Ramyarî

Yekitiya Ewropa

azad · 02.02.2006 · 2 dîtin

Yekîtîya Ewrupa:di daxwîyanîke xwede wa dibêjê, Eroînfiroshî û fuhûsha Ewrûpayê seranser tirk di meshînin (îdare ) dikin                Li gor raporeke ji alî Konseya Ewrûpayê ve hatiye amedekirin, li seranserê Ewrûpayê qaçaxçîtiya eroînê bi piranî di destê tirkan de ye.Rapora Konseya Ewrûpayê ya ku her sal li ser tevayiya sûcên organizekirî yên li seranserê Ewrûpayê derdikeve, îro li bajarê Strasburgê hat eshkerekirin. Di beshê raporê yê li ser qaçaxçîtiya narkotîkayê de tê nivîsîn ku li welatên wek Almanya, Îngilistan û Hollandayê qaçaxçîtiya eroînê bi piranî ji alî “rêxistinên tirkan” ve tê bi rêxistin (organîzekirin) û ev karê qrêj di destê wan de ye.   Rapor diyar dikê kü li Cihanê herêma herî bêtir eroîn lê tê bikaranîn Ewrûpa ye. lê dibêjê bi taybetî jî welatên wek Rûsya û Letonya jî bikaranîna oroînê serî dikshînin.Her wha Di raporê de tê nivîsîn kü mînak dibêjê li Almanyayê qaçaxçîtiya eroînê di destê mafiya tirkan de ye. Li Hollandayê kesên ji ber sûcên narkotîkayê hatine girtin ji sedî 11-ên wan tirk´in.   Di raporê de li ser hevkariya mafiya tirk ya kü bi mafiya arnawidiyan re jî tê rawestandin. Li gor bicihkirên raporê, eroîn ji Tirkiyê bi qamyonan transportî Arnawidê dibe û ji wir jî sewqîyatî Îtalya û Yûnanîstanê tê kirin.   Di raporê de tê destnîshankirin ku di sala 2003-an de ji eroîna ku li tevayiya Cihanê hatiye girtin sedî 34-ê wê(18 ton 19 kg)li Ewrûpayê desteser bûye. Û ji vêya 4 ton 705 kg wê li Tirkiyeyê hatiye girtin.   Bêyî vê rapora Konseya Ewrûpayê, Neteweyên Yekbûyî jî îro (rapora tîcareta mirovan) belav kir. Di vê rapora Neteweyên Yekbûyî de jî li ser beshê mafiya tirk ya fuhûshê tê rawestin. Di raporê de tê gotin ku mafiya tirk, tenê li Tirkiyeyê ji “tîcareta jinan” yanî ji fuhûshê bi kêmanê salê 360 milyon dolarî bi dest dixe.   Rapor dibêje, jinên di vê “tîcareta însanan” de tên mexdûr kirin bi piranî ji Ûkrayna û Moldavyayê ne. Û yên din jî ji Balkanan û ji cîranên Rojhilat in.   Li gor rapora Neteweyên Yekbûyî, mafiya tirk par(2005) 469 jin ji welatên din bi zor revandine Tirkiyeyê û ew îcbarî fuhûshê krine.    Amedekar: Zinarê xemo Cahvqanî Ntv. 

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.