Ramyarî

WÊNE-DÎMENEK Lİ BAŞÛR

Mamed deriki · 26.10.2007 · 2 dîtin

Ev çend rojin, ku Televizyonên Tirk, di Nûçe-weşînên xwede, li ser kurd û Kurdistana başûr gelek nûçe diweşînin.Ji xwe van rojana li der-dora saetekê nûça pêşkeş dikin, di vê saetê de, kêmanî 45 deqiqa jê, di derheqê Kurdîstanê, Mesûd Barzanî, Celal Talabanî û PKK ê de weşanê dikin. Di van Tv.yan de gelek sixêf (dijûn), neheqî û heqaretî li PKKê dibe. Em bên PKK yeko-yek bi wan re di şerdeye, lewma mineta wê tuneye!Her wiha li Kurdistana azad, li birêz Barzanî û li birêz Talabanî jî sixêf û haqaretî ya dikin.Ez dikim qala wan û dijûnê wan nekim. Ez qala neyartî ya wan tew nakim!Lê nûçeyek, kanald yê hebû ku bala mîrov dikşîne/ bala min kişand. Tenê wêne-Dîmenek hebû, ku min jê fedî kir, ez jê aciz bûm, ez hêrs bûm… Ev wêne: Li ser tixûbê (xet) Kurdistanê û Tirkîye li beşa kurdistanê hema li ber xetê, ku ji hêla jetê Tirkî ve bomba hatîye avitin û li wan derana pûş, giha û zêvî dişewite. Belê zêvi û der-dor dişewite, lê mixabîn Pêşmerge, li dora wê şewatê kom bûnin; acizin, neçarin, şaş û mat bûnin û ya herî mîrov dikesirîne (qehr dike) jî di destê pêşmergeye kî telefona desta û ji xwe re vîdeo dikişand! Tv. yê qerfê xwe pê dikir! Ji xwe çend roj berê jî, di rojname ya Tirk ‘milliyet’ê (22.10.2007) de, bi ser nivîsa “Aha rewşa leşkerê ku Talabanî pê bawer” Ew wênejî her leşkerek li derekê, ji hevde ketî, bê rêzkarî û hwd. Wêne yên mîna van, kû mîrov hêrs dike, mîrov diqehirîne û Kurdistanîyan anjî Kurdistan perweran demoralize dike! Gelo li vî Welatî, (Iraq û Kurdistan) di artêşê de rêzkarî tuneye? Hema her kes ji xwe re berdî- berdayî û herkes li gor aqlê xwe tev digere?Dema Leşkerê DYA yê kete Iraqê, tek leşkerekî jî guleyek neteqandibû. Gelo di be ku leşkerê Kurd jî bişibe wan, bişibe Ereba?!Gelo bi vî awayî, hûn dikarin welatê xwe biparêzin? Li rojhilata navîn, ger hêzeke xurt tunebe, hûn dikarin li vir, li welatê xwe di aşîtyêde bijîn?Gelo avabûna artêşeke weke ya İsrailê pirr zore?Pêwiste berpirsyarê Kurdistanê van pirsana bibersivînin. Û bila li xwe hay bibin û wêneyên xwe bibînin!25.10.2007Mamed Dêrikîmderiki@hotmail.com

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.