Ramyarî

‘‘Vatandaş Türkçe Konuş, Çok Konuş“

Faysal Daðlý · 19.02.2009 · 2 dîtin

  ‘‘Hemwelatî, bi Tirkî biaxife, pirr biaxife„ Ev dirûşm li Bakûrê Kurdistan’ê li hemû bajaran li ser deriyê hemû daîreyên dewletê daleqandi (bû) ye.  21ê Sibatê li cîhanê wek ‘Roja Perwerde ya Zimanê Zikmakî‘ tê bibîranîn. Bi xetên giştî di vê rojê de behsa bandora erênî ya perwerdeya zimanê zikmakî li ser xwendekaran tê kirin. Li cîhanê Kurd netewa mezin û ya dawîn e ku ji mafê perwerde ya zimanê zikamakî bêpar e. Li sê perçeyên Kurdistan’ê (bakûr, rojhilat û rojava û Kurdên Rûsya, welatên Kafkasya, Avrûpa û Lubnan’ê jî) bi milyonan zarokên Kurd nikarin bi zimanê xwe herin dibistanê.  Çîroka Kurdan ya bêparkirina wan ji mafê perwerdeya zikmakî beşekî ji dîroka wan e. Ez duxwazim ji dîroka bêparkirina mafê perwerde ya zimanê zikmakî û qedexekirina Zimanê Kurdî li Bakûrê Kurdistan’ê careke din bînim bîr û bi vê mebeste, ‘roja perwerdeya zimanê zikmakî‘ ya zarokên Kurd ku ev mafê wan nîne pîroz bikim!  Ev neheqî û zilma ku li beramber çavên cîhana medenî didome, helbet wê rojekî bidawî bibe! Zarokên Kurd heta wê rojê wê bêwestan têkoşîna xwe bidomînin.  …Di sala 1924an de Mistefa Kemal û hevalên wî yên İtîhadiyên (Hizba İttihat û Terakî / Yekbûn û Peşketin) kevn li Anadol’ê serdest bûn. Hêzên biyanî ku piştî têkçûna Osmaniyan ya di şerê yekem de ketibûn Anadol’ê, bi Rejima Kemal re lihevkiribûn û paşve kişiyabûn.  Edî pêdiviya Kemal bi Kurdan re namabû. Kurdan bi berxwedanên li dijî Frensiyan Entabê kiribûn, ‘‘Gazî“ Mereş’e kiribûn „Kahraman“ û Ruha‘yê jî kiribûn ‘‘Şanlı“ û bi vî awayî şerefa rejima nû rizgar kiribûn. Kemal heta hingê soz û qewlên mezin dabû Kurdan. Wê dewleta nû, ya herdû gelan bûya. Yanê ya Kurd û Tirkan! Ji ber vê yekê Kemal bi hezên Osmanî yên Kurdistan’ê li dijî Artêşa Yûnan û yê din li ber xwe dabû. Rêxistin û dewleta xwe li Kurdistan’ê, li Siwas û Erzirom‘ê damezrandibû.  Pişti ku bi saya Kurdan bû dewlet, êdî karibû berê xwe bida Kurdan. U wiha kir. Di sala 1924an de Zagona Esasî ya yekem hat îlankirin. Di wir de digot: ‘‘Navê devletê, Komara Tirk  e’‘, ‘‘Zimanê dewletê Tirki ye’‘ û ‘‘Kesên li Tirkiyê dijîn, Tirk in.‘’ Rejima Kemalîst piştî damezrandinê dest bi „projeya afirandina netewa Tirk“ kir. Lê di destê wan de ji bo afirandin û hakimiyeta Tirkiyê têra xwe şêniya Tirk nînbû. Lewra li Anadol’ê (û Bakûrê Kurdistan’ê) Tirk kêmnetew bûn. Kurd, Ermenî, Rom, Laz, Ereb, Çerkez, Cihû, Suryanî û miletên din ji Tirkan zêdetir bûn. Di destê Kemalîstan de alternatîfekî hebû: Tasfiyekirina Xristiyanan û asîmîlekirina Muslumanan.  Rejim li ser vê bingehê hat damezrandin. Ermeniyên ku jê jenosîda 1915an mayî, Rom, Suryanî û Cihû hatin qewirandin an jî kuştin û Kurd û netewên din, yên di bin hukumdariya rejimê de wê bihatana asîmîlekirin. Bi vî awayî wê „netewa Tirk“ bihata afirandin. Di destê wan de girseya herî mezin Kurd bûn. Ji bo asîmîlasyonê jî diveya bû, zimanê Kurdan bihata jibîrkirin û çanda wan bihata kuştin! Yanê bi jenosîda spî wê Kurd bihatana Tirkîzekirin.Projeya dewletbûnê ancax bi awayî wê biserketa.  