ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Alixan Aras · 19.12.2005 · 2 dîtin
Dewletên Îran, Turkiye û Sûriye herdem li ser xalekê li hev dikin û dijî disekinin, ew jî Pirsgirêka Kurd e. Vê carê jî Menûçehr Mutekî, Wezîrê Derve yê Îranê di sefereke 2 rojî de gihîşte Enqere û bi rayedar û berpirsyarên bilind yê Turkiyê re hevdîtin û gotûbêj kir. Jêderên Dewletî li Turkiyê dan zanîn ku Turkiyê nepejirandî ye ku gaza xwezayî ya Îranê ji niha pitir li axa Turkiyê re derbas bibe. Eva di halekê de ye ku derbasbûna vê gazê ji Turkiyê qazanceke zaf digehîne dewleta Turkiyê. Wisa tê xuya kirin ku Turkiye têbîniyên Amerîkayê li dor Îranê ji vê xêr û bêrê girîngtir dizane. Ebdula Gul, Wezîrê Derve yê Turkiyê di hevdîtina xwe bi hemkûfê xwe yê Îranî re bi eşkere ji Îranê xwest ku bê merc, alîkariyên hewce bi Ajansa Vejena Etomê ya Navneteweyî dest pê bike. Lê, li gorî rapora ragihandinên Turkiyê, her du Wezîrên Derve yên Îran û Turkiyê li ser hin xalan li hev kirin. Pirsgirêka PKK’ê, pêşîgirtin ji parvebûna Îraqê û berlêgirtin ji belavbûna ne ewlekarî ji bo herêmê. Xuya û aşkira ye ku merema wan her 2 welatan ji parvebûna Îraqê û belavbûna ne ewlekariyê li deverê, berbipêşdeçûna pirsgirêka Kurd e ku wan welatên dijî Kurd herdem li ser vê pirsê li hev kiriye.Ji Rojnama Agirî
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.