ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
PAÞA UZUN · 26.12.2005 · 2 dîtin
HEFS Û DAWET Ji êvaran êvarekê, ji mehan meha Adarê ye, sar û sermaya zivistanê dom dike, tarîya êvarê, dux û dûmana seyaran, qalorîferan, sobeyan û fabrîqan weke çarsefa res daketîye ser Anqerê. Ruhsar, Ferîd û diya Ruhsar Latife xanim li dora masê sîva êvarê dixwin. Çavên wan li xwarinê, guhên wan li radyo ye. Di 12 Adarê de leskera ixtidar girtine destê xwe, rojên pês wê çi bibe kes nizane. Spikerê radyoyê navan dijmêre, yên navên wan tê hejmartin divê biçe xwe teslîmî polîs bike, navê Ferîd jî di nava wana de ye. Parîyê wan di qirika wan de dimîne. Ferid dikeve hepsê, Deniz Gezmis û hevalên wan tên îdamkirin, welatperwerên çep û rast li Amedê berev dikin. Li ser rêya Seyrantepê bereqa eskeran dibe girtîgeha kurdperwerên rast û çep. Yên bi sûc û yên bê sûc li wir tên berhevkirin. Di nav wana de Ferîd jî heye. Car bi car ez bi diya xwe ve diçim zîyareta Ferîd. Kêfa wî li cî xuya dike, gava ew û diya min qise dikin ez jî li girtîyên dina temase dikim, li ber qawisê hewsa wan heye, ji xwe re pîyase dikin. Di navbera zîyaretvan û girtîyan de tenê têlên bi dirik hene, bi hêsatî em dikarin wana bibînin. Her caran ku em ji Ferîd vediqetin, êdî ez wî ji bîr dikim û bi xeyalên xwe mijûl dibim. Xeyalên min, esqa min, heye tune fûtbol e. Bi fûtbolê ve dijim, bi fûtbolê ve radizim û bi futbolê ve radibim. Bes ferqa girtîyên Amedê û girtiyên hepsên normalan li mijîyê xwe qeyd dikim. Ji ber ku zarotêya min pir caran li rêya hepsa Swêregê derbas dibe. Bavê min ji qebedayên Swêregê yek e, nigekî wî li derve ye û nigekî wî jî li hepsê ye, gava kesek tunebe ku pêre lec bike, dikeve yaxa polîsekî, an sîleyekê li wî dixe yan jî qunçên unîforma wî jê dike û dikeve hepsê. Ez û birayê min jî her êvar jê re xwarin dibin hepsê. Girtîyên wir em nas dikin û dibînin, halê wan, rabûn û runistina wan û girtîyên Amedê pir cihê ye, an jî ji min ra wisa tê. Yên Amedê serbilindî nîsan didin, mesa wan, peyvên wan babetek dinê ye, weke li ser çiyayekî bilind rûnistine û temaseyî dinê dikin, li hember qerdîyana destên xwe li hev girênadin, ji qerdîyanan re efendî nabêjin. Hember qerdîyanan serbilind disekinin. Ji wan rojan ev risêm di mijûyê min de cîyê xwe digre. Ranza Ferîd û Îhsan Yavuzturk li kêleka hev e, hevaltîya wan pirr bas e, nêzîkê hev in. Ji rojan rojekê pismamê min Mehemed jî tînin hepsê. Ferîd li Mehemed xwedî derdikeve, jê re cî çê dike. Îhsan ranza xwe dide Mehemed, êdî Ferîd û Mehemed li kêleka hev radizên. Mehemed dibe xwendevan, Ferîd dibe mamoste, weke du insanên tîmayî li ser kanîya zimanê kurdî rûdinin û vedixwin, hevdu hîn dikin û hîn dibin. Ferîd di warê ziman de gor heval û dostên xwe yên hepsê pirr pêsde ye, dikare kurdî bixwîne, binivisîne. Siiran, kurteçîrokan dinivisîne, kilaman dibêje, kilaman dinivisîne. Di nava girtîyan de yên herî ciwan Mehemed e, 17 salî ye û yên herî pîr Xelîl Axayê Sirnaqê ye, salê wî jî 75 e. Xali Xelîl Çîçek kurdperwerekî bas e, ji Mele Mistefa re sekir, ard, rûn sandîye, ji ber wî yekê ew jî