ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Alixan Aras · 02.10.2005 · 2 dîtin
Zarokên Kurdistan Daxwazîya Guhertina Li Sîstemê Perwerde Dikin. Îro Xwendewanên zarok ê Dibistanan bi alîkarîya, Dibistanên bilind ên taybetî serdana Parlamentoya Kurdistan kirin. Xwendewanên Zarok, li parlamentoya Kurdistan ji alîyê Serokê Parlamento Berêz Adnan Mûftî u çend endamê parlameto hatin pêşvazîkirin. Di hevdîtinên Serokê Parlamento u xwendewanan da guftugo li ser pirsgirêkin perwerde u dibistanan hat kirin. Xwendewanên zarok bi nave hemu zarokên Kurdistan çend daxwazî u pêşnîyarên xwe peşkeşî parlamentoya Kurdistan kir u daxwazîya mafên zaroka kirin kû li destura Kurdistan da cîh bigre. Zarokên Kurdistan daxwazîya hinek guhertinan di sîstemê perwerde u qedexekiran lêdana zarokan li dibistana kirin. Serokê Parlamentoya Kurdistan Berêz Adnan Mûftî xweşhalîya xwe ji bo daxwazîya zarokan nîşan da u ji bo daxwazîyên wan bi cîh were erênî da u got: Pêvîste hemu tund u tûjî li dijî ( lêdan u azar ) zarokan were qedexekirin u li gor destura navnetewî mamele li gel zarokên Kurdistan were kirin. PeyamnêrWerger: Rojhat Badikî
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.