Ramyarî

Tirkiye, Sûriye û İran Li Dijî Kurdan Di Nav Eniyekî da

Hewar Evdilrezaq · 13.01.2009 · 2 dîtin

Tirkiye, Sûriye û İran Li Dijî Kurdan Di Nav Eniyekî da

Hewlêr - Di raporekî Peymangeha Lêkolînên Çapemeniyên Rojhilata Navîn (MEMRI) de, ku di despêka vê mehê de hatiye belavkirin de cîh digre ku di tebaxa derbasbûyî de berpirsên Sûriye, Tirkiye û İran’ê bi armanca avakirina eniyeke stratejîk kar kirîne. Bi taybet jî ji ber yekparçeya xaka İraq û armancên Kurdan. Di wê raporê de hatiye diyarkirin ku; "li gor heftenama Sîryan, niha ji bo Tirkiyê eşkerebûye xwe nêzkirina li welatên Awrûpa xeletî bû. Berjewendiyên Anqerê di wê yekê de ye hevpeymana xwe li gel welatên Rojhilata Navîn nû bike.”Her wiha di dirêjiya roporê de cih daye ku ev heftenameye li ser nêzîkbûna Tirkiye li gel Sûrye û Îran nivîsiye; "Tirkiye di amadekariyên despêkê yên ji bo dirûst kirina nexşeyek nû ya di herêmê de ye. Li gel vê jî her sê welat li ser wê yekê li hevkirin ku li herêmê dijî deshilata welatên Rojavayî ne.” Di dirêjiya raporê de tê gotin ku li gor rojnameya Tişrîn ya Sûrî ku zimanhalê Hikûmeta Sûrî ye; "Tirkiye, Sûrî û Îran wê pêşeroja Rojhilata Navîn pêkbênin, wê di wan bûyerên di pêşeroja Rojhilata Navîn de çêdibin, rolekî giring bilîzin.” Rapor amaje bi şîroveya Rojnama El-Baas ya Sûrî dike ku têde wiha hatiye gotin: "Piştî dawiya sedsala derbasbûyî, Hikûmeta Anqerê bi awaza welatên Awrûpî helperî. Niha jî ji wan re eşkere bûye ku ew tenê derbasbûna demê bû. Ji ber vê jî razî nebû xwe radestî berjewendiyên Rojava bike. Ji ber vê jî jêre derket holê ku berjewendiyên wan yên rasteqîne Rojhilata Navîne û ji ber vê jî pêwîste xwe nêzî welatên Ereb bike. Siyaseta Rojavayiyan Tirkiyê rastî metirsiyê aniye. Bi taybet jî piştî êrişên Amerîka yên li ser İraq û piştgiriya Washington’ê ji bo dirûstkirina dewletek Kurdî. Vê yekê jî wiha li Gûl û Erdogan kiriye ku xwe rast bikin û bên li ser rêya di berjewendiyên wan de.” Raporê cîh daye gotara Sekreterê Giştî yê Komela Dostaniya Ereb-İran, Dr. Mihemed Sadiq Hûseyîn di Rojnama El-Cerîde ya Kûwîtî de nivîsiye "Pêkanîna wê eniyê ji bo kêmkirina karîgeriyên Amerîka ya li ser navçeyê ye. Ev jî wekî heman hevpeymaniye ku di serdema Hafiz Esed de hatiye dirûstkirine. Bi armanca kêbirkê kirina hêzên Kurd yên li wê navçeyê bûyîne sedemê aloziya rewşa wî welatî û dibe ku meseleya Kurd jî xalek giring be ji bo nûkirina wê eniyê û bikeve praktîkê.”

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.