ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Serhad Kardoxi · 01.09.2006 · 2 dîtin
Wê dema ez bala xwe didim rewşa Kurdistana Bakur û kiryar û lêyîstokên Tirkan, ji bo min eşkere dibe ku gelê Kurd wekî netewe di şerê man û nemanê de ye.. Di sedsala bîstan de dewleta Tirk bi hemû hêzên xwe ve hewl da neteweya Kurd li ser axa Kurdistanê nehêle.. Ji bo vê yekê jî Kurdistan bi agir û hesin ve rêvebir û li gor lêkolîneran derûdora yek mîlyon Kurd ji alîyê dewleta Tirk ve hatin kuştin. Lê dewleta Tirk li wir ranewestîya dîsan hewl da Kurdan di nav civata Tirk de bihelîne û çand û zimanê Kurdî holê rake..Ew di van armancên xwe de heta radeyekî jî serketin... Gellek ji Kurdan zimanê xwe ê dayîkê winda kirin û xwe wekî Tirk nîşan dan... Lê Kurdan xwe wekî netewe parast û heta sedesala bîstûyekan hatin..Serhildanên Kurdan û Tevgera sîyasî a Kurdan jî rêgirbûn hemberî wan armancên Tirkan.Lê ligel sedsala bîstûyekan rewşek nû peyda bû... Dem dema ragêyandin û medyayê. Hemû Kurd bi şeklekî an şiklekî din, di bin kargerîya medyaya Tirkan de ne.. Dewleta Kurdan nîne.. Zarokên Kurdan di dibistanan de fêrî Kurdî nabin... Ev yeka hanê wisa dike, zimanê Kurdî roj bi roj ber bi tunebûnê biçe..Ev rastîya me ye... Heke di vê sedsalê de dewleta te tunebe, zimanê te zimanê fermî nebe.. Tu ji dibistana destpêkê heta zankoyan bi zimanê dagirkeran bixwinî, zimanê te ê dayîkê lawaz dibe û rojek te winda dibe.. Heke zimanê Kurdî winda bibe, neteweya Kurd jî pêk ve winda dibe..Ji ber vê yekê jî, pêwîste em hewl bidin zimanê xwe biparêzin... Zimanê xwe bixwinin û binivîsînin... Em dikarin bi rêya zimanê xwe di nav wan dewletan de civatek parelel sazbikin, hebûna xwe û xwe wekî netewe biparêzin..Ji ber vê yekê jî, pêwîste her Kurdekî dilsoz bi zimanê xwe xwedan derkeve..Wê dema em li der û dora xwe dinêrin, piraniya Kurdên Bakur, gotar û pirtukên xwe ên bi nirx bi zimanê Tirkî divîsin, hesta xwe bi zimanê wan derdibirin.. Bi vî awayî xwendevan jî bi zimanê Tirkî dixwinin... Pêwîste em di rewşa malkambax derbikevin, hewl bidin hem nivîskar û hem jî xwendevanên Kurdî zêdebikin.. Gellek Kurdên Kurdî dizanin û dikarin bi Kurdî binivîsin.. Lê ji ber ku xwendevanên Kurdî kêm in, ew jî bi Tirkî dinivîsin... Bi vî awayî em mala xwe bi destê xwe dişewitînin...Ez dizanim ji vê rewşê derketin ewqas asan nîne... Lê pêwîste em hewl bidin, berxwebidin, berheman biafirînin.... Bi vî şiklî jî em dikarin ji bo xwe û gelê xwe reçkeke vekin.. Ji ber ku, mirina zimanê Kurdî, a Kurdane... Hebûn û geşbûna zimanê Kurdî, geşbûn û pêşdaçûyîna netewa Kurd e. Ez îro şûnda destpêdikim Kurdî dinivîsim...
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.