ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Wezirê Eþo · 18.09.2008 · 2 dîtin
Her çiqasî jî ez û Emerîkê Serdar gundiyên hev û hogirên zarotiyê ne, pir salan me hogirtiya xwe li Yêrêvanê dema fêrbûna zanîngehan da û dema karkirina dezgeh û rêxistinên çanda kurdî da salên dûr û dirêj berdewam kir bi dagirtina wê hogirtiyê bi hevkariya di warê edebyet û çanda kurdî da, lê zemanek hat, gava bê hemdî me herduyan, rasttir, dijî daxwaza me deste me ji hev bû, em ser dûrayan bi hezaran kîlomêtran ji hev qetiyan: bi îhtîmala here kêm ya hevdîtin û bi hevrekarkirina carek dinê. Lê weke dibêjin, hêştir dûrî hev diçerin-dîsa jî gûhên wan li ser heve. Gava min rojnama Riya Teze bi berpirsiyariya Emerîk ji nû va, piştî navbiriya zemanekî dirêj bi elfeba latînî çapbûyî, kû bi giranî netîca hewildan û keda wî hogirê min bi xweye, yanê jî kitêbên bi avtoriya wî distendin-dile xwe da digot: Şikir ji Xûdê, hogirê min zindîye û bi serda jî kar dike. Şikir ji Yekê jorîn ra, vî zemanê pir dijwar da edebyet û çanda me li Ermenistanê hela hê nemiriye". Lê gava van dawiya min pirtûka Emerîk ya bi sernavê "Şayîk du cara kirin" ya wergera ji kurdî ya ser rûsî bi destî hogirekî, lê bi derengî stend-ji nişkê va çîkîn ji dilê min hat û awa ji ber çi. Ew pirtûk li Yêrêvana payitextê Ermenistanê sala 2005 a hatibû weşandinê.Bi mûnesebeta 70 saliya ji dayîkbûna xûdanê wê. Min xwe li ber hogirê xwe ji ber wê yeke bi sûc dît, ko zemenê temambûna 70 saliya wî hat-buhurî, lê ez li ber wê îzbatê, wê bûyerê hettanî niha bê deng mame, gava sersalên gelek xizmetkarên ebedyet û çanda me demên pêwîst da min nivîs, gotar bi cî anîne û dane weşandinê. Lê Emerîkê Serdar yê xudanê kedeke mezin di ware edebyet û çanda kurdî da, yê welatparêzê bi şewam her çiqasî jî nav û dengekî bilind qazanc kiriye, dîsa jî ew hêjaye bi goveka berfirehtir nava gelê xwe da bê naskirinê, nemaze dervayî Ermenistanê, li welatê kal û bavan- Kurdistanê û li hemû beşên diyaspora kurdî. Û ber vê yekê jî min biriyar stend, ko her çiqasî bi derengî, lê nivîsekê ser kar û barê hogirê xwe bi cî bînim û bidim weşandinê gorî lojika vê gotina gele rûs: "Baştirê bi derengî, lê ne ko qed tu zemanî". Bilî ko bi cîanîna vê daxwazê wê dilê min rehet û baristan bike, ewê, ko ya bêtir pêwîste, di temenê mezin da dilê hogirê min jî xweş bike û wî berbi cîanîna nivîsandina berhemen nû bidefîne. Gelê me yê aqilbend badilhewa negotiye: "Xebera xweş-bahara dila ne".A piştî vê pêşepeyivê (pirolojê) emê hêja girantir ser jînenîgarî û kar û barê Emerîkê Serdar rawestin.Nivîskar, rojnamevan, edebyetzan, wergervan, karkirê civakî yê bi nav û deng Emerîkê Serdar (gorî nasnamê, qeyîdkirina kutêka dewletê da-Amarîk Davrêşî Sardariyan) 8 ê Sibata sala 1935 a li gundê Pampa Kurda (niha Sîpan) yê li navça Axbaranê (niha ya Aragasotinê) maleke xizan da ji dayîka xwe bûye.Emerîkî hê tifal bû, gava bavî wî- Dewrêşê Serdar çû ber şerê naziyên hîtleriyê ra û hew li mala xwe, neferên xwe vegeriya. Temamiya xem û xerêqa mezinkirina kurê tayê tenê, gîhandina ber mirazê wî ket