Ramyarî

Welîd Canbolat: ‘Ez Duxwazim Serdana Kurdistan’ê Bikim’

Ako MÝHEMED · 25.12.2008 · 2 dîtin

Welîd Canbolat: ‘Ez Duxwazim Serdana Kurdistan’ê Bikim’

Beyrûd - Hefta derbasbûyî aborî û hilbijartinên Lubnan’ê di rojeva Parlamena Awrûpa de bû û di derbarê vê mijarê de giftûgûyên girîng hebûn. Lêbelê pêngava Serokê Hîzbûllah'ê Hesen Nasrûllah ya piştgiriya Rêxistina Hamasê, hevpeymanên wî yên parlementer û siyasetmedar xist nav rewşekî zehmet. Rewşa balkêş ya Lubnan’ê careke din Welîd Canbolad anî bîra me.  Welîd Canbolat Serokê Civata Dûrzi’yên Lubnan’ê ye. Herwiha ew Serokê Partiya Pêşketinxwaz a Sosyalîst a Lubnanî ye û li Parlamena Lubnan’ê Serokê Fraksiyona El Lîqa el Dîmokrati ye jî. Wezîrê Gûwastinewe yê Hikûmeta Lubnan’ê Xazî Erêzî ji partiya Canbolat e.  Bi alîkariya Segvan Xelîl me têkilî bi Welîd Canbolat re danî. Dema hevdîtinê de me bere xwe da koşka wî ya li Navçe ya Kilîmenso ya Beyrût’ê. Serê kolanê bi kunkirîtan û ji alî parêzvanan ve hatibû girtin. Piştî xêrhatin û silavdanê em di kontrola ewlekariyê de derbas bûn.  Xaniyê Canbolat, bi gulan, nav xanî jî bi bêhneke xweş û wêneyên ciwan pêşwaziya mirov dike. Ew li ber dere asansorê li qata heştan li ser pêlikan ji bo pêşwaziya me rawestiya bû.  Ode ya xebatê ya Welîd Canbolat bi sedan rojname, dosye û kaxez û kîtaban ve tijî ye. Herçeqd ew kûrê binemalekî mezin û deshilatdar e jî, dibêje: "Ez naxwazim ev xaniyê xwe yê mutewazî bi qesrên biha re buguherînim. Ez ne Saîd Herîrî me.”  Hevkarê min Botan Tehsîn jî bi dû pirsan tevlî hevpeyvînê bû.  Rûdaw: Cihê partiya we di nexşeya siyasî û parlemena Lubnan’ê li kuderê ye? Canbolat: Partiya Pêşketinxwaz ya Demokrat beşeke ji hevpeymana 14'ê Adarê ye. Em her bi vî navî jî tevlî hilbijartinên sala bê de bibîn.  Rûdaw: Pêşketinek di giftûgoyên we û Hizbûllah’ê de heye? Hûn gihîştine çi xalê û li gel Hizbûllah’ê di têkiliyên xwe de duxwazin bigîjin çi astekî? Canbolat: Bi giştî li gel Hizbûllah û mûxalifê piştî Peymana Dewhe, em gihiştîn pêkhatinekê ku jêre dibêjin: "Pêşketina Aramiya Etfaq El-Tehdîe.” Li gorî wê rêkeftinê pêwîst e peyv û biwêjên astbilind ya li beramberî hev bikarbînîn. Pişti wê em di ceribandinekî dijwar derbasbûn û spasiyê ji bo Xwedê dikîn ku rastî şerekî navxweyî nebûn. Em bi vî şeklî li ser aramkirina siyasî û ragihandinê rêkeftin. Lê hemû jî li cihê xwe yê siyasî de mayîne.  Hevdîtineke girîng di navbera Saîd Herîrî û Hesen Nasrûllah de çêbû. Eger ji Hizbûllah’ê bê û baş bibe û ez û Seyîd Hesen Nasrûllah bikeve, tû tewîtiya min nîn e.   