ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Alixan Aras · 12.10.2005 · 2 dîtin
Ji bo hevgirtina her du idareya Hûkûmeta herêma Kurdistan, li civîna politbûroya PDK u YNK a davîyêda pêşketinên berçav çêbu. Li gor van pêşketinên civîna YNK u PDK lê hinek asteng ji bo hevgirtina her du îdare heye ew jî dema serokatîya Hûkûmeta Herêma Kurdistane. YNK gengeşîyên li ser yekgirtina Hûkûmeta herêma Kurdistan, dema serokatîya hûkûmet pêşnîyara 1 yek sal be ji bo her du alîya, sala yekî namzetê PDK bive serokê hûkûmet, sala diduya, Namzetê YNK bive serokê hûkûmet. Pêşnîyarê PDK jî bo dema serokatîya hûkûmet du sale. Li gorî çavkanîyan YNK pêşnîyara PDK bi mercek pejirandîye kû du sale pêşîyên namzetê YNK bive serokê hûkûmeta herêma Kurdistan. Li gor agahdarîyan niha, PDK çav li rêya hatina berêz Nêçîvan Barzanî`ye kû were Kurdistan, li ser ev mesele danu stendin bikin, biryar bidin u pêştî dengdan li ser reşnivîsa destur a Iraq, bersîv bide YNK. Zanyarîyên kû gihîştine rojnama Kurdistanî New, hilbijartinên giştî a herêma Kurdistan, 2 sal piştî hilbijartinên Iraq ( 15. 12. 2005 ) da kû pirsgirikên Kerkuk çareser bibe u xala 58 were bi cîh kirin. Kurdistanî NweWerger: Rojhat Badikî
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.