Ramyarî

Xewna Ebdullah Pêshew hêj cihbic nebûye.....

Mikail Serhedî · 15.10.2005 · 2 dîtin

  Roja 10.10.2005, birêz Mahmûd Lewendî di Netkurdê de gotarek bi navê „Xewna Ebdullah Pêshew“ belavkir, helbestek wî jî ji Kurmancîya jêrê ve adapteyî Kurmancîya jorê kir. Ji bo vê yekê jî destxweshîya wî dikim.Ez jî gellekî helwest û helbestên Ebdullah Pêshewî hezdikim û gellek jî bilind dinirxînim.Ew tistên birêz Lewendî di derheqa axivtina bi Kurdî a Mam Celal li NY û bilindkirina ala Kurdistanê li ser axa Kurdistanê gavên giring û dîrokî ne.. Lê hêj jî xewna Ebdullah Pêshew cihbicih nebûye..Xewna wî damêzrandina dewleta serbixwe a Kurdistanê ye. Ew li vê pêwajoya ku eme têde derbazdibin û li pêywendîyên serokêkên Kurdistana Bashûr li gel Bexdayê, rixnê dike.. Ew bi xwe jî dibêje hêj xewna wî cihbicih nebûye û ew serokên kurdan jî ji bo wê yekê tawanbar dike, ku bi xewnên shaîran jî nerazîdibin...RARIRSÎ, DIL Û MÊJÎSibê li Kurdistanê û Iraqê Rapirsî li ser Destûrê heye... Ez dizanim hemû Kurdistanîyên Bashûrê Kurdistanê ên bicin û deng ji bo „ERÊ“ bidin....Lê ez li ser vê mijara rapirsîyê dudil im..... Dilê min tishtekî dibêjê, mêjîyê min tishtekî din.. Ez jî wekî derbederekî di dabeyna dilê xwe mêjîyê xwe de têm û dicim.. Ez nikarim bi tenê û bi serê xwe li ser vê yekê biryarekê bidim. Heke ez li pêy dilê xwe kevim, ew dibêje, bice û dengê xwe ji bo „NA“bide. Lê wê dema ez li der û dora xwe dinêrim, nehez û neyarên Kurd û Kurdistanê dinêrim, dilê min dikeve xewê û xewnan dibîne.... Yekser mêjîyê min dikeve likar û ew jî dibêje bice û deng ji bo“ERÊ“ bide.Gelo kîjan rojê dilê me û mêjîyê me ên bi hevra bimeshin û bi hevra karbikin?Gelo kîjan rojê emê bikaribin bidin bi pêy dilê xwe û bicin?Gelo kîjan rojê emê azadbin li ser carenivîsa xwe biryar bidin?14.10.2005

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.