Ramyarî

Wext bide Irané

Alixan Aras · 05.03.2006 · 2 dîtin

 Li gor rojnameya The Washington Postê, DYA raporek li ser pirsgirêka atomê ji bo konseya ewlekariyê li gor esasên IAEA yê amade kiriyeLi gor rojnameya 'The Washington Postê' DYA dosyeya Îranê ya atomê piştî civîna Dezgeha Enerjî û Atomê ya Navnetewî (IAEA), ku li Wîenê roja duşemê dicive ê bîne Konseya ewlekariyê ya NYê.Li gor rojnameya The Washington Postê, DYA raporek li ser pirsgirêka atomê ji bo konseya ewlekariyê li gor esasên IAEA yê amade kiriye û di raporê de  30 roj wext dide Îranê  da dawî li xebatên xwe yên nukleerî bîne.Wekî din di raporê de ji Îranê tê xwestin ku hevkariya xwe ya bi IAEA re bidomîne, heke neke ê biryarên ji bo ambargoyên dîplomatîk yên dijwar li hember Îranê bine stendin.Li gor rojnameya The Washington Post di rapora DYA yê de hin amargoyên wek qedexekirina berpirsên Îranî ji bo derketina derveyî welat, amborgoyên aborî û yê petrolê jî deyne.NETKURD

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.