ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Ehmed ONAL · 24.05.2006 · 2 dîtin
Nemirê Miksê di hêjmara şeşan ya Hawarê de qala serpêhatîyê dema Şerê Cîhanê yê yekemîn û xweşikahîya zozanên Tocî kirîye. Dema ku min ew nivîs xwendîbû, koroya Şerefdinê hatîbû ber çavên min. Çîyayen Bingol / Kanîreş/ Şerefdînê di navbera Çewlîk, Erzrom û Mûşê de ye û avên herêmê pirani ji wê dertên. Bê guman mirov dikarê bibêje ‘dayîka avê’ye ku wekî Murad, Pêrî û Aras ji wî çîyayî têdizên: Çemê Mûradê, ji rexekî ava çavkanîyên wî çîyayî xwe radigire û bervî Mûşê - Çewlîgê û Xarpitê giran giran û bê deng diherike ku gelekî vakûre.Çemê Pêrîyê jî ji rexekî ava çavkanîyan dadigire û bervî Erzinganê di wan newal û dolan de rê ji bo xwe vedike, dema ku ji navçeya Kanîreşê derdikeve ber bi navçeya Çêrmê (Yedisu)- dolê Kelxaşê- kêleka Gêxîyê ve, di nava Selenge de derbaz dibe, tevî ava Horhorê dikeve navbera sînore Depê û Xolxolê, ev çem ne tenê sinordayîna wan herdû navçeyane, dema ku ji sinorê Çewligê ya bakurê rojava dişeqite vê carê jî ji Xarpêt û Dersimê re sinordarîyê dike. Di alîyeki ve Munzur jî ji çîyayên xwe avayeke ku dişibe şîr girtîye û anîye, di alîyê din ve Muradê gelek deşt û navçeyên ku jê derbas bûye avî û ava kirîye bi westan xwe gîhandîye ber Koyê Sipî û tên hersê digehjin hev li nezikî Xarpitê û Firata delal û bejin zirav weki tîremar ku diherike li deşta Herranê saz dikin. Dibin bend û elektirîk ronahîyê didin malên me. Dibin fekî û hêşinahî sifra me dewlementir dikin. Heyan dibin sedema şerê sedsalê û dibe xwîn û diherîke ji canê me û hwd. qehr, şîn û şahîyan diafrîne… Aras jî ji wî çîyayê Bîngolê, ji Çilkanîyan xwe radigire bervî Agirîyê û Ermenîstanê bi rê dikeve. Lê çîyayê Agirî mezintirîn çîyayê welatê me yê biheybete ku rê nade ev Aras seranser derbazî Qafkasyayê bibe. Bê çare berbî başurê rojhilat vedibe û neqlekî ji welatê me û Ermenistanê re sinordayînê dike, paşê bê mecal dimîne bervî rojhilata kurdistanê dibe, heyanî Hezarê wekî ku dê derbaz bibê çawa ku bac û bertîlê bide gelek çol û çolistanan avî û ava dike. Ew çîya, çîyayê Şerefdînêye û bi navê Kanîreş û Bingolê jî tê nasîn. Dema ku Roj li çîyayê Şerefdînê weki bizod ji balaya Koyê Bingolê û Nemrûdê ku derdikeve rengîne û paşê hêdi hêdî dora wê zelal dibê. Ji wê sedemê havînan gelek turîst tên û lê eware dibin, digerin û roj ku sibê ji çîyayê Şerefdînê derdikeve, temaşe dikin û wêneyên wê dikêşin.Dem ku ber bi baharê diçe jîyan her ku diçe li zozanên welatê me yê xopan wekî Şerefdîne xweşiktir dibê. Serê sibê roj wekî bizot ji asoyên çîyayên reşûbelek derdikeve, tarîyê diqelêşîne û tîrêjên xwe berdide ser gund û konên koçeran, zevî û mêrgan, dar û beran. Wê wextê, çaralî dişibe rengên ala me wekî; kesk, sor, zer, sipî û di navê de roj e. Tava ku li ser pelê daran ên bi dilop dixîne tîrêjê ji nû ve diafrîne û dişîne derdora xwe. Gul û hêşinahî li her derê wekî lambeyên elektirîkê rengînî û ronahîyê didin hev û distînin. Deşt, berdeşt, beroj û zimag her der temamê wê mêrg, gul, tabîyata bi serê xwe bûye bax û baxçe, rengînîya li gel hev wekî cacim û xalîçeyên Sînê yê tîne ber çavên mirovan.Di wan zozanan de mîyên sor, sipî û qemer rêz bi rêz, an jî wekî xelek bi ahenga zingilê ku di stûyê beran an ji mîya sereke de ye diçêrin û dimeşin. Di wan deşt û berojan de nika gundên wîrane hene. Stranên berîvanan di nav wan dol û zozanên bilind û talde de tev vizeviza bayê ku jê bîhna gul û çiçekan dertên, digehêjin hev û dûr dikevin. Ew deng li zinarên çîyayên bilind û nizim dikevin û dizivirin hev, tevlihev dibin û wek koroyeke cuda cuda dengan derdixînin.Dengê bilura şivanan, li ser kanî û avên sar, bi meqamên rast, sêgeh, çargeh, nehawend û kurdî hîcazkar stranên folklorî, qehremanî, keserî, jarî û evînîyê distirên û dil zîz dikin.Ji alîyeke ve jî koroya tabîyatê ya kew, bilbil û gelek cureyên din yên teyr û çûkan bi hev re wekî dengê pîyanoyê bi ahengî dertînin, fena ku konser bidin dixwînin. Lê divê di vê demê de kalekal û qîrîna mî û berxan jî neyê ji bîrakirinê.Di wan rojan de kurd çar iqliman bi hev re dijîn û ber bi rojên nû dimeşin, wekî şervanekî azadîxwaz. Lê di dilê wan de her evîndarîya vî welatê xweşik û jîyanek bi rûmet kêm nebe ku nezikî felata xwe bibin. Bes divê ew xweşikayîya welatê me, me serxweş, mest û sist neke. Her hişyar bibin ku di wî şerê gur û hirçan de firsendê bi dest xinin. Bona kesî ne, lê ji bona xwe û welatê xwe şerxwaz, aştîxwaz û rizgarîxwaz bin. Ji bo ewqas ked, hezaran şehid û pêşerojekî ronîîî.Lê jibîrneyê ku welatek azadî jî ji bo zimanê xwe pêşvê bibin û tê de têr û tijî bi serfîrazi dê dewlemendîya xwe bi nû wê biafrînin. Zimanê xweşik, şîrîn û sipehî yê kurdî di danûstandina we de bê. Xweşî, başî û Azadi her para gelê kurd û doste gelê kurd be. Dostê we pirr, dujminê we her bê firsend be. Qismetê we wekî ava çîyayê Şerefdînê zêdebe û jîyan her gor dilê we be!..
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.