Ramyarî

Tirkan serokê Hizbullahê Hasan Nasrallah îxbar kir

Haci · 16.08.2006 · 2 dîtin

   DIYARBEKIR, 16/8 2006 — Dezgehên istixbaratên tirkan serokê Hizbullahê Hasan Nasrallah îxbar kir. Li gor nûçeyên rojnameya Şerq El Ewsedê, dezgehên istixbaratî yên tirkan agahî dane Îsraîlê û cihê Nasrallahî aşkere kirine. Hasan Nasrallah xwe li konolosxaneya Îranê ya li Beyrutê diveşart û tirkan ew îxbar kir. Îro wezîrê derve yê tirkan Abdullah Gul çû Libnanê û îhtimal heye ko egera çûyina wî meseleya îxbarcîtiya tirkan be. Tirkan ji ereban zêdetir destek didan Hizbullahê û Hamas-ê. Lê tirk di dereceya ewil de dostên xwe difiroşin. Berî demekê tirkan Şamil Basayevê Çeçenî firotin rûsan û ew hat kuştin. Niho jî serokê Hizbullahê firotin.Edîtorê rojnameya tirkan Hurriyetê Ertugrul Ozkokê mihacirê Balkanê di nivîsara xwe de behsa nivîsara Husnî Mehlî dike. Husnî Mehlî erebekî Sûriyeyê ye û zavayê tirkan e. Li Tirkiyeyê dimîne û di rojnameyên tirkan de dinivîsîne.Husnî Mehlî di nivîsara xwe ya duhî de dibêje tirkan hasan Nasrallah îxbar kir û behsa ziyareta Qralê Erebistana Siûdî Abdullahî ya Tirkiyeyê dike. Mehlî dibêje Osmaniyan bapîrê Abdullahî îdam kiriye. Husnî Mehlî dibêje tirk kar dikin eskerî rêkin Libnanê lê hêj niho ve tirk teref in û terefê îsraîlê digirin.Ertugrul Ozkok ji nivîsara Husnî Mehlî aciz bûye û dibêje jixwe jiberê û pê de Sûriyeyê dijminahiya tirkan kiriye dibêje Sûriyeyê bi salan Abdullah Ocalan li himber tirkan bikar anîn. Ertugrul Ozkok dibêje gerek MIT bersiva îdiyay îxbarcîtiyê bide.Abdullah Gulî îro, ji beriya here Libnanê, got MIT-ê Hasan Nasrallah îxbar nekiriye. Ertugrul Ozkok û Abdullah Gul xwe li “kerehmeqiyê” girê didin. Ji ber rojnameya Şerq El Ewset û Husnî Mehlî nabêjin MIT-ê Hasan Nasrallah îxbar kiriye. Ew dibêjin dezgehên îstixbarata tirkan ew îxbar kiriye. Tirkan bi kêmayî 8 dezgehên îstixbaratê yên eskerî û sivîl hene. Di nav van dezgehan de şer û qirêneka temamî heye û hemî karên hev xirab dikin. Yanî heger MIT bibêje wan îxbar nekiriye jî tiştekê îfade nake ji ber dezgehek dî îxbar kiriye.Di 12-ê vê mehê de rojnameyeka çep ya bi navê Evrensel ya tirkan bi Hasan Nasrallah re hevpeyvînek kiribû û Hasan Nasrallah dibêje tirk tenê bi gotinê arîkariya Libanê dikin û dewleta tirk mitefiqa Îsraîlê ya derceya ewil e. Nasrallah dibêje bimbeyên Îsraîl li himber wan bi kar tîne li ser Tirkiyeyê re diçin Îsraîlê.Rewşa tirkan gelek aloz e. Heta çend roj berê jî digotin ew dê eskerî rêkin Libnanê, lê ji pêr ve helwesta xwe guhortine û hêdî naxazin eskerî rêkin Libnanê. Denîz Baykalî serokê CHP-ê dibêje nabe tirk eskerî rêkin Libnanê. Jixwe di civîna general û serokwezîr û wezîrên tirk de jî qerara” rêkirina bi şertan ve girêdayî” hat girtin. Lê piştî îxbaracîtiyê dê gelek zehmet be ko tirk bikarin eskerî rêkin Libanê.Kerkük KujrdistaneAkt: C. Aliki

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.