ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Ehmed ONAL · 21.04.2006 · 2 dîtin
- Gotinekî Pêşîyan heye, dibêje; “pirs diçe nivîs dimîne” - Miroveyatî helwêsta xwe ya herî giring ji nivîsê hildigire û şirove dike..- Dirok bi xwe ji nivîsê dest pê dike.- Metoda ramyarî û afrindina dîtînê; li ser xwendin û nivîse çê, manedar û digêhêje merhaleya desîseyan.- Civak ji paş dema klan a paşverûyî virvetir bi nivîse sitandardize bûye û gîhîştîyê vê dewrê..-Têgihîştin û perwerdeyî bi kitêb, rojname û xwendinê mimkun e.- Ev civatên ku diroka xwe ya niviskî tunebin, nikarin xwe bixwe jî ji tuneyîbûnê bi filitîn in.- Ronesans, ango ronakbîrî bi karanîna matbaa, rojnamegerî û weşangerîyê li neteweyê û cîhanê belav bûye. -Mirov dikare îro bi asantirin bibîne ku cure bi cure civatan, xwe li ser medyaya xwe, bi nû ve afirandîye û xwe bir êkûpêktirîn saz kiriye.- Medeniyet; bi rêya nivîsê dest pêkirîye û bi nivîsê belav bûye.- Civak gor perwerde û xwendinê dihizire û reaksîyon dide.- Ziman, çand, huquq û berjewendiya civakê bi nivîs û xwendinê cîh girtiye.- Civakê bi xwendinê taybetmendî, daxwaz û xeyalên xwe derbirin û geş kirîye.- Buyer û jîna civatê bi rêya rojnamegerî û weşanê berbiçav bûye û dibe.- Dirok û dîroka felsefeyê bi zanyarîya nivîse hatîye vejandin, sererast bûye û dibe.- Civat û iskeleta civatê dikare xwe li ser çapemenî û weşangerîyê weke taybetmendîya xwe berdewam û pêş ve bibe.- Ji bo ku civatekî şûnve bêhêlin, beri her tiştî rêyên perwerde û fêrbûnê li wî gelî girtine û digrin. Ji bo ku wê civatê serûbin, ango tewş û şaş bikin û di nav xwe de asîmîle bikin û bihelînin; gor ciwata xwe ya desthilatdar, ji aliyê çand, ziman û berjewendiya xwe ve nêrînên fermî yên ji bo asimilasyon ango helandına gelekên din medya serdest bi tund û tijî hatîye bikaranînî. - İro şerê aborî, çinayetî, çandî, ziman, civat curebicure û neteweyan di dîrokê de beri her tişti di meydana medyayê de destpêkîrîye û dike.- İro desthilatdarî bi rêya medyayê mumkun dibe. Rojnamegerî, kiteb û bi taybetî dema ku ev medya tunebe dê civat çi bike, çawa bibe!? Ev diyare ku yek civatek bê rojname, bê kitêb û bê medya, nikare xwe û heyîbûna xwe îspat bike, pêşve bibe û civatê ji rewşa netewe û cîhanê bi her avayî û cure cureyan hîşyar û agahdar bike. Bi kurtasî nikare ku hest û helwêsta xwe ji bo xwe biafirîne, fireh û geş bike..- Ji bo ku yek civatek xwe ji inkarkirinê û projeya înkarkirinê rizgar bike; divê ziman, nivîs û têgihîştina xwe saxlem bigire û gor demê rola xwe ya paraznameyê bilize. Ji bo wê jî; Ev belgeyê di destan de divê bêne şirove û diyarîkirinî û ramyarîya bi hev re ya şirîg bi şêweyekî asane berbiçav bibe. Ev jî bi rêya rojname, çapemenî û medyayê mumkun e. - Hevbeşi û pêşketina civatê daku bigêhêje merheleya netewetîyê; weşangeri, çapamenî û medya ku hişyarîyê bikarbîne û biparêze divê. Ev ku nebe parastin û hişyarîya civatê ne mumkun dibe.