ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Cemal Nebez · 21.01.2009 · 2 dîtin
Saleke din jî ji temenê gerdûnê berbi qedandinê ve çû. Di vê salê de gelek rûdaw hatin tomarkirin. Dengê hinekan ji wan li hemû cîhanê û yên hineka jî, tenê li Kurdistan û Rojhilata Navîn olan da. Ji vana:*Qeyrana darayî li Amerîka û Awrûpa û wan welatên ku wek ‘sermayedar’ hatine naskirîn. Hijmarekî mezin ji bank û kargehan nabût bûn û hijmarekî din, ber bi nabûtê ve diçin. Çend fabrîkayên mezin wek Chraysler, Ford û General Motors li hêviya wê ne ku Serok Bush, beşekî ji wî 700 milyarê pêşiniyazkirî; ji bo bihêzkirina pêtaya aborî TARP bide wan û Serokwezîra Almanî Merkel Xanim jî, wî 200 milyarê ku Parlemena Awrûpa biryar li ser daye, hinekî ji bo tîmarkirina “nexweşiya darayî”, ji bo piştevaniya Şîrketa Opel’ê terxan bike. Bush û Merkel, ev daxwazan cîbicîh kirin. Ev yek jî nerazîbûnekî mezin di nav xelkên wan welatan de, bi taybetî di nav çîna hejar û destkurt ya Almanya hurijand. Ew dibejin; “Baş e çima hikûmet pêkanîna karên civakî bi sedema kêmbûna budçe yê piştguh dike û ji aliyekî ve bi pereyên baca me, ev sermayedaran diparêze?” Ji niha ve diyar nîne, lê em dizanin ku bereya sermayedar di sedsala borî de, rûberûyê qeyranekî mezin yê aboriyê bû,. Li gel wê jî, karî bi ser de zal bibe. Eşkere ye rewşa wê serdemê wek rewşa îno nîne û ji gelek aliyan ve cûdahî heye. Ew jî, ji bîra me neçe, dema ku sîstemê fermanrewî ya Sovyet û Awrûpa Rojhilat ku bi sîstemê “bere ya sosyalîst” navkirî bû, wê demê bere ya sermeyadar ketine ber çepikan û dilê xwe xweşkirin bi wê ku 'sosyalîzm rûxiya.' Wan ew dianîn berçavên xwe ku ew rejima li Awrûpa Rojhilat û Sovyêt’ê hebû, sîstema sosyalîst nebû, lê rejimeke sermayedarî, terorîstî û totalîter bû. Ne ku sîstema karbidestên dewletê û fermanberên “hîzba teqane” ya desthilatdar bû. Li demekî de, sermaye li welatên bereyên sermayedarî de bû, ne di destê dewletê de. Di destê takekesan, yan şîrketên wan, yan kartêlên wan. Dewlet bazirganî nake, belkî bac werdigre ji sermayê û bi wê bacê dijî. Diyare ew sermayedar û ew konser û ew kartêl û trostane heta endazekî kêm yan gelek dest bi ser dewletê û rêbazên ramyarî de danîn. Bi vê derdikevê ku sermaye her sermaye ye û hemû sîstemekî pêwîstî bi sermayê heye û hebûna sermayê axaftin li ser nine, belku axaftin li ser wê ye ka sermaye di destê kê de ye û çawa tê dabeşkirin û bi serpereştiya çi aliyê birêve diçe! Ji ber wê dilxweşbûna wan ên ku dibînin ku sîstema sermayedarî ji serî ve dilerize, şadiyekî bêzemîn e û xewnekî erxewanî ye.Li vêderê divê em vê bidin ber çavan ku qeyrana darayî di cîhanê de nirxê neftê bi carekî anî xwarê. Hêviya farmanrew û dîktatorên xwedî neftê kêm kir. Li gor wan bi bilindbûna nirxê neftê bo astekî xeyalî -bermîl bi 150 dolarî- dikaribû civakên reşûrût û birçî û perçiqandî yên welatên xwe, bi avêtina bermayên devê xwe ji bo wan, ew bêdeng bikin û ajawe û nerazîbûna xelkê di sînorên xwe de rabigrin. Herwiha çekên giran û qirkirinê jî ji bo parastina xwe û serşorkirina gelên xwe ji dewletên pîşesaz û pareperestan bikirin.Bi daketina nirxê neftê ji bo 34 dolaran butçe ya İraq’ê ji gendel, gendeltir jî