avitine hepsê. Piranîya hevalên Ferîd ê hepsê, ji yê herî ciwan heta yê herî pîr, bê yek-du kesan hemû ji Ferîd hez dikin, qedir û qîmeta wî dizanin. Ferîd bi hunerên xwe, bi enerjî û dilsoziya xwe, bi kurdperwerya xwe di dilên dost û hevalên xwe de cîyekî taybetî digre. Bi ziman û saza xwe, bi kilam û kurteçîrokên xwe, bi sexsiyeta xwe ya kurd û modern di nava nivsên kevn û nû de piran ava dike, bi rabûn û rûniskandina xwe, bi jiyana xwe ya rojane ji bo rojên pês dibe ronahîya sevên tarî. Ger ez bibêjim di her tiliyê Ferîd de hunerek hebû, ne mubalaxe ye. Ferîd mekteb xwendin hez dikir, bi gotinek dinê, ji hînbûn hez dikir, ji têstan ra meraqa wî hebû, tistên ku ji vî meraqa wî xelas dibû pêr kim bû. Di warê matamatîk de jîr bû, gava problemek zor derdiket pês wî, heta ku wî ew problema hel nekra dev jê ber nedida. Gava min nikarîba dersên xwe yên matamatîkê çê bikira, min baz dida ba wî, bi sebir alîkarîya min dikir û dixwest ku ez fam bikim ku ew problema çawa çê dibe. Futbolciyekî bas e, li Anqerê dibe qelebanê Demir Spor. Havinek ê li Swêregê dibe qelebanê Swêreg Sporê, weke qelebanê mîvan di taxim de cî digre. Di wê maçê de ez û çend heval li kêleka qelayê rûdinin û temaseya wî dikin. Wekî pisikan sifik û çapik e, li hewayê difire, ji refleksên wî re heyran dimînim. Ez bawer dikim di nav merivên me da, yên herî pêsî futbolê dilîze, birayê Ferîd xalê minê Hasan e, dûra Ferîd dest bi futbolê dike. Gava Ferîd li Demir Sporê dilîze, ez û pismamê min Mehemed jî li Swêregê futbolê dilîzin. Navê taximê Mehemed Qertel Spor, navê taximê me jî Sahîn Spor e. Rengên wan sor û res, yên me jî kesk sor û zer e, uniformayên me rengarenge, bi cilên pîrekên Qerecdaxê dimîne, her babet reng tê de heye. Gava em bi wana ra maçê dikin ew zora me dibin, em jî dest bi tesqelê dikin. Di hewsa hefsa Amedê de, Ferid, Mehemed, Mahmûd Kiper, Mehmet Tuysuz ji bo kifê car bi car topê lox dikin. Menecerê wan abûqat Bahattin Eryilmaz e, wî jî kovarek bi navê Sêrsuvar derxistiye, di warê kurdperwerîyê de wesan kiriye, ji ber vê yekê ew jî avêtine hundur. Her cara ku Ferîd û hevalên wî hunerên xwe yên futbolê nîsan didin, Bahattin jî, wana bi qedeyif û baqleve gur dike. Dibêje, ger hûn bas bilîzin, ji qantînê dilê we çi bixwaze ezê bidim hanîn. Di warê musik de, bi taybetî Ferîd bi Nûrî ve tev pirr dixebite. Pistî hepsa 71 an ew û Nûrî bi musika kurdî kasetta çê dikin. Nûrî hevalekî hêja û delal e, ji Wêransarê ye. Gava Ferîd di nava Kawayê de cî digre, Nûrî jî weke min di nav refên DDKD ê de kar dike. Berî çêbûna grûban Nûrî û Ferîd pir nêzîkî hev in, yê wana tîne ba hev dengbêjî, meraqa edebîyat û zimanê kurdî, bi taybetî sîîrên Cixerxwîn, kilamên Mehmed Sêxo ye. Nûrî gava kilamên kurdî dibêje por li ser serê min pîjpîjî dibe. Dema Ferîd û Nûrî tên ba hev êdî herdû per bixwe ve dikin û bi ezmanan dikevin, dinya dora xwe bîr dikin, li dora wan kî çi dibêje, bo çi dibêje nagîhîje guhên wan. Ferîd li sazê dixe û Nûrî dest davê guhên xwe. Yekcaran hinek kilaman tev dibêjin, wê gavê jîyana hesûdî, qeybet, nifaq, birakujî, mêrkujî, derew