ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
PAÞA UZUN · 22.12.2005 · 2 dîtin
LI ANQERÊ Dema xalê minê Mehemed li Anqerê dest bi Mekteba Tenduristîya Bilind dike, Hasan û Ferîd jî li Anqerê bûn. Xalo Ferîd li zireat lîsesî sinifa dawî dixwand. Xalo Heso jî meslek lîsesî li elezîzê xelas kiribû û hatîbû Anqerê û li wirunîversîtê dixwand. Heso û Ferîd di xanîyekî xwendevanan da diman. Berî ku Memehed were Anqerê bi qîza apê ahmedê îbo, bi Sakîne re dizewice û tev tên Anqerê. Xalo Mehemed û abla Sakîne li Bîtpazarê, di taxa Îtfaîyê de xanîyekî axsap kirê dikin û Heso û Ferîd digrin ba xwe. Xanîyê wan du qat bû, li qatê ewlî banyo, tuwalet û du ode, li qatê jor jî mitpax û odeyek hebû. Demek şûnda, lawê xalê Miçoyê Ebasa Zulkif, ji xalo Ferîd wan re nameyeke dûr û drêj dinivisîne. Dixwaze xalo Ferîd di xanîyê xwe de cîh bidin wî. Abla Sakîne dibê bira ew jî bê, emê hevdû îdare bikin. Herwiha Zilkîf jî tê û di xanî de cîyê xwe digre. Abla Sakîne dibe dayika wan, kincên wan dişo, şîva wan çêdike , feraqên wan dişo, paqijîya malê, bi kurtasî kar û barên malê lê ser milê Sakînê ye. Kêfa xalo Heso ji xwendinê re nayê, dixwaze karekî bike bes cangranîyê dike, li kar nagere, xalo Mehemed bi zor û bela wî dibe ”Devlet Demiryollar”ê û li wir wî weke elektrîkvan dixe kar. Xalê minê Hasan ji wî karê emeklî dibe û li Anqerê dimîne. Xalo Ferîd 1967 an de lîseyê xelas dike û dikeve Unîversîta Teknîka Rojhilata navîn û ji wir derbasî Fakulteya Zireatê dibe, cîyê fakultê li Dişqapêyê ye, ji salan 1968 e. Di nava keçikên xwendevanan da Ruhsar jî heye, Ruhsar û Ferîd dikevin yek grubî. Di warê sîyasî de baharek gran û xweşik daketîye ser dinê. Şerê azadîyê, serbilindîyê, biratîyê ji Wîetnamê, Afrîkayê, Ewrûpa û Asyayê ba û bîna biharê belayî erd û ezmana dike. Efendî, beg û axayên zulm û zorê weke pelên dara qawaxê li ber vî bayê xweşik dilerzin, diricifin. Di bin ezmanê ê baharê de bilûrên şivanan musîka eşqa dilê xortan dilorîne, eşqên herî pak û zelal, eşqên herî xweşik û gran di vê biharê de çêdibin, weke laleyên zer û sor dilên însanan dixemilîne. Ji Başûrê Kurdîstanê pêşmerge, weke Ferîd di helbesta xwe da dibijê, derketîye li ser çîyan, bayê azadî û serfirazîyê li nava welat belav bûye. Xwendevanên kurd yên li metropolan bi guhekî guhdarîya dinê dikin û bi guhê din jî guhdarîya pêşmergeyan dikin. Ferîd aşiq dibe. Li mektebê sala wî ya pêşîn e. Tayîna xalo Mehemed derdikeve Çorimê, ew bar dikin diçin, bes Ferîd, Zilkîf û xalo Hasan carbicar cilên xwe yên qirij dibin ba abla Sakînê. Abla Sakîne cilan dişo, utî dike û dişine ji wan re. Ferîd rojekê ji abla Sakînê re dibêje, ez aşiqim, de ka were evîndara min bibîne. Abla Sakîne bi ferit re lêdixe diçe Zireat fakultesî, keçika ku Ferîd aşiqî wê bûye navê wê Ruhsar e, li baxçê mektebê runiştiye. Ferîd wê bi tilîya xwe nîşanê abla Sakîne dide. Abla Sakîne li Ruhsarê dinêre, keçik xasek e, dikeve serê Sakînê. Ji Ferîd re dibije keçika te xasek e, diçin ba Ruhsarê û halê hev dipirsin. Gava Ferîd li Anqerê Zîreatê dixwîne DDKO ava bûye. Hin xortên xwendevan û pêşverû di nav DDKO de cîyê xwe digrin, ji alîyekî mekteba xwe dixwînin û ji alîyekî dinê kar û barê xwe yên komelî dom dikin. Ferîd di nav kar û barê wê komelê de cîyê xwe digre, tenbûrê lê dixe, govendê digre û di karê rojane de pêwestîyên xwe tîne cîh. Komela wan kulturî ye, bes kar û barên dikeve ser milên wan, hem gran û hem jî sîyasî ne. Analîz, teorî û perspektîfên li wir çê dibin hem li ser çarenivîsa wan hem jî li ser çarenivîsên li dû wan tesîrek mezin çê dike. Çepên Tirkîyê weke niha wê gavê jî tifanga xwe ya zengarî û gemarî derdixe û gulan dibarîne ser wan. Yên qisa kurd dixin devê xwe milliyetçî ne û wê Tirkîyê ji hev de bixînin. Tirkîye li hev ketîye, xwendevan li her derên Tirkîyê rabûne ser xwe, eşqa şoreşê, qehremanî, serbilindî û serfirazî rê li wan şaş kirîye, yên demançeyekê û tifingekê dixe destê xwe dest bi şoreşê dike. Hinek xortên kurd di nav wê şoreşa xwendevanên turka de cî digrin û wenda dibin. DDKO di