hate xwar û gavbigav wê jî butçe ya herêma Kurdistan'ê jî kêm dibe. Ev jî wek zilyekî qeyimbû û ji ber kurtbûna ramyarî û gendeliyê û serneketina wan ji dewletdariyê û hizb û binemalperestî ve li bin guhên karbidestên Kurdistan’ê ket. Piştî 13 salên serxwebûnê, ji ber wê şaşiya mezin ku pêkenîna rojgarî bidest Kurdan xistibû, bi anîna Dewleta İraq’ê bi xwe û dam û dezgehên leşkerî ve, da ku ji bo aliyê dagîrkirî ye Başûrê Kurdistan’ê bikarbînin û rê li hember rastkirina sînorên Kurdistan’ê û dabeşkirina İraq’ê de bigrin, ka çawa Kurdistan'a xwe bi İraq’ê ve kirin, beramber çend pileyên bênirx, bêdesthilat û butçe ya ji sedi 17ê darayiya İraq’ê, ku wan bi xwe berê ji sedî 13ê ji wê budçe ya bêminet werdigirtin. Vêca ketine ber xerckirina nefta Kurdistan’ê de bi bestina girêbestan li gel çend şîrketên biyanî, herçend ku Hikûmeta İraq’ê îtîrafê bi wan girêbestan nake. Eger îtîrafê pêbike jî, mane her pare diçin sindoqa nawendî ya İraq’ê û beşek tê dayin bo çek û rojekî wê were ku li dijî Kurdan bê bikaranîn. Berjwendiya Kurdan jî di wê de bû ku wê carê wê dest nedin neftê ta ku çarenûsa Başûrê Kurdistan’ê yek alî dibe.Di encama vê siyaseta nenîştîmanî de, leşkerên İraq’ê ku dû partiyên desthilatdar ew damezirandiye, her ku diçe bihêztir dibe û Kurd jî, gav bi gav ber bi paşve vedigerin. Nûrî Malikî ku hîç rabirdûya wî ya xebata welatparêzî nebûye û “çepekegula” PDK û YNK’ê ye, duxwaze wek Saddam û bi alîkariya Amerîka bibe “serok” û “hêzên îsînad” dirustbike ku tiştekî kit û mit wek wan “besîcên’’ ku Xumeynî dirustkir û berê wan da giyanên xelkê. Milbimilên van, valakirina Celewla û Qeretepe û dewrûberên Xaneqîn ji bo leşkerên İraq’ê, nîşana destpêkê ya paşvekişana Kurdî ye.Karbidestên dû hîzbên Kurdî, nû têdighin ku ew şansê bidest Kurdan ketibû ji dest dan û Amerîka ew bikarînane ji bo armancên xwe bibe serî û ez dikarim bi belge jî, berî şerê Amerîka bo ser İraq’ê û roja êrîşa wê bo ser Kerkûk û Mûsil’ê bi alîkariya çekdarên PDK û YNK, min ji herdû serkirdan re ragihand ku ev şaşiyeke dîrokî ye û bidest nakeve û nabe jidest bê dan û min got: “Amerîka bi dû berjewendiyên xwe ketiye û dikeve. Û ne bav û brayê kesî ye. Dem jî ne dema hizb û hizbîtiyê ye.” İro Amerîka duxwaze bi bihayê şeş milyar dolar çek bifiroşe İraq’ê bêguhdana parê dû hizban ji bo ku garantî bikin ku ev çek dijî Kurdan neyê bikarînan. Rejimên Tirk û Faris rojane li Rojhilat û Bakûr ve sînorên herêma Kurdistan’ê bombebaran dikin. Amerîka ya ‘hevalbend’ jî ku serokê wê ji aliyê rojnamevanekî İraq’ê ve li ber çavê Malikî bi pêlavê hate lêdan û bi wê ‘spasname ya’ İraq’ê wergirt, yek gotin ji devê wî dernakeve li dijî wê bombebaranê. Herçend ku karbidestên herdû partiyên farmanrewên Kurdistan ji hemû aliyekî ve tîjtir bûn ji bo komkirina dengan bo piştevaniya rêkeftinama Amerîka û İraq’ê ku bi yek gotinê jî behsa Kurdan têde nîne û di gelek riste jî têde ne ku metirsiyekî mezinin ji bo çarenûsa Kurdan û herwiha wêne ya wê jî bi Kurdî li gel Erebî û İngilîzî yê de nehatiye piştrastkirin. Ev ji mînakeke ji bo bêrêzkirina Kurdan. Herçend ku xelkekî têne li kolanan ji bo xwepêşandanan li dijî bombebarankirina navçeyên sînorê Başûr û