û dolabin rojane ji bo çend deqiqa be jî li ber çavên min winda dibe. Bîhn û bayê buharê dadikeve ser min, baranek xwes û nerm destpêdike, ava baranê bîhn û boxa erq û lexeman dixe ber xwe û dibe cîkî dûr. Ew çend deqîqeyên bi sihêr, dibe buharek dûr û dirêj, yên li wan kilaman guhdarî dikin weke di nav wê deqîqeya de dibin insanekî dinê, ruh dikeve çavên wan, bîhna wan fire, ruhên wan aza dibe. Ferîd ji ber vê yekê di tarîxa me da cîkî taybetî digre. Bi kar û barê xwe yên soregerî, mijûyên me, bi saza xwe jî dixwaze ruhên me aza bike, dixwaze ruhên bi hezar salane tê perçiqandin, pelixandin, ruhên ku roj bi roj dirizin, ruhên ku bi hesûdî, bi dijminatî, bi nezantî bûne weke qetrana res aza bike, wî ruhî ji bin nîrê gayê xelas bike. Rihên me li zencîran ketîye, mijiyên me, destû nigên me li zencîran xistine, sibê heta evarê tistê em li ser difikirin, tistê em li ser galgala dikin hîle ye, firildaq e, hevxapandin e, bîr û mezelê hev kolandin e. Kî mezelê kî herî bas bikole ji wî re dibêjin, ew peyakî xurt û egît e, camêrekî serkir e. Wisa tê fikirandin wisa tê gotin. Jiyana ku li serê me hatîye gerandin ev e. Û ev jîyan hem bi zencîrên xuya dike û hem jî bi zencîrên xuya nake, weke fîstanekî dîna li me kirine. Ferîd di merhaleyek wisa de diçe ber vê zencîrê, bi saz û kilamên xwe, bi zimanê xwe yên dê û bavan, bi serwextîya xwe dibêje, ev e! Ev helqeya ku ez bi tilîya xwe nîsan dikim helqa herî zaîf û sist e, destê xwe bavên vê helqê, ew zencîra ku bi hesinê pole çêbûye, ew zencîra ku bi hezar salan ruhên we, dest û nigên we girê daye wê ji hevde bikeve, wê perçeperçe be, wê hûrhûrî bibe, wê bibe toz û dûman û bikeve ber bayê buharê. Helqa ku Ferîd nîsan dide ziman e. Ferîd zimanê me yê ku bi hezar salane xistine heft qat binê erdê, ew bi pênûsa xwe, bi kilamê xwe, bi sîîr û kurteçîrokên xwe santîm bi santîm ji binê erdê derdixe, gend û gemara hezar salan bi devê xwe puf dike û pak dike. Mezinbûna Ferîd ev e. Ez hêvî dikim ku ev gotina min çewt neyê famkirin. Ez dirokê înkar nakim, dirokê bi Ferîd ve jî dest pê nakim. Erdê ku Ferîd li ser disekine, erdekî vik û fala nîne, li ser vî erdî berî ku Ferîd ji diya xwe bibe, kurdî tê peyvandin, kurdî tê nivisandin, bi kurdî kilam û sîîr tên gotin. Gava Ferîd sîîra dinivisîne, di bin serê wî de dîwanên Cîxerwîn hene. Bes di nav nivsê me da, nivsê me yê ku dixwaze milletê kurd wek hemû milletan bibe xwedîyê jîyanek însanî û serfiraz, Ferîd cîyekî taybetî û gran digre. Millet kurdî dipeyive lê belê em siyasetê bi tirkî dest pê dikin, seminer, miting, civîn û munaqasên me bi zimanê tirkî çêdibe, heta em di nav xwe da jî tirkî dipeyivên. Literatura çepê kurd tirkî ye, 27 sal pêstî Ferîd, ev literatura hîna jî bi zimanê tirkî ye, gelek însanên ku ji sibê heta êvarî xelkê azad dikin, hîna kurdî nizanin, dibe ku di jiyana xwe da carekê jî bi sê gundîyan re rûnenîstiye û neketîye nav sohbetekê. Endamên DDKO gava derdikevin ber mahkemê, kûregirêka herî girîng tunebûna kurda ye. Îdeolojîya resmî bi devê dozgerê mahkemê vîya dibêje, dibêje kurd tuneye, yên ji