Rûdaw: Piştî dema Obama li Koşka Spî, pêşbîniya we ji bo rewşa Lubnan û milmila ya li gel Sûriye çiye?Canbolat: Pêşkêşkirina Rojava bi şeklekî giştî û bi taybet jî Amerîka piştî hatina Obama, ji bo rejîma Sûriye vekirinek e. Ez mûkurim li ser helwesta xwe ya siyasî li beramberî Sûriye. Piştî kuştina Refîq Herîrî di 14'ê Adar a 2005 an de me got; ‘Edî wext hat, emê radeyekî ji bo Rejîma Sûriyê deyîn û têkiliyên wekhev li gel vê rejîmê çêkîn. Hîn jî daxwazên me ji Rejîma Sûriye hene, diyarkirin û danîna sinorên Zeviyên Şiba li gel Sûrî, hilgirtina bingehên Sûrî kû em jê re dibêjîn 'çekên Filistîniyan ji derveyê çadiran" ku di rastiyê de têkilî bi xêvetgehan ve nîne û sekinandina hemû çekdarên ji Sûriyê ji bo Lubnan’ê.   Rûdaw: Kurdên Lubnan’ê û cihên din yên wek kesek girêdayî binemalekî Kurd temaşeyî we dike. Hûn xwe wek Kurd dibînin? Canbolat: Ev ji bo min şeref e. Bavê min ji min re got, em bi esil û di bingeha xwe de Kurdîn û binemala me di çerxa 17'an de hatiye Lubnan’ê. Ji bo min cîhê şerefê ye ez li rûyê dîrokî girêdayî Kurda me. Lê bêgûman li Lubnan’ê ez Lubnanî û Ereb’im. Lê Erebbûna min tenê Erebbûnekî çandî ye. Ne ku Erebbûnekî şoven ku Ereb û Sûrî li dijî Kurdan pêrew dikin.   Rûdaw: Bavê we tevlî hinek çalakiyên Kurdan dibû. Lê me cenabê we di tevlîbûneke çalakiyên Kurdan û di pêvajo ya hebûna Herêma Kurdistan’ê de nedît. Çima? Canbolat: Sipasî ji bo Herêma Kurdistan’ê û serxwebûnekî navxweyî ya mezin bidestxisti ye. Lê em hîn jî li Lubnan’ê di pêvajo ya yekem ya serxwebûnê de ne. Ji sala 2005an heta niha, lêdan piştî lêdanê li me dikin. Lê Herêma Kurdistan’ê di encama destlêwerdanên Amerîka de destkeftiyên mezin bidest anî.  Rûdaw: Dîroknasên Kurd nawê Şoreşa Canbolat’an wek ‘canê polayî’ datînin ev yek rast e? Canbolat: Belê, bavê min jî herwiha ji me re gotiye ku bingeha şoreşa me bi wî şekli ye.  Rûdaw: Hûn derwanînên Kurdên Lubnan’ê çawa dibînin ku dibêjin; ‘em pêkhateyek ya Gelê Lubnan’ê ne û di serdema deshilatdariya Eyûbiyan de hatîne Lubnan’ê?  Canbolat: Kurdên Lubnan’ê hemwelatiyên dilsoz yên Lubnan’ê ne. Lê hinek ji mafê wan yê siyasî nehatîne dilsozkirin. Mînak; Ji ber ku piraniya wan rûniştvanên Beyrût’ê ne, û li ser beşa Sûnnîya ne, divê ku li parlemenê kûrsiyên wan hebin.  Rûdaw: Di pergala etnîkî ya Lubnan’ê de, Kurdên Lubnan’ê xwe bi tewandîtirîn tayfe ya Lubnan’ê dibînin. Heta niha jî wek kêmnetew û tayfedanîn bi wan nehatiye dayîn. Çima rewş wiha ye? Canbolat: Pêwîst e di parvekirina siyasî û parlamanê de mafê Kurdên Lubnan’ê jî bê dayîn. Lê ji bo vê pêwîste peymanek di navbera xelkên Beyrût û Kurdan de bê kirin. Ji ber piraniya Kurdan rûniştvanên Beyrût’ê ne û li wê derê dengê xwe didin.  