û Londonê dı navbera İngiltere, Yunanistan û Tırkiyê da tê imzakırın û ev sê dewlet dıbın garantorên cumhuriyeta Qıbrısê ya ku dı sala 1960 da hate avakırınê. Serokwezirê cumhuriyetê wê Yunanê qıbrısi û cigırê serokwezir ji wê Tırkê qıbrısi bûya û bı xwediyê mafê “veto”yê!

Bı vi mafê “veto”yê û provakasyonên dewleta Tırkiyê û bı bêhışiya hın neteweperestên hışk yên Yunanên qıbrısi, komara Qıbrısê ket nav krizê. Ev kriz gıhişt sala 1974 a û hıngê Tırkiye 37 % axa komara Qıbrısê işkalkır û Tırkên belawela yên dı nav gıravayê da, lı ciyên işkalkıri da berhevkır, 200 hezar Yunanên qıbrısi û 40 hezar Tırkên qıbrısi bûn penaber. Tırkiye bı sedhezaran hemwelatiyên Tırkiyê bır lı Qıbrısê, lı ser mal û mılkên Yunanên qıbrısi bıcihkır û dı sala 1983 ya da ji, jı bo vi 18% Tırkên qıbrısi “Cumhuriyeta Tırk ya Bakûrê Qıbrısê” avakır. Her çıqas dı resmiyetê da heta nıha xeyni Tırkiyê tu dewleteki dın vê dewleta derewin nasnekırıbe ji, wext jı bo hesabê dewlata Tırkiye dıxebıte.

Jı ber vê nımûneya serketi ye ku Tırkiye jı bo pêkanina maddeya 58 û paşê ji jı bo pêkanina maddeya 140 ya destûra Iraqa federal bû astenga mezın, Tırkan got ku ev xeta me ya sor e. Jı ber vê nımûneyê ye ku Tırkiye û Cepheya Tırkmenan jı bo Kerkûkê statuyeki taybet ya ne dı nav herema Kurdıstanê da dıxwestın.

Nıha ku de-fakto Kerkûk kete bın kontrola hêzên Kurdan, Tırkiye wê vê statuya taybet vêca dı nav herema Kurdıstanê da bıxwaze. Jı ber ku herema Kurdıstanê dı aliyê emni da jı Iraqê gelek çêtır e, wê Tırkiye bıxwaze da ku Tırkmenên di yên ku dı nava Iraqê da belawela ne, dı Kurdıstanê da bıcıvine. Jı bo Tırkmenên ku jı Tılaferê reviyane, Tırkiye jı nıha va dıxwaze lı bajarê Sengalê kampeki bı 10 hezar çadıran avabıke! Dı sıberojê da dıbe ku vê kampê bıkın bajareki Tırkmenan. Dıvê rêvaberiya herema Kurdıstanê dı mıjara cıvandına Tırkmenên Iraqê lı Kurdıstanê, şiyar be.

Bê guman dıvê ku Tırkmenên Kurdıstanê bıbın xwedi heqên xwe yên kêmnetewi, lê dıvê tu car ne heremeki taybet jı bo wan wereavakırınê û ne ji statuyeki taybet jı bo Kerkûkê were danin. Dıvê tu car wekilti an ji garantoriya dewleta Tırkiyeyê jı bo Tırkmenan neyê qebûlkırınê. Dıvê xeyni hêza Pêşmerge, rênedın da ku tu hêzeki dın yê leşkeri jı Tırkmen an ji jı Erebên Kurdıstanê avabıbe. Dıvê rêveberiya herema Kurdıstanê nımûneya Tırkên qıbrisi tu cari jıbirneke. Dıvê parlementoya herema Kurdıstanê xwedi lı wê qerara xwe derkebe, ku dı sala 1992 ya da bajarê Kerkûkê wek paytexta başûrê Kurdıstanê qebûlkırıbû. Vayê êdi dema Kerkûkê hat.

Pirs9: Di dema ku DAÎŞ defacto sînoran radike de, Kurd jî hîna sînor, dîwar û hendekan nav xwe de bi cih dikin. Başûre Kurdistanê ji bo Kurdên cihanê destkeftîyên giring bi dest xistine ku peymana “Sykes-Picot“ê bi dawî bînin. PKK, dema ku hikûmet û Parlementoya Kurdistanê ava bû, wan “komara şer ya Botan û Behdînanê“ damezrandibû. Îro jî li rojavayê Kurdistanê “Kantonan“ li hemberî Kurdistanê derdixe pêş. Hûn van teşebusan çawa dinirxînin?