kavilkirina gundan û derbederbûna xelkê, karbidestên herêmê û hikûmeta İraq’ê û Amerîka ‘hevalbend’, ne ku tenê gotinek ji devê wan dernakeve ji bo bêdengkirina kesên bêzar, hinek jî, ji wan digirin û dixin zindanan.Ji ber vê çarenûsa tarî ku êrîşî Kurdan dike, rast e xelk berbelav e û serê wan tevlîhev e. Gelek bi daxewe, ji ber bîrkirina wan diwarojê û xwe komkirin ji bo çalakiyên rewşenbîrî, çaverêya ‘rizgarkerekî’ dikin ku wan ji nava vê herî û vîrikê derbixe. Hîn jî gotinê ye bîroka “rizgarker” li cem Kurdan û hinek gelên din, dîrokekî gelek kevn heye. Avêsta behsa “Saosiyant” dike ku li berbayê Zerdeşt ve wê rojekî were û derkeve û wê hemû xakê ji pîsî û xirabiyê û bêdadiyê paqij bike. Çîroka “Xoce Xizir / Xizrê Zindî” û “İmamê Zeman” û “İsayê firiyayî û dijî decal” ji vê hatine. Di van çend salên dawî de jî di nav Başûrê Kurdistan’ê de rêbazekî xwe nîşanda ku wek rêbaza ‘çaksazî / reform’ hat naskirin. Birêz Norşîrwan Mistefa serkirdayetiya vê yekê dike û gelek kes jî hene ji hejariya rewşenbîrî ve bi wan ku Kak Norşirwan dikare bi tenê çaksaziyê di sîstema fermanrewayê Başûr de bike. Li vêderê divê ez ronahiyê bixim ser wê rastiya ku takekes, herçend karzan jî be, nikare hîç guherînekî pêk bîne eger cemawer bi xwe ne amede be ji bo wê guherînê. Cemawer jî di rêya oposîzyonekî rêxirawî yê çalak ve dikare rabe ser piyan. Hizb û oposîziyon herdû berhemên sîstema demokarsiyê ne û hizb jî bi wê wateyê li Kurdistan’ê hebûna xwe nine. Çunkî her partiyekî çekdarên xwe hebin, ne partiye belkî tîpekî leşkerane ye. Ji bilî vê jî her partiyek butçe ya welatekî di dest wî de bû û bi kêfa xwe bikar dîna û dodice ji bo hizbên din jî dibirî, ew ne partiye, belku budçe dere, ew ên din budçe wergirin. Butçe ya welat li sîstemekî demokrat de divê tenê di destê hikûmetê de be. Hikûmet ji bêlayen be û pare ji bo hizban bibire. Li gor qanûnan û li gor hijmara endamên wê, eger na hikûmetek dest bide hizbekî pare bidiyê, ew parê ku hikûmetekî demokrat dide partiyan ne ji bo endam û serkirdên wan e. Ji bo karên giştî û rêxirawebûna hizbê ye. Hizb divê bi mehaneyên endamên xwe û firoştina berhemên çapkirî bijî. Kurt û Kurmancî; di sîstemekî demokrat de divê hêza dadwerî û hêza danana qanûn û hêza cîbicîh kirinê ji hev cûda bin û serbixwe bin. Desthilata hîç partiyekî li ser wan nebe, bila endamên wan jî ser bi wê partiyê yan ya din ve bin. Eger partiyekî an çend partî pêkve hikûmetê damezrînin, mafê wan nîne partiyên rikber û rexneger ji nav bibin. An bimebest wan lawaz bikin, an dijîtiya wan bikin. Eger di hilbijartinekî azad de ketine xwarê, divê di cîh de dest ji kar bikşînin û hikûmetê bidin dest partiya serketî. Ji van jî diyar dibe ku divê di sîstemekî demokrat de, dezgehekî ragihandina giştî ya serbixwe hebe ku pêwîstiya wê bi alîkariya darayî hîç aliyekî desthilatdar nebe.Vêce kengê sîstema Kurdistan’ê ne bi vî cûrê seriye, diyare reform jî li Kurdistan’ê sernagire. Çunkî reform dema sîstemekî demokrat di kar de be û ew sîstem bernameyekî karkirinê ji bo xwe destnîşan kiribe, lê, netemamî û kêmûkasî têde hebin, biserdikeve. Lê reform di sîstemekî ji bingeh ve gendel û nezelal, wek paltoyê Ekakî Ekakîfîç