ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Destûr û Serkomar · 05.01.2007 · 2 dîtin
Lijneya hemwarkirina Destûrê û pêwîstîya zêdekirina deshilatên Serokê Komar..... Li ber ronahîya maddeya 142 a Destûra Daîmî a İraqê, Encûmena Nûneran a İraqê di dawîya meha îlonê a sala par biryara pêkanîna Lijneya hemwarkirina Destûra İraqê da....Ev lijneya li gor maddeya 142 a Destûrê ji nûnerên pêkhatîyên cuda ên gelên İraqê pêkhatîye.. Ev lijneya hemwarkirina Destûrê ji 27 endamên pêkhatîyên cuda pêkhatîye...Ev lijneya ji 12 endamên Lîsteya Îtilafa Yekgirtî, 5 endamên Lîsteya Hevpeymanên Kurdistanê, ji 4 endamên Enîya Tewafiq, ji 2 endamên Lîsteya El Îraqîye, ji yek endama Enîya Dîyaloga Niştimanî û yek endam jî ji bo her yek ji pêkhatîyên Turkman, Mesîhî û Êzîdîyan pêkhatîye...Ligor maddeya 142 a Destûrê, divê ev lijneya di nav 4 mehan de raportekê di derheqa hemwarkirina Destûrê de pêşkêşî Encûmena Nûneran bike. Roja 15.11.06 ê wekî yekem roja destpêkirina kar a vê lijneyê hatibû danan... Ligor vê yekê jî pêwîste ev lijneya heta 15.03. 2007 an karên xwe temam bike... Lê, bi sedema 2 mehên tatîla Encûmena Nûneran ku dikeve li dema karkirina vê lijneyê, dema kar a lijneyê heta 15.05.2007 an hate dirêjkirin...Piştî ku ev lijneya rapora xwe di derheqa hemwarkirina Destûrê di vê demê de amade bike, divê bi yek car maddeyên hemwarkirî, pêşnîyarkirî pêşkêş bi Encûmena Nûneran bike ku ew jî bi piranîya dengên jimara endaman, ango bi dengên 138 ji 275 endaman pesindbike... Piştî ku Encûmena Nûneran maddeyên hemwarkirî pesind dike, di nav du mehan de ji roja pesindkirinê ve, pêşkêşî gel dike ku bi rêya rapirsîyê li ser deng bide û bipejirîne.... Maddeyên hemwarkirî tên pejirandin wê dema piranîya gelên İraqê wê di rapirsîyê de pesindbikin, bi mercek dengderên sê parêzgehan an zêdetir wê rednekin... Ev jî vê rastîyê derdixe ku hemwarkirina her maddeyekî Destûrê pêwîstîya bi rezamandîya hemû pêkhatîyên gelên İraqê ji Erebên Sine, Şi’e û Kurd heye... Bi bê rêkketina van her sê pêkhatên bingehî qet guherînek di Destûrê de nayê kirin... Ew maddeyên Destûrê jî ên ku çav bi rêye, dawaya hemwarkirina wan tên kirin, ew maddeyên ku pêywendîya wan bi meseleya federalîyê, a dewlemendîyên xwezayî wekî nift û av û yasaya dijî Be’hsîyan ve, heye... Bê guman ji bo her guherînek di van maddeyan de pêwîstîya rêkketin û rezamendîya her sê pêkhatîyên serekî ên İraqê heye..... Ji bilî van meseleyan ez dixwazim bala we bikêşînim li ser meseleyeke dî ku kêmtir ji wan meseleyên tir, tête destnîşankirin.... Ew jî meseleya deshilatên Serokê Komarê di Destûrê de ye... Heke em bi hûrî bala xwe bidin deshilatên Serokê Komarê, ên di Destûrê de ne, dibînin ew deshilatana zêdetir remzî û protokolî ne û piranîya deshilat bi destê Serok Wezîran de ye.. Ev yeka hanê jî ji bo welatekî ku ji sê pêkhatîyên bingehî pêkhatîye hevsengîyekê di navbera deshilatên Serwezîr, Serkomar û Encûmena Nûneran de durist nake... Her yek ji van pêkhatîyan pêwîst e nirx, rol û deshilatê xwe hebe... Heke em bala xwe bidin Destûra İraqê, dibînin ku li gor vê Destûrê posta Serok Wezîran ji bo wê lîsteyê ye ku piranîya nûneran li Parleman destxistîye.. Bi vî awayî ku Şî’e piranîya gelê İraq pêktînin û dengder jî deng ji bo nûnerên pêkhata xwe didin. Bi vî awayî Şî’e heta demeke dûr û dirêj di Parlemanê de piranîya nûneran destdixin... Ji ber vê yekê jî kursîya Serok Wezîran ji bo wan e... Pişti vê postê a Serok Komar tê... Ew jî ji bo pêkhatîya duyemîn e.. Gelê Kurdistanê wekî duyem gelê bingehî ê İraqê piştî gelê Ereb, mafê wî ê rewa heye vê postê werbigire... Ji ber vê yekê jî pêwîst e nûnerên gelê Kurdistanê ên di lijneya hemwarkirina Destûrê de ne, hemû hewlên xwe ji bo zêdekirina deshilatên Serokê Komarî terxan bikin... Ji ber ku, di pêşerojê de heke İraqa federal bête çespandin kursîya Serwezîr ji bo Şî’e, Serkomar ji bo Kurd û Serparleman jî ji bo Sine ye... Wergêr: Rojgar Merdoxi
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.