ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat · 20.10.2008 · 2 dîtin
Padşaye û her çar yare Li merkebê dibûn siware Lalişe sekinî û got: heq war e! Weşana Nû.: Lalişa Nûranî – Peristgeha êzdiyan Albûmeke rengîn bi wêneyê xweşik xemilandî û bi kalîteya bilind derheqa peristgeha êzdiyan a Lalişa Nûranî derket. Albûm ji 207 rupelên rengîn pêk hatiye ku ji ciyên pîroz (aqidê xasa û nîşangeh) yên peristgehê têne dîtin, herwisa rismên kevin yê ziyaretê (yên Badger, Leyard, Drower û hwd) yê peristgehê jî tê da hene û wêneyên dindarên êzdiyan (Mîr, Babê Şex, Babê Çawiş, Feqir, Qewal û hwd.) ji navda cî girtine. Di pêşgotina albûmê da derheqa dînê êzdiyan, dîrok û civaka wan tê gotin. Ji bili vê, şiroveya her rismekî di nav da heye. Tekstên albûmê bi sê zimana hatiye dewlemend kirin: kurmancî, rûsû, înglîzî. Albûm ji aliyê wan zaniyaran va hatiye çê kirin: Pîr Dîma (oldar û dîrokzan), Dr. Stanislav Grigoriev (arkêolog), Lada Ivasko (arkêolog). Wêneyên di albûmê da dema seredana (ekspêdisyona zanistî) ya komeke zanyarên rûs li Kurdistanê hatiye kom kirin. Ji bili vê, gelek wêneyên kevin yên gerokên ewropî û wêneyên ji arşîvên malbatî hatine bi kar anîn. Nav û nişanên albûmê: Lalişa Nûranî – Yekaterinburg, 2008. ISBN 978-5-91356-048-3 Kontakt ji bo wan yê ku bixwazin vê albûmê bistînin: dc@yeziden.de
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.