ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Haci · 09.12.2006 · 2 dîtin
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê Serdana Mehemed Uzun kir Weşandin:8/12/2006 saet 11:42 Şandeke Yekitiya Nivîskarê Kurdistanê û Wezareta Rewşenbîrî ya Kurdistanê, li Amedê, serdana nivîskar Mehemed Uzun û çendî dezgeyên saziyên rewşenbîrî kirin.Şandeke Yekitiya Nivîskarê Kurdistanê û Wezareta Rewşenbîrî ya Kurdistanê, li Amedê, serdana nivîskar Mehemed Uzun û çendî dezgeyên saziyên rewşenbîrî kirin.Şandekî Yekitiya Nivîskarê Kurdistanê ku pêk hatibû ji Zahîr Rojbeyanî Cîgirê Yekitiya Nivîskarê Kurdistanê, Hesen Silêvanî Serokê Yekitiya Nivîskarên Dihokê, Heme Arîf Serokê Desteya Rewşenbîrî ya Kerkûkê, Selah Omer Yekîtiya Nivîskarên Hewlêrê û Karwan Ebdilah Nûnerê Wezareta Rewşenbîrî ya Kurdistanê serdana nivîskar Mehemed Uzun û çendî dezgeyên rewşenbîrî û hunerî û şaredariya Sûrê ya Amedê kirin.Şandê di serdana nivîskar Mehemed Uzun de çendîn xelatên Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê û ya Wezareta Rewşenbîrî ya Kurdistanê pêşkêşî nivîskar kirin. Nivîskar Mehemed Uzun jî, ji pêşvaziyek germ li endamê şandê kir û li ser navê wan spasiya xwe ji Rêzdar Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, Neçîrvan Barzanî Serokwezîrê Hikumeta Kurdistanê û hemû birêvebirên dezgeyên Kurdistanê kir ku di hemû pêvajoya nexweşîna wî bûne û ev jî ji wî re bûye moralek mezin ji bo başbûnê. Şandê herweha serdana Şaredariya Sûrê ya Amedê jî kirin û li ser navê Yekitiya Nivîskarên Kurdistanê û festîvala Rewşenbîrî ya Dihokê pêşkêşî Cîgirê Serokê Şaredariyê kirin. Şandê herweha serdana Enstîtuya Kurdî ya Amedê, komeleya Kurd-Komê jî kirin.NETKURDC.A
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.