xwe ra dibêjin kurd eslê xwe da tirk in. Endamên DDKO yê hebûna kurda, bi hebûna xwe, bi zimanê xwe yên dê û bavan, bi tarîxa xwe, vê îddîayê pûç dikin. Di warê delîl de yên bi granî dacon pês zimanê kurdî ye. Endamên DDKO yê xwe diparêzin, anjî divê em wisa bibêjin, endamê DDKO yê hember iddianama dozger hebûna kurdan, hebûna zimanê kurdî diparêzin. Di diroka moderna a Tirkiyê de xwendevanên kurd , pêsverû û ronakbîrên kurd bi serwextî, bi cesaret û serfirazî hember îdeolojîya resmî radibin ser pîyan. Bi cesaretek medenî û bi rêyek Îlmî iddianame dozger dikin binê erdê, tistên ku di iddianamê de cî girtine, yeko yeko ji hevdû dixin. Ideolojîya resmî, di huzura xelkê kurd û tirk da desifre dikin. Bes mahkeme di ideolojîya resmî de israr dike. Endamên DDKO ceza digrin. Ceza herî bilind 16 sal e, Ferîd parêstinekî xwes dike, 14 sal ceza didin wî jî. Sala ku Ferîd ji hepsê tê berdan Îxtidar li destê partîya Ecevit e. Ecevît 1974 an da Qibrisê, weke zebesê Amedê ji navînê diqelisîne, Qibris dibe du perçe, perça yunanîya û perça tirka. Cûntaya yunanî ji îxtidarê dikeve, demokrasî tê Yunanîstanê, li Tirkîyeyê Ecevît dibe qehreman, qehremanê demoqrasîyê. Pistî îsgala Qibrisê Ecevît efûyekê derdixe, girtîyên sîyasî jî ji efê fêde dibînin, Ferîd û havalên wî yên kurdperwer ji hepsa eskerî a li Amedê tên berdan. Ferîd bi def û niqaran digihîje Swêregê, Ruhsar li gel Ferîd e, pistî sê sal û nîvan, hesreta roj û sevan xelas dibe, apê Sefo dibije fersend ev fersenda ye, emê dawetekê bikin du dawet, bira reqîna def û zurnê gur bibe. Ferîd û Ruhsar weke suwarîyê hespên gewr û boz bi zeman re ketine xarê, divê hespa zemên bi qefilînin, dive wê derbas kin, divê ne li pas, li pês zemên bijîn, deqîqeyên, seatên, roj û salên ku winda bûne divê pasta bê, divê Ferîd û Ruhsar wê zemanê weke ava kûzê hûnik bi ser xwe da bikin û vexwin. Weke apê Sefo dikin, dawetek dibe du dawet, telgrafekê ji Latîfe xanim re disinîn, Latîfe xanim û birayê Ruhsarê Erhan elelecele dikevên rê. Dawetek xwesik û gran li mala Sefoyê apê qado dadikeve. Mahmûdê Kaloyê Aresî bi cil û cawên folqlorî serê govendê diksîne, Ferîd li kêleka hewzê rûnistîye, pismamê min Alo wî tras dike. Kêfa apê Sefo li cî ye, destên wî li pas pista wî, li nava dawetê qolaçan dike, bi henek û qisên xwe kêfa mîvanan xwes dike. Sayîkî wisa daketîye ku kes kesî nabîne, zarokek ji ser xanî dikeve hewsa kalikê min ê Husin, bes tistek nabe. Mirovê min Zozan, wê gavê zaro ye, niha xatûna pismamê min Mehemed e, dikeve nav bîrê. Bes ew jî difilite, tistek nabe. Herwiha pêstî demake dûr û dirêj, Ferîd û Ruhsar bi kêf û sayî digihîjin mirazê xwe û dibin jin û mêr. Gor dîya min di nava vê kêf û sayiyê de jan li xalo Mehemed radibe. Hundirê wî jan dike. Apê Sefo sibê zû radibe diçe doxtorekî tîne. Doxtor derzîyekê li Mehemed dixe, jana wî disekine. Doxtor dibêje wî bibin Amedê, li bajarê Swêregê nexwesxane tune. Na, nexwesxane heye, doxtor tune, alet tune , derman tune. Ji ber vê yekê gava meriv nexwes dibe divê biçe Amedê, ger perên merivan hebe meriv diçe Amedê an jî li mala xwe, li