ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Ahmet ÖNAL · 16.05.2006 · 2 dîtin
Ziman zanîn e, zanîn xwe nasîn e.Celadet Ali BedirxanZiman çî ye? Ev dengên ku bi sîstem, gor qeyde û taybetîyên xwe dema ku didin pêyhev û ji alîyên grubekî an kesan ve ku tê axaftin û fêm kirin, daku dikarin bi şêweyeke asanî tekildar bibin ev haletê ziman e.Bes bila bê zanîn ku tekildarîya mirovayetîyê ne tenê bi zimanî pêk tê. Li gel zimanî mirov dikare bibêje derekeyî ziman, bi îşaret û hereketên dest û bedenê jî mesajan dikare bigihîne hev. Lê ev, qasî axaftina zimanî bi asanî asoya mirovî venake û kontekstan zû bi zû bi cîh nake…Ziman Bi Çandî ve Çawa têkildar e?Her zimanek gor taybetmendîya xwe, xwe afirandîye. Bi wî avayî ji bûye xwedîye aidîyeteki xweser û ji alîyê wê civatê ve tê axaftinî. Ev kesên ku diaxifin ji alîyê çînayêtî, cinsî, şaristanî, herêmî û gor guherînên tebaxa civata xwe ve tesirê li ziman û bi karanîna zimanî dike. Mirov zêdetirîn ji kesên kû bi hev fêmdare ve tekildar dibe. Çi tiştên bimane ye û bêmane ye, bi esasa faktora zimanî kifş dibe. Bi esasî axaftina bi karanîna zimanî tesir li afirandina çandî dibe û bi vê putepêdanê çandî jî vedigere tesîrê li zimanî dike. Her weha hevûdin bi pêşve dixînin, ku gor taybetmendîyen xwe cûda cûda cemaat an civatan derdixînin holê ango diafrînin. Ziman Bi Çi Avayî Destpêkir?Tekildarîya mirovî, aidîyeta civat û neteweyên cûdatîr û taybetîyê xwe yê xweser berî her tiştî bi zimanî dîyarde dibe. Ji bo wê jî bikaranîn û zanyarîya çandînî ya esasî ji alîyê zimanî ve mumkun e. Mirovayetî bi ziman, çand û zanyarîya çandinîyê ve ji heywanan cûdatirîn bû ye. Guherînên jest û işaretan sembol ango di navbera gruban de deng û hereketên bi mane û gor qanûn û qaydeyên li gel hev û bi manekirina dengan ve têkildarîya sistematîk ya bi asanî fêmdar ango ziman derdikeve holê û bi pêşve dikeve.Ziman bingehîna çandinîyê (zira’etê) ye. Çandînî ji pevistîya jîyanaweyê (üretîm) afirîye. Bê zimanî, bi dîtin û teqlidan jî mirov dikare hinek tiştan ji hev fêr bibe. Lê çandinîyên ku tên zanîn di nava gurubekî de an jî di navbera gurubên cûda cûda de mirov bikaribe bê qisur û zûtirîn bigîhîne hev, bihizirîne, şirove bike, tekildarîyê û ferbûnê asantir bike, jîyanaweyê û kaliteya jîyana mirovî bi pêşve bibe, ango berz û bilintirîn bike; berî her tiştî hewcedarî ji bo tekildarîyek bi hempa heye ku ev jî bêtirin zimanî çi tiştekî din nîne. Bi kurtî ziman ji pêvistîya jîyanaweya çandînî ve afirîye ji bo tekildarîya asanîtir. Ev sedeme ku mirovayetî ji heywanan cûdatir bûye û di afrinêra mirovayetîye de bi cîhye, zimanî jî ewqasî girîngtirîn e.Bi Taybetmedarîyên Zimanî:Bi karanîna zimanekî (kurdî, tirkî, ‘erabî, rusî, farsî û hwd.) têgihandina zanyarîyê û di