Rûdaw: Li Lubnan’ê hijmara Qîbtiyan li biniya 5 hezaran e lê ew wek kêmnetewekî hatîne binavkirin û ev mafê Kurdan nehatiye dayîn. Ev yek wêneyê çewisandinek eşkeretir nîşan nade? Canbolat: Qîbtî wek kêmenetewekî hatîne naskirin. Lê heta niha nûnerê wan li parlemenê nîne û bêmafî li hemberî wan jî heye.   Rûdaw: Li Lubnan’ê di hilbijartinan de herdem dengê Kurdan diçe bo lîsteya Sûnniyan. Zêdetir jî ji bo lîsteya Tiyar El-Misteqbîl ya Herîrî. Lê heta niha ew amadenebûna navê Kurdekî jî bixin nava lîsteya xwe û heta kûrsiyekî jî bide Kurdan. Bi sedema têkiliyên we yên germ li gel Herîrî, we çi hewlek ji bo Kurdan nedaye?  Canbolat: Min hewl daye û hewl jî Didim. Lê heta niha faşil bûme.  Rûdaw: Çima? Canbolat: Ji ber kul i Lubnan’ê parvekirina binemalî û mezhebî heye. Pêwîstiya vî karî bi hewildanekî zêdetir heye.  Rûdaw: Kurd hest bi nêzîkbûna we dikin. Çima hûn nêzî Kurdan nabin û ji bo wergirtina deng û gihandina daxwazên wan bi navendên siyasî yên biryarderê Lubnan’ê? Canbolat: Têkiliyên me hebûn. Têkilî zêdetir jî bi rêya Xazî Erêzî çêdibû ku nûnerê Beyrût’ê ye. Ew bi berdewamî tevlî cejnên neteweyî û hebûna rewşenbîrî ya Kurdan dibe. Lê pêwîst e ew li Lubnan’ê têkiliyên zêdetir di navbera partiya me û nûnerên Kurdan de çêke. Rûdaw: Yanî armancek we ya wiha heye?Canbolat: Bi hêviya Xûdê.  Rûdaw: Hûn di despêka rûxandina Rejîma Saddam Hûseyîn de li dijî helwesta Amerîka bûn. Lê piştî rewşa Lubnan’ê li gel Sûriyê bû alîgirê helwesta Amerîka ya li dijî Sûriyê. Çawa di helwesta wê de ev gûhertin çêbû?  Canbolat: Cara yekem me tewjekî Romanî hebû. Jêre dibêjin Qewmiya Erebî. Li gel meşîn û li dijî vê yekê ku jêre dibêjin; ‘Deslêwerdana Amerîka li İraq’ê sekinîne.’ Wiha dizanim ew yek şaşitî bû. Lê ya baş ew bû di xwepêşandanan de me encam dayîn, elhemdûlilah ez ne gotarbêjê wan xwepêşandanan bûm. Herwiha ez li gel wan xwepêşandanan neçûm û me wêneyê Saddam Huseyîn bilind nekir. Ez hest dikim ku pêwîstî bi rakirina Saddam Huseyîn hebû. Lê diviya me ev yek ji berî niha bi sê salan bikra û rojava li hilweşandina Rejîma Saddam dereng ma. Saddam Huseyîn heta dawiyê bikaranîn û mixabin rojava ji derveyê helwestek şermî, tû tiştek din beramberî şer, komkûjiyên Saddam beramberî Kurd, Başûrê İraq’ê û heta beramberî Sûnniyan jî nebû. Bi giştî rojava dereng ma. Rûdaw: Hûn qet li gel rêveberekî Kurd civiyayîn?  Canbolat: Ez dû caran li gel birêz Mêsûd Barzanî civiyame. Carekê li Dîmeşq’ê û carekê jî li Mûxtara Lubnan’ê. Herwiha ji berî çend heyvan di Kongreya Enternasyonala Sosyalîst ya li Yûnanîstan’ê li gel birêz Celal Talabanî bûm.  Rûdaw: Hûn bi rêya nûçeyên dezgehên ragihandinê karin çavdêriya rewşa Herêma Kurdistan’ê dikin?  Canbolat: Belê hinek caran. Min gelek caran protestoya kiryarên terorîstî kiriye û ji wan jî ev komkûjiya vê dawiyê ya li Kerkûk’ê.  