ber çavên zarokên xwe dihele û dimire. Herwiha Mehemed radikin Amedê, doxtorên wir ne dibêjin erê û ne dibêjin na, radibin Mehemed emelîyet dikin. Dîya min, pîrika min û Ferîd diçin zîyareta wî. Mehemed di nav cîyê xwe da digirî, deng nake. Hêsrên çavan bi ser rîyê wî da dadikev jêr. Devê xwe vedike, dixwaze tistekî bibêje, nikare, dev tê girtin. Çavên xwe yên qahwerengîn vedike li dîya xwe, birayê xwe û xwûnga xwe dinêre, melûl û bê çare. Adîle, torina meta Zuloyê cana, cîranê xalo Mehemed, dostê bav û kalan li nexwesxanê hemsîre ye, dîya min ji Adîlê rewsa Mehemed pirs dike, Adîle dibêje wele ez nizanim çî ye? Ji canê wî sê parçe girtin û sandin tahlîlê. Ji Mehemed ra nebêjin, mixabin ew qansêr e. Pistî emelîyetê Mehemed piçek rind dibe, bi xêra dermana rind û qelaw dibe, xwe berhevî serhev dike. Dûr naco cardin dikeve. Ferîd wî dibe Almanyayê. Lê balafirgeha almanî wan digrin, Mehemed bi halê mirî li wir digrin, dikin nezaretê. Kaxizê wan kêm e, an kîmasîkî wan heye. Ferîd vir da wir da baz dide û kêmasîyan temam dike û birayê xwe digîhîne ba doxtor. Çare nîne! Bersîva doxtor ne dirêj e, kurt û rast dibêje, divê tu wî rojekê pês bibî malê, zêde wexta wî ne maye. Ferîd birayê xwe tîne mal, wî dikin nav cîya, li hewsê, li bin mêwa tirîyê dirêj dikin. Mehemed roj bi roj dihele, bi gotina dîya min ne ji mahran re dimîne û ne jî ji miskan re. Di nav cîyê xwe da, weke berfa ber tîrijên tava buharê dihele, porê wî diwese, hestîyên wî biçûk û zirav dibin. Hundirê wî wekê agir viketîye, bi lepa cemedê dixwe, fêde nake, agir venamire. Mehemed li ber çav û destên Ferîd dihele û diçe gorê. Qahra dilê Ferîd gran e, parçeyek ji canê wî, ji ruhê wê winda dibe. Birayê delal, birayê henekvan û kêfxwes Ferîd tenê ber dide. Ruhsar û Ferîd vedigerin Anqerê, Ferîd dest bi mekteba xwe dike. heta mekteb xelas dibe Ferîd û Ruhsar li mala Latîfe xanimê dimînin. Heta 1974 an ez topê dilîzim, nigê minê rastê diskîyê, ez topê ber didim. Nigê min li nav alçîyê, ez li mal dirêj bûme, qaptanê min, hevalên hêja Mustefa ji min re –Tiriyên Xezebê- û Ahmedê pismamê min jî kitabên çep tîne û mala min disewitînin. Saya wana da ez jî dikevim ber bayê buharê. Ji wê rojê heta niha min û Mustefa hevdû nedîye. Mustefa û Ahmed cîyên xwe li nav dilê min girtine û herwiha wê dom bike. Ez dikevim mekteba Erkek Teknîxê, roja ku ezê dest bi mektebê bikim mamostê me dibêje, divê hûn cilên xwe yê atelyê bi perê xwe bikirin. Ez gelek aciz dibim û dev ji mektebê ber didim. Demek sunda ez dikevim Tapûqadastroyê. Bi çend hevalên Swêregî ez dest bi Tapûqadastroyê dikim. Em berî li yûrda Sîîrtê dimînin, pistre em derbasî xanîyê ku Ahmed tê de dimîne dibin. Ahmed merivê min û Ferîd e, pîrika Ahmed û kalikê min xwûng û brayê hev in, weke bavê me li me muamele dike, kêfa me jê re tê, ez bawer dikim kêfa wî jî ji me ra tê. Sibê heta êfarê cixaran diksîne, gava ji xew radibe, tastêya xwe bi cixareke qaçax dest pê dike, tastêya wî cixare ye, demakê sunda ji qanserê wefat dike. 22 ê qasimê de gava gule li Ferîd tê barandin û xebera res digîhîje Anqerê, di