ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Dozdar Yekta · 20.07.2007 · 2 dîtin
XÊZÎDÎ bi hazarên salaye kû tên qetil kirin, talan kirin.Lê disa jî Êzîdî ji van qatlîam u talankirinê u ji van serpêkhatiye fêrî (dersê) nabin u hertên xapandinê.gelê Êzîdî mîna kince xwey sipî ji dil paqijî û ji dilekî safî, her ketîyê destêxalkêne, lê ên li hemberî wan herdil reþ û bê bextin..Ji ber vê yekê jî, lîstikê her î mazin liser Êzîdîye tên leyistendin. Ev leyîstikê kû liser Êzîdiyen tên kirin mixabin piranîya van leyîstike ji kesên kû xwe dosttên Êzîdîye di bînin tên kirin û Êzîdî van leyîstike nabînin û Êzîdî tên parçiqandinê...Çima bes li ser Êzîdîye ev leyîstikên bi qirêj ten kirin gelo??ji ber kû Êzîdî bêtifaq û bê hêzin, lewmajî Êzîdî mîna pezê bê şivanin!!Belkî hinek vê rastîyê qabul nekin, le ji berêde gotina kû "rasti tahle."Ji berçi ezê girêdaîyê xelkê bim?Ji berçi ez nebi rafê xwere difirim û bi rafê biyanî re di firim?Sebeb ewe kû bendorek li serme heye, em dibin bendora hinek hêzan´da mane.Êm wek Êzîdî nikarin bi serê xwe malek Êzîdîyan anjî komalek Êzîdîyenvekin, ji ber kû hinekn hêzên siyesî bandorek li ser piranîye Êzîdîye danîne u xistina bin tesîre xwe.Çima gelo müslüman karin camîîyek xwe ava bikin lê ji bo Êzîdîye ev micaltûne, qadexeye?Pirsa ve yekê jî gelek sahle, eger Êzîdî bibin xwedî kom, komal û xwedî hez,wê xwe ji bin bandorê hêzên siyasî derxin û we karibin sebixwe karê xwe-î olî bimeşînin, ev karjî li dijî berjewendîye rêxistin u sazîye siyasîye, lomaji li dijî kom u komalên Êzîdîye derdikevin,naxazin kû Êzîdî xwedî tifaq.Ez jî wek mirovkî Êzîdî ji van hêzên siyasî di pirsim.çima hun ji tifaq u hêza Êzîdîye di tirsin?ez bi xwe ti tirsê divî erkîde nabînim, çima hun jê di tirsin gelo???Ji ber kû Êzîdîyetî havên û riknê Kürdîtîyêye, Êzîdîyetî ne li dijî berjewendîyêKürdîtîyê-ye.Lê dîsa jî eger pirr kêmjî bê hêdî hêdî Êzîdî bi xwe di hisihin u dost, dijminê xweji hev nas dikin, gav bi gav berbi tifaqaka bi pîroz ve diçinû ev xabeteke heja û pîroze.Ji bona vê xabat û karê hêja ez wek mirovekî Êzîdî xwe deyîndarê hinek komal û malê Êzîdîye di bînim.yêk ji wan komale male Êzîdîye li Oldanburg´a bi rastî van merivê bi rûmet karekî bi şeref û bi rûmet kirin, hejî dikin, di virde ez dixwazim ji wan re sipasîye xwebînim ziman, di xabate wande serkeftin û ji wen re serfirezî di xwezim..hêvîdarim kû keç û xortên Êzîdîye dest bidin hev bi xabatekî kolektiv; hîyarîşîk denge xwe li cîhan bilind bikin.Ev karjî wê ne hesanbê, di vî karîde ked,xweden, ser êşî û zahmetî we hebê.Lê di dawîye vî karê bi şeref´de ronahîkî zelal wê li bendame bê.
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.