Rûdaw: Ez duxwazim vê pirsê dûbare bikim; Çima we heta niha serdana Herêma Kurdistan’ê nekiri ye?  Canbolat: Ji ber rewşa siyasî û ewlehiyê ew şansê min çênebû. Rewşa me gelek dijwar û giran e. Rûdaw: Eger hûn bên vexwendin, hûnê serdanê bikin?   Canbolat: Belê ezê biçim. Lê ne di ser esmanê Sûriyê de. Eger Tirkiye rê bide min, ezê bi rêya Stenbû’lê biçim Kurdistan’ê. Ez duxwazim hûn bibin wasiteya min (Bi pêkenînî).. Rûdaw: Hûn li İraq’ê karê rêveberên Kurd çawa dinirxênin?   Canbolat: Ez li İraq‘ê piştgiriya doza rewanekirina Kurdan dikim. Lê di heman demê de ez şîreta wê yekê jî dikim ku aram û li ser xwe bin. Hemû welatên cîran li dijî daxwazên rewa yên Kurdan e. Ez ji bo Kurdan li gel otonomiyê me. Lê pêwîste Kurd ji welatên cîran agahdar bin.  Rûdaw: Başê federalî? Canbolat: Eger di çarçeweya İraq’ê debe, ez li gelim. Lê wê parvekirin, İraq’ê bixe nav karesatê û ji vê yekê agihdar bin.  Rûdaw: wek siyasetvanekî xwedî ezmûn, şarezayê navçeyê û hişî Erebî, paşeroja Herêma Kurdistan’ê çawa dibînî? Canbolat: Fikra Erebî pêşneketi ye. Herwiha fikra Tirkî û Farisan jî beramberî Kurdan pêşneketi ye. Ji ber wê pêwîst e hestyariyekî zêde daxwaza rewa yên Kurdan nîşan bidin. Ji ber ew bûyerên bi serê Kurdan hatîn ji Peymana Lozan’ê heta niha ew komkûjiyane dijî Kurdan hatîn kirin li her derê gelek zêde ne.  Rûdaw: Hûn agahdariya wan komkûjiyan bûn ku Rejîma İraq’ê beramberî Kurdan yên wek Helepçe û Enfal kirin. Hestê we beramberî wan çawa bû?Canbolat: Ez ji Helepçe agahdar bûm, ew gaz ji Rojava hatibû û Saddam bi vê gazê Kurdan kîmyabaran kirin.  Rûdaw: Dema Partiya Karkerên Kurdistan’ê (PKK) li Lubnan’ê bû, têkiliyên we li gel wan çawa bû? Hûn karê Evdila Ocalan çawa dinirxînin?Canbolat: Dema Rejîma Sûriyê Evdila Ocalan teslîm kir, ez tevlî wan meş û xwepêşandanên li Lubnan’ê beramberî sêdaredana Evdila Ocalan bûm. Wiha dizanim ez tevlî dû meşên wiha bûm ku li Beyrût’ê hatîn encamdayîn. Lê di jiyana min de çavê min bi Evdila Ocalan neketiye.  Rûdaw: Hûn bawer dikin ku ev çarenûsa Evdila Ocalan ji ber sedema têkiliyên wî li gel Dewleta Sûri bû? Canbolat: Ez dikarim bêjim; Sûriyê, xwestiye Evdila Ocalan ji bo armancên xwe bikarbîne û dema bi Tirkan re peyman çêkirin, ew firotin. Herwiha vê yeke li hemberî kesên din jî kirine.  Rûdaw: Rêya esmanî di navbera Lubnan û Herêma Kurdistan’ê de heye û şîrketên Lubnanî li Herêma Kurdistan’ê dixebitin. Çi sedem heye ku bibe sedemê bilindkirina asta têkiliyên siyasî û aborî? Canbolat: Rewşa siyasî û vejandina aborî yê wiha kiriye ku şîrketên Lubnanî biçin Kurdistan’ê. Ev ji bo Kurd û Lubnaniyan gelek bi sûdmend e.  