ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
ÎBRAHÎM GUÇLU · 11.06.2010 · 2 dîtin
Dewleta Tirk, li ser mîrada împeratoriya Osmanî ava bû. Sînor û tixuba împeratoriya Osmanî gelek fireh bû. Gelek netew û welatê wan di bin desthilatdariya Împeratoriya Osmanî de bû. Li Rojhilata Navîn jî, ji derveyî Împeratoriya Persî û neteweya Faris, hemû netew û welat (Ereb û Kurd/Erebîstan-Kurdistan) di bin desthilatdariya Osmaniyan de bû; Erebîstan û Kurdistan metîngehkariya împeratoriyê bû. Netewe û welatên Balqenan beriya Şerê Cîhanî yê 1-emîn ji Împeratoriya Osmanî veqetiyan û bûn dewletên serbixwe. Piştî Şerê CIhanî yê 1-emîn û bi taybetî jî piştî Peymana Lozanê bi avabûna Komara Tirkiyeyê ya neteweya Tirk, dawiya Împeratoriya Osmanî hat. Bes Bakurê Kurdistanê di bin desthilatdariya Dewleta Tirk de ma. Kurdistan jî encama parçebûna xwe ket bin desthilatdariya 4 dewletan û statuyeke metîngehkarî (kolonî) qezenç kir. Têkçûn û rûxandina împeratoriya Osmanî gorî baweriya min encama siyaset û projeya dewleta neteweyî ya tirk ya îttîhad-terakkîciyan bû. Lê dema ku dawiya Împeratoriya Osmanî hat, di heman dem de Dewleta Tirk bi xwe bû dewleteke kolonyalîst û emperyal. Her çiqas damezrênerê û serokê Dewleta Tirk M. Kemal Ataturkî gotiye sînorê me Mîsak-î Milî ye, em li dinyayê û li welêt aşitiyê û silhê dixwazin, her demê li pişt mejiyên wan û di xeyela wan de împeratorbûn wenda nebûye, her dema ku derfet dîtine ew armanca û xeyela xwe jî dane derve. Ev helwesta gorî hikumetan jî hatiye guhertin. Beşek hikumet û bi taybetî jî, tiştekî balkêş hikumetên ku bûrokrasiya leşkerî û sivîl temsîl dikin, di ev xeyela xwe de hîn bi tirs û mihafazakar bûne; hikumetên rast û dînî zêdetir di vê pirsê de, bi taybetî jî di xeyela avakirina împeratoriya osmanî de hîn cûretkar bûne. Ev cûretkarî di hıkumeta Ozal de cara pêşîn xwe bi awayekî gelek aşkere û konkret da derve. Hikumeta Ozal dixwest ku midaxeleyî Iraqê bike û wî digot ku “emê yekê bixwin û li hemberî wê yekê dehan bigrin”. Encama wê midaxeleyê jî, Hikumeta Ozal xeyal dikir ku du beşên Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê û Başurê Kurdistanê bike yek parçe û sînorê kolonyalîzma xwe hîn firehtir bike. Ew proje, ji aliyê gelek hêzên kurd de jî hat parastin. Lewra hêzên kurd ew projeya, ji bona yekîtiya Kurdistanê wek gaveke fizîkî şirove dikirin. Dema ku du beşên Kurdistanê bibin yek, wê demê statuya li Başurê Kurdistanê divê ev di yekîtiya Kurdistanê dê jî bibûyan statuyekê. Ev jî, ji bona neteweya kurd dê bûbûya gaveke girîng. Di Dewleta Tirk de, li Rojhilata Navîn xeyela serokbûn û împeratorîbûnê di Hikumeta Erdogan de gelerk aşkere xwe da derve û ji aliyê îdeologên îslamî de jî hat formûle kirin. Bi taybetî jî, piştî ku Ehmed Dawudoglu, ew xeyela împeratorbûne hîn pêş ket û ji aliyê wî de di gelek konferansan de hat ser zimên. Di pirsa referanduma Kerkûkê de û di avabûna Dewleta Federe ya Kurdistanê de helwesta dagirkerî ya dewleta tirk encama vê siyasetê bû Ew siyaseta ji aliyê min de jî gelek caran hat nivîsandin û hat rexne kirin. Elbet dema ku Dewleta Tirk împeratoriya nû xeyal dikir û dixwest ku bibe serokê Rojhilata Navîn, baş dizanî ku bi awayê klasîk ya berê, bi dagirkerî nabe. Ew car, bi riya siyaset, îdeolojî, nûfiza îslamî û aborî dê bibe. Lewra wek min li rêzên jorîn jî diyar kir, di dema împeratoriya Osmanî de Faris ji derveyî împeratoriyê bû. Di xeyela nû ya împeratorî de Îran jî ketibûn nav vê projeyê. Wek tê zanîn, piştî ku di sala 1979-an de desthilatdariya siyasî û rejîm li Îranê hat guhertin, Komara îslamî ava bû; desthilatdarên Îranê xwestin ku împeratoriya îslamî di bin serokatiya xwe de ava bikin. Ev yeka jî, nedikarîn ku bi dagirkerî bikin. Li welatên îslamî ji bona xwe hêz û partî ava kirin û bi reya wan rêxistinan xwestin ku li Rojhilata Navîn û li ser dinyaya îslamî bibin desthilatdar. Di vê yekê de bi awayekî bi ser jî ketin. Di vê merheleyê de wek dewletên şîayî û elewî Dewleta îran û Suriyeyê di nav