Ramyarî

XWENDEVANÊN HÊJA, EZ DIXWAZIM BALA WE BIKISHÎNIM SER VÊ HEVPEYVÎNA

AZAD BÊWAR · 22.05.2006 · 2 dîtin

XWENDEVANÊN HÊJA, EZ DIXWAZIM BALA WE BIKISHÎNIM SER VÊ HEVPEYVÎNA

BI HÊJA SEYDAÊ BI RÜMET ÎSMETULLAH, AN KÜ SER ZIMAN Û GIRÎNGÎYA WÎ RAWESTÎYAYÊ.XWENDEVANÊN HÊJA BO NETEWEYEKÎ 5 TISHT BINGEHIN.YA YEKEMIN Û SERTEYÎ YEKGIRTINA ZIMANE,YEKGIRTINA XAKÊYE, YEKITIYE JIYANA IKTISADÎYE UHW:LEWMA JI BO ME ZIMAN, ZIMAN, ZIMAN û DISA ZIMANGER MIROV RASTÎ BÊJÊ, GER HAYA NIHA KÜRD LI SER PÎYA MAINE, HEBÜNE XWE DI BIN VAQAS KOCBERÎ, ZAHMETÎ, TALANÎ KÜSHTINBI NEFÎ Û DI NAV VAN FERMANAN DE HEBUNE XWE BERDEWAM KIRÎYE, YEK JÊ ZIMANÊ BAVÛ  KALÊ MEYE, YANÎ KURDÎYA MEYE uhw.WEKÎ KO SEYDA ÊÊJA JÎ JI BO KÜRDÊ LI METREPOLA TIRKA PÊK ANÎYA, GOTÎYE "GER 20 SALÎDÎ EM LI IZMÎRÊ BIJÎN EMÊ KURDÎTÎYA XWE JI BÎR BIKIN" DIXWAZIM DIVIRDE TÊBÎNIYÊKÊ BÎNIM BERCAHV, EV 30 SALÊN PARTÎ RÊKXIRVÊ ME YÊN BAKURÊ KURDISTANIN KÜ HENÊ LÊ JI DEVLA KÜ BI PÊSHDE BICIN MIXA BIN EW BI BASH KETIN.HONEKE JI WAN YEKGIRTINA 4 PERCA DI PARÊZIN LÊ MIXABIN EW ZIMANÊ GELÊ XWE HÎN NEBÜN, EWÊ CAWA RÊVEBIRÎYA GELÊ XWE BIKIN?HINEK JIME BI HESHKERE HAVALTÎ YA DEWLETE TIRKO DIKIN HINEK JI ME JÎ BI DIZÎ HAVALTÎYA TIRKA DIKIN.EZ NAXWAZIM GELEK LI SER VÊ MÎJARÊ DIRÊJ BIKIM JI BER KÜ SEYDAÊ HÊJA BI KÜRANÎ LI SER SEKÎNÎYE.ZIMANÊ KÜRDÎ ZIMANÊ MEYESHÊRÎN Û XWESHA LÎ BER DILAÊ MEYEBO YEKGIRTIN Û NETEWA MEYEBO RÊVEBIRYA GÊLÊ MEYE HER EW TACA SERÊ MEYEKEREM BIKIN LI GEL HEVPEYVINA BI SEYDA ÎSMETULLEH´ REAZAD BÊWARHevpeyvîn: “KESÊ KU BI ZAROKÊ XWE RE BI TIRKÎ DIAXIVE DIBE QATILÊ ZAROKÊ XWE, QATILÊ NESLEKÎ - HEVPEYVÎNEK BI MELE ÎSMET REHevpeyvîn: Amed Tîgrîs- Seyda tu bi xêr û ser çavan hatî. Belê em neha li Îzmîrê li Fuara Pirtûkan, li parkê ne. Seydayê hêja jî li ba me ye. Ez dixwazim tu bi kurtî xwe bidî naskirinê, navê xwe, ji kur î? Navê min Îsmetullah e, hema kurt dibêjin Îsmet, di nifûsê de jî Îsmet Kiliçaslan e, weya bi kod dibêjine min Mele Îsmet. Xelkê Tetwan ji gundê Çorsênê me. Min xwendina xwe yê medresê li gundê xwe dest pê kir. Pishtî wê ez çûme gundê seydayê xwe Mele Ebdulsemet li Uranis melatî dikir, min li ba wî xwendina xwe kir û min li wir xwendekariya xwe bi dawî anî. Pishtî wê îcar ez çûme gundan û min melatî kir. Li gelek gundan min melatî kir. Min ewil li Prîstalê kir, salek li Cinazûr kir. - Li kur in ev gund seyda? Ev Reshadî ne, gundên Tetwanê ne. Ji wir pash ve çûme Wanê, gundek dibêjinê Qeregunduz, gundê Kuresinyan in, ecem in, li wir jî min salek melatî kir, ji wir ez hatim Xelatê, li wir salek fermî bi qadro min îmamtî kir, lê dîsa jî min îstîfa kir û ji wir çûme gundê Avetaxê û bûme melayê gund. Sal hingê 1964 bû. Di wê salê de hilbijartinek çêbû, Zîya Þerefxan bû berendamê senatoyê, min li wir gelek xebatên xweþ kirin û ez bi piyan diçûm gundên der û dor û yên dûr ên çiyan ku wesayît nikaribûn biçin û li wan gundan digeriyam, ji bo hilbijartinan.