ku li çîroka “Palto” ya nûserê Rûsî de bisernakeve. (Di Google de ev çîrok bi navê “Serencheye. Min ew di sala 1957an de kiriye Kurdî û çap kiriye.) Ekakî, hindî paltoyê xwe biribû ji bo pînekirinê, cara dawî dema dibe xiyat, ew nikare vê carê pîne bike. Ekakî matmayî dimîne û jê re dibêje: “Hosta, ji bo çi tû palotoyê min pîne nakî?” Terzî dibêje: “Lewra cihê derzîlêdanê têde nemaye. Ma ez kûderê bidirûm?” Di sîstema Başûr de jî şêweyê reformê nîne û bi “Xizirê Zindî” jî naye çareserkirin. Ji bo wê divê sîstem ji binî de bê guhertin. Wek min di gotara “Kurdistan pêwîstiya xwe bi guherîna binçîneya pêkhate û rewtê desthilatê ye” de min behskiriye. (Rojname, hijmar 304, 14/09/2008).Guherîna destekî ji karbidestan bi karbidestêne din, bê ku sîstem ji bingeh ve biguhere, renceke û vala diçe. Diyare ev cûrê guherîna binçîne jî karekî hêsan nine. Lewra pêwîstiya wê bi pêşekarekî rewşenbîrî heye di nav gel de ku bibe şoreşekî rewşenbîrî û makayî. Piştgirî heye ku pêwîstiya wê bi şoreşekî ku giraniya wê wek Şoreşa Oktober û Şoreşa Fransa heye. Eger na, di civakekî gendel û bi qelemfiroş û bêşerman de, dengê çend kesekî rexneger û biûcdan gelek naçe û her zû kip digire. *Hilbijartinên Serokatiya Amerîka ku bi serkeftina Barak Huseyin Obama yê Demokrat û dûrxistina berbijêrê komarxwazan John Mc Cain û li gel wê jî serdemê ‘kevneperestên nû / new konzervativ” bidawî hat rûdawekî gelek girîng bû. Siyaseta Obama û partiya wî bi giştî, wê çawabe û wê çi bê serê wan, mirov nikare her ji niha ve pêşbînî bike. Lê tê zanîn ku Obama rûberûyê kêşeyekî darayî û leşkerî gelek mezin bûye. Xelkê Amerîka çaverêtiya guherînê û xizmetê jê dikin. Ji ber wê, Obama beşekî baş ji hewlên xwe ji bo çaksaziya navxweyî wê terxan bike. Ji wan jî, dibe li dijî bazirganiya navdewletî ya azad raweste. Belga min jî, ji bo vê ewe ku di dema kampanya hilbijartinan de Obama dijî bazirganiya azad axaftin kir û ne rexne li girêbestên bazirganî yên di navbera Kanada û Meksîka de kir ku bi NAFTA binvûdengin. Ji ber wê dûr nîne ji bo çareserkirina bêkariyê ku niha ji ber qeyrana darayî ji berê zêdetir bûye, rê nede sermayedarên Amerîka ku sermayê xwe bibin derve ji bo berhemanînê. Bi taybetî ev welatên ku nirxê destê kar gelek kêmtire ji Amerîka. Diyare ev jî karbidestên herêma Kurdistan’ê, hêvîbir dike ku bêhtir hewla anîna sermayedarên Amerîkî ji bo Kurdistan’ê didin. Ew jî ji bo bazirganiyê, ne ku ji bo damezirandina jêrzemîna aboriya Kurdistan’ê.Hejayê gotinê ye Partiya Demokrat ya Amerîka pişta xwe bi sendîkayên karkeran ve girêda ye û sendîka ji li dijî bazirganiya azad in. Çunkî wê demê nikarin bikevin kêbirkiyê li gel karkerên welatên hejar ku bi kirêyekî kêm amedene kar bikin. Wate ya vê jî hijmara kesên bêkar bêhtir dibe li Amerîka. Di siyaseta derve de jî Obama hewldide bi hemû cûrekî parêzgariyê li İsraîlê bike. Wateya wê ewe ku heta jê were wê rê nade Rejima İran’ê ku bibe xwedî çekên otomî û amide ye ji bo wê rastûxwe li gel Rejima İran’ê gotûbêjan bike. Lê aya Rejima İran’ê amadeye dev ji dirustkirina bomba atomî berde ku bi salan e pê ve mijûl e û hêviya parastina xwe tenê di wê de dibîne. Beramber hinek bertîlên Rojava wek