ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Haci · 10.08.2006 · 2 dîtin
Rojnameya Şerq El-Ewset: 26 Kurdên Sûriyê di êrîşa balefirên Îsraîlê de hatin kuştin...Li gor nûçeya rojnameya Şerq El-Ewset, di encama êrîşa balefirên cengîyên Îsraîlê de duhî bo ser rêyan û piran li deşta Bîqaê li Bakurî Lubnanê 26 karkerên baxçeyanên mêwexaneyan ku Kurdên Kurdistana Sûriyê bûn, hatin kuştin û 30 kesên din jî birîndar bûn. Siyasetvanekî Kurd Li Dirbêsiyê Hate Girtin Roja 19. 60. 2006’an, hêzên ewlekariya siyasî li bajarê Dirbêsiyê siyasetmedarê kurd, Abdo Xelef Welo girtin û di roja 22. 60. 2006’an de şandin girtîgeha Şamê, heta roja îro girtiye, bêyî ku sedemê vê girtinê bidin diyarkirin, yan jî di mafê wî de dozeke fermî hebe. Di derbarê girtina wî de, saziya kurdî ya mafên mirovan liSûriyê daxuyaniyek weşand û tê de diyar kir ku ev li dervî qanûnûn mafê mirovên sivîl e û girtina wî şermezar kirin.Hêjayî gotinê ye ku berê Welo endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyê bûye. Demek bû ew li mala xwe rûniştibû û karê partiyê ne dikir Hêzên Rejîmê Li Dizeya Mirgewer Ya Urmiyê Welatiyek Birîndar Kirin Di encama teqekirina hêzên rejîmê yên ser bi Wezareta Ewlekariyê li roja sêşemî 14.05.1385(05.08.2006)’an, li bajarokê Dizeya Mirgewer ya ser bi bajarê Urmiyê, welatiyek bi navê Luqman Qadirî, kurê Murad, temen 28 salî dikandar û xelkê wî bajarokî birîndar bû. Ev kiryare di demekê de bû ku hêzên rejîmê ketibûne pey keseke din û teqe li wî dikirin. Hêjayî gotinê ye ku xelkê Dizeya Mirgewer nerazîbûna xwe li hember wê kiryarê derbirîn. Kurdistanmedia
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.