Rûdaw: Lubnan ku yekta dewleta demokratir û vekirîtir ya Ereb e, Kurdistan ji vê yekê sûd digre?  Canbolat: Ez ne zêde agehdarim. Lê wiha dizanim sûd ji van têkiliyan wergirti ye. Hinekî bankayên Lubnanî şaxên xwe li Kurdistan’ê vekirîne. Herçiqas têkiliyên aborî zêdetir bin, ev yek sûdekî zêdetir digihîne Kurdistan û Lubnan’ê. Wek hûn jî dizanin Lubnanî di karê banka û bazirganiyê de biînsîyatîf û zîrekin. Rûdaw: Wek siyasetmedarekî agahdar ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn, li gor we çarenûsa Kerkûk’ê di navbera Herêma Kurdistan û Bexda’yê de wê çawa be? Bi nêrîna we derbarê vê meselê de pêwîste rêveberên Kurd çi bikin?Canbolat: Divê Kurd gelek bi hestyarî kar bikin. Ji bo ku li gel Ereb û Bexda’yê pirsgirêk çênebin, pêwîste hewl bidin pirsgirêkê bi aramî çareser bikin. Sebir, encamê dide. Lezkirin dibe ku hinek Ereban li dij Kurdan vegerîne hestên kevn yê şovenî. Rûdaw: Wek navendên Amerîka bahsdikin hilweşîna Rejîma Saddam xeleka yekem ya dirûstkirina 'Rojhilata Navîn ya Nû' ye û hilweşîna Rejîma Îran’ê, wê bibe xeleka dûyem. Bi nêrîna we dibe ku ev proje berdewam bike? Canbolat: Bi nêrîna min Amerîka eger pêngavekî siyasî û leşkerî li dijî Îran’ê encam bide, wê ev yek aloziyekî firan dirûst bike. Mijara dosya ya atomî ya Îran’ê gelek aloz e. Lê çareseriya leşkerî di vê mesele de encamekî nade.  Rûdaw: İhtîmala êrişekî li ser Sûrî heyê?Canbolat: Amerîka êrişê Sûriyê nake. Berevajî li gorî zanînên min wê balyozê xwe vegerîne Sûriyê. Lê em wek Lubnanî û tevgera 14’ê Adarê pêwîste li ser amadebûna xwe ya li Washington û Awrûpa’yê berdewam bikin. Ji bo bêdengkirin û hilgerîna dijminiya Sûriyê ji bo deskeftiyên ku me bi destê xwe ve anîne, bi taybetî jî ew pêşketinên pêşkêşî Dadgeha Navdewletî ya terorkirina Refîq Herîrî me bi dest anî ye. Ji ber sala 1975’ê ku Lubnan parçe bûbû, Wezîrê derve yê Amerîka, Ksinger rê da Sûriye da ku bê nav xaka Lubnan’ê. Her wê demê Kurdan jî di dema Mistefa Barzanî de bûn xwedî ezmûnekî tal li gel siyaseta Amerîka û Peymana Cezayîr’ê ya 1975'ê. Rûdaw: Niha li İraq’ê wiha hatiye ku ew jî têkeve nav mînaka pergala siyasî ya Lubnan’ê, ku ewder welatekî pirtayfayî ye. Pêşbîniya we ya ji bo paşeroja İraq’ê ya ev sîstema nû  ya pirrengiyê çiye?  Canbolat: Ew sîstema ‘yek netew û yek fikir’ ku me jê re digot ‘Almanî’, gelek karesat bi serê İraq’ê de anî. Lê Rejîma Baas ya bi Serokatiya Saddam kesek nehêla; ne Şûî, ne Nasrî û ne kesekî din. Hemû girtin û kûştin. İraq niha di qonaxa xwegûherîne de derbas dibe. Pêwîst e bi kêmtirîn tûndûtijî û peymanên siyasî re derbas bibe

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.