ser mile dayîka wî-Seyîra Xudo. Nangiranî, xelaya salen 40 î da ewê ne ko bi tenê kur gîhand benga xortaniyê, lê ji xwendina wî jî neda birînê. Piştî temamkirina dibistana gûnde xwe ya heftsale Emerîk perwerdebûna xwe dibistana gundê cînar ya Elegezê ya navîn da berdewam kir û gava ew jî temam kir vê carê, ew sala 1955 a bû, berê xwe da payîtextê Ermenistanê-Yêrêvana dûr û deraz, nenas û ji bona xwe bêkes, ji bona stendina xwendin, perwerda bilind. Lê eva jî karekî hêsan nî bû: ew gotî konkûrs, huceta giran da bi serketa, ko bibûya xwendkar. Lê ber ko Emerîkê zîrek li ber çira neftê hetanî şev dereng dixwend û dinivîsand, ko ji hogira şûn da nemîne, vê konkûrse da bi ser ket û bû xwendkarê fakûltêta dîrok-fîlolojiyê ya Înstîtûta(zanîngeha) pêdagojiyê ya bi nave X. Abovyan. Dayika destteng nikarîbu ji bona aboriya wî hermeh pere ji kur ra bi rê bikrana, ber ko heger çend berxik li bazarê difrotin jî-pê perên wan dikaribû her bi tenê ji lawê xwera cil û bergan, midasan bikire. Emerîk dima hevîya wan peran, her çiqasî jî ew pir kêm bûn, yên ko dewletê didan xwendkarê weke wî yên perwerdê da bi serketî. Lê ewî ev quruş jî temam ser xwarin-vexwarina xwe mesref nedikirin:hema hema bi nîvê wan pirtûk ji xwe ra dikirîn. Wa weke dibêjin, bi zikekî têr û yekî birçî ewî penc sala xwend û bi rûkî rûspîtî sala 1959 a înstîtût temam kir. Û ber ko ewî di nawa civaka kurdî û ermenî da wek mirovekî zane, êgin û jêhatî deng dabû-eyînî salê da ew vexwendin rêdaksiyona weşanên radiyoya Yêrêvanê yên kurdî, ko li wir kar bike. Ew li vir destpêkê da bû spîkêr (axaftinker), lê pişt ra gihişt posta cîgirê serokê beşa kurdî. Dîsa ji ber sebebên li jor kifşkirî ew sala 1962 a vexwendin rêdaksîyona rojnama kurdî ya Riya Teze, ko eyînî bajarî da dihat weşandinê:destpêkê da ew li vir weke wergervan kar dike, lê piştî zemanekî ne dirêj wî kifşdikin wek berpirsîyarê beşa wê rêdaksiyonê ya çand û naman, zemanekî dîsa ne dirêj dubuhure û Emerîkê Serdar dibe katibê rêdaksiyonê yê berpirsiyar, lê pişt ra-cîgirê berpirsiyarê rojnamê yê giştî. Em mûhîm dibînin li vê tangê kifş bikin, ko rojnama kurdî dihesibî rojnameke komara Ermenistanê ya ofîsîyêl, û dihat dîtine wek organa Komîta Navendî ya Partiya Komînîstên Ermenistanê û hukumeta komarê û ber vê yekê jî posta Emerîk jî weke ya bilind û bi rûmet dihat dîtinê.Sala hilweşîyana Yekîtiya Sovyetîyê ya 1991 ê saleke here giran û dijwar bû nemaze ji bona edebyet û çanda kurdî, bi tayîbetî jî-weşanên kurdî. Gava weke komarên Yekitîya Sovyetîyê yên dinê Ermenistan jî ji wê Yekitîyê veqetiya, bû komareke serbixwe-sûbsîd, mesrefên ser çanda kurdî, weşanên kurdî, ko berîya hingê payîtextê Yekîtiya Sovyetîyê ya berê ya navendî û giştî- Moskovayê didan, bi carekê re hatin birînê û pêwistîya Riya Teze jî weke rojnameke ofîsiyêl ji bona rêvebiriya Ermenistanê ya nû nema. A di nava vê rewşa giran da eyînî salê da Emerîkê Serdar berpirsiyarya weşandina rojnamê hilgirt ser milê xwe û bi zorî û zehmetiyên mezin, bi binpêkirina pir astengan, bi alîkariya mirovên dilsoz û