navberîya mirov û çandînîya grubên cûda cûda de ji bo parvekirina tecrûbeyî ve vasitayek yekemîn e. Ziman; tekili, bawerî û têgihiştinên ku hatine wergirtin ji mirovên dinê re em bikaribin şirove bikin, imkanên sembolizekirinê bi destê me dixine. Ev jî bes bi karanîna dengan (ku her zimanek bes bi zêdetirîn xwedîyê 50 dengî jî nîne û bi kar nayînê.) û wan dengan bi rêyên bi mane tîne ba hev, li hev dixine gor taybetmendîya ahenga zimanî ku bi qeyde, cîh û çê dike, pêşve dixîne. Bi vê maneyê li Cîhanê zêdetirîn û cûdatirîn ( gor texmîn û lekolinêren zanyaran; li Cîhanê 3.000 zimanên cûda peyda bûne) hebûna zimanan belko me şaş û tewaşe bike. Lê ev rastîya bila têgihîştina me ya gihandina ku hemû ziman li ser planekî bi esasî û di çerçeweyekî de tê lekolînkirin çewt nîne û ne astengeke… Li ser zanyarîya zimannasîyê (linguistik), di sedsalîya 17î de destpêkirina xebatê peyda bûye. Bi vê xebatêye ku îro Fonetik (Dengên herfan), Fonolojî ( modelên dengan), Fonem ( Di zimannasîyê de cûdayetîya dengên bi maneyî dide ku ya sinifa heri piçuktirîne), Allophone ( Di zimannasîyê de eynî foneme lê cûdatirin denge), Morfem (di zimannasîyê de dengên heri piçuk yê bi mane ye, cûdayetîya fonem û morfemê eve ku morfem ji maneyê cûdatîyê diafrîne bes bi serê xwe çi maneya xwe nîne), Morfema girêdankî (bes bi dengên din ku kombîne ye bi mane dibe weki “s” ya îngilizi piraninê bi mane dike.) û Morfema Serbixwe ( di zimanî de morfemên bi kitekî din ve girêdayî nîne û bi maneyê, minak “se”, “av”, “tû”, “sî” û hwd. Morfema serbixwe hiç careki û di şertekî de xwe nagûhrîne), Ristenasi – Sentaks ( di zimannasîyê de qeyde û qanûnên hevoksazîyê), Gramer ( Di derheqa morfem, fonem, ristenasî û formnasîyê de bi tevayî qeyde û qanûnên zimanî ye), Grubên Formê ( Di hevokekî de bi avayekî pêk hatîna kategorîyan yên bi mane ne; minak : objekt, subjekt û predikat tevî tewangan bi hev re girê dide.), Paralanguaj (Dengên deri zimanî, minak; gîrî, ken), Kaliteya Dengî (Dengên ku bê daxwazi û iradeyî lê bi xwe û xwe re ji axaftinvanî ve ku derdikeve, minak: “of” a ku ji bona şadî û “of”a ku ji bona êşûxemgînîye cûdatir der tê), Dengên Vokalekirin ( Dengên derî zimanî yên duwemînî Paralanguajî ne. Dema ku mirov li pey hev dibawojke û dengeki cûda taybetî dertîne ku ev an tê maneya ku ji kesên ku diaxife aciz bûye, an jî westîyaye û dixwaze ku têkeve xewê), Zimanê Bedenê- Kinesik (Ev durişmeyên ku ji rû û hareketên bedenan mesaji dide der e. Wekî ku mirovên sucdar sor û mor dibe. Ji fena ku ‘erê’ bibêje serê xwe bervî jêr, ku ‘na’ bibêje serê xwe bervî jor li pêy hev datîne an radike.) û bi fermandarî, zanetîrîn û zelalî cîh girtîye. Guherînên Zimannasîya ZimanîEtûdên li ser zimanî bi du avayan e: 1-Etûda Zimannasîyê ya