- Seyda ez dixwazim li vir tiþtek pirs bikim; Hem di dema feqîtî û hem jî ya melatiyê de we bi tenê bi erebî dixwend, an bi kurdî jî we dixwend? Neha hin kitêbên me yên erebî hebûn û hin kitêbên me yên kurdî hebûn lê kitêbên kurdî jî ji bo erebî bûn, yanê ji bo rêzimana erebî, bi kurdî dihate xebitandin lê dîsa jî eynî rêziman xizmeta rêzimana erebî bû. Mesela digotin ev fêêla çi ye, fêêla mazî ye, fêêla zemanê borî ye, bi vê sheklê hanê li ser peyvên erebî, bi kurdî dihatin shirovekirin.- Bi kurdî qet tisht tunebûn? Bi kurdî bi xwe tu tiþta ku hebû jî dîsa ji bo erebî bû, ne ji bo kurdî. Mesela Þerxa Amila Gurganî hebû, ewan digotinê curcanî, em dibêjin gurganî,  xelkê Gurganê bûn. Gurgan shehrekî Îranê ye, lê ereb nizanin bêjin gurgan, dibêjin curcan.-  BashPishtî ku min melatî bi dawî anî xizmeta xwe ya fermî xelas kir, ez karkenar bûm, pashê min mala xwe anî Îzmîrê.- Çend sal e hûn li Îzmîrê ne. 12 sal in.- Pisshtî hûn hatin Îzmîrê, we xebatên xwe yên li ser ziman û wêjaya kurdî domand û têkiliyên we bi Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê re jî çêbûn. Hûn dikarin hinek bahsa wan jî bikin: Belê. Sala ku Enstîtu hate damezirandin, ez jî bûme endam. Em bi hev re çûne Stenbolê. (Mele Reþîd li kêlaka wî rûniþtiye, ji bo wî dibêje A:T) Mûsa Anter, Feqî Huseyn û gelek hevalên me yên din hebûn. Îsmaîl Besîkçî jî hebû û bû serokê Enstîtuyê, lê bi kurdî nedizanî û ji lewra jî got ez nikarim serokatî bikim, lewra ez bi kurdî nizanim û ev jî saziyek e ku divê kurdî bi pêsh ve bibe. Ew ji serokatî derket êdî serok bû hevalekî me yê din. Ew jî guherîn û guherîn, neha Samî Tan serokatiya Enstîtuyê dike.- Belê seyda, heya neha çi kar û xebatên we bi xwe, an bi kesên din re çêbûne li ser ziman û wêjaya kurdî? Hinekî pirtûkên kurdî ku bi xetên erebî bûn, me tîpguhêzî kir û ew bi xetên latînî nivîsîn.- Yên ku te bi xwe kirine hene û yên ku te bi hevalên xwe re kirine hene, ne wisa? Belê, yên ku min bi xwe kirine, pêþî Mizhefa Reþ û Kitêba Cilwe min wergerandin û tîpguhêzî jî kirin.- Ew neha derketine, çapkirî ne an na? Na xêr, neçapkirî ne, lê gelek ji wan fotokopiyên wan me belavkirin, lê li tu derî jî nehatine çapkirin.- Baþ e karên ku te bi kesên din re kirine çi ne? Min û Mele Reþîd bi hev re me tîpguhêziya kitêba Feqiyê Teyran kir.- Kîjan Mele Reþîd? Mele Reþîd kurê seydayê min e, ev ê neha li ba min. Kurê seydayê min e, Seydayê Mele Evdil Semed, ew jî Tetwanî ye, bi eslî xwe Bekirî ne. Me bi hev re di bînaya Enstîtuyê de van xebatan kirin. Hevalek me din jî hebû, em sisê bûn esas, me qerar dida wî jî, kurdî bi tîpên latînî xweþ zanibû û dinivîsî. Ew hevalê me jî xelkê Erziromê bû, di daniþgehê de dixwend. Navê wî çi bû? (Ji Mele Reþîd pirs dike ku li kêlaka wî rûniþtiye, lê nav nayê bîra Mele Reþîd jî. A:T) Navê wî ji bîra me çûye neha, wî jî alîkariya me dikir, lê belê me navê wî nenivîsiye, me heqaret lê kiriye. - Ew pirtûk derketin? Belê, derketin.