nava yên xwe davê nav otobosê û diçe Swêregê Ahmed jî heye, heta mirina xwe ji Ferîd hez kir, qîmet û hurmetek mezin nisanî Ferîd dide. Xwedê bi rahma xwe sake. Li Anqerê her cara ku fersend çê dibe diçim ba Ferîd, pirr caran ez û Ahmed tev diçin wir. Heta seatên dereng em rûdinin û sohbet dikin. Li Anqerê DDKD ava bûye, nivsên nuh û kevn li nav wê komelê de kar û barê xwe tev dikin, ji wan yek jî Ferîd e, cara yekemîn li Anqerê di bin navê seva wêransarê de sevek çê dibe, di amadekirina vê sevê da Ferîd pêwestîyên xwe bê qusûr tîne cîh. Di nava demeke kin de du grûbên govendê ava dike. Herdû grûb besdarî sevê dibin. Wê gavê ez û pismamê min misto Uzun û çend hevalên Swêregê li Yurda Sîîrtê dimînin. Ez li otobosê siwar dibim û diçim Swêregê, niqarevan Remezan û zurnevan lawê Rizo digrim û tînim Anqerê. Cara yekemîn di vê sevê de ewê kilamên kurdî bên gotin, yên kilaman bibêje Sivan e, wê gavê deng û navê Sivan tune, zêde kes wî nas nake. Li doralîya sahnê hevalên DDKD ê ji lasê xwe guloverekê ava dikin. Qeneata hevalan ewe ku gava Sivan bi kurdî kilaman bibêje, polîsên wî bigrin, hevalan jî biryar dane ku ewê Sivan teslîmî polîsan nekin, ji ber wê yekê li dora sahnê çemberek ava dibe. Herwiha sev bê qeza û bê bela xelas dibe. Demeke tevliheve, serekî gur di navbera xwendevanên çep û ulkucuyan dom dike. Ji sibê heta êvarê gulan dibarînin ser hêzên çep, xwendevanên pêsverû û çep di bin gulebarandinê de mekteba xwe dom dikin. Der û dorên unîversîtê û fakulteya di navbera gruban da hatîye parvekirin. Herkes xwe di mintiqa xwe da diparêze, gava soresger diçin mektebê yek û yek newêrin, bi hevra grûban çê dikin û wisa diçin mektebê. Dewlet temasekar e. Di nav DDKD de munaqaseyek teorîk û ideolojîk dest pê kiriye. Îlkeyên komelê vedikin û munaqase dikin, bi seat û rojan ve dipeyivin, dawîya munaqasan nayê. Di warê fikran de cihêtî û yekîtîyên nû li vir tê çandin. Avakirina grûbên di rojên pês de ev munaqasana sedemek gran û girîng dilîzên. Yên rojê pês de hereka Kawa ava dikin di nava van munaqasa da ne. Welatperwerên di nava DDKO de pêwestêyên xwe yê herî girîng tînin cîh, ev qeneata min e. Kurd weke millet heye. Pêwestî ev e, di mahkeman de, du hûzura xelkê de ev tê îspatkirin. Welatperwerê yên di nava DDKD ê de û derveyî DDKD ê de, gava dudyan davên, gava pêsîn DDKO avitîye. Di merhala DDKD de, ronakbîrên kurdan dixwazin rewsa kurdan tespît bikin û gora wê dermanekî binivisîne. Pêwestîkî gran e, ji ber ku gava wext û seat temam bû ewê bi hezaran insanên me seferber bin , bi hezaran însanên me wê can û ruhê xwe amade bikin, eva lîstika zarokan nine. Li cîhanê devên qemer bi hev ketine, toz û talaza ku radikin ji Çînê heta Maçînê çavên herkesî kûr dike, hesên wan ji serên wan digre. Herkes ji welatê xwe temasayî vî serê dike, herkes ji deveyekî re dibe alîkar, herkes kar û barê xwe bîra dike û alîkariya devan dike. Û deveyên qemer jî bi can û dil dixwaze ku herkes alîkarê wana be. Baasî, serekên Baasîyan Hasan el-Bekir û Saadam, bi teyarên Sowyetê, bi top û tanqên Sowyetê, bi subayên û qilavizên Sowyetê