Senkronik: Zimannasîya dem û çerçeva lêkolîne kifş e- Descriptive lingustics -Betimleyîci dilbilim ( Ji diroka demekî kifşkîri ve esas digire û taybetmendîyê zimanekî an zimanan etûd, şirove, lêkolîn û keyd dike. Minak: “Di sedsalîya 20î de rewşa zimanê kurdî çîye?” ku di derheqa ve mijarê de bikole dibe etûda senkronîk)2- Etûda zimannasîyê ya Dîyakronîk: Zimannasîya Dirokî ye - Historîcal linguistics- Tarihsel dilbilim;( Ji bo guherînên ne di demekî de lê ji bo guherînên ji pêk ve heya îroyîn di her alîyî ve û tekilîya kewn û nû beramber û zelal dike ev metode. Minak; ji berî zayîna İsayî heya roja îroyîn peyva jibergirtin çawa bûye peyva ezberkirin. An jî ji mêj ve tesîr û tekilîya zimanê kurdî û farsî bikole dibe ku bi metoda dîyakronik lêbikole).Klasîfîkasyona Zimannasîyê: Ziman ji alîyê hinek taybetmendîyên xwe ve bi şêweyeki zimannasîyê ve ji hev cûda (linguistic divergence) bûye. Em wê wekî klasîfîkasyona Zimannasîyê ji dikarîn bi nav bikin. Etûdên Klasîfîkasyona Zimannasîyê jî bi du avayan e: A-Kilasifikasyona Jenealojik, B- Klasifikasyona Tîpolojîk.A-Kalisifikasyona Jenealojik (Jenetîk- Famîlya - Malbatî): Bes ji zimaneki ku zimanên jê afirîne ev malbata zimanî ye. Minak zimanê Tirki ji malbata zimanê Altayîkî ye. Zimanê Kurdî û Farsî ji malbata zimanê Hindûewropî yî ne, Zimanê Asuri, Erebî û İbranî jî ji malbata zimanê Samî ne. Di serekê ve gûrubê de bingehîn grubên cure cure hene ku her grup di nava ve malbatê de neziktirinî hevin. Minak zimanê Tirkîk di nav malbata Altayikî de cîh digire. Lê tirkîka Ozbekî di beşa tirkîka rojhilat de ye û tirkika Turkîyeyê jî di beşa tirkik ya başûrî de û ji wî beşî ve jî di nava guruba Oxuzî de cîh girtîye. Her weha ji zimanekî zimanê cûda cûda derdikevin ango diafrînin. B- Klasifikasyona Tîpolojîk: Klasifikasyona Tîpolojîk bi du beşan tê etûdkirin; 1- Tîpolojîya Morfolojîk, 2- Tîpolojîya Fonetik1- Tîpolojîya Morfolojîk: Tîpolojîya morfolojîk eve ku ji alîye çekirina şiklî ya axaftine û nivîsê zelal dike. Ev ji di nava xwe de weki; Morfolojîya Analîtik (hemanên tewandine weki yekîneyên serbixwe ne. Minak: stran, stra), Morfolojîya Aglutinativ (Hemanên tewandinê xwedi sînorê, lê di nav peyvê de ne. Minak: Ok, oklar, oklardan, ok+lar+ın+dan), Morfolojîya Sentetîk (Hemanên tewandinê ne bi sînorin. Le nêzik bi reh (kok) ve girêdayîn e. Minak; sipehi, sipehitir.) Morfolojîya Pollensentetik (Hemû hemanen di yekineyeki de kom bûne. Minak; angyaghllangyugtug = angya/ghlla/ng/yug/tug = bot+mezin+çêkin + xwestin + ew = Ew dixwaze boteke mezin çêbike.) 