-Dema ku Ehmedê Xanî dest bi kitêbên xwe dike diyarde dibe ku hest û armancekî xwe heye. Dibêje “ Bila kes nebêje kurd bê kitêbin. Da ku bila kes nebêje ‘kurd nînin û nezanin’ ji bo wê ez van kitêban dinivîsinim û diyarde dikim.” Ji bo zarokên kurda, ji bo cemawêra kurd “Nubara piçûkan”, ev evina “Mem û Zîn”ê kirîye bahane û bi helwêsteke neteweyî ya kurdewarî hunandîye û pêşkêşî me û cihane kirîye. -Hiç neteweyek bê rojname û weşangerî, bê televizyon, bê medya xwe nikare ku çand, huner, siyaset û ziman û desthilatdarîya xwe bicîhbike û bijî. Û neteweyek wa jî li ser cîhanê nîne û nemaye.-Milletê kurd ji jeo konjoktora ku tê de jîyaye. Di dirokê de her bin lep bûye. Ji bo wê ji her çiqas hatîye merheleya ku nivîse biafrîne û dest avitiye nîvîsê dagirkerek hatîye ev aborî û medenîyeta wî rûxandîye. Yên ku nivîs afirandine jî ev weke belgename mecal nebûye ku belav bikin, Nekarîne ku nivîs û medenîyeta ku afirandine biparêzin. Û her weha cara ku şer bûye ev medenîyet pir caran ruxandî bûye û têk çûye.-Diroka nivis, rojnamegerî û weşangerîyê % 100 bi pêşveçûyîna civakê û desthilatdarîyê ve girêdayî ye. Cıvata me kurda weke klan, eşir û her eşîr jî bervî xwe, di nav xwe de debara xwe ancax ji xwe re peyda kiriye. Wê demê jî icat û hûnera ku afirandiye di şereki hovane de daku ev icat û huner li nav gel bi ber firehî belav nebûye li cihe ku dagirbûye mumkune ku tuneyî bûye. Wê demê ji divê ev huner bi nûve bê icatkirin û afirandin. Ji vê sedemê kurdan di diroka xwe ya kewn de pir caran icat û hunerên ku çêkirine, di wan şeran de wenda kirine. An jî çêkirina wan, bûye malê dîtîran.Lê disan jî kurda gelek alfabe bi kar anine. Weke; herfên mix, arami, avestayî, erebî, krili û latîni. Bi wan herfan behrem nivisine û weke belge hiştine. Lê vêcarê jî desthilatdarîya me nebûye ku em li wan belgeyan xwedî derkevîn, biparêzin, şirove bikin û ji bo berjevendîya xwe bikar bînin. ***-Rojname û Weşangerîya Kurdi li derveyî Kurdistanê destpêkir. Ji bo ku Kurd di welatê xwe de desthilatdar nebûn. Ji bo ku ronakbîrên Kurda nedikarî ku rewşa ronakbîrîyê bi fermi û azadî bi pêşbixinin. Ji bo ku dema berê nedihîştin an ji li Kurdistanê matbaa û aletên çapê bêne bicîh kirin. Her weha rojnamegerîya me cara yekemîn di sala 1898an de li welatê Misirê, bajarê Kahireyê de bi destê rewşenbîrê kurd Miqdat Mithat Bedirxan ve bi navê Rojnameya Kurdistanê çap û belav bû. -Weşangerîya Kurdî cara yekemîn di sala 1914an de li Almanyayê bajarê Berlinê bi destê Huseyîn Huznî Mukrîyanî dest pêkir. Wî paşê ev weşanxaneya xwe anî Helebê. Demekî di şunve jî anî bir Rewandûz û paşê jî Hewlêrê. -Tarîxa rojnamegerîya Kurdî, destpêka tarîxa tekoşîna avakirina miletê Kurd ê.Paş çapbûna rojnameya Kurdistan di demekî nêzik de Kurdên rewşenbîr li ser rekxirawî ango organizekirina rizgarîya Kurdistanî weke komel mijul bûn. -Paş sedsala 19yî ango destpêka salên 1900î helwêst û tekoşina neteweyetîya xwe li rojhilata navîn gurr dikir. Kurda jî dixwast ku çareyekî ji neteweya xwe ya bindest re bibinin. Ji bo wê berî her tiştî ji bo hîşyarbûna neteweya kurd hewldidan. Li cure bi cure deran û li Kurdistanê rojname weşandin. Benedict Anderson dibêje “Girîngîya çapemenî û weşangerîyê eve ku zimanê