welatparêz-sponsoran, derengtir ya ji Herêma Kurdistanê ya federal ya di nava sinorên İraqê da bi destxistî û bi alikarîya şexsên cuda cuda weşandina rojnamê weke 15 salan da berdewamkirinê, ya wê rojnamê, ko nava zemanekî dirêj da bibû weke sembola edebyet, çand û çapemeniya kurdî li Ermenistanê û li Yekîtiya Sovyetiyê jî.Bilî di vê rewşê da bardewamkirina weşandina rojnama kurdî giranî, perpirsiyarîke dinê jî ya belkî girantir ket ser milê rêdaksiyona rojnamê û bi tayîbetî-berpirsiyarê wê. Zemanê rêvebiriya serokê (pirêzîdantê) Ermenistanê yê berê Lêvon Têr-Pêtrosiyan da dudîretî ket, rasttir, dudîretî xistin nava olka kurdên Ermenistanê, ko ji kurdên musulman û kurdên ezîdî pêk dihat:bi sûcê hinek kesên ji miletê me û wê polîtîkayê ya ko çend nijadperestên ermenî bi rêdan, îzindaneke bêdeng ya ji alîyê rêvebiriya komarê dimeşandin. Vê rewşê da çend nijadperestên ermenî yên weke Garnîk Asatiriyan û Yêxiya Naçariyan, nemaze evê dawî , xwe weke dijminê ronakbîrên kurd û hetanî gelê kurd jî eşkere kirin. Mexsed ew bû, ko ser bingeha cudatiya olê kurdên musulman û kurdên êzîdî rakin rûyê hev, rasttir ji hev veqetînin, evên dawî mecbûr bikin, ko xwe bi dîtina gel, miletekî cuda yê êzdî ji kurdîtiyê dûr bixin û ji bona bi cîanîna vî meremî ronakbîrên kurd noyîtiral bikin, bişkênin, ko bi piraniya xwe va kurdên êzdî bûn û yekîtiya gel diparastin. Bi cîanîna vê yekê wan nijadperestan dixwestin navê kurdîtiyê ne ko bi tenê ji ser kurdên êzdî yên komarê rakin, lê her wa ji ser ziman, edebyet û çanda kurdî jî, ewana bi nav bikin wek zimanê êzdîkî, edebyet û çanda êzdîkî, her çiqasî jî eva yeka wek paradokseke mezin dihat dîtinê. A di vê rewşa giran û bi tehlîke da ronakbîren kurd li Ermenistanê berxwedaneke xurt dijî ve lêyî-lemistê ya hema hema wek felaketekê çê kirin bi damezrandina şêwra ronakbîrên kurd li Ermenistanê. Piştî çûyîna serokê rêvebirî, serwertîya vê şêwirê-Şekroyê Mahoyî yê gorbuhuşt li Moskovayê sala 1994 a da berpirsiyariya serokê rêvebiriya şêwirê Emerîkê Serdar girt destê xwe. Vê carê him wek berpirsiyarê rojnamê û him jî-serokê serwêrtiya şewrê ewî bi heval û hogirên xwe va têkoşîneke dijwar, xurt, bi cesaret û bi rîsk danî bi wan hêzan ra, yên ko me li jorê besa wan kir: bi rasthatinên bi rûniştevanan ra, bi civînên şêwrê û nemaze bi weşanên rojnamê.Gava em rewşa Komara Ermenistanê ya wî zemanî digrin ber çevan, ko rewşeke pir aloz, tevlîhev bû, hetanî ya bêseritîyê, anarşiyê jî dişibiya, dibînin ko bi organîzekirina van kar û baran Emerîkê Serdar bi hogirên xwe ra mîsala welatparêziya eyînî û bi ser da jî ya qehremaniya şexsî, welatvaniyê ya mezin nîşan dan.A bi vî awayî, Emerîkê Serdar dawîya sedsala 20 î û destpêka 21 ê bû stûneke ji stûnên navê ya li ser xwe hilgirtina giraniya banê xaniyê çanda kurdî û parastina navê kurdîtiyê ne ko bi tenê ser ziman û çanda kurdî, lê her wa li ser beşeke gele me jî: zemanekî dijwar da.Lê her çiqasî jî nava van qewil û şertan da tiştekî dijwar bû, Emerîkê Serdar karê xwe yê efirandinê wek nivîskar edebyetzan, rojnamevan û wergervanekî