ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat · 29.08.2007 · 2 dîtin
Xwendekarên Herêma Kurdîstanê komkujiya Şengalê şermezar kir Federasyona Xwendekarên Zanîngehan a Kurdîstanê, komkujiya li Şengalê li hemberê êzîdiyan pêk hat şermezar kir û xwest ku di zûtirîn demê de alîkariya Şangalê bê kirin, her wiha herêmên ku kurd lê dijîn û li derveyî sînorên Herêma Kurdistanê dimînin, ji aliyê pêşmergeyan ve bêne parastin. Komek xwendekarên endamên Federasyona Xwendekarên Zanîngehên Kurdîstanê, bi mebesta şermezarkirina komkujiya 14'ê Tebaxê de li Navçeya Şengala Musilê li dijî êzidiyan pêk hat û di encamê di bi sedan kesan jiyana xwe ji dest da, li ber Parlementoya Herêma Kurdîstana Federal daxuyaniyek da çapemeniyê.Li ser navê koma ji aliyê Cîgirê Serokê Parlementoyê Kemal Kerkukî ve hatin pêşwazîkirin, Berevan Hemdî daxuyaniya çapemeniyê xwend. Hemdî, da zanîn ku dijminên kurdan di dîrokê de hertim xwestiye nasnameya kurdan tune bihesibînin. Berevan Hemdî, bal kişand ku bi taybetjî kurdên êzidî hem ji ber kurdbûna xwe û hem jî, ji ber ola xwe du caran rastî pêkûtî û êrîşan tên. Hemdî, diyar kir ku ew wekî Federasyona Xwendekarên Kurdîstanê yên bakur, başur, rojhilat û rojava buyera terorîst a li dijî êzîdiyên kurd bi tundî şermezar dikin.'Divê bi lezgînî zirarên madî û manewî bêne dayîn'Berevan Hemdî, bal kişand ser alîkariya ji bo gelê Şengalê tê komkirin û ev daxwaz pêşkeşî Parlementoya Herêma Kurdîstana Federal kirin:"Em wekî xwendekar dixwazin hemû navçe û bajarên ku dikevin çarçoveya xala 140'an a Makezagona Iraqê, ji hêla Hikumeta Herêma Kurdîstanê ve bêne parastin û pirsgirêkên wan bêne çareserkirin. Hikumet û Parlemena Kurdîstanê divê zêdetir girîngiyê bide van herêman. Pêwîste zext bidin ser Hikumeta Navendî ya Iraqê ku bi lezgînî zirarên madî û manewî yên mexdurên Şengalê bêne dayîn. Ji bo ku di navbera ol û mezheban de fitne û fesadî çênebe, div3e belavokên hişyariyê bêne belavkirin. Pêwîste ji bo xwendekarên li Şengal, Mexmur, Kerkuk û Xaneqînê dibistana navendî temam kirine, formên taybet bêne derxistin ku bikaribin li zanîngeh û peymangehên Herêma Kurdîstanê bixwînin."Bombebaran jî hate şermezarkirinHemdî, di dawiya axaftina xwe de bombebarana ji aliyê artêşên Tirk û Îranê ve, li dijî herêmên sînor ên Herêma Kurdistana Federal pêk tên jî bi tundî şermezar kir. Hemdî, bang li welatên cîran jî kir û got ku heta riyên diyalogê hebin, divê serî li riya şer û pevçûnan neyê dayîn. Hemdî, her wiha xwest ku di zûtirîn demê de bombebaran bê rawestandin.'Ev nê êrîşa yekemîn e ku li dijî êzidiyan pêk tê'Piştî xwendina daxuyaniyê, Alîkarê Serokê Parlamentoya Herêma Kurdîstanê Kemal Kerkukî jî, ji ber helwest û bihîstiyariya xwendekaran spasiyên xwe pêşkêş kirin. Kerkukî, destnîşan kir ku armanca van êrîşan valakirina herêmên kurdan e û wiha pê de çû: "Kiryarên wiha yên hovane ne cara yekemîne li dijî kurdên êzîdî pêk tên. Dijminên kurd ev bi salane li pey valakirina herêmên ku kurdên êzîdî li wir dijîn nin. Plana rejîma Baasê hebû ku Şengal û cihên ku kurdên êzîdî li wir dijîn vala bike. Bi van êrîşan dixwazin ew plana ku nîvco maye bi êrîşên hovane temam bikin. Lê bila baş bê zanîn ku wê negihijin armanca xwe." Kerkukî, der barê parastina herêmên êzîdiyan de jî wiha got: "Li gorî pêwîstiya welatiyên ku ziyana wan çêbûye, wê alîkarî bê dayîn. Her wiha Hikumeta Herêma Kurdîstana Federal jî biryar girtiye ku deverên kurd lê dijîn ji hêla peşmergeyan ve bêne parastin. Ji ber vê yekê jî hin yekîneyên pêşmergeyan peywira parastinê girtin serxwe û çûne Şengalê."Piştî daxuyaniyê, xwendekaran daxwazên xwe bi nivisekî dane Kerkukî û belav bûn.Kurdshow, DİHAKurdo
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.