- Tishtekî ku neha li ser dixebitî heye? Belê, neha jî 3 cild Kitêba Merdûxî heye, Meshahîrên Kurd dibêjinê, yanî Navdarên Kurd.- Bi çi zimanî ye? Farisî bû, ez û Mele Reshîd me wan wergerandiye kurdî, tîpên latînî. Cilda ewil Mele Reshîd, cilda duduyan min û cilda sisiyan jî nîvî ez û nîvî Mele Reþîd me wergerandine. Me li hev parve kir. Lê ew jî hîn nehatine çapkirin. Amade ne û me teslîmê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê kirine, gereke çap bibin.Kitêbek Seydayê Mele Sadiq, di derbarê dîn û neteweperweriya kurd de ku di dema îslamê de çewa bûye, heye. Bi erebî ye, me ew jî wergerandiye kurdî û tîpên latînî. Ew jî amade ye û ew jî hîn nehatiye çapkirin. Û yê dîtir jî li ser Jînenîgariya Qazî Muhammed hatiye nivîsîn 140 rûpelên bi farisî ne, me ew jî zivirandiye kurdî, ew jî hêj nehatiye çapkirin, lê feqet hêj xelas nebûye, di destê min de 4-5 rûpelên wê mane hej min temam nekirine, pishtî ku me ev qedand, ez ê sererast bikim.- Seyda hûn ji du zimanan werdigerînin, ji farisî û erebî? Belê û ji osmanî jî. Neha hevalê me Mele Reþîd kitêbekî ji osmanî werdigerîne kurmancî. Ew jî kitêbek gelek xweþ e, hinek belgeyên rind in. Di derbarê kurdan de hatiye nivîsandin û ji nav belgeyên Osmaniyan hatiye berhevkirin.- Seyda, wek we got hûn ji sê zimanan werdigerînin, bash e zahmetiyên we çi ne di van wergeran de? Welahî zahmetiyê ku em dikþînin, di kurmancî de hin peyvên ku hinek bi awayekî, hinek bi awayek din dinivîsin, em di wan deran de gelek zahmetî dikêshin ka em çawa binivîsin. Mesela hevalekî di kitêba xwe de bi awayekî nivîsiye, yekî din jî bi awayekî din nivîsiye. Di tewangan de bilxase. Xeynî tewangan jî, di îmlayê de, di rastnivîsê de herkes wek hev nanivîse, em di wan deran de hindek zahmetî dikêshin, ka em wekî kî binivîsin dê rasttir bê, bashtir bê. Em di wê derê de hindek tengasî, dikêshin.- Tishtên ku tunin jî hene seyda? Em bêjin hinek hene hev nagirin. Hûn dibêjin ku hene, her yek gor xwe dinivîse, lê hinek jî tunin, dema tunebin hûn ew çawan dikin? Yên ku di kurmancî de tunin, em lê digerin û soraniya wan dibînin, eger me soraniya wan,  nedît, em farisiya wan dibînin û me farisiya wan jî nedît, em yek jê re çê dikin. Em bi awayekî wisa xwesh çêdikin, mesela dema din min ji we re erz kir, min got min ji erebî werdigerand, “mutebehir” hebû, min got ecêba ez mutebehirê binivîsim, dikarê neyê fam kirin ku mutebehir yanê çi! Em bi awayekî wisa binivîsin ku xelk bizanibe yanî çi. Min jî got bahir yanî bi maneya deryayê ye, mutebehir di erebî de yanî weke bahrê, yanê ev însanê han di zanînê wek bahrê ye. Wek ku wisane, min jî got deryabîr, deryabîr, yanê mutebehir.- Bash e ciyê xwe digire? Belê, min ji hinekan re got, pir li xwesha wan hat. Lê feqet ev çêkirina min e û ez dibêjim ev çêkirina min e. Ez bi xwe jî li dijî me ku mirov bi xwe tishtan çê bikê. Ez lê dixebitim ku heya bibînim. Di peyva ellame de jî weha bû, ez lê geram û min dît.