ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Hevpeyvina bi Koçek Merwan Xelîl Xidir r · 15.10.2007 · 2 dîtin
Birêz Merwan Xelîl, berî ku ez derbasî pirsên hevpeyvîna xwe yên li ser giringiya cemaya Şêx Adî bivim, dixwazim ku hûn bikurtasî hinekî bahsa kesayetiya xwe bikin û ji me re bibêjin, ka we kengî, çewa dest bi fêrbûna ilmê Êzdiyatiyê kirî ye?- Ez jî di destpêkê de dibêjim, ya bi destûra Xwedê û Tawisî – Melek !Navêmin Merwan e, yê bavê min Xelîl û yê bapîrê min jî Xidir e.Ez ji gundê Bapîrê,yê ku di nav herêma başurê Kurdistanê de ye me. Ez niha bîst û heft salî me. Birayê Merwan, ez dibînim û dibihîzim ku gelek kes ji we re dibêjen koçek. Gelo hûn dikarin pêşîn de ji me re bibêjin, ka wateya gotina koçek çî ye ?- Li goriya ku ez dizanim, dû mahneyên peyva goh-çak(koçek) hen e.:1 Gohçak, ji gotin(peyv)a çak tê . Û lewmajî Êzdî ji kesê ku gotin(peyv, bêje)ên çak dibêjin û beladikin ra dibêjin, koçek(gotinçak = goçak-).Mîsal: Min dît, di herêma Başiq û Bahzanê de dû mirîdên extiyarê(rû sipî, qewilbêj û zanê dînî ne) wan hebûn û xelqê deverê digote wan koçek. Dîsa ew kesên ku xwe di ber olê de şikandibûn û li LALIŞÊ xizemetkariya nava mala Şêx Adî dikirin,gelek rê û rismên dinî dimeşandin re di gotin:”koçek”2 Bêguman, Êzdiyan ji wan kesên ku sur û batinî li cem wan hebûn re jî digotin, goh-çak, yanî kesê xwedî keramet(kesê ku ji hisek, dengekî batinî ya zêde, hatina buyereke hêj çênebuyî û xerîb e şîrove dike). Berdewam di çavkanî 1 : rûpel:178 de k.t.Birêz koçek Merwan, hûn dikarin ji kerema xwe re navên seydayên xwe yên rêzdar bibîrbînin û bibêjin ka wexta hûn li cem wan fêrî ilmê Êzdiyatiyê bivin, hingê hûn çend salî bûn?- Belê, min di pazedeh saliya xwe de xwast ku xizmetekê ji civaka xwe ya Êzdî re bikim û dest bi fêrbûna ilmê(qewl,duha, beyt û hwd.) Êzdiyatiyê kir.Seydayên min yên di herêma welatê şêx de Feqîr Hecî, Pîr Ebo û Mam Cemo bûn. Her weha yên di herêma çiyayê Şengalê de jî Feqîr Xidir yê Berkatê Keso, Xelefê Qaso(însanekî çelegir bû û gelek ilmê Êzdiyatiyê li cem wî jî hebû), Pîr Elo(Xwedê bi rahmîn e!), Feqîr Cindo, Mam Birahîm, Şêx Xidir ye ji binemala şêxên Şêxûbekran, Pîrê Ewra û wekî dinê jî gelek Xwedê jê raziyên ilimdarên bi nav û deng di nava Êzdiyan de hebûn. Ji bo ku ez dikaribim xizmetekê ji miletê Êzdî re bikim, diçûme cem wan rêzdaran û ez bi gelek şev û rojan li malên wan xemxwarên Êzdiyatiyê dimam. Min dikarîbû bêtirs û sînor hemû pirsên xwe ji wan Xwedê jê raziyên mamostên rêzdar bikim.Ez timî dibêjim , ez tu carî wî zahmetê ku mamostên min di ber min dîtine ji bîra nakim. Hêvîdarim ku Xwedê xêra hemû seydayên min û ya wan kesên ku weke mamoste Kemal Tolan jî ji bo xwedî kirin û pêşve birina Êzdiyatiyê lêkolîn dikin, gelekî zahmet dibîne û vê xizmetê diken qebul bike.Şikir ji Xwedê re, ku ez jî heta îro hêja li goriya fersend û mecalên xwe vê xizmeta ku ji bo min pîroz e bi dilxweşî berdewam dikim.Belê birêz koçek Merwan, vêca keremken em vegerine ser babetê hevpeyvîna xwe! Hûn jî dizanin, em Êzdî niha di hefteya cejna cemaya Şêx Adî de ne û ev cejna cemaya Şêx Adî li LALIŞA NÛRANÎ tê ye pîroz kirin. Hûn dikarin ji kerema xwe re ji me re bibêjin, ka wateya cemaya Şêx Adî çî ye ?- Beliya we li dinê, Xwedê marîfeta we û xwandevanên me zêde bike! Vêca, wateya Cema !:Hûn dizanin, nihojî di nav zargotina me Şengaliya de peyva cem tê bikaranîn. Yanî gava Şengalî dikin herin filan(?) kesekî bivînin anjî pêre xeber bidin, ew nabêjin ezê biçime ba (gel) filan kesî. Ew dibêjin ezê biçime cem filan kesî. Vêca li goriya ez dizanim, gava Şêx Adî qedim(kiras)guhastiye, hingê Êzdî ji hemû heremên Êzdîxanê hatine geliyê Lalişê û hevûdinê li cem merasîmên kirasguhastina Şêx Adî dîtine. Lewma ez jî dibêjim, ev peyva cema ji gotina cem hatiye. Bi dîtina min piraniya merasîm, rê û rismên di cema ya Şêx Adî de ku li geliyê LALIŞÊ têne meşandin, bi kirasguhastina Şêx Adî ve girêdayîne. Bêguman gelek ji wan jî, ji Ezdayetiya berî qedimguhastina Şêx Adî hatine û hêjî têne bikaranîn.Birêz Koçek ! Em dikarin bibêjin, Ezdayi(Êzdî)yan ev cemaya ku vêga li Lalişê tê pîrozkirin di dema berî kirasguhastina Şêx Adî de jî û dîsa di vî wextê salê de pîroz dikirin?Min gote we, ez bi xwe ne gelekî dîrok nasim. Lê mamostên min digotin, Êzdiyan beriya dema Şêx Adî de bi hezarên salan jî û hersal di vê meha çîrya pêşîn de ku destpêka demsala payîzê destpê dike, ga yek ji bo xwedayê rojê(Şêsims e)dikirin e nedir û ewan goştê gayê weke qurbana Şêsims(navê xwedayê rojê ye û hêjî li cem me Êzdiyan pîroz e) li hevûdinê beladikirin û ev roja pîroz dikirin. (Çavkaniya wêneyan; http://www.piney-2.com/FathLaodConstSabbath.html)Ji xwe gelek dîrokzanên Êzdiyatiyê jî bi kevnariya vê merasima serbira ga û ya simat(xwarina goştê ga û zad)ê, ku hêjî di nav pîroziya cema yê de berdewam dikin, dizanin.Dîsa, em Ezdî vêga hêjî hersal cejna çilê havîn, zivistanê, bihar(çarşema sor ) û payîzê(cema yê) jî pîroz dikin. Başe birêz koçek Merwan, hûn dikarin niha ji me re bibêjin ka Êzdî di van rojên cemaya Şêx Adî de çewa cejna xwe pîroz dikin?- Weke hûn jî dizanin, rê û rismên cema yê heft rojan berdewam dikin û ez dikarim merasîmên di van her heft rojên cejnê de têne meşandin weha birêz bibêjim:Di her heft rojan de :Berî ku sibe ron bive beyta cindiyo rabe(Temamiya gotinên wê di çavkanî 1:rûpel:60-63 de ne k.t.) tê gotin. Dûre oldar û kesên hatine cemayê radibine xizmetê. Berî rojhilatê beyta sibê (Temamiya gotinên wê di çavkanî 1:rûpel:64-66 de ne.k.t) tê gotin.Di wextê taştêyan de beyta Şesim(Temamiya gotinên wê di çavkanî 1:rûpel:56-60de ne.k.t) tê gotin.Êsirkî hêja roj ne çuyî ava, Bavê Şêx tevî hemû endamên Meclisa ruhanî(Pêşîmam, Bavê Gavan, Êxtiyarê Başîkê û Bahzanê, micêwrê Kaniya Sipî û hwd.) li nava hemi avayên parêzgehên babçak û xasên Êzdiyatiyê digerin, wan ziyaretî û tuwaf dikin. Êvarê, beyta êvarê (Temamiya gotinên wê di çavkanî 1:rûpel:70-71de ne.k.t) tê gotin. Hemû çirayên xas û babçakan têne vêxistin.Di wextê piştî şîvê de jî merasîma qewl gotinê dest pê dike. Di vî wextê ku qewl têne gotin de jî her şev yek ji heft sema(govenda rûhanî)yên pîroz(binêrin,navên her heft semayên pîroz di çavkanî 1:rûpel:110-113 de ne) li ber dengê def û şibêban têye girtin.Roja siwar kirina periyanPêrî siwar kirin jî ku kesê hatî cema yê bixwaze, ew li goriya dilê xwe paç(caw, qumaş)ekî reng dikire. Dûre berpirsyar û zanên Êzdiyan yên oldar tevî lêxistina defûşibêban vî qumaşî davêjine ser serê wî/wê û dibine ber Kaniya Sipî. Gava têne nav avayê Kaniya Sipî, qumasê li ser serî datînin, di ava Kaniya Sipî de noq(mohr) dikin û dûre dîsa oldar qumaş davêjine ser serê wî/wê, didin pêşiyê wî/wê dibine ser qebir anjî ber paristgeha ku dixwaze ziyret bike û ew jî. qumaşê xwe datînine ser gor babçaka. Dawiyê de oldarên pê re duha lê dikin, dibêjinê Xwedê xêr û niyeta di dilê te de qebul bike, ziyareta te li ser xêrê û pîrozî be. Roja qabaxê (merasîma serbirkirina ga yê Şêşims e)Di pey vê merasîma siwar kirina darbesta Şêx Adî re, êdî milet dest bi ya qabaxê dike. Weke min li jorê jî got, milet vî gayî ji dibine ber ziyareta Şêşims ser jê dikin û goştê gayê jî weke simatê li xelqê amadene beladikin.Roja ber suwarkirinêBer siwarkirin, merasîma qedim*guhastina Şêx Adî ye. Wextê Şêx Adî kirasguhastiye, hingê ev berê şibakê(darbesta Şêx Adî ye hingê) ji xadiman hatiye xemlandin. Di baweriya Êzdiyatiyê de xadim tiştekî pîrozin. Ev textê berê şibakê jî timî li Başik û Bahzana dimîne. Gava roja cema yê ya yekemîn dest pê dike, hingê ew vê darbestê ji Başik û Bahzana tînine Lalişê. Û ew di roja beriya îdê de berê şibakê cardinê siwar dikin û dibin di birka celsê de mohr dikin. *Qedim=ji vê dinya yê çû. Li gor baweriya me Êzdiyan ruh namire….Micêwrên hemû xas û babçakan di vê rojê de simatê(Goştê gayê ku di nava dan-zad de hatî kelandin e). Ew kesên ku ne morkirî jî bi ava Kaniya Sipî têne morkirin. Wexta ev merasîma dibe, hingê xweziya min bi wî kesî/ê beşdar be ku bikaribe vê darbestê maçbike û lê ziyaret bibe. Dûre govenda derê Kaniya Sipî li ber dengê def û şibêban tê ye gerandin. Roja îdê(cejnê) Di vê rojê de jî sê semayên pîroz têne gerandin. Êdî beşdarên amade jî dikevine vê govenda pîroz, guhnê xwe dadiweşînin û bi kêf cejna hevûdinê pîroz dikin.Di qewl de jî dibêje:Xaniyê me hemuya banek,û tê bi gerê roj û danek,bila di dilê te de nemîne,ne êşîk û ne kovanek.Xaniyê me hemuya berekû ez tê geriyam çend qenderek,bila di dilê te de nemîne,ne êşîk , ne kovanek û ne keserek.Em dibêjin mala Şêx Adî(geliyê Lalişê) ciyekî pîroze,ciyê çak û ewliya ye. Wextê kesek hate Lalişê, divê ew dilê xwe safîke, qehir, kerb û kîna di dilê xwe de derxîne, bavêje û bi dijberên xwe yên berê re jî bi ruhekî biratiya nû, mirazê pak û jiyaneke nû dest pê bike.Birêz Koçek , hûn dizanin bapîrên me Êzdiyan yên ku di dema beriya Şêx Adî de dijiyan, diçûne ber kîjan ziyaret anjî perizgeha sereke ziyaretî dibûn?Li goriya ku di gelek qewlên me de xwanê dibe, Lalişa me û bi taybetî jî Kaniya Sipî haveynê nava erd û ezman e. Ji dema dinya hatiye afirandin û heta îro hêjî gelek rê û rismên baweriya miletê Ezdayiyan di Lalişê de hatine û têne kirin..…Başe koçekê birêz, wexta Êzdî nikarî(bûn)bin herine li LALIŞA NÛRANÎ beşdarî wan rê û resîmên di cemaya Şêx Adî pêktên bivin û ku ew biçine ber paristgeheke dinê ya cîhê xas û qelenderên me Êzdiyan, hingê „ziyaret anjî heca“ wan qebûl dibe anjî na ? Bêguman, gava em li naveroka ilm û qewlên me Êzdiyan baş binêrin, emê bivînin ku gelek parêzgeh û ziyaretên me di wan de xwanê dikin. Nimûne:Ez dibînim, heta nihajî navê Meqlûbê Şêxa di nav sebeqeyên şahde dînî ya mêrê Êzdî de derbas dibe û dibêje, „.Meqlub û Mergeh selaSilavêt mêra li lalişê meqlubîbirî mehê, cotên quba, li wî erdê“ Ev jî dibêje, her kesekî biçuya ber ziyareta Meqlûbê Şêxa jî weke ku çûye ber mala Şêx Adî wisa ziyareta wî qebul e. Dîsa, di qewlê „xanqubat“ de jî derbas dibe û dibêje, di wextê Şêx Adî qedem guhastî û berî ku Şêx Adî qedem biguhêze de jî Êzdî bi coqetî(refa) ji herêma Ruha, Tehranê, Hindê, Samira, Tewrîzê, Bêcî û Qandiharê dihatine Lalişê beşdarî cejna destpêka biharê(Çarşema Sor) dibûn. Nan û mastê xwe di Lalişê de nû kirine, simat û ava Kaniya Sipî jî ji bo kulftên xwe birine.Mamostin min digotin” di dema Şêx Adî dijiya de, merivekî bi navê Simayîl ji Hindê hatibû Lalişê û salekê li cem Şêx Adî xizmet kiriye. Şêx Adî ji Simayîl re gotiye, „Simayîl here welatê xwe , tû jî bi mal û kulfetî.“ Simayîl jî gotiye, „ya Şêx Adî destên min ji te venabe û ez bê dîndara te nikarim bijîm.“Şêx Adî gotiye, „Simayîl, heke tû yê min bî û ku tû li Hind û Yemen bî jî, dîsa tû yê min îheke tû ne yê min bî û ku tû li ber min bî jî, dîsa tû ne yê min î „Weke em ji van gotinên Şêx Adî jî fahm dikin, Êzdiyatî ne ewe ku mirov di nava Lalişê de xizmetê bike, yan mirov li dor Lalişê akincî bimîne û ziyaret bûna xwe bes Lalişê bi hesbîne.Bi dîtna min, Şêx Adî jî her Êzdî mecbûr nekirine û ne gotiye divê her kesê Êzdî tenê bê li Lalişê ziyaret bive. Şêx Adî bi zahmetiya miletê xwe dizanîbû û lewma jî ewî heremên Êzdîxanê li xwedî ocaxên Êzdiyan parvekirine.Weke ez dizanim, Şêx Adî herêma Helebê daye destên Şêx Mend, ya welatê Xalta daye Şêxsîn, ya deşta Herîrê daye Hesin Meman, ya zozana daye Sicadîn, ya Nasiriyê daye Nasirdîn, ya Diyarbekrê daye Şêx û Bekir, ya Amediyê daye Amadîn, ya Tewrêzê daye Şêşims û hwd. Vêca gava kesekî Êzdî diçû ber van ziyaretên babçakên Êzdiyan, weke ew çûbe ber mala Şêx Adî wisa ziyretiya wan qebul dibû.Qewlê me jî dibêje:„Hecaco meçe bi ber hecê ve,şimka ne qetîne di rê de,heca te ewe, mala ku tû tê de“Ez di dawyia vê hevpeyvînê de rêz û silavên xwe ji bo hemû kesên ku xemxwarê Êzdiyatiyê ye, yên ku bi kêrî şuxlê Êzdiyatiyê dibe û mamosten weke we yên ku dixwazin xizemtekê ji mîletê xwe re bike, ev kevneşopên me wenda nebin û di nav miletî de hinekî agehdariyê li ser rê , resim, îd û êrefatên Êzdiyatiyê beladikin re gelekî sipas dikim.Emî kêmin û yê temam Xwedê ye. Xwedê jî efûkare. Ev cejna cemaya Şêx Adî li hemû Êzdî û dostên Êzdiyan pîroz be.Ez jî dibêjim Xwedê xizmeta we qebûl bike. Gelekî kêfxweş dibim, gava ez bi rêzdarên weke we re rûdinêm û bikaribim bi alîkariya we vê xizmetê pêşkêşî civak û tostên Êzdiyatiyê bikim. Xwedê romannivîsê kurd Mehet Uzun afûbike û dibêjim bila serên kesên malbata wî û hemû Kurdistaniyan sax be.Bila cejna cemaya Şêx Adî û îda Remezanê li me hemû Kurdistaniyan pîroz be !Kemal Tolan Oldenburg, 12.çirî ya pêşîn(10).2007Çavkanî:1 - Kemal Tolan, nasandina kevneşopên Êzdiyatiyê-Weşanên Perî 2007
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.