Wezîrê Dadê yê Rejima Kemalîst Mahmut Esat Bozkurt vê projeyê bi vî awayî dianî ziman: ‘‘Li Anadol’ê (û Bakûrê Kurdistan’ê) Tirk tenê hene. Mafekî tenê yê kesên ku ji xwe re nebêjin Tirk heye: Ew jî xulamtiya Tirkan e.’‘  Ev dirûşma Tirkan paşê bi devê Serokkomar Cemal Gursel wiha guherî: “Tûf bikin rûyê wî kesî, ku ji we re bêje hûn Kurdin.” Di sala 1925an de êdî diyar bû ku Rejima Kemalîst ew sozên ku dabû Kurdan hemû jibîrkiribû. Di Peymana Lozanê de jî ku di 1924an de hatibû morkirin de tû maf nedabûn Kurdan û Kurdistan hatibû perçekirin. Serekên Kurdan ji bilî serhildanê tû rêyekî din neditin. Bi vî awayî di sala 1925an de serhildana ku bi navê Şêx Saîd tê naskirin teqiya. Serhildan ji alî Rexistina Azadî hatibû tanzîmkirin. Piştî girtina serokên Azadî, Xalid Beg û Yûsif Ziya Paşa û di encama hin pêşveçunan de Şêx Saîd derbasî seriya hêzên Kurd bû. Serhildan pişti salekî hat tefandin, lê li pey xwe agirekî mezin hiştibû, Kemalîstan Kurdistan’ê dişewitandin.  Piştî serkeftinên leşkerî yên Kemalîstan firesenda ku li bendê bûn, bi dest xistibûn. Ji bo projeya Tirkîzekirina Kurdistan’ê çar yasa derxistin:1. Takrir-i Sükun Kanunu /  Zagona Aramiyê 2. Şark İslahat Planı / Pîlana Islahkirina Rojhilatê (Kurdistan)2. İstiklal Mahkemeleri Kanunu  (Zagonê Dadgehên Serxwebûne)4. Tunceli Kanunu / Zagona Tuncelî (Dersim) Li gor van qanûnan; (Ji bilî tedbîrên siyasî û leskerî)Axaftina Kurdî qedexe bû, Weşanên bi Kurdî qedexe bû,Cilûbergên Kurdî qedexe bû,Stran û muzîka Kurdî qedexe bû,Navlêkirina zarokan bi Kurdî qedexe bû,Navê hemû bajar, gund û erdnîgara Kurdistan’ê hatibû guhertin,Ji bilî dibistan û fêrgehên rejimê, hemû dersxane li Kurdistan’ê qedexe bûn,Bi sedan hezar Kurd li Anadol’ê hatibûn sirgûnkirin û di nav Tirkan de bi zorê hatibûn rûniştandin, Li hin bajarên sereke dibistanên taybetî hatibûn damezrandin û zarokên hin binemalên naskirî di wir de dihatin perwerdekirin. Di vê perwerdê de zarok li dijî Kurdayetiyê bi nafretê dihatin gihandin û tijîkirin. Bi sedan zorokên Kurd ku di van dibistanan de hatin perwerdekirin, ji bo rejima Kemalîst bûbûn hîmên xurt.  Çend tedbîrên mînak ji Pîlana Islahkirina Rojhilatê bi hevokên rejimê wiha bû.-Li heremê (Kurdistan’ê) koçerên Tirk wê bên bicîhkirin.-Wê serhildêr sirgûnê Rojava (Tirkiyê) bên kirin.-Li bajêr û qezayan axaftina Kurdî wê bê qedexekirin û kesê bi Kurdî biaxifê bi sûcdariya, berxwedana li dijî yasayên dewlet û belediyê bên cezakirin.-Herem (Kurdistan) bi karmendên welatparêz divê bê xurtkirin. Karmendên heremê mecbûrî herî kên 3 sal divê li heremê bimînin. Pere û diravê wan wê gelek zêde be. -Li heremê (Kurdistan’ê) divê Ocaxên Tirk, dibistanên keçan û yê zarokan bê vekirin û bilez zarok û keç ji Kurdayetiyê bên xelaskirin. Bi taybetî li dibistanên keçan girîngî bê dayîn ku ew zarokên xwe fêrî Tirkî bikin.Ev yasa û zagonên taybetî ku ji bo asîmîlasyona Kurdan hatibûn derxistin heta salên 1960an di rojêvê de man. (Vê Bidome) E-mail: faysaldagli@iname.com

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.