tîfaqeke mezin de ne. Îran, li her welatekî bi riya ew rêxistinên di bin bandor û hikmê Îranê de ne, bi awayekî desthilatdar e, an jî li ser hikumet û desthilatdariyên welatan tesîr dike. Dewleta Tirk, dixwaze nûha ev rola Îranê bidize. Heta Dewleta Tirk di vê projeya xwe de, xwe hîn zêdetir xwediyê derfetê dibîne. Lewra Dewletên Yekgirtî ya Amerîkayê (DYA) û Yekîtiya Ewrupayê dijminên Îranê ne, dostên Dewleta Tirk in. Ji bona vê, ew Peymana Îranê, Brezîlyayê, Dewleta Tirk ya di derbarê çekên nukleerî de jî, ji aliyekî de xizmetî vê armancê dike. Dewleta Tirk, bi vê peymanê, dema ku dixwaze Îranê li hemberî Yekîtiya Ewrupayê û DYA-yê biparêze, ji bona xwe jî serokatiya xwe li Rojhilata navîn tescîl û xurt dike. Îranê çawa ku bi dijminitiya Îsraîlê, di ser pirsa Filîstînê û îslamiyetê re xwest ku li Rojhilata Navîn û li dinyaya îslamî hikum bike, împeratoriyeke nû ava bike; dewleta Tirk jî, dixwaze ku bi dijminitiya Îsraîlê û bi riya pirsa filîstînê desthilatdarî û serokatiya xwe li Rojhilata Navîn ava bike. Ji aliyê din de jî, bi şiroveke nû ya îslamîyetê jî xwe desthilatdar û bi hêz dibîne. Dema ku pirsa Filîstînê jî bi kar tîne, bi Hamasê re, bi hêza fundemantalîst ya îslamî re pêwendiyên xwe xurt dike. Di destpêkê de bi wan re ket nav organîzasyoneke taybet. Di hilbijartinê de denggirtina Hamasê ji bona demokratîkbûn û meşruiyeta wan bi kar anî. Ji bona vê demeke dirêj e ku ez dixwazim bala reya giştî bi nivîsarên xwe bikşînim ser vê mijarê. Ji bona vê jî, min bi navê “Gelo Dewleta Tirk çima dostê Îranê û dijminê Îsraîlê ye?” çend nivîsar nivîsandin. Di van rojên dawî de girêdayî pirsa midaxeleya Îsraîlê yên “keştiyên alîkariyê”, ji bona armanca xwe ya serokatiya Rojhilata Navîn û xeyela xwe ya Împeratoriya Osmanî ya nû bi kar tîne. Ji bona vê li Tirkiyeyê di nav gelan de dijminitiyeke gelek xurt û dijwar li hemberî Îsraîlê dimeşîne. Di ev dijminitiya Îsraîlê û yahudiyan de rast, çep, komunîst, lîberal, hikumet û mixalefet di nav tîfaq û yekîtiyekê gelek fireh de ne. Gelek aşkere ye, ku armanca dewleta Tirk, parastina mafên miletê filîstîn û ji filîstîniyan re alîkarî nîn e. Armanca Dewleta Tirk, ji aliyekî de serokatiya xwe li Rojhilata Navîn tescîl kirine, li aliyekî jî li hemberî kurdan, yahudiyan, DYA-yê eniyek hûnandin û emperyalbûna xwe îlan kirine. Bi siyaseta nû ya Dewleta Tirk, li Rojhilata Navîn pergeleke nû dê ava bibe û denklemên bê guhertin. Tîfaqa Îran, Suriye, Dewleta Tirk dê xurttir bibe. Dewleta Tirk dê di eksena xwe ya berê ya rojavayî de bişemitê. Dewleta Tirk bi ev armanc û projeya xwe ya serokatiya Rojhilata Navîn, di heman dem de bi Dewleta Federe ya Kurdistanê re danûstandina xwe dixwaze pêş bixwe. Loma Serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê hat vexwendin. Dewleta Tirk, hîç şik tune ye, ku gorî xeyal û armanca xwe ya nû, ji Dewleta Federe ya Kurdistanê xwediyê daxwazan e. Ez di wê baweriyê de me, ku serokatiya Dewleta Federe ya Kurdistanê, bi ev zanyariyê tevdigere û helwest nîşan dide. Daxuyaniyên serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê jî, ev helwesta zanyare nîşan dide. Kurdên Bakurê Kurdistanê divê, rewşa nû ya Dewleta Tirk û Rojhilata Navîn baş tespît bikin û gorî vê yekê helwest nîşan bidin; siyasetên xwe diyar bikin. Pirseke gelek vekirî heye ku divê kurd ji Îsraîlê û DYA-yê re dijminitî nekin. Ew dijminitiya ku bi destê kurdên oldar li hemberî DYA-yê û Israîlê tê meşandin, ne di berejewendiya îslamiyetê de ye jî û ne jî di berjewendiya neteweya kurd de ye. Divê organîzekirina “keştiyên alîkariyê” û maliya van keştiyan ji ku tê bê şirove kirin. Gelo İHHê wek komeleyekê, bê piştgiriya Dewleta Tirk û dewletên din dikare bi serê xwe vê organîzasyonê pêk bîne û an jî na? Pirseke gelek girîng e. Gelek aşkere xuya dike ku ev keştiyan ji aliyê Hamasê, Îranê, Dewleta Tirk, Suriyeyê de tên fînanse kirin. Welatên ereban yên din jî bi awayekî alîkariyê dikin. Amed, 06. 06. 2010
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.