ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Robin Botani · 17.02.2007 · 2 dîtin
Karê serekî ê hemû karbidestên Tirkan li ser nehîştina Kurdan û wêrankirina Kurdistanê hatiye avakirin..Ev sed sal in wan hemû tawanên şerî, tawanên li dijî mirov û komkujî li Kurdistana Bakur kirin û hêj jî li ser van karên xwe berdewam in..Piştî şerê kendavê ê sala 1991ê ji bo Kurdan li Başûrê Kurdistanê derfeteke zêrîn û dîrokî peyda bû.. Kurdên Başûr jî dikaribûn ji bo xwe û ji bo hemû Kurdên cîhanê ji bo dewletekê kîjan sazî pewîst bû, hemû avakirin.. Dewleta Tirk hertim hewl da hemû destkeftên Kurd li Başûrê Kurdistanê holê rake... Lê ew di van armancên xwe de serneket.. Kurd roj bi roj ber bi dewleteke serbixwe çûn û diçin... Îro jî rewşa Iraqê û şerê di navbera Ereban de rê û zemînê dewleta Kurdistanê xweş dike. Kurd û Ereb li ser çareserkirina Pirsa Kerkûkê li gor Destûrê lihevhatibûn.. Pêwîste heta dawîya vê salê ev mesele bi rêya rapirsîyê bête çareserkirin...Lê dewleta Tirkan bi hemû hêzên xwe ên sîyasî, dîplomatîkî û leşkerî hewl dide, ku li Kerkûkê rapirsî nebe û ev bajêrê kevn û dêrîn ê Kurdistanê neçe li ser Kurdistanê...Tirk û karbidestên wan dizanin ku ew bi kêfa xwe wekî berê nikarin biçin Kurdistana Başûr bombebaran bikin... Vê carê pêwîste îcaza vê yekê ji DYA werbigirin..Ji ber vê yekê ye, ku di vê dawîyê de piranîya karbidestên Tirkan li ser rêya Amerîkayê ne û ew di vî welatî de karbidestan dibînin, konferansan çêdikin..Yek rojev û mijara wan heye: Dijayetîya Kurdan..Car û bar li der û dora xwe dinêr in û dibêjin: „Em dijminkarîya Kurdan nakin ew xizmên me ne“(A. Gul)Xizmayetîya Tirkan, qedexekirina zimanê kurdî, wêrankirina Kurdistanê, hevpeymantî li gel hemû neyarên Kurdan li dijî Kurdan, li dijî Kurdistanek federal an serbixwe, nehîştina hatina Kerkûkê li ser Kurdistanê, hewl ji bo nehîstina Peşmergeyan wekî hêzên parastina Kurdistanê, nehîştina desthilatê Kurdan li ser nefta xwe htd..Wê dema xizmayetîya Tirkan ev be, birayetîya wan çawa ye... Bersiva vê yekê jî tenê Kurdên Bakûr dikarin bidin..Ji ber ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê gellek qala „birayetîya Tirkan û Kurdan“ tête kirin...Heke xizmên me ên wekî Tirkan hebe....... pêwîstîya me a dijminan nîne...
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.