2- Tîpolojîya Fonetik: Di tîpolojîya fonetik de tîp nigara dengan in. Di dirokê de heyanî roja îroyîn ya miroveyatîye bi saya wan tîpan diroka xwe bi belge kirîye. Heya tê agahîkirin ku dirok ji nivîsîna tîpan dest pê dike. Her zimanekî diroka xwe ya tîpolojîyê heye. Ev belge û tabletên ku li ser çerman, keviran û paşê jî li ser kaxezan hatine nivîsin û wekî dokumanter ji dirokê gîhîştine roja îro bi saya wan tîpên fonetîk ve mumkun e. Di vê demê de Kurdî bi sê tîpan tê nivîsandin. Latini, Krilî û ‘Arebî. Berê jî Kurda gelek tîp bi kar anîne ku gor dagirîya devletên desthilatdar tîp guherine. Ji destpêka sedsala 20î şunvetir di kurdistana bakuri û başûrî piçûk de tîpên latînî hatine bikaranîn. Tîp çawa ji dev derdikevin bi wî şêweyî jî tên daxistinî ser kaxezê. Çi guherîn ne cîyawaze. Le di gelek zimanan de jî ji bo her peyvekî tîpek heye. Di hinek zimanan de jî dengek bi çendin tîpan tê destxistine. Ziman, Zimannasî û Neteweyetî (Natiyonalizm): Cûdayetîya zimanî diparêze û serxwebûna netewetîye iddia dike.Guherînên zimannasîye ihtimalek ji eve ku dixwaze peyvên bîyanî ji nav xwe derîne û bi serê xwe zimanekî serbixwe biafirîne. Ev neteweyên ku bi vî avayî ango bi parastina zimanî ve bervî bi serxwebûna welatêki û neteweyeki bûne ji hene. Weki ku zimanê Galceyî û İbranîkî hema hema ji alîyê zimannasê cîhane ve ‘zimanê helyayi’ bihata hesibandin û dê bihelîyana, bes bi paraznameyek neteweyî hewldan zimanî û dewletek bi zimanê İbranîkî ku xwe idare bike Israila serxwebûn damezrandin, daku zimanê Îbranîkî bi nû ve dan jîyandin. Galcekî jî li Espanyayê bu sistemek federalî û îro xwedi meclis e. Her weha etnolingustik; tekilîya ziman û çand de metoda zanyarîyê ye.Netewe, kemnetewe (minority) û etnisite û hemû grubên etnîkî cûdayeti û dewlemendîya xwe ya çandî ji zimanê xwe distînin. Ji bo we ji di nava grubên xwedî cûda zimanî de şereke aşkere an dizî her hebûye. Gruba desthilatdar xwastîye kû gruba bindest dev ji zimanê xwe berde û di nav gruba desthilatdar de asimile bibe. Guruba bindest jî xwastîye ku zimanê xwe biparêze. Bi taybetî gruba bindestî ya neteweyî xwastîye ku bi paraznama zimanê xwe ve bibe dewlet. Ango ji bo ku zimanê kurdî bi azadî bijî û pêşve here, dewletek serbixwe ya kurdistanê divê. Bo ku ziman dê bêyî dewletbûnê bi asanî nayê parastin, ango nikare xwe biparêzeû pêşve bixîne. Ziman ji pêvistiyê afirîye, gor hewcedarîya axaftinê jî pêşketîye û dê pêşbikeve.Ew kurdên ku zimanê xwe fêr nebûne, nizanin û neaxifên; gelo ev dê kurdayêtîye dikarin ku bizanîbin û bihizrînin? Hûn çi dibêjin ez nizanim, bes ez dibêjim NA!.. Ziman bingehina civatêye. Neteweyetî xwedî cıvata bi xem û xeyal e, ango cıvata moderen ya bi xwedî xeyal e.Bo ku:1- Ev cıvata; bi xem û xeyale ku devletê dihizirî ne. Cıvata ku devletê nehizirîne netewe nine û nabe netewe..2- Ev cıvata; bi xem û xeyale ku ziman û çandekî xwe ya taybet û xwedî gurubekî sosyolojîke ku dixwaze bi pêş bikeve û dewlemend