desthilgirtin ji rûxana rejima wê û alîkariya teknîkî û kirina İran’ê bi endama bazara cîhanî û hwk… ku erêniya Rojava jî ne gelekî cihê baweriyê ye. An İran bi wî tiştî razî nabe û di encam de ambargoya aborî û bazirganî dibe, an bi gurzê leşkerî yê Amerîka û Awrûpa dike, an Amerîka neçar dibe çav jî İran’eke atomî bipoşe û bigire? Li vêderê divê em vê jî bixin berçavan ku Erebistana Siûdî û hinek ji dewletên Ereban bi taybeti şêxên Kendav'ê razî nabin ku İran rolekî herêmî bigre. Bo wêne Serokê Misrê Husnî Mubarek, li gor Rojnama Kuweytî El Cerîde di 08/12an de digot; “Faris duxwazin dewletên Ereb têk bidin.” Ev ji bilî ku Rejima Tirk jî herçend alîkariyekî baş li gel İran’ê dike ji bo kuştina Kurdan, gelek tirsa wê ji İran’ê heye û wê wek dijminê xwe dibîne. Murat Mercan, şîretkarê Erdoğan û Endamê Komîta Ramyarî ya Derveyî Parlemena Tirkiyê, di seredanekî de ji bo İsraîl’ê ji Rojnama Haeartîs’ê re gotibû; “Bernama atomî ya İran’ê ne tenê metirsiye bo İsraîl’ê, ji bo Tirkiyê jî metirsiyekî ciddî ye.” Ev li demekî ku İsraîl’ê li gor gotarekî ku Cristof Şoltî yê Almanî li Radyoya Deutsche Welle de belav kiribû, Dr. Mihemed Beradei wek sîxurê İran’ê li dezgehên Netewên Yekgirtî de dida naskirin. Ev tişt hemû hene û serkirdên partiyên Kurdî jî, di pixîniya xewê de ne û hemû xema wan ji sedî 17 ye.Bi her çi rengî be, eger Rejima İran’ê xwe girt û liser piya ma, wê demê wê Kurd her di vê rewşa ku niha tê de ye bimîne û xirabtir jî bibe. Eger rejim bikeve ku ew jî ne tiştekî hêsan e û herwiha bi erzanî temam nabe, ez bi dilniyayî dibêjim, ev partiyên ku îro di nav Rojhilatê Kurdistan’ê de hene û her yek ji wan pê bi sîbera serê yên din de dike û behs her behsa federaliyê ye li cihê otonomiya ku 50 sale bangewazî jêre dikirin û çi jê derneket, daxwaza federaliyê jî her serkirda hestên Kurdî ye û çi dadek jê dernakeve, waye Farisên şowen ku bi hezaran xwe gihandine Amerîka û Awrûpa û peywendî bi siyasetmedarên wan welatan re girêdane ta ku bikaribin Rejima Şahinşahî ya dîkatorî careke din bi rêkeftina li gel Awrûpa û Amerîka û dewletên pîşesazî damezirênin. Ew êdî rê nadin ku çi bidest Kurdan bikeve. Wek mînak: 15 milyon paundên İngilîzî hatine terxankirin ji bo bihêzkirina beşa Farsî ya BBC’yê. Ev di demekî de ye ku Cewad Mele ev çend sale hewla vekirina beşekî Kurdî dide li radyoya BBC’yê û daxwazên xwe jî bi hezaran îmze şandiye bo wan. Lê heta niha hîç bersivekî erênî wernegirtiye. Xelkên Rojhilatê Kurdistan’ê karekî baş dikin. Eger nebin çavlêkerê partiyên çekdar ên Kurd zinekanê Başûr û partiyên dîjî yekêyên xwe. Her ji niha ve, xwe bi giyanekî azadîxwaz amede bikin û rê nedin kesekî ji bo berjewendiyên binemala xwe rojekî bi navê “dîktatoriyeta proletarya” û rojekî bi navê “sosyal demokrat” û rojekî bi navê “pêşrewêtiya gel” û rojekî bi navê “partiya komunîsta İranî” û rojekî bi navê “bîrî Mao Zedung” û bi navê “Kurdayetî” yê ve êdî lîstikê bi çarenûsa xwe bikin. Ev jî bi xwe komkirinek jêre divê di bin seywanekî netewî dê. *Pirsgirêka jinên Kurdistan’ê bi taybetî li Başûrê welat de ku bûye bi serbirxana jinan, di vê salê de yekcar dijwar bû. Rojekî derbas nabe ku çend jin neyê kuştin an