nav şoreşek dinê de ye. Kurd hene an tune ne? Soresa DDKO ev e. Divê li gel xelkên Tirkîyê bidin qebûl kirin ku kurd hene. Ji bo Ferîd demeke nû, demeke xweşik û demeke bi zahmet û zor dest pê kirî ye. Hêvîyên wî, hesrata wî a rojên pêşin ji her tistî pêşdatir û bilindtir e. Eşqa wî û Ruhsarê jî di bin wê dara hesretê de, êşîn û mezin dibe. Ji bo edalet, heq û huqûq xebat kirin ne hêsaye. Hele li welatekî weke Tirkîyê qet ne hisa ye, herî bêtir ji bo mafên kurdan xebat kirin e. Weke tu xwe bavê nav agirê cahnimê, ne tenê îxtidar, hêzin ku hay û baya te jê tune dibin dijminê te, dibin celatê rih û canê te. Divê hem rihê te û hem jî canê te bigrin. Hevalên te yên bav û kalan, nasê te, hemwelatîyên te jî dikarin bibin dijminê te. Tarîxa me şahîdê wê ye. Bê hejmar kurd hatine kuştin, xaîntî û xiyanetek bê sinor li erd û ezmanên me heta niha hukmê xwe ajotîye. Gotina min ewe ku di rûpelên pêşî de em dibînin ku yên derbên xwe yên zalim li ser Ferîd dibarînin, cardin zarokên vî welatê me ne. Yên demançe dane destê wan, yên nan û av dane wan, yên ew veşartine jî bê guman kurd in. Yek caran ez xeyalan dikim, ez hêvî dikim ku kurd rojekê ji bo xwe, ji bo zarokên xwe jiyaneke însanî ava bikin, jiyaneke bê mêrkujî, bê hesûdî, bê durûtî û dûvikî. Hevdû kuştin wê qedexe be, kurdek wê kurdekî nekuje. Kesê li kesî tade û zulimê neke, neheqî û bêbextî, mêrkujî, dizî, divê bibe şerm û rûreşî. Bira zarokên me, ne di bin dara mirinê de, bin dara jîyanê de bilîzin û mezin bin. Bira bilûrên şivanên me ne kilamên mêrkujan, kilamên eşq û dilovanîyê bilorîne. Evana xeyalên min in û ez wisa bawer im ku xeyalên Ferîd jî wisa bûn. Di kilam û şiîrên Ferîd de, ne axa û beg û ne jî mêrkuj û esîr hebûn, kilamên wî kilamên gundî û cotkarîyên me bûn, kilamên xelkê me yên reben bûn, kilamên zarokên zikên dayikan bû. Kilamên wî, hesreta dilê wî, bû mirina wî. Hêzên ji wan kilamana hez nedikirin, rabûn gulle li xwedîyê kilaman barandin. Ji şiirên Ferîd min tenê du heb bi cî kir, saya hevalê delal Sino Hurşit ev helbestana ez li vir dinivisînim, û ji sîno ra dilxweşîya xwe û heval û dostên Ferîd re pêşkêş dikim. PÊŞMERGE Tenê bû, rabû ser piya Hêla rastê çîya, çepê çîya Rakir ala rengîn qîrya Deng veda deng veda deng veda Dest û zozan û çîya nalîya nalîya Gîhîşt gelîya Gundî, karkêr, pale û zana Rabûn giryan, rûniştin giryan Ban kirin keç û bav û dîyan Civîyan ser hev, dest dan destên hev Pişt dan pişta hev Qîrîn û hawar dan hev Hemî bûn yek dev Qor bi qor, rêz bi rêz Çûûûûûn çûn li dor pêşmerge yek bûn. Bijîn bijîn her bijîn hûn Deh, sed, hezar, sed hezar Zar û zêç, keç, qutabî, dersdar Li hember gihîştin faşîstên har Tev bûne wek dîwar Metirsin, metirsin êdî ser nabe sar Ji Xaneqîn heta Seqlawa Herêm, herêm, cî bi cî Welatê kurda ketîye bin Destên pêşmerge nevîyên Kawa Dehaqê rûreş, bapîrê Baasî ya Wê rojê lêdan? bavê pêşmerge Kawa Berî newroz tenêbû cejna kurda Lê îro pêşmerge hergav, herdem Ava dike cejna Pîroz be pîroz be li te kurdîstan Ey pêşmerge. Çi bêjim hindike ji te ra Dest, zozan, çîya hemû Ji te ra bûye derge Bijîn, herbijîn hûn pêşmerge. KEVOKÊN SPÎ Kevokên sipî, kevokên sipî dê bên firandin Xarîtên kevn, xarîtên kevn dê bê çirandin cahş û mahş, cahş û mahş dê bên bakirin Kurdîstan kurdîstan dê bên pahkirin belê belê …. …… niha ji bo me ye ……… ……… …. dîya me heye bav, nizanim çi, çel û pel ……… dest û zozan, çîyayê Kurdîstanê ê me ye me qîrîn û hawar danîye dîlan bûka me bûka me Kurdîstan deng bidin hev, gazî kin hevalan bira rakin topan, bira rakin çekan bira hespên xwe rakin ser pîyan kêm mekevin kêm mekevin ha xortên dilovan dem bi dem gav bi gav werin werin werin ha werin dewran dewran ji bo ê şerên ê ku têkoşîna doza xwe nekin ker in herin herin heta baxdayê herin bînin bînin serê Hesen el Bekir bînin sekbav Husên sekbav Husên bîr mekin ha bîr mekin warên wan warên wan bi ser wanda hilweşînin erd û ezman erd û ezman bi ser wan da bireşînin heyfa Leyla çira Kurdîstanê bistînin ha bistînin.
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.