Ramyarî

Zarokên Amedê namirin!!!

Serhad Kardoxi · 14.09.2006 · 3 dîtin

  Li roja sêşemê li paytextê Kurdistanê li Amedê dîsan dewleta tirk rûyê xwe ê reş nîşan da..Dîsan wekî hertim xwîna Kurdan, Kurdên medenî, xwîna zarokên Kurdan hate rijandin... Di vê êrîşa hovane a dewleta tirk de dehan kes, ji wan 7 kes zarok, Kulîlkê Kurdistanê bûn..Şîlan, Zîlan, Mizgîn, Dîlan htd..Serkomar, Serokwezîr, Serokê Parlemanê tirkan li ser tevkuştara Amedê daxûyanîyan belawdikin, vê karesatê „tawanbar“ dikin!!!!... „sexweşîyê li kes û karên“qurbanîyan dikin.. Bi vê yekê jî ranawestin, qala parastina „yekîtîya milletê tirk“ û dijayetîya „dujminên vê yekîtîyê“ dikin... Hemû bi hevre, bi yekdengî „kes nikare yekîtîya milletê tirk xirabike“ û „şerê navxweyî berpabike“ dibêjin..Hinek Kurdên me jî vê bûyerê wekî „provokasyon“ û kiryara „ dujminên aşitîyê“ destnîşan dikin..Herkes bi yek dengî derewan dikin û dixwazin gelê Kurd dîsan bi xapanînin..Ne „yekîtîya milletê tirk“ heye û ne jî „aşitî“ heye ku kes dujminkarîya wê bike....Ev karesata ku li Ameda paytext bi rêya bombekê hate holê, kiryara dewleta tirk bi xwe ye ... Bi navê „Jitem“, „Tit“ yan bi „Mitê“ be jî... Navenda biryara Kurdkujîyê, rawêjkarî û rêkxistina van mêrkujên navbirî dewleta tirk e...Hemû Kurdên welatparêz dizanin ku, ev karesata Amedê, ne a yekemîn û ne jî a dawîyê ye ... Heke em dewleta Osmanî hesap nekin, ev sed sal in, dewleta Tirk tevkuştara Kurdan wekî armancek stratejîk daye pêşîya xwe, ev kara wekî karekî rojane kiriye/ dike.. Di encam de derûdora mîlyonek Kurd ji destên wan hatin kuştin..Ev sed sal in dewletê tirk hemû mêrkujên xwe wekî seyên har dinêre ji bo Kurdistan û hemû tawanên li dijî mirovayetîyê cihbicihdikin..Karbidestên tirk, rojnamevanên wan ev çend rojin dûrûdirêj li ser bûyera Amede radiwestin. Hemû bi yek dengî êrîş dibin li ser Kurdan û Kurdan tehdîd dikin û dibêjin heke „hûn bê deng nebin , ev yeka hanê te serê we jî“...... Bi kurt û kurmancî hinek vê yekê eşkere, ên din jî bi awayekî nerastexo dibêjin..Hemû kes dizane ku, hebûna dewleta tirk û sazîyên wê ên leşkerî, îdarî û medenî li Kurdistanê bi serê xwe şer e.. Ew wekî hêzek dagirker xwe li ser xelkekî dagirkirî de ferzdike, wê dema dilê wan bixweze terorê dikin, gundan wêran dikin, Kurdan dikujin..Hebûna dewleta tirk û sazîyên wê li Kurdistanê bi armanca nehîştina Kurdan e. Ew hemû hêz û desthilatê xwe kar tînin ji bo tunekirin û qirkirina Kurdan.. Kuştina zarokên Kurd li Amedê tiştekî nû nîne.. Ev sedan salin ew li keleka kuştinên fizîkî, hewl didin tevkuştara çandî dikin.. Ev sedan salin perwerdekirina zarokên Kurd bi zimanê zikmakî qedexe ye... Ev yeka hanê bi serê xwe jenosîdeke û tawaneke li dijî mirovayetîyê...Di dawîyê de dikarim bibêjim heta leşker û polês û muçexwerên tirk li Kurdistanê bin, ne aşitî û ne jî aramî li Kurdistanê peyda dibe... Heta Kurd bê dewlet û bêqewarek sîyasî bin, her zarokên Kurd dê bên kuştin, her dayîkên Kurd ji bo zarokên xwe ên bigirin..Ew kesên ku di vê rewşa niha de qala „aşitîyê“ dikin, hewil didin û dixwazin pax turca li ser me ferz bikin...

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.