Ramyarî

Xeberê Basur

Alixan Aras · 10.07.2006 · 2 dîtin

Kerkûk: Li dijî buroya YNKê, êrîşek întiharî pêk hat Li bajarê Kurdistana azad Kerkûkê, di êrîşek întiharîya li dijî buroya YNKê pêk hat û di encamê de 4 kes mirin û 18 kes jî birîndar bûn.Cardin, îcar jî li bajarê Kurdistana azad, li Kerkûkê, terorîsta êrîşek întiharî, li dijî buroya YNKê(Yekîtîya Niştimanî Kurddistan) pêkanîn û di encamê de 4 kes jiyana xwe ji destdan û 18 kes jî birîndar bûn. Li gor daxuyanîya polîsê Kerkûkê, terorîstek di hundirê qamyonek de, li ber dîwarê baxçe yê buroya YNKê bombeyên li ser xwe teqandîye. Li gor çavkanîyên kurd jî, dema ku qamyonê xwestîye di dîwarê baxçe yê buroyê de derbas bibe, teqîn pêk hatîye.Hewlêrî şampîyonayetiya Îtalyayê li kolanan pîroz kirin Hewlêrî piştgirîya xwe dan Îtalyayê. Tê ragihandin ku sedemê vê jî wekhewîya rengên alaya Îtalya û ya Kurdistanê ye.Hewlêrî pir caran wek tereferê Brazîl xuya dikin û piştgiriya wan dikin. Lê piştî ku Brazîl di fînala çarîkê de têkçû û ji şampîyonayetiyê derket, Hewlêrî piştgirîya xwe dan Îtalyayê. Tê ragihandin ku sedemê vê jî wekhewîya rengên alaya Îtalya û ya Kurdistanê ye.Yekitiya xwendevanên Hewlêrê li Parqa Îskanê ekraneke mezin ji bo ciwanan danîbû da li maça fînalê mêze bikin. Hin kes bi malbatên xwe hatibûn ji bo maçê temaşe bikin. Piştî maçê Hewlêrî bi alayên kurdistan û Îtalyayê bi çoşek mezin serfiraziya Îtalyayê li kolanên Hewlêrê bi otomobîl û stiranan pîroz kirin Komîsyonek nuh ji bo Kerkûkê ava bû Ev Komîsyon ji Dr. Berham Salih, Hasan es- Senid parlamneterê Îraqê û tevlî wezîrek din ji çar endaman pêk têSerokwezîrê Îraqê Nurî El- Malikî ragihand ku komîsyonek nuh ji bo tetbiq kirina benda 140ê ya destûrê a normalîzekrina prosesa Kerkûkê hatiya ava kirin.Endamê parlamentoya Îraqê û endamê encuma bajarê Kerkûkê Xalîd Şîvanî jî ragihand " Komîsyona berê ku serokatiya wê serokê partiya komunîst Hamid Mecid Musa dikir, hatiye fesix kirin û komîsyoneke nuh ava bûye. Ev Komîsyon ji Dr. Berham Salih, Hasan es- Senid parlamneterê Îraqê û tevlî wezîrek din ji çar endaman pêk tê"Her weha Xalîd Şîvanî dibêje Nurî El- Malikî ev lîsteya nuh pêşkeşî serokkomar Celal Talebanî jî kiriye.NETKURD

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.