etnisiteyê standardize dike, xem û xeyala wê digîhine merheleya civateke moderen û ji ‘neteweyîbunê re mimarîyê dike.”Dema ku em bala xwe didin pêşveçûyîna civatan; ev bi rêya pêşveçûyîna çapamenî, weşangerî û xwendinek bi berfirehi ve mumkun bûne. Ango bi medya û xwendina xwe, bi perwerde û hûnera xwe, bi sîyaset û civata zanyarî bi pêşketin e. Pişta cehaletê û nezanîyê bi nivîs û xwendinê, bi zanyarî û medya xwe ya moderen şikandîye. ***- Em îro dibînîn ku rojnameyên me weke zarokên me bes navê wan kurdîne. Dîyare ku zarokên me navê xwe kurdîne lê Kurdî nizanin an jî napeyîvên. Gelek caran em dibînin ku kovar û rojnameyên me jî nav kurdîn e, lê tê de nivîsên Kurdî nînin. - Em miletekî ku, xwendin û nivîsina kurdî bi çi sebebi dibe bila bibe di nav me de bi cîh nebû ye. Ji wê sedemê jî em miletekî nezan û şunve mayîne. Em metoda kirîtikirina tu tiştekî nikarin bi zimanê xwe yê zelalî bikin û belav bikin. Ev çend kîtêbên ku derdikevin jî di dest niviskar û weşangeran de dimînin. - Belavkar ji bo ku kitêb û rojnameyên kurdî zêde nayên ( -ji bo çil mîlyonî 500 kitêbî çap dikin ev ji di destê me weşangeran de dimînin-) xwendin.- Partî û sazîyên me li bakurê Kudistanê û Tirkiyayê, sîyaset û çanda xwe bi zimanê tirkî dikin û otoasîmîlasyonekî bihempa bikar tînin, tevî dagirkeran ji bo ku zimanê kurdî bêşikandinî alikar dibin. Heval û hogirên xwe ji bo xwendin û nivîsîna kurdî ji dil ve teşfik nakin. - Gelek sazî û partîyan sala çûyîn ji bo kampanya axaftin û xwendina zimanê kurdî gazî kirin. Lê ev yên ku ji bo zimanê kurdî bangawazî kirin wan bixwe jî belko kitêbek bi zimanê kurdî nexwendin e. Hin ev gelek kesên ku 30-40-50 saleke kurdewar e hîn bi kurdî nizane biaxife û bixwin e. - Di rojnamegerî û weşangerîya kurdî de Kurd di nav hestên ku xwedîtîyê ji weşanger, rojnameger û berhemên kurdî derkevîn nişan nadin. Ji bo ku em hîn negihîştîne xeyala xwe ya gîştî yên netewetîyê. Em hîn di çarçova gundê xwe, bajarê xwe, eşîra xwe, partîya xwe de dihizirin. Bi nirxên neteweyetî û cîhanî nahizirin. Yên ku bi nirxên neteweyî dihizirin jî gelekî kêmin. - Kurd ji xwendinê çav tirsî kirin e. Yên ku weşangerî kirin; hatin kuştin, koçber kirin, derketin çîyan û ji cıvata xwe dur ve xistin. Bi vî avayî ji cîhana xwendinê qut kirin..- Teknolojîya nû weke televîzyon û Internetê belko ji bo pêşketina ziman û agahdarîyê millet nêzikî hev kir. Lê xwendina rojname û kitêbê bi şûnve xist, asoya raman û xem û xeyalan teng kir. - Li cîhanê, ev dewletên ku bi demokrasîyê idare dibin, ji hemû weşanger û rojnameyan re saziyên dewletê; weke şaredarî, perwerdeyî, çandî û hwd. alikarî dibin. Ji bo kuner, kitêbxane û arşiv, niviskarên xwe re alikarîyê dikin, kitêban dikirin, qima wan digrin û ji her aliyî ve destegê didin.