xudanê talant, kemala mezin neda rawestandinê, berdewam kir, ko ji nîveka sedsala buhurî destpê kiribû.Emerîkê Serdar berî hemûşkî deng daye wek nivîskar, ko di nava pirosa (dûznivîsara) kurdî da kedeke giranbiha kiriye. Nivîsen wî yên ser bûyerên jiyanê ko em hetanî warekî jî wek dokûmêntar dikarin bihesibînin, yên yekemîn ji nîveka salên 50 î yên sedsala 20 î virdatir radiyoyê da hatin weşandin û bi giranî ser rûpelên rojnama Riya Teze û yên ermenî kifş bûn. Emerîkê Serdar bê lezketin, bi awakî xwezayî ber bere ji sinorê pêkanîna berhemên janra rojnamegîriyê derbazî nava yê bi cîanîna berhemên edebyeta bedew û bi taybetî novêlan û kurtenivîsên bi naverok dagirtî û kûr dibû.Berevoka novêlên Emerîkê Serdar ya yekemîn sala 1974 a li Yêrêvanê bi sernavê "Destê dê" hate weşandinê û dest xwe da bala xwendavanan kişand ser xwe. Sala 1979 a pirtûka novêlên wî ya dûyemîn bi sernavê "Îdî dereng bu" gihişte ber destê xwendevanên kurd. "Dengê Dil" -eva jî sernavê wê pirtûka novêlên nivîskar bû, ya ko sala 1985 a dîsa li Yêrêvanê hate çapkirinê;hersê jî bi zimanê kurdî yê nivîskar yê zikmakî. Sala 2005 a pirtûkeke Emerîkê Serdar ya bi sernavê "Şayîk du cara kirin" li Yêrêvanê bi wergera ser rûsî hate weşandinê. Eva diyarî, pêşkêşa malbata wî bû bona malxwê hêja, bavê xemxur û dilsoz giredayî 70. saliya ji dayîkbûna wî ra. Keçên Emerîk yên bavhiz-Leyîlê, Nûrê û Zerê werger bi cî anîne û berevok bi pêşgotina Nûrê dane çapkirinê. Kirin pêkanîneke qenc, hêjayî, çevlêdan û pesinandinê. Ji ber wê yekê jî, ko vî zemanî da nemaze nava keç û xortên kurd yên bajarên biyaniyan da mezinbûyî, rûniştevanên wan bajaran yên dayîmî da zanên zimanê kurdî hetanî wê qonaxê, wê astê, ko bikaribin berhemên edebyeta bedew ji kurdî wergerînin ser zimanekî biyanî, degme û îstîsnane. Eva şadetiya wê yekê ya geşe, ko nivîskarê me-Emerîkê Serdar di warekî dinê da jî xizmeta edebyet û çanda kurdî û ya xwe bi xwe weke berhemdar, nivîskar kiriye:dûhatîyen xwe yên hêja gîhandine û ji bona xizmetkirina ber edebyet û çanda kurdî da kadroyên pêwsît û jêhatî ji malbata xwe jî amade kirine.Sala 2006 a berevoka berhemên nivîskar ya bi sernavê "Gundê me" li Yêrêvanê bi zimanê Kurdî hate çapkirinê. Di van herdu kitêbên dawî da bilî novêlan romaneke nivîskar ya temamnekirî bi sernavê "Heyîfhildan" hatiye bi cîkirinê.Piştî salekê, rasttir sala 2007 a Emerîkê Serdar kitêbeke nu pêşkêşî xwendevanan kir bi wergera ser rûsî, ko keça wî Nûrê bi cî aniye. Ev pirtûk bi sernavê "Hetanî kenge?" hatiye weşandinê û di wê da novêl, kurteçîrokên nivîskar cî dîtine.Berhemên Emerîkê Serdar yê nivîskar bawer bikî di hemû jimarên berevokeke kurdî da hatine waşandinê ya ko bi şiklê antolojiyake berhemên Sayîr û pirosayîsên kurd salê carekê destpêkê da bi sernavê "Bahara Teze" lê piştî zemanekî- "Bahar" li Yêrêvanê ji salên 80 î hetanî destpêka sedsala 20 î jî derdiket.Wek berhemên di warê hûnera bedewî da temam û hêja novêlên nivîskar her wa di pirtûkên fêran da jî, yên zimanê kurdî û lîtêratûrayê hatine bi cîkirinê, weşandinê.Bilî wergera ser rûsî, wek