Ramyarî

Xuşka / birayê hêja!

Kemal Tolan · 06.12.2006 · 2 dîtin

  Rêzdaren di rêvebiriya HEVKARIYA KOMELÊN ÊZDIYAN de ! Ez bawerim we jî weke min di gelek ciyan de dibihîstiye û vêga hêjî bihezarê caran di gelek ciyan de dixwînin ku hinek kesên berpirsyarên mediyayê, pispor, zane, ulimdar, lêkolînvan û ramanvanên me Kurd û xerîban gazina ji me Êzdiyan dikin û dibêjin; “Di çapemeniya Kurd û cîhanê de agahdariyên li ser Êzdiyan pir kêmin, Rêber û Oldarên Êzdiyan naxwazin agehdarî û nasandinên li ser dînê wan bêne nivîsandin. Di nava netewa Kurdan de, civaka Êzdiyan ya herî paş de maye Êzdî amiliya xwe bi kesên ne ji dînê wan be naynin, nahêlin bawermendên Êzdî jî bixwînin, binivisînin û hwd. nizanim çê û ne çê ? ” Bi dîtina min, ji ber ku ev bargiranî, kêmasî û neheqiyên di dîroka me de zelal ne hatine xwanê û şîrovekirin, gelek cûdatî û nezanî jî ketine nava kultura me Êzdî û Kurdan. Weke hûn dizanin, ji bo ez karibim hinek ji van kêmasî û valiyên di nava dîrok, kultur, siyaset û edebiyata me Kurdan de dagrim, min heta vêga gelek lêkolîn, gotar û nêrîn li ser hejmar, rewş, zilm û zora ku berê bi serê bav-kalên me Êzdiyan û Kurden resen de buye û hêjî dibe di gelek dezgeh, rojname, kovar û malperên me Kurdan de nivîsnadiye .Niha jî min ji bo dewlemendiya arşîva çande û nasandina me Kurdên resen, gelek kevneşopên bingehên ola Êzdiyatiyê (yên weke: baweriya bi Xweda yê bê şirîk, her heft melyaketên qedîm, sema yê, afirandina her heft tebeqên erd û esman, Tawisê, Berat, afirandina qalibê Adem, Hawa û Şahîdê bin Cer, melek- horî û cinên bi surên xwe bune Xwedanê xwezayiyê û ketine kirasê giyander, xas û qelenderan, giyan(ruh) na mire û timî kiras diguhêze, Êzdî îmana xwe ji qewl, ilm , duha û hemû şîretên melek, horî, cin, giyander, xas û qelenderên Xwedê nasdikin, ji bo giyana meriv paqij bive, timî îbadet bike û rojî bigre, pîroziya parastina parêsgeh(ziyaret), qub û gelk nîşanên xwezayiyê cihê melk, horî, cin, giyander, xas û qelenderên Xwedê nasbike û hwd.ê) di vê pirtûka xwe(binêrin li wêneyê di pêvakê de) ya bi navê “NASANDINA KEVNEŞOPÊN ÊZDIYATIYÊ “ de tomar kirine.Ev pirtûka min ji aliyê Weşanên PERÎ ve dertê. Ku Xwedê û Tawisî-Melek bêjin erê û teşqele tûnebin kitêbê di demeke kin û beriya Cejna Êzdî(15.12.06) de bigihîje ber destên xwandavan û xêrxwazên Êzdiyatiyê ye birêz.Hêvîdarim ku hûn xuşk, bira û rêzdaren di rêvebiriya HEVKARIYA KOMELÊN ÊZDIYAN de jî bikaribin ji bo nasandin û frotana vê kitêbê alîkariyê bidine min. Eger hûn bikaribin ji nihave ji min ra bibêjen ka hûn çend hejmaran ji bo xwe dixwazin û hûnê bikarîben çiqasan jî li nav endam û xêrxwazên Êzdîtiyê belabikin? Ezê gelekî dilxweşbivimBuhayê frotina Kitêbê 8. € (Ewro) ye . Lê, dema hûn gelek hêjmaran bixwazin, ez dikarim di buhayê kitêbê de alîkariyê bidime mal anjî komela we hêjayan.Ez ji Xwedê gelekî lava dikim, ku min bi vî karê xwe tû kesek ne êşandi be û ev berhema min bi bi kêrî dewlemendiya çande û nasandina me Kurdên resen bê. Li gel rêz û silaven Êzdiyatiyê Kemal Tolan

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.