Serhad Bapir: Rêveberiya başûrê Kurdıstanê, xendekên ku behsa wan têne kırın jı bo rêlıbergırtına ihtimala êrişên DAİŞê û lı hımberê qaçaxçiyan kolabû. Xendekên bı vi awayê lı derdora bajarê Kerkûkê ji hatıne kolandın. Êriş û sergırtına DAİŞê ya du hefte beriya nıha, eşkerekır ku çıqas pêdıviya vê tedbirê hebû.

Beriya hılbıjartınên Iraqê yên ku dı bıhara 2014 yan da pêkhat, PKK derew û propoxandayeki mezın dı meseleya xendekan lı dıji PDK ê kır. Lı bakûrê Kurdıstanê bı sloganên “xayin Barzani” xwenişandanan pêkanin, TV û çapemeniya dın ya PKK vê propaxandayê bı awayeki sistematik domand. Lı başûrê Kurdıstanê ji, YNK û heta dereceyeki tevgera Goranê vê propaxandayê lı dıji PDK bıkaranin. YNK, dı hılbıjartınên herema Kurdıstanê da lı bınê tevgera Goranê mayinê hezmnekırıbû, ku bûbû hêza sısêyan, YNK jı bo hêza ku tevgera Goranê jı wê sıtandiye disa paşva bıstine, disa destavêt politikaya xwe ya ku jı berê va dızanıbû. Van xendekan kır bahane û dıjatiya PDK ê kır û dı hılbıjartınên Iraqê da bû hêza dıduyan ya Kurdan û tevgera Goranê daket rêza sısiyan.

Ew xendekên ku PKK û YNK lı dıjderdıketın nıha jı aliyê DAİŞê ve têne dagırtın û DAİŞ bı teçhizatên ku jı Iraqê bır Suriyê, nıha lı başûrê rojavayê Kurdıstanê lı dıji hêzên PKK bı avantajtır bû.

Herçi têkıliyên dı navbera başûrê rojavayê Kurdıstanê û başûrê Kurdıstanê ne, Kurdên başûr bı xwe pıra Sêmalkan avakırın û wan 250 hezar penaberên başûrê rojavayê Kurdıstanê lı başûr hımbêzkır. PKK bı xwe siyasetvanên jı başûrê rojavayê Kurdıstanê jı vê perçeya welatê me derdıxe der û her wusa ji nahêle ev siyasetvan jı başûr vegerın başûrê rojavayê Kurdıstanê. Jı aliyê Kurdan va, astengiya heri mezın jı bo têkıliyên van her du perçeyên Kurdıstanê PKK ye.

Her ev PKK lı başûrê rojavayê Kurdıstanê da siyasetkırın û bı serbesti eşkerekırına birûbaweriyên siyasi û çepemeniya azad lı Kurdên ku weki wê nafıkırın, qedexekıriye. PKK dıbêje ku, ez ê bı tena serê xwe (bı hevkariya rejima Suriyê) vê perçeya Kurdıstanê bırêvebıbım û bêhn lı partiyên dın yê Kurdan bıçıkinım, ez ê nehêlım hêzên dın yên Kurdan bıbın xwedi hêzeki leşkeri, bı serbesti xebatên xwe yên siyasi û kulturi bıkın. PKK jı rêveberiya başûrê Kurdıstanê dıxwaze ku vê diktatoriyeta wê (kanton, asayiş, qanûna xwenişandanan, qanûna çapemeniyê û hwd.) wek sistemeki demokratik û meşrû nasbıke û bı pê ra bıkebe nav têkıliyan û paşê ji, jı xwe dıxwaze rêveberiya başûrê Kurdıstanê “terbiyebıke”.

PKK tu cari rêveberiya başûrê Kurdıstanê dı rastiyê da nasnekıriye û her dem dıjmınatiya wê kıriye. PKK her dem jı dubendi û jı pırsgırêkên dı navbera PDK û YNK yê istifadekıriye, geh şerê PDK û geh ji şerê YNK kıriye.

Dema ku dı sala 1992 ya da lı başûrê Kurdıstanê hılbıjartına parlementoyê çêbûn, PKK ji tafıl “Meclisa Netewi ya Kurdıstanê” avakır û jı bo vê meclisê, lı Ewrupayê hılbıjartınan çêkır. Muxalifê nıha yê PKK, Selim Çürükkaya bû serokê vê meclisê. Armanca PKK ew bû ku meşruyeta hılbıjartınên başûrê Kurdıstanê, parlemento û hıkumeta wê were tunekırın. Dı çapemeniya hıngê ya PKK da ev dijmınayi vekıri têxwiyakırın.

Jı wê çaxê va, PKK çewa dı enflasyona navên xwe da ji kıriye, bı gelek navan (komara şer ya Botan û Behdinan, komara Zapê, deverên parasi yên Medyayê û hwd) gelek tıştên ku bênaverok ın “avakır”.

Dı van mıjaran da tenê rastiyek heye ku ew ji ew e ku, PKK lı bakûrê Kurdıstanê gundeki ji jı bındestiya dewleta Tırkan nefılıtandiye da ku lı ser wi gundi cumhuriyeta xwe avabıke. Her tıştê ku bı gotınan be ji kıriye, lı ser dıjberiya rêveberiya başûrê Kurdıstanê kıriye. PKK lı başûrê Kurdıstanê hêzeki bêistiqrarê ye, ew bêyi daxwaza rêveberiya başûrê Kurdıstanê lı başûr dımine. Bı zordari çûye ew çiya û baregehên ku berê hêzên Pêşmerge lê dıman, dagırkıriye. PKK jı aliyê dewletên dagırkerên Kurdıstanê va ji, jı bo bêistiqrariya başûrê Kurdıstanê têbıkaranin. Daxwiyania PKK ya ku xwedigravi dıbêje “em amade ne da başûrê Kurdıstanê bıparêzın”, dıvê wek ironi an ji pêkenok were hesıbandın.

PKK bı vi awayi, eve jı 20 salan zêdetır e ku lı başûrê Kurdıstanê da dımine, lê nıkare pıştgıriyê jı xelkê vê perçeya Kurdıstanê bıstine. PKK partiyên derewin lı wır ji avakır: Pışti “avakırına” û bı bêdengi betalkırına “Partiya Azadiya Kurdıstanê”, ev qederek sal ın ku “Partiya Çareseriya Demokratik ya Kurdıstanê” avakıriye. PÇDK dı hılbıjartınên demokratik yên herema Kurdıstanê da, ku şeş meh beriya nıha çêbûn, tenê derdorê 3.500 dengan gırt. Hêza PKK ya dı nav xelkê başûrê welatê me da ev e! PKK ya ku xwedigıravi jı bo Kurdıstana serbıxwe û yekgırti hatıbû avakırın, ev 15 sal ın ku bı devê Abdullah Öcalan û mıridên wi, her dem dıbêjın ku ew dıji avakırına dewleteki serbıxwe ya Kurdan ın, her wusa ew serxwebûna başûrê Kurdıstanê ji naxwazın.

Pirs10:

Heke Başûrê Kurdistanê li dijî hêzên Ereban bikeve şer yan jî Kurdistana serbixwe damezirîne ew kurdên parên din yê Kurdistanê û yên derveyî Welêt, dikarin encamek çawa bistînîn? Gellek spas ji bo ku we bersiva pirsên min dan.

Serhad Bapir: Erebên Iraqê ne tenê yek hêz ın, ew Erebên şıi û sunni ne, ku ev 11 sal ın ku bı bombeyan, lı hımber mızgeft, sûk, tax û bajarên hev, hev dıqelinın. Û nıha ji wek hêzeki leşkeri DAİŞ derkete meydanê. Dıvê Kurd lı hımber van her du hêzên dıjber yên Ereban ji bı mesafe bın, bı pıştgıriya yeki neçın şerê yên di nekın. Pêşmerge tenê dıvê hemû axa Kurdıstanê bıparêze. Dı heremên Erebnışin da şerkırın dıvê nebe karê Pêşmergeyan.

Avakırına Kurdıstana serbıxwe, ew, daxwaz, hêvi û xewna her Kurdê serwext û serbılınd e. Nıha şert wusa pêktên ku ev serxwebûn dı mezınayiyê da lı ser perçeya 3 yan ya welatê me da tenê tê avakırınê. Ev despêk e û ne hındık e. Ev ax dı mezınahiya dewleta Çek an ji Awusturyayê da ye û jı bo her 3 perçeyên mayin ji wê bıbe pışt, hêvi û referans. Kurd yek mılet e û Kurdıstan ji yek welat e, avakırına Kurdıstana serbıxwe û yekbûyi her armanca me ye.

Herçi Kurdên dervayê Kurdıstanê ne, avakırına dewleta Kurdıstanê ya serbıxwe, wê van Kurdan (her wusa Kurdên dı nav Kurdıstanê ji) jı stûxwari û rûreşiya bêdewletbûnê bıfılıtine. Dı zehmetiyên pêşi (İhtimala ambargoya dewletên dagırker) yên pışti ilankırına serxwebûna Kurdıstanê da, Kurdên her 3 perçeyên Kurdıstanê û yên dervayê welat dıkarın bı hemû imkanên xwe, dı her wari da xwedi lı dewleta xwe derkebın.

Serhad Bapir

26/6/2014

Aso Zagrosî [email protected]

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.