û şad bibe. Berî her tişti bi ziman û çanda xwe fêmdar e. 3- Ev civata; bi xem û xeyaleke kure û dixwaze ku li ser axa xwe, bi zimanê xwe, xwedî bazara xwe be. Bi wê hestê xwedi helwêsta welatperwerîyê ye.4- Ev cıvata; bi xem û xeyalerojane ne, ji bo paşeroja xwe û pêşeroja xwe gor berjewendîya xwe xwedi dîtîn, helwêst û planbe. Cıvata ku bi wan herçar şertan xwe negihîne hev û hevûdin bi xem û xeyala pêşketîne tevger neke ev civata nikare bibe netewe.Sîyaseta dewletên dagirker eve ku em kurd ji wan şertan bêpar bimînin û negîhêjin hev û bi pêşve nekevin. Ji bo wê sedemêye ku şerên zimanan heye. Ango em dikarin bibêjin ku ev şerê neteweyî bi dijberîyek tundî şerê zimanan e. Ev kesên ku kurdin û bi zimanê tirkî, Erebî û farsî diaxifên ev di vî şerê zimanî de dişibin sîxwir û caşikan. Ev kesên ku kurdin û dibêjin; “Zimanê kurdî şêrînê!” lê jê tam nakin, Ev kesên ku kurdin û dibêjin; “Zimanê kurdi dewlemend e!” lê xwe û zarokên xwe ji wê dewlemendîyê bêpar dikin, dihelin û dihêlînin.Ev kesên ku kurdin û ji xwe re dibêjin; “Em şoreşgerin, welatperwerin, rewşembîr û ronakbîrin, le ne hewceye em kurdî biaxvên!” Em dibînin ku salên sedsala 20î, çiqas li me; gor şert û mercên cîhanê, rojhilatanavîn û civata kurdistanê dijwartirin bû û nehiştin ku em bibin dewlet jî, lê bi saya dê û dapir, bav û kaokimên xwe ve, me weke netewe xwe parast û em gihane sedsala 21î. Îro em dibînin ku roj li me kurda wedibe û di binê wi ezmanê fireh de em ji xwedi ziman û çandeki herî dewlemend, xwedî dewlet, xwedî kurdistana xwe ya rengîn, em jî di rojhilata navîn de, di welatê xwe de dikarin jîyanaweyê biafrînin, ji tirsa birçîbûnê felat bibin û dewlemend bibin. Em jî êdî dikarin ne rojane, ji bo berjewendîya xwe ya neteweyî ya kurd plana xwe ya pêşketinê ya sedan salan bikin, bi zimanê xwe yê kurdî!.Ancax em bi wê hest û helwêstê dikarin bibin kurdîperwer, kurdperwer, kurdistanperwer û mirovperwer.: Di tîpolojîya fonetik de tîp nigara dengan in. Di dirokê de heyanî roja îroyîn ya miroveyatîye bi saya wan tîpan diroka xwe bi belge kirîye. Heya tê agahîkirin ku dirok ji nivîsîna tîpan dest pê dike. Her zimanekî diroka xwe ya tîpolojîyê heye. Ev belge û tabletên ku li ser çerman, keviran û paşê jî li ser kaxezan hatine nivîsin û wekî dokumanter ji dirokê gîhîştine roja îro bi saya wan tîpên fonetîk ve mumkun e. Di vê demê de Kurdî bi sê tîpan tê nivîsandin. Latini, Krilî û ‘Arebî. Berê jî Kurda gelek tîp bi kar anîne ku gor dagirîya devletên desthilatdar tîp guherine. Ji destpêka sedsala 20î şunvetir di kurdistana bakuri û başûrî piçûk de tîpên latînî hatine bikaranîn. Tîp çawa ji dev derdikevin bi wî şêweyî jî tên daxistinî ser kaxezê. Çi guherîn ne cîyawaze. Le di gelek zimanan de jî ji bo her peyvekî tîpek