- Seyda, gelek hene ku kurd in. Heta dema mirov bi wan re dipeyîve, mîna hest ji mirov zêdetir kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên din dinivîsin. Ez dibêjim, dijminayiya herî mezin ew e ku mirov bi zimanê xelkê berhem binivîse. Lewra ew berhem zimanê mirov dikuje. Wextê ku zimanê mirov kusht, dêmek ku wî sîlehek çêkiriye ku zimanê mirov bikuje. Neha rexne li Özgür Gundemê dikin, rojnameyekî me ye. Belê ji me re gelekî tishtên xwesh dinivîse, lê belê yên ku wî dixwînin ji kurdî bi dûr dikevin. Eger ne ew bûna dê Azadiya Welat çêtir bihata xwendin, çêtir biketa zimanê xelkê û çêtir xelk bizaniya ku bi zimanê xwe bixwîne, bi zimanê xwe hîn bibe. Ew dibe sebep ku xelk ji zimanê xwe bi dûr dikeve, ew sebebiyet jî wek sîlehekî ye û bi wê sîlehê me dikujin.- Neha wek we got, Azadiya Welat heye, televizyonên kurdî hene, weþanên kurdî hene, di kurdiya van weshanan de hinek kurdiya çêkirî hene, hinek ji wan ne giramerî ne, mehelî ne, tu di vî warî de çi dibêjî? Ez dibêjim ew jî xetereyek gelek gelek mezin e, lewra neha bi taybet televizyon, an jî em bêjin Azadiya Welat, shashiyên ku dikin, shashiyên gelek mezin in û ev shashî li nav xelkê belav dibin û mirov dibêjin qey ev shashî hemî rast in. Mesela ez çûme televizyonê min ji Reshad re got hûn dibêjin rêvebir, shash e, rêvebir yanî yê ku rê dibire, bêjin rêveber, yanî yê ku bi rê ve dibe, got baþ e, welehî rast e xebera te ye. Ez hatim û çendekî gotin rêveber, shashê car din gotin  rêvebir. Îsal guhdar dikim, car din dibêjin rêveber, lê Mahmûd hêj jî dibêje rêvebir.- Seyda pirsa dawî: Ji bo pêsherojê, hinek dibêjin pasheroj, hinek dibêjin pêsheroj, ez dibêjim pêsheroj, ji bo rojên pêsh, tu dibêjî çi ji bo zimanê kurdî, pêsheroja wî ronahî ye, tarî ye, pêsh ve diçe, kurdî ji navê radibe? Tu li bajarên tirkiyê rûdinêyî, çawan dibinî vê rewþshê? Li bajarên metrepolên tirkan jî, li bajarên Kurdistanê jî, bi vî rewshî bidome, heya bîst, sî salên din kurdî xelas dibê, lewra herkesekî di mala xwe de bi zarokên xwe re bi tirkî diaxive. Wexta bi tirkî diaxivin, zarokên wan jî êdî kurdî ji bîr dikin, kurdî nizanin. Pishtî 30-40 salên din dema ew jî bimirin dê zarokên wan rabin, zarok jî bi kurdî nizanin, wê demê kurdî jî bi wan kesan re dimire, kurdî namîne, neslekî ji holê radibe, qir dibe û sebep jî em in ku bi zarokên xwe re bi kurdî naaxivin. Kesê ku bi zarokê xwe re bi tirkî diaxive, dibe qatilê zarokê xwe û qatilê neslekî, lewra ew nesla ku mezin dibê, ji kurdî derbasî tirkî dibê, ji me re nabê nesil û qir dibe, ew qir bû çû di nezera min de. Qatilên wan jî dê û bavên wan in ku zarokên xwe hînê kurdî nakin. Ez ji berê ve ji bo vê yekê têdikoshim û di vê têkoshîna xwe de jî hîn bi ser neketime, lê înshaallah ez ê bi ser bikevim.- Bashe seyda, spas dikim û serkeftinê dixwazim.29ê nîsanê sala 2006 - Îzmîr

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.