gava tevgera Barzanî, tevgera milletê me yên bindest bombardiman dike, zarokên me, pîrekên me, xort û peyên me li ber çavên me qetl dike, em ji Sowyetê re çepikan lê dixin, û li kurdperwerê xwe jî naletê dibarînîn. Ji ber ku di çavên Sowyetê de Baasî li dijî emperyalîzmê ne, ji ber vê yekê Sowyet bi çek û leskerên xwe ji Baasîyan ra alîkarî dike, em jî li kuçan dikin qarqar û dibêjin bijî sîstema sosyalîst. Di nava vê rewsê de gelek xortên delal û pak ji bo vî serî zîyan dibin, tên kustin, birîndar dibin û dikevin hepsan, di nava hepsan û din bin erdê res de dirizin. Ferîd diçe komelê û tê, dikeve nav munaqasa û mektaba xwe dom dike. Pistî du mehan ez mektebê ber didim, vedigerim Swêregê, berî ku ez vegerim, Reso bi min re piçekî suhbet dike. Havînê, ew û hevalên dinê jî wê bên Kurdîstanê, divê em tikilîyên xwe bi hevdû re dom bikin. Reso dûra dibe hevalê Ferîd, gava Ferîd diçe daweta Reso tê kustin. Ferîd zîreatê xelas dike, biryara xwe daye, dibê ezê soresgerîyê bikim, ezê profesyonel bim. Ruhsar dibêje Ferîd heyran, Ferîd qurban wa meke , ka emê çawa îdara xwe bikin, ne karê me, ne perê me û ne jî xanîyê me heye, tu yê çawa profesyonel kar bikî ? Ferîd biryara xwe na guherîne, Ruhsar baz dide ba Brahîm, divê Brahîm û hevalên din bi Ferîd re bipeyêvên. Dawîyê Ferîd îkna dikin. Tayîna Ferîd ji Hîlwanê re derdikeve, wê demê da xwendavanên bi burs xwendine kar zû bidest dixin, yên bê burs zûbizû kar nabîne. Ruhsarê bê burs xwendîye, ji ber wê yekê ew bê kar e, bes kêfa wê cîda ye, li ba Ferîdê xwe ye, ev bes e. Lê dixin diçin Hîlwanê. Ferîd karê xwe yê pêsîn destpêdike. Xelkê Hîlwanê, gundîyên der û dora Hîlwanê ji Ferîd hez dikin. Ferîd bi dilê xwe yê pak, bi edalet û durustîya xwe dilê wan qezenç dike. Jîyana xelkê , zimanê xelkê dizane, bi wana re ne weke muhendîs, weke hevalekî, weke birayekî dipeyêve. Ferîd muhendîsê dewletê ye, meqama wî, eraba wî ya xusûsî heye, bes ew zarokê wî erdî ye, zarokê xelkê xwe ye, di xizmeta xwe da qusûr nake. Ferîd bi jîyana xwe, bi muemala xwe balê diksîne, hem bala xelkê û hem jî bala dewletê diksîne. Li vî welatê divê memûr, muhendîs, walî û qeymeqam weke efendîyê xelkê hereket bike, divê xelk ji wan bitirse, ji wan re hurmetê bike ku granîya dewletê kêm nebe, roja ku granîya dewletê kêm bibe, roja ku xofa dilên xelkê sist bibe, dûzan xira dibe, dûzan ji hevda dikeve. Ferîd ji wê imajê re ters dikeve, Ferîd xelkê nake xizmetkarê xwe, sûna wî de xwe dike xizmetkarê xelkê, sînorê di nava xelkê û muhendîsê dewletê de winda dibe. Bitirê wî Ferîd, kilaman dibêje, kilamên kurdî, Ferîd bi gundîyan re kurdî dipeyive, Ferîd ji destê wî çi bê dike, dibe alîkar û hevalê xelkê. Ferîd dema bi vî huner û meziyetên xwe dilên xelkê qezenç dike, rol nake, sîyasetê nake, îmkanê dewletê ji bo welatperwerîya xwe bikar nayne. Însanekî medenî û pêswerû çawa hereket dike, ew jî wisa hereket dike. Ferîd ji xwe ra sexsiyetek ava kirîye û li gor wê sexsîyeta xwe meamelê dike. Di nava ciwateke weke ya me da xwedî sexsîyet bûyin karekî hêsa nîne, sexsîyetên hukum dajo di eslê xwe da bê