heye. Di hinek zimanan de jî dengek bi çendin tîpan tê destxistine. Tîpolojîya morfolojîk eve ku ji alîye çekirina şiklî ya axaftine û nivîsê zelal dike. Ev ji di nava xwe de weki; (hemanên tewandine weki yekîneyên serbixwe ne. Minak: ), (Hemanên tewandinê xwedi sînorê, lê di nav peyvê de ne. : ), (Hemanên tewandinê ne bi sînorin. Le nêzik bi reh (kok) ve girêdayîn e. Minak; .)Hemû hemanen di yekineyeki de kom bûne. Minak; = = bot+mezin+çêkin + xwestin + ew = Ew dixwaze boteke mezin çêbike.) : Di tîpolojîya fonetik de tîp nigara dengan in. Di dirokê de heyanî roja îroyîn ya miroveyatîye bi saya wan tîpan diroka xwe bi belge kirîye. Heya tê agahîkirin ku dirok ji nivîsîna tîpan dest pê dike. Her zimanekî diroka xwe ya tîpolojîyê heye. Ev belge û tabletên ku li ser çerman, keviran û paşê jî li ser kaxezan hatine nivîsin û wekî dokumanter ji dirokê gîhîştine roja îro bi saya wan tîpên fonetîk ve mumkun e. Di vê demê de Kurdî bi sê tîpan tê nivîsandin. Latini, Krilî û ‘Arebî. Berê jî Kurda gelek tîp bi kar anîne ku gor dagirîya devletên desthilatdar tîp guherine. Ji destpêka sedsala 20î şunvetir di kurdistana bakuri û başûrî piçûk de tîpên latînî hatine bikaranîn. Tîp çawa ji dev derdikevin bi wî şêweyî jî tên daxistinî ser kaxezê. Çi guherîn ne cîyawaze. Le di gelek zimanan de jî ji bo her peyvekî tîpek heye. Di hinek zimanan de jî dengek bi çendin tîpan tê destxistine. Tekildarîya mirovî, aidîyeta civat û neteweyên cûdatîr û taybetîyê xwe yê xweser berî her tiştî bi zimanî dîyarde dibe. Ji bo wê jî bikaranîn û zanyarîya çandînî ya esasî ji alîyê zimanî ve mumkun e. Mirovayetî bi ziman, çand û zanyarîya çandinîyê ve ji heywanan cûdatirîn bû ye. Guherînên jest û işaretan sembol ango di navbera gruban de deng û hereketên bi mane û gor qanûn û qaydeyên li gel hev û bi manekirina dengan ve têkildarîya sistematîk ya bi asanî fêmdar ango ziman derdikeve holê û bi pêşve dikeve.Ziman bingehîna çandinîyê (zira’etê) ye. Çandînî ji pevistîya jîyanaweyê (üretîm) afirîye. Bê zimanî, bi dîtin û teqlidan jî mirov dikare hinek tiştan ji hev fêr bibe. Lê çandinîyên ku tên zanîn di nava gurubekî de an jî di navbera gurubên cûda cûda de mirov bikaribe bê qisur û zûtirîn bigîhîne hev, bihizirîne, şirove bike, tekildarîyê û ferbûnê asantir bike, jîyanaweyê û kaliteya jîyana mirovî bi pêşve bibe, ango berz û bilintirîn bike; berî her tiştî hewcedarî ji bo tekildarîyek bi hempa heye ku ev jî bêtirin zimanî çi tiştekî din nîne. Bi kurtî ziman ji pêvistîya jîyanaweya çandînî ve afirîye ji bo tekildarîya asanîtir. Ev sedeme ku mirovayetî ji heywanan cûdatir bûye û di afrinêra mirovayetîye de bi cîhye, zimanî jî ewqasî girîngtirîn e..Celadet Ali Bedirxan
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.