ê. - Li Tirkîyê 1447 kitêpxane yê weke arşivxane hene. Ji wana bes kitêbeke me ya kurdî an jî di derheqê kurdan de nakirîn û di nav wan kitêbxaneyan de bi cîh nakin. Lê dibistan, fermandere Polis û eskeran gelek caran ji me kitêban dixwazin weke ku em alîkariya wan bikin. Daku berhewa kitêban bidin wanan. - Li tirkîyê wezirê perwerdeyîyê biryara 100 (sed) berhemên esasî dan ku di dibistanan de her kes divê dê bikire û bixwîn e. Lê di nav wan de bes berhemekî Kurdî an jî di derheqa Kurdan de tunîne. Divê kurd dijî wê helwestê derbikevin û jê su’udê bigrin.. - Hin min nedîtiye ku yek sazîyekî me ya Kurda hatîye û bi peran kitêbek ji me kirîye.- Hin kitêbên kurdî yên ku li parçeyeki çap dibin çendîn istisna ne tê de naçın parçeyên dîtir.- Hîn weşangerê kurd di nav xwe de têkili û kontakstek nin e.- Hîn belavkirina kitêban weke problemek dijwar li pêşîya me ye. - Hîn Tirkîyê weşangerîya Kurdî weke karê “teroristane” bi nav dibe. - Hîn İnsanên Kurd ji bo ku bi hevre mezin û pêş bikeve xwedî metodekî perwede û projeyek ber bi çav nîn e.- Hîn editor û redaksîyona rojnamegerî û weşanên kurdî lewaz e.- İro em dibînin ku niviskarên kurdî ji xwendevarên kurdî zêdetirî in. Kesên wer hene ku hiç kitêbek kurdî nexwendîye, lê helbest, çirok, belko dest pêkiriye roman jî nivîsîne!- Îro cîhana weşangerîyê bes ji karê çandî û pêwîstîya civakê derketîyê û bûye sektorekî bezirganîyê. Ji bo wê jî di wê piyaseyê de reqabetekî dijwar peyda bûye. -Êdi banka û şirketên pirpar yên weke holdîng, dest avitîne karê weşangerîyê. - Edî bi şev û roj daku xwendevanan bervî xwe ve bikşinin; bi medya xwe didin dannasin û bi zora reklamê giranîyek mezin dide ser û kitêbên xwe didin firotin. Daku civateke ku bigêhêje nivşên xwendinê pir basit di bin tesira wan reklaman de dimînin û gor pêvîstîya xwe ne, ya reklaman biryarê dide û kitêban distîne.- Mixabin em weke weşangerê Kurd ji her alîyî ve, ji wê dannasîn û reklamê bêparin. Medya Kurdî hîn bi şêweyek partizanî li weşangeriyê alaqader dibe. Li gor helwêsta neteweyî nirxandin gelekî lawaz e. .- Berê yek xwendevanekî ji xercîya xwe pere kom dikir û dest bi karê weşangerîyê dikir. Lê nika ev ne mumkun e. Divê ji bo ku tu weşangerîyê bikî; lazime televizyon û rojnameya te jî hebe ku tu bidî nasin, matbaa te hebe ku tu bi erzanî çap bikî, weke D&R yê li seran serê Tirkîyê û Kurdistanê kitepxane hebin ji bo firotinê ku tu bigînî xwendekar. Lê diyare ku bekal nikarin li gel supermarketan bijîn. Û em jî nikarin bibin supermarket!- İro her kes li ser azadîya ramanê dide û distire. Lê yê ku tê dadkirin beri her kesi weşangerê kurd û helwesta kurdistanê ye. Ev Kanûna Cezayê ya Tirk beşa parasina sistemê, bes ji bo dijeyatîya kurd û kurdistanê tê şixulandin. Lê kurd di vê meseleyê de li weşanger, niviskar û kitêbên xwe dernakevin.- Hin zimanê kurdî ji alîyê dewletê ve weke “zimaneki nayê fêmkirinî” tê bi navkirinî. Hin berhemên zimanê kurdî nehatîne merheleya dadkirinê jî. Lê kesên me yên ku li gel zimanê xwe, welatê xwe û ji bo cemîyetek moderen weke dewlet xeyal dikin divê bi şev û roj bixwîne û kirîtîk bike û bigêhêje mirazê xwe. Bi kurtasî zimanê neteweyî zimanê rojnamê û romanê ye. Rojname û Roman nivşên neteweyîyê didin dest. Her weha… 22 Nisanê Roja Yadî 108 salîya rojnamegerîya Kurdistanê li neteweya Kurdistanê pîroz be!
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.