sexsiyetî ye, li ser nezantîyê, durûtîyê, dijminatîyê û derew û dolaban ava dibin. Ferîd derewa nake, mêrkujî û birakujîyê re rûmetê nade, durûtîyê nizane, dijminatîyê jî nizane. Ji xelkê re ne li gora zengîn an feqîrbûna wana, li gora însanbûna wan meamele dike. Xwe bilind nîsan nade, ji tistê wisa re îhtiyacê wî tune. Bi esîra xwe, bi perê xwe, bi marq û dolarê xwe pesnê xwe nade, tistên wisa ji Ferîd re xerîb e. Ji bav û diya xwe re hurmet dike, ji wan hez dike bes gava bavê wî an diya wî yan jî mezinekî wî jê re tistekî çewt bibêje an jî ji wî tistekî nebûyinê bixwaze Ferîd dibêje na û hember derdikeve. Qeybet û pastaqisekirin hez nake, ji vana dûr e û xwe nake nav tistên wisa. Gava ez bibêjim çala rêxê wê çend kes min fam bike ez nizanim, ji ber wê ye divê ez bahs bikim ka çala rêxê çîye? Wexta ez zaro bûm, yanê di salên 1960 an de di nava gelek hewsan da çalên rêxê hebû, yên pez an dewar xwedî dikirin, di nava hewsa xwe kortikek mezin fedidan û zibilên heywanan li wir berev dikirin. Havînê ji wî zibilî tepikên rêxê çêdikirin û zivistanê bi wan tepikana siva xwe dikelandin, soba xwe germ dikirin. Germa havînê de bîhn û boxa ji vê çalan derdiket ne hal bû, nefes li merivan dihat birîn. Mês û kelmisên sibe heta êvarê li ser çuxuran û ava pîs ê erqan, dihatin ser nanê te, xwarin û ava te vedinisîn. Wê demê li gelek kuçan de kanalîzasyonê sergirtî tinebû, ava pîsya tuwaletan di navan kuçan da diherikî. Pir caran mumkune meriv welatê xwe, bajarên xwe, kuçeyên ku meriv lê mezin dibe romantîze dike. Ez ji vîya ra tistekî nabêjim, bes gava cehalet û nezanîya însana re sahît dibim, bêyî çalên rêxê tistek nayê bîra min. Însanên ku ji bo perçekî erd, ji bo hezar qaxidî, an ji bo qiseyek çewt erd û ezmana li hev dixe, qala kustin, dersdayin, namûs û mêranîyê dike madê min li hev dixe û çuxura rêxan dixe bîra min. Ew çuxurên ku bi destê zor û zulmê, ew çuxurên ku bi destên hêzên tarî, hêzên bêbext, hêzên dijminên însan û însanîyetê, ji bo xatirê me hatîye kolandin. Ji me ra dibêjin li vî dinê cîyê we ev çala ye, qedera we ev e, hûnê di nava wê çalê de bijîn. Û divê em qebûl bikin ku pêstî sed salan, hinekên me hîna hîna di jiyana nav çala rêxê de israr dikin. Ferîd bi sexsîyeta xwe ya serfiraz, serbilind, pêswerû dixwaze xelkê me ji nava wê çala rêxê derkeve, ji wê gend û gemarê, ji wê bîhn û boxa pîs, dilê xwe, canê xwe, ruhê xwe paqij bike. Ferîd dixwaze xelkê me serên xwe bilind bike, li pês xwe mêzeke, pês xwe bibîne, pêserojên serfiraz û xwesik ji xwe ra ava bikin. Dixwaze xelkê me dev ji mêranîya ahmaqî berde, ji xwe re mêraniyeke bi mane, bi zanetî ava bike. Ji xwe re, ji zarokê xwe re, ji mala xwe re jiyanek xwesik, jiyanek bin dara kulilk û fikîyan ava bike. Mezin bûna Ferîd, qîmet, rûmet, serbilindîya Ferîd, pêswerûtiya Ferîd li vir e, ji vir tê. Mezîyetên ku di sexsîyeta Ferîd de tê ba hev, ji bo nivsa me, ji bo xelkê me dibe bingehin sexsîyetin bi serxwe, sexsîyetin serfiraz. Sexsîyetên ku jîyana nava çala rêxê red dikin, ji wî dûr dikevin.
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.