wergerên di berevoka "şayîk du cara kirin", berhemên Emerîkê Serdar yê nivîskar bi wergera ser ermenî jî di çapemeniya Ermenistanê da hatine weşandinê.Gorî hêjabûne xwe kêm, lê berhemên Emerîkê Serdar bi kurdîya xwe dervayî Ermenistanê jî hatine çapkirinê.Emerîkê Serdar ji salên 60 î da li Ermenistanê weke edebyetzanekî bi kemal jî deng da. Rojnama Riya Teze, rojname û kovarên Ermenistanê da gelek gotarên wî ser analîzkirina berhemên şayîr û pirosayîsên kurd, bi giştî ser pirs û pirsgirêkên lîtêratûra û çanda kurdî yên cuda-cuda hatine çapkirinê.Derheqa Emerîkê Serdar yê rojnamevan da, jimara gotar û şirove, komêtarên wî (evên dawî bi radiyoyê hatine weşandinê) jî dikare şedetiyê bide, ko bi jimara xwe digîhîjin çend sedan û ew bi giranî di Riya Teze, rojname û kovarên ermenî da hatine çapkirinê.Emerîkê Serdar wergervanekî bi şuret, pispore. Bi wergerên wî çend berhemên bi babet, têma polîtîkî ji rûsî û ermenî hatine wergerandinê ser kurdî û her yek ji wana bi pirtûkeke cuda hatiye weşandinê. Lê keda wî bêtir pêwîst û bi nirxe di warê wergerandina berhemên edebyeta bedew û bi tayîbetî wan efîrandinên nivîskarên ermenî da, yên ko ser jiyana kurdan û personejên kurd jî hatine nivîsandinê. Sala 1972 a li Yêrêvanê bi wergera Emerîkê Serdar kurteromana nivîskarê ermeniya yê mezin, dost u xêrxwazê gelê kurd, xizmetkarê çanda kurdî Hiraçiya Koçar ya bi sernavê "Hizret" hate çapkirinê. Lê gava berevoka berhemên şayîrê ermeniya yê mezin Hovhannês Tûmanyan bi mûnasebeta 100 saliya ji dayîkbûna wî bi wergera ser kurdî bi sernavê "Efirandinêd bijare" sala 1970 î li Yêrêvanê çap bû beşeke wan jî, bi tayîbetî yên dûznivîsar (pirosa) Emerîkê Serdar anî bûn ser zarê kurdî û bi pê ra jî amadekarekî wê berevokê bû.Sala 1977 a, dîsa bi mûnasebeta 100-saliya ji dayîkbûnê bi wergera ser kurdî, vê carê ya berhemên şayîrekî dinê yê ermenîya yê mezin, dostê gelê kurd û xudanê berhemên ser jiyana kurdan û pêrsonajên kurd, veçêkirê hinek berhemên zargotina kurdî Avêtîk Îsahakiyan bi sernavê "Berevok" li Yêrêvanê hate weşandinê. Di wê da jî gelek wergerên Emerîkê Serdar yên bi nirx hatibûn bi cîkirinê. Lê çiqas berhemên nivîskarên ermenî, rûs û yên ji miletên dine bi wergera Emerîkê Serdar rûpelên Riya Teze da hatine çapkirinê: ji min ra dijware niha jimara wan bêjim.A bi vî awayî bi wergerên xwe yên bi hûnera bedewî ya bilind va jî, Emerîkê Serdar edebyeta bi kurdî dewlemend kiriye.Keda Emerîkê Serdar yeke kifş û binirxe di nava weşanên radiyoya Yêrêvanê da yê bi kurdî. Bi destî wî çend piyêsên nivîskaran yên bi zimanê ermenî hatine wergerandinê ser kurdî û bi wana şanoyên radiyoyê, ko dihatin bi navkirinê wek radiyokompozîsiya jî, hatine amadekirinê û weşandinê û niha jî fonda radiyoyê ya dayîmî da tên parastinê. Ew her wa hevkarê avtorên çend şanoyan bûye jî. Gelek şanoyan da ewî aktiyorî jî kiriye.Emerîkê Serdar warekî dinê da jî bi kêrî lîtêratûra bi zimanê kurdî hatiye. Bi berpirsiyarî, rêdaktoriya wî bi deha pirtûkên nivîskar û zaniyarên kurd hatine weşandinê;wek fîlolojê pispor, zanê peyîv û gotinên kurdî, rastnivîsandina kurdî, ko bi serfirazî nivîsên avtoran serrast dikir.Kî dixwaze gundê Kurda yê nîveka sedsala 20 î bi paşmayînên jiyana patrîarxaliyê, bi ziniyet, mantalîtê û bi giştî bi dinêfemkirina rûniştevanên wî, bi erf û edet, deb û rizma kurdîtiyê bibîne û rind nas bike-bera berhemên Emerîkê Serdar bixûne. Hîmê naveroka berhemên wî jiyana gund û gundiyên wîye. Ew jiyan ewî nava pirîzma ruhiyeta xwe ya nivîskariyê ra derbas kiriye û novêlên pir balkêş, pêrsonaj, qehremanên bîrnekirînê efirandine û raxistine ber çevên xwendevanan. Û ber ko zarotî û xortaniya xwe gundekî kurdan da buhurandiye û agahdarê zanên berhemên folkilorîk bûye, di efirandinên xwe da û bi tayîbetî nava axaftinên pêrsonajên wan da çiqas bejî, têra xwe gotin, îdiyom, mesele û metelokên kurdî bi kar anîne. Bi saya vê yekeye jî, ko baweriya xwendevanan bêtir bi wan bûyeran û pêrsonaja tê weke yên rêalîstî, ko nivîskar sewirandinê.Keda Emerîkê Serdar yê nivîskar û rojnamevan bi hêjatî hatiye nirxandinê ji alîye dewletê da, dezgeh û rêxistinên Ermenistanê da. Ew hê ji sala 1965 a bû endamê yekîtiya rojnamevanên Ermenistanê û her wa ya temamiya Yekîtiya Sovyêtiyê ya berê. Lê sala 1986 a hêjayî navê rojnamevanê Ermenistanê yê kedkar yê bilind û bi rûmet bû. Wek rojnamevanekî kurd yê komara Ermenistanê da naskirî ew du cara hatiye hilbijartinê wek dêlêgê kongirên rojnamevanên Yekîtiya Sovyêtiyê, ko li Moskovayê bi cî dihatin. Lê ji ber karkirina aktîf û berhemdar di warê rojnamegîriyê da Emerîkê Serdar hêjayî Rûmetnama Sedirtiya Sovyêta Ermenistanê ya tewrebilind (Sedirtî, Serwêrtiya parlamanê) bû.Emerîkê Serdar ji sala 1995 a endamê Yekîtiya nivîskarên ErmenistanêyeRonakbîrê welatevîn beriya çend salan bi kovana welatê bav û kalan dagirtî çû ziyaretkirina Herêma Kurdistanê ya fêderal di nava goveka Îraqê da, bi peşveçûn, avadanbûn û gulvedana wê pir kêfxweş û serbilind bû, nivîsên xwe yên rêwîtiyê, seferiyê da ew yek bi şêwekî xweşik da dîharkirinê:bi weşandina wan ser rûpelên rojnama Riya Teze. Lê ya heri pêwîst û giring ew yek bû, ko ev dîtinên xweş û baharistaniya dila ji boyî wî weke nivîskar bûn stîmûl, helandana bi hêz ji bona vî temenê mezin da jî berdewamkirina karê xwe yê efirandinê, ji bona vir ha da bi destî xwe jî pêşvabirina edebyet û çanda kurdî, ko van rojên me da, gava li Ermenistanê hema hema "xelaya" ronakbîrên kurd çê bûye, pir hewcê yên weke wî êntûzîyastên van warên çanda ruhîne. Û Emerîkê Serdarî bi vî temenê mezin, ko ew kiriye weke aqilbendekî, Emerîkê bi xiyal û mexsedan, bi zanînên kûr û dewlemend dagirtî, em hêvîdarin, ko wê berhemên nû, berhemên giranbiha boyî gelê xwe, boyî xwendevanên xwe bi cî bîne. Her dimîne em ji bona bi cîanîna van kar û barên bona edebyet û çanda me pir pêwîst ji nivîskarê xwe ra moraleke bilind, sehet û qeweteke baş daxwaz bikin. Û li keda wî xwedî derkevin û ewê bikin mal û milkê xwendevanên kurd dervayî sînorên Ermenistanê jî, bi tayîbetî li Kurdistanê. Niviskar:Wezirê Eşoyeziden.de News
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.