ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Newroz Com · 28.09.2005 · 3 dîtin
Em wekî Newroz Com ev saleke hewl didin, di nav rageyandina Kurdî a welatparêz de dewra xwe bilîzin.... Ji ber ku, belavkirina agahdarî, nûçe û şîrovên li ser Kurdan gellek kêmin û an jî ji alîyên hinek hêzên ku, bi nokertîya dagirkeran dijîn, têne bêser û bêber kirin.Lê sed heyf û mixabin pîştî ku Newroz Comê dest bi weşanê xwe kir, malpera me ket li ber êrîşên dagirkerên Tirk û dujminên gelê Kurd.. Ev nêzîkî saleke hertim Newroz Com di bin êrîşên wan de ye.. Vê yekê jî xwendevanên delal û hêja ên Newroz Comê rojane dijîn û dibînin... Newroz Com, çend caran jî ji alîyê dujminên peyîva Kurd û hebûna Kurd û Kurdistanê ve hate ruxandin...Ev hemû êrîş û xirapkarîyên li dijî Newroz Comê jî nîşan didin ku, em li ser rîya rast in û enîya me a Kurdewarîyê ye...Xwişk û Brayên Heja,Ev nêzîkî saleke em hewl didin, bûyer û çalakên Kurdan, ên çar parçên Kurdistanê heta em bikaribin,bigîgîjin raya giştî a Kurdistanê.. Ji bo vê armanca pîroz jî heta ji destê me tê em bi awayekî objektîf nûçan didin.. Li ser vê mijarê heta niha me hezaran telefon û E-mail wergirt û piştevanîya xwendevan dît...Ji ber ku , gelê Kurd jî mafê wî heye, li ser bûyerên welatê xwe û dinyayê bi awayekî objektîf agahdar bibe. Em jî wekî beşekî rageyandina Kurd, hewl didin ew valahîya heye tijî bikin..Newroz Com, niha bi şiklek û awayekî nû dîsan ligel xwendevanên xwe ye.. Ji bo parastina teknîkî a malperê me hinek çareserîyên nû dît.. Lê wekî hûn dizanin ji sedan sed çareserî nîne.Vê carê me rûpelek taybetî ji bo zimanê Kurdî terxan kir.. Em dê hewl bidin bi zimanê xwe ê şîrîn agahdarî, nûçe û gotaran biweşînin.. Pêwîst e em beşê Kurdî ê Newroz Comê xurtbikin.. Ji ber ku, em wekî gelekî bindest û dagirkirî dikarin bi rêya zimanê xwe ê zikmakî û der û dora wî sengera berxwdana çandî avabikin. Ji bilî vê yekê çareserîyek me din nîne..Ji bo vê yekê jî pêwîstîya me a nûçe û gotarên Kurdî heye... Derîyê Newroz Comê ji bo hemû evîndarên zimanê Kurdî, parêzvanên peyîva Kurdî, heta dawîyê vekirîye..Ligel rêz û silavên meRêveberîya Newroz Comê
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.