ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
M. Þerif MÜÞTAK · 26.02.2008 · 2 dîtin
Birêz Talabanî têgihiştina neteweyî û millî taqoz dike. Nemafê kesîye ko bibêjin “Kurd nikarin bibin Dewlet”. Nîyet çidibê bila bibê, lê wêgotinê zerer daye. Bi hezaran Kurdên welatparêz, fedekar ji dewletbûnê bêhêvî hiştin û morale dijmin pêbilindtir bû. Ez dizanim hinkes wê bibêjin “Newextê vêrexnê bû”. Lê Hestê mi ê neteweyî û Kurdewar zorda mi ji dilê mi hat ko ez vêrexna xwe bikim. Hêvîdarim hûn welatparêz mi fêhm bikin û şerê mi nekin. Di vêwexta ko Tirko ketîye nav axa azad de, her deqîqe Kurda dikûjin pirên Kurdistanê û Gûnda wêran dikin, bêsînor dijmintîya serokê herêma Kurdistan dikin, lê Talabanî bilind dinirixînin ma nebalkêş e? Pêwiste miho nehêlê dinav sîyaseta millî û neteweyîde derz derkevin, sistbûn cabin. Moralê dijmin bilind dikê û dijmin sewqî êrîşên hovanetir dikê. Firsetan didê propexandeya dijmin a şerê psîkolojîk û stratejî……Ne tiştekî valaye ko dijmin Serokê Kurdistanê û nirxên wîyên bibedew kirine armanc. Sîyaseta rêxistinî û kesayetîyên Kurd çidibin bila bibin, lê pêwiste hemû Kurd diderhara „Dewletbûna gelê Kurdde“ xwedî hêvîbin û nebêjin „Em Kurd nikarin bibin Dewlet“ Bila em jibîrnekin ko serokê dewleta Tirk Ahmet Nejdet Sezer 7 sala birêz Talabanî û Barzanî mixatab negirt. Egera wan timafên, sîyasî a jibo çarenûsîya neteweyî ji gelê Kurdre napejirênin. Vêca niha sîyasetmedar û Hevserên Tirk dibêjin Talabanî gotîye „Kurd nikarin bibin dewlet. Celal Talabanî zilamekê gelek sîyasetmedar û zana ye.“ Magelo van daxwîyanîyan feyde nedaba siyaseta Romareş, mawêçima birêz Talabanî bilind binirixandan û dijmintîya Birêz Barzanî serokê herêma Kurdistan bikiran e? ………………………………………………………………………………………………………………………………… Roja 21.02.2008 êvarî Leşkerên Romareş bi êrîşên hewayî û erdê, demhijmêr a başûrê Kurdistanê di 21.00 de carekedî axa azad binpêkirin. Ji bo navbera Kurda nexweş bikin, di hema wextêde dest bi propexandeya psîkolojîk, sîyaseta fitne û fesadîyê jî kirin. Weke têzanîn ji bo şopandina çekhilgir û pêşmergeyên Kurd di sala 1983 de di navbera Dîktatorê Iraq Sadam Hisên û Dewleta Tirk de peyman çêbibû. Li gor peymanê herdû alîyan dikarîn 10 Km dinav axa sînorên hevdode çekhilgirên Kurd bişopînin. Yekemîncar di 16.05.1983 de bi qûweta 30 hezar lêşker Tirko ketibû nav başûrê Kurdistan de. Wê wextê PKK sîyaseteke lewazbû û ji girsa wêya niha texmîn %0.5 kesan PKK nasdikirin. Wêwextê dîsa di herêmêda hereketa herî xwirt PDK-I, YNK û hin rêxistinên Kurd ko weke îro dîsa jî marjînalbûn hebûn. Ji wexta ko peyman di nav Iraq û Dewleta Tirkde çêbûyî heya niha 24 carin leşkerên Tirk sînorên Iraq û Tirkîye binpê dikin. Rêzê li sînorên cîran nagirin û axa azad binpê dikin. Lê tê zanîn ko Artêşa Tirk bi arîkarîya DEY jîbê, 40 cardî bikevin çîyayê Kurdistanê lê dîsa nikarin PKK ji nav gel û çîyayên Kurdistanê bigrin bavêjin, evbûyer berbiçav û eşkereye. Têzanîn ko DEY dewleteke Kûresel e û bandore wê di cîhanêde a yekemîn e. Pêwistîya DEY bi devletên ko diherêma xwede aqtorin heye. Niha dîsa yek ji wan bûwe komara Tirk Wexta Yekîya Sowyetê hilweşayî dewleta Tirk di herêmaxwede ji aqtorî ketibû. Lê Salên paşîyê Dewleta Ros dîsa dest birola xweya sîyasî, polîtîk kirîye. Stratejîya Tirka dertê pêş Bi belavbûna sovyetê firset ji dewleta Tirkre jî derketin ji bo karibê têkilîyan bi dewletên nêzîknetewa xwere girêbidê. Pêwistîyên DEY jî bivê hebûn. Lê bişertê ko dibin qontrola DEY debin. Dixwiyê ko dinav Komara Tirk û DEY`de hin mûtebaqat çêbûne. Mûtebaqata li ser PKK û Iraq nevalaye, Lênexwê DEY ticara nahêlê ko Komara Tirk di Rojhilatanaverast û Esyanavînde xwirt bibê Bi bawerîya mi dostîbûna DEY û Yahûdîyan ji bo gelê Kurd nezerere, pêwiste û serketine jî. Lê dive Kurd herwextî bi zanibin serê wan li ser çibalgehî ye û çawa dikarin xwe xwirt bikin. Wêwextê diherêmêde DEY wê nekaribê pişta xwe bidê tevgera netewa Kurd. Giringîya wê têgihiştina neteweyî, millî û yekgirtina neteweyî ye. Divê dixîyal, raman û sîyaseta her Kurdîde lêbixwedî derketina Kurdistaneke azad, demoqratîk û serbixwe hebê Armanca Romareş ne PKK ye, ne terore, hilweşandina Kurdistana azad e, Musil û Kerkuk e, jinûve dewleta Iraq ligor xwe bigûherê, Tirkomana bikin aqtorê yekemîn, bi DEY re peymanan imze bikin û pêşengîya herêmê bigrin dest xwe. Ji bo sîyasîyên komara Tirk hemû serokên Kurda serok eşîrin û serokê Terorîstan e, Kurdên ko difikirin, xwenasin, welatparêzin, xwedî sîyaset û ramanin tevde terorîstin. Dixwazin bandora Barzanî a Kurdistanî liser gelê Kurd lawaz bikin. Mûtebaqata ko dinav wan û DEY de derketîn holê ji bo ji halê rakirina gelê Kurd bi karbînin, sedsala 21 jî li gelê Kurd bikin sedsala penabirî, talankirin, wêrankirin, qirkirin, agir, qîr û hawar. Ji bo planên Komara Tirk vala bênderxistin, roj roja piştgirîya xwedîyê fikir û ramanên Kurdistanî, Kurdewarî, Kurdperwer rêzdar serokê herêma Kurdistanê Meshod Barzanî ye. M. Şerif MÜŞTAK serif.muestak@gmx.de
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.