şewitandin, lê ji aliyê karbidestên Başûr ve ta niha hîç gavek nehatiye avêtin ji bo bergiriya vê qirkirina jinan. Tenê ew bû ku Parlemena Kurdistan'ê, bi dengê hinek jinan jî, bi xwe deng ji bo pirjiniyê da. Ya seyir ewe, ew kesên dijî pirjiniyê bi mebesta rewşenkariyê di nav xelkê de û anîna perwerdekî nû yeksanîxwaz û bi beşdariya jinên rewşenbîr çûne cem Birêz Mesûd Barzanî da ku ew dijî qanûna pirjiniyê raweste û îmze neke. Wî jî di bersivê de got, ‘ew bi xwe ne li gel pirjiniyê ye, lê ew niha nikare dijî pirjiniyê raweste u daxwaza lêborînê kir.’ Ev jî xelke ku Birêz Kak Mesûd, gelek caran behsa wê dike ku mafê Kurdane ku dewleteke xwe ya serbixwe hebe, lê hîna dema wê nehatiye. Wiha diyare Kak Mesûd jî wek piraniya vî xelkî, çaverêyî “rizgarkerekî ye.’’ De Xizirê Zindî zû were!Ji bo çareserkirina pirsgirêka jinan, pêwîste jin bixwe li ser binçîneya azadî û yeksaniya mirov rêkbikevin û xwe dûr bixin ji hemû jinên ku di rêya hizbîçîtiyê re yan xweveşartina li jêr baskê femînizimê diveşêrin, lîstikê bi çarenûsa jinan dikin ji bo destkeftên xwe. Ew cûrê jin gelek ji zilamên kevineperest yên destdirêj xirabtirin û ziyanê dighînin pirsgirêka jinê. Gelek saşiyê dikin eger xwe bi “nîva civakê” deyinin û daxwaza “maf” ji zilaman bikin. Çunkî hîç demekî nehatiye bihîstin ku zilaman xwe bi “nîvê din yê civakê” danabin, belku qanûn û nerît ji bo hemû civakê dadirêjin. Ew jî ji bo berjewendiyên zilaman bi xwe ye. Pêwîste jin jî, wiha bikin, bernameyekî giştî ji bo hemû civakê, di derbarê jinan de li ser bingeha azadî û yeksaniyê bixin ber destê civakê ku bibe sedemê dawî înana bi melhoriya zilaman û rastkirina newekheviya civaka seqet û nexweş ya Kurdî û rêgirtin li jinên ku xwe ji bo zilaman dihejênin. *Her di gel vê reşkujiya li jinan, rojnamevanên wan jî -bi taybetî rojnamevanê Kurd yên Kerkûkê- bûne nîşana destdirêjî û ji navbirinê. Gelawêj Hisên, qurbana dawîn ya vê rêzê bû. Karê rojnamevanî wek karê bijîşkiye ye. Bijîşk dema nexweşek tê cem, dost an dijmin be, hemwelatî an biyanî be, divê bê cûdahî dermanê rast bidê de û ji bo başbûna wî têbikoşe.Rojnamevanî jî li ser wî pêwîste, nûçeyan bi rastî û bêxatir û xotir û kîn tomar bike û rûdaw çawaye, wek wê bighîne xwîneran. Ji vî aliyê ve hezar silav li giyanê wê rojnamenûsa Kurdistan’ê û hemû cîhanê ku amede ne serê xwe bidin, lê rastî û dirustî ji dest nedin. Rûyê qelemfiroşan jî spî nebe. *Nêzîkbûna demên hilbijartinan di zivistanan de û rewşa newekhev ya ku li Kerkûk, Mûsil û Diyale de heyî, herwiha ne hêviya xelkê Başûr ê û milyonek Kurdê Bexda’yê, ji aliyê ramyarî û aborî û civakî û rewşenbiriya dû hizbên desthilatdar, wiha li xelkê kiriye ku ew bêhêvî kiriye, naxwazin biçin dengdanê. Hinek jî hene, dixwazin bi lîstên serbixwe biçin hilbijartinan. Lê PDK û YNK li dijî wane û bi “têkdana yekrêziyê” wan dide naskirin. Bi kurtî, lîsta dû partiyên desthilatadar wan dengê berê nayne û ew bi xwe jî îtîrafê bi wê dikin. Diyare, ev jî dengê Ereban û hemû dijminên Kurdan zêde dike. Lê xelkên dengder vê pirsyarê dikin: ‘Başe ev herdû partî, bi wan dengên gelek ku ji bo wan hatine dayîn, bi wê piştevaniya li Kurdistan’ê û derveyî Kurdistan’ê bo wan hat kirin, çi ji bo wan anîne? Çi guhertin heta niha ber bi başiyê ve rûdaye ji aliyê van herdû partiyan ve, heta ku careke din tiliya xwe ji bo wan reng bikin?’Rastiya van herdû partiyan, ew partiyên ku di xelka wan herdûyan de dizîvirin, beramber vê pirsiyara rewa hîç bersivekî jîrbêjeyan nîne. Diviya herkesek li gor ûcdanê xwe tevgere. *Rûdawekî din ya girîng ya sala 2008an, êrîşa leşkerî ya Rûsya bû ji bo ser Gurcîstan’ê û naskirina Abhazya û Osetya Başûr bi dû yekên serbixwe. Hêjayê gotinêye, nîva van netewan di bingeh de “Alan” bûne ku ew jî, ji “Aryan” ve hatiye. Zimanê Alanî (Osêtî) destxuşka zimanê Kurdî ye. Ev kiryara Rûsya, bûye sedemê wê ku careke din pîroziya sînorên dewletên endamê koma Netewên Yekgirtî bêhtir ji caran bike jêr pirsiyarê. Dema ku Awrûpa û Amerîka ev gava Rûsya bi “destdirêjî” bo ser “xak û serweriya’’ dewleteke endamê komela Netewên Yekgirtî da zanîn, Rûsya jî gelek bi sadeyî, parçeparçekirina Yûgoslawya û serxwebûna Kosovo, ji aliyê Awrûpa û Amerîka ve kir berçawê wan. Rastiya wê jî ewe; Herdû kiriyar wek hevin. Lê ev heye, dewletên xwedî hêz çi destdirêjiyî ku ew bi xwe bikin, ji bo wan rewa ye. Na eger aliyekî din bike ‘ne rewa ye û terror e.’ Herdû rûdaw, “Kosovo” jî û “Abhazya û Osetya Başûr” jî meşqekî baş bûn ji bo çarenûsa Kurdistan’ê. Bi hilweşana qanûna “netekîn / mesoniye’’ sînorê dewletan, lê bidaxawa, Kurdan nikarî sûd jiê werbigre, çunkî her axaftinekî tû bikî, serkirdên partiyan dibêjin “ne roja wê ye”, “Dewleta Kurdistan’ê xewn û xeyala şowen û helbestvana ye” û wê xêrê nakin û dev ji gotina Kurdistan nahênin û serê xelkê tevlîhev dikin. Bi rastî eger nexşeyekî partiyan hebûya, dikarîn ji rewş û helwesta ramyarî ya nû ya Rûsya, gelek sûd hatibana wergirtin. Rûsya nakokiyekî tûndûtûj heye li gel Awrûpa û Amerîka. Rûsya gelek pejîwane ji herifandina Sovyêt’ê. Lewra Potîn digot; “Mezintirîn karesata sedsala bîstan.” Ji ber wê dûr nîne şerê sar careke din destpêbike. Lê mixabin serkirdayetiya partiyên desthilatdar, hîç projeyek ji bo diwarojê nîne. Kurda jî baş gotine: ‘’Eger gunikên pîrê hebûya, wê bibûya mam.’’ Lê çi bike? Nîne û nîne! *Her di vê salê de jî û pêncî sal piştî wê behsa proja zimanê yekgirtî û anîna kapê zimanê Kurdî yê standard min kir û guh lê nebûne. Hinek kes ketine ser kelkela wê ku bi şaşî jêre dibêjin “Soranî” wek zimanê dîwaniya Kurdî bê naskirin. Ev jî ne di rêya wê re ku van berêzan bi salan sale mijulî vî karî bûne, belku xwestin di rêya Birêz Mesûd Barzanî re vî karî cîbicîh bikin ku diyare vê jî ser negirt ji bo wan û ji encama wê helpehelpê, hinek kes peydabûn ketine behsa “faşîzima Soranî” û hinek kesên din ketine di henekpêkirin û sivkiririna bi axaftina wan yên ku bi şaşî bi “Badînanî” binav dikin. Van birêzan ku di nav wan de gelek mirovên paqij û dilsoz jî hene, bala wan nekişand ku ev 17 sal e fermanrewiyekî Kurdî li Başûrê Kurdistan’ê heye û ne tenê piştî nîsana 2003an ve li gelek navçeyên dagîrkirî yên Başûr de di derbarê perwerda xwendingehan û xwendevanan de dest dayê de, evana nehatin pirsiyarekî ji xwe û wan fermanrewan bikin, da ku bizanin di vê dema dûvûdirêj de, çi ji bo xizmeta Zimanê Kurdî kirine ta ku wiha zû behsa zimanê standard nekin û ji karbidestan daxwaz nekin.Eşkere ye Zimanê Kurdî li gor destûra İraq’ê wek Erebî zimanekî dîwanî ye li hemû İraq’ê. Lê ta niha çend Kurdan li Parlemena İraq’ê de bi Kurdî axafîne? Çend belgenameyên İraq’ê bi Kurdî li gel Erebî hatine nivîsandin? Rêkfetinama Amerîka û İraq’ê mînakeke ji bo wê. Wayê Hikûmeta İraq’ê Zimanê Kurdî li zanîngehên İraq’ê de rebend kiriye. Nûnerên Kurd jî li Bexda niqe nakin. Piştre van birêzane çi çaverêtî heye ji siyasetmedarên Kurd ji bo xizmeta Zimanê Kurdî? Li demekî de ku ev siyasetmedar dertên telewîzyonê, ji sedî 90ê gotinên wan ne Kurdî ne?Bêgûman pêwîstiya Kurdan bi zimanekî standard heye. Lê zimanê standard pêwîstî bi karekî mezin heye. Bi taybetî ji bo Kurdan ku welatê wan yê serbixwe nîne û mala wan çuye beşê malan û hizb hizbîne jî, xwe kiriye mêrê Kurdan. Zimanê standard, bi hewl û hêza zimanzan, nîviser, şanoger, mamostayên xwendingehan û bi beşadariya dezgehên ragihandina giştî dikeve ser piyan. Ew jî li gor bernameyekî têr û baş û gava yekem jî bo vê, çêkirina alfabeyekî standard e li ser zemîna tîpên Latînî û karkirin ji anîna berhemên rêzimanekî yekgirtî. Ev jî, zanayî, dem û xebat divê. Eger na, zimanê standard bi daxwaznamekî û fermana serkirdeki dirust nabe. Lê ku amedekarî hatine kirin û gihîşte wê ku bi fermana hikûmetê piştevanî lê bê kirin, wê demê biser dikeve.Zimanê Kurdî, herçend zimanê 40 milyon kesî ye. Lê hîna li jêr metirsiya jinavçûnê ye. Çunkî nebûye zimanê teknîk û zanistê di pileyekî bilind de, yan zimanekî melbendî yê bazirganî û pêşesazî yê mezin ku xelk neçar bibe fêr bibe. Dewletên dagîrkerên Kurdistan’ê jî, her demî hewla jinavbirina Zimanê Kurdî didin. Ji ber wê cîbicîhkirina zimanekî standard, fermanekî niştîmanî û zanistî û wêjeyî û rewşenbîrî ye. Lê bi kiryarekî zanyarî û netewî ne ku bi şerê kolankî.Li gor nûçeyekî Rojnama Almanî Berliner Morgen Post ya roja 27/09/2008an, her sal 50 ziman ji nav diçin. Heta niha li cîhanê 6500 ziman mane. Di sedsala bîstem de, ew jinavçûn leztir rû dide. Wek berî niha, ez wek endamê Komela Almanî ji bo Zanistên Ziman agahdarim ji çalakiyên koma zimanên di metirsiyê de û dizanim, li Awrûpa 200 ziman hene û di nav zimanê fermî de ewê ku zimanên xwe bi şêweyekî dîwanî bikartînin û şêwezarên navçeyan jî bê bikarînana hîç zor û stemekî ber bi başbûnê ve diçin. *Pirsgirêka penaberên Kurd li Awrûpa, di vê salê de dijwartir bû. Hinek ji dewletên Awrûpa, bi taybetî Brîtanya û Swêd, Danîmarka, Hollanda û Swîsre, bi zorê penaberan dişînin. Bi egere wê ku li herêmê jiyan ne di metirsiyê de ye. Wek dibêjin, ev jî bi rêkfetine li hikûmeta herêmê û hikûmeta herêmê jî nikol û mandel dike. Dengûbasa wê jî heye ku hikûmeta Almanya çend hezar panaberên Kurd yên Sûrî ku piraniya wan nasnama Sûrî jî nîne, radestî rejima dîktator ya Sûrî bike. Bêgûman demeke jî em dibihîsin ku hijmarek ji Kurdên penaber di ava Ege yê de dixeniqin. Lîsta hevpeymana Kurdistan’ê ku wezareta derve di destê wê de ye, pêwîste di derbarê wê de bi germî li gel Awrûpa danûstandin bike, da ku çareseriyekî dadperwerane ji bo pirsgirêka penaberan re bibîne.
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.