ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Dr. ÞIVAN (Dr. Sait KIRMIZITOPRAK) · 10.09.2006 · 2 dîtin
Berî her tiştî divê em bi rengeki tevayî li ser vê pirsê bisekinin û lê mijûl bibin. Her wekî ku ji alîyê hemû zanyaran ve jî hatîye ders kirin û teyîd kirin, ziman giredayîyî sazîyek sosyo-ekonomîk nîn e. Ango rejîma miletekî çi dibe bila bibe, bingehîna zimanê wî miletî her dem weke xwe dimîne. Ji xizmeta hemû miletî re dom dike. Ger em bi gotineke din bibêjin; ziman girêdayîyî sîstema aborî nîn e û ser de jî ev wek mueseseyek çêbuna desthilatdarî (supra -structura – üst yapı) jî nayê qebûl kirin. Ji ber vê yêkê ha ji rojên sazîya komunatê vir ve û heta qonqxên rejima kolîdarî, feodalî, sermayedarî û sosyalizmê de her milet xwedîyê zimanekî bûye û jîyaye. Çi di nav qonaxên tarîxî û çi jî di rojên îro de sazîya miletekî çi dibe bila bibe; zimanê wî miletî jî beranberê ew sazîyê de tim û tim serbixwe ye û her didom e. Mesela ji berî şoreşa oktobrê miletê Rusî hemû miletê dinê yê sovyetîstanê jî, xwedî zimanek taybetî bûn. Piştî şoreşê her weke sîstema aborî, ango milkîyeta wesiteyên istisalên van welatan, bi destên şoreşgeran ve hate guherandin û hukmê iqdidarê kete destê karger û cotkaran. Bi tabîî mueseseyên ku çêbûne jî weke huquq, huner, filozofî, dîn û hwd. li gora sîstema şoreşê hatin guherandin, hemû ketin nav qaliba sîstema sosyalîzmê. Lê belê her weke tê zanîn, zimanê Rusî û yê hemû miletên din yên sovyetîstanê her weke xwe man. Ji ber ku ziman milkê tebaqayekî an yê grûbên sosyal nîn e. Ango ziman milkê hemû kesînan û yê tevayî mirovên wî milletî ye. Di vê çarçovê de em dikarin bi kurtî salixa ziman bidin. Ziman wesiteyeke ku mirovayetî dikare bi vê hevûdu re biaxife, danûstandina xwe bide û pêk bitsîne, ji hev hayedar û xeberdar be. Bi vê wesîtayê hemû kesên wê civatê diaxifin, li hev tên û bi helwêstên yekgirtî hewl didin weke komel dijîn. Dema ku sistem bêne guhertin an rûxandin jî ziman her weke xwe dimine û di xizmeta wê civat ango miletî de dom dike. Tişteke giring jî eve ku ziman bi hukumet an jî dewletekî ve girêdayî nîn e. Ji ber ku miletek xwedi dewletbe an jî nebe, disan jî xwedî zimaneke taybetî û serbixwe ye. Ji ber hingê jî di hîn welaten de miletên bindest hene ku zimanê wan miletan bi fermi û serbestî neyê qebûlkirin jî, lê disan jî ev milet xwedî zimaneke serbixwe û taybet in. Ev bi rengekî zanistî jî bi wi avayî têne naskirinî û hesabkirinî. Baş xwîya dibe ku, çi têkilîya bingehîn di navbera dewletbûn, hukumet, an rejima ew miletî û zimanê wî de mewcut nin e. Lê çi heye ku; ziman ne ev tişte ku di pêşî û paşîya demên tarixa miletan de hatîye cemidandin û her weke xwe ma ye!. Her weke tê zanîn, berî bersîva vê niqtê, divê em hîn li ser esasîyên zimanî de bi kurtî çend gotinan bibêjin: Her zimanek xwedî xazîneyek gotinan e. Ji wê re vokabuler jî tê gotin. Di nav van gotinan de sazîyek taybetî û esasî heye ku, li gora vê sazîyê ev gotinana bi hev re têne girêdan û rêz dibin; ku ji vê sîstemê re “movikî (articulatione=mafsal) dibêjin. Pêdivîya wan gotinan ne bêserîûberî, lê gora aksîyonên xwe ango tevgera xwe yên bingehîn berhev dibin ku wê re jî sentaqs tê gotin. Ev herdu sîstem ango movîkî û sentaks ji hev re rêzaman ango gramera wî zimanî teşkîl dikin. Nûha hema em dikarin bi ser vê zeydê bikin ku, di navbera demên borî û îro de, hîn gotin û qeydeyên gramerê, li gora dem û hevcebûnên her miletî û li gora imkanetîyên civakî û sîyasî ya wî, dikarin bên e guherandin û pêş ve biçin. Ango ji alîyekî ve pêşveçûyîna gotinan ve xezine ango vokabuler hêdî hêdî dikare dewlemendtir bike, xwe ziravtîr, ahengtir, siviktîr û hwd. pêşve bixîne û dike. Ji alîyê din ve gramera ziman herî baş tê analiz kirin û ders kirin. Ango her bi pêşve diçe û digêhêje dereceyeke biserûber, sistematîkî û lenguistikî. Bi vî avayî di nav diyalekt, şîve û devokan de hêdî hêdî yekitîyeke tabîî û tevayî çêdibe. Dawîyê divê em îlave bikin ku, her ziman di navbera demên tarîxîyên dirêj û danûstandinên pêdivîyên îro de mecbur e gotin, gotebêj û tiştên dinên pêwist e ku ji zimanên din û nemaze jî, ji zimanên cîran bigre an bide. Lê ev gotinên ku ne pêwist in, lê di bin tesîra hîn tiştên tarîxî, sîyasî û civakî ve ketine nav zimanê Milet divê ev jê bên e avêtin û xezineya gotinan safî û paqij bibe. Lê belê tu caran bingehîn û xezîneya gotinan, sîstema gramera zimanekî ji ortê ranabe û naçe. Bi gotinek din; daku miletek, di rewşa xwe de jinda be, yanî bi temami asîmîle ( bişawtî, helandî) ne be, zimanê wî miletî jî tu caran winda nabe û heyanî dawîyê bi vî avayî nayê qedexe (memnu, yasak) kirinê j îli ser xwe nahêle.…*Çavkanî: K. Bedirxan – S. Şivan, Weşanên Kava, Zimanê Kurd- Kürt Dili, İstanbul, Nisan 1976, r. 9-10.Rêz ji alîyê Ehmedê Gulistanê ve hatîye kirin. Ji bo ne ji bîrakirina Dr. Şivan û qedir girtina zimanê